'Pêxîrtengî û krîz mîna berê nabihurin'

Civaka mirovahiyê ji krîzeke ewqasî giran re ti carî nebûbû şahid. Civak nikarin demeke dirêj xwe li krîzan rabigirin. Ya wê ji hev bikevin, yan jî wê li ber xwe bidin, sîstemeke nû biafirînin û krîzê ji holê rakin. Em di demeke bi vî rengî de ne.

NIRXANDINÊN ABDULLAH OCALAN

Di dîrokê de cinsperestî herî zêde di serdema lîberalîzmê de weke hêmaneke îdeolojîk hat pêşdebirin û bi karanîn. Lîberalîzma ku civaka cinsperest dewr girt, qîma xwe pê neanî bi tenê jinê weke karkera bêheqdest di malê de bixebitîne. Bêtir zêdegavî kir, ew weke objeyeke cinsî kir meta û ew pêşkêşî piyaseyê kir. Bi vî awayî hê zêdetir bi dest xist. Li cem mêr bi tenê ked tê metakirin, lê ya jinê bi xwe, hem tevahiya bedena wê û hem jî ruhê wê tê metakirin. Ya rastî, bi vî awayî şêweyê koletiyê yê herî bi tehlûke hat avakirin. ‘Pîreka zilam’ herçiqasî sifetekî baş nebe jî îstîsmara li serê bi sînor e. Lê mirov bi tevahiya kesayeta xwe bibe meta, ev tê wê maneyê ku mirov ji koletiya dema firewnan xirabtir dibe kole. Li şûna mirov bibe koleyê kesekî an jî dewletekê, mirov bibe koleyê her kesî qatbiqat bi tehlûketir e. Xefika modernîteyê li pêşiya jinê daniye ev e. Bi awayê xuya dike jin li azadiyê vedibe, lê bi vî awayî jin dikeve statuya amûrê herî rezîl ê îstîsmarê. Ji amûrbûna reklamê bigirin heta bi seks û pornoyê jin amûrê herî bingehîn ê îstîsmarê ye. Ez bi hêsanî dikarim bibêjim, di hilgirtina kapîtalîzmê de herî zêde jin xistine bin barê giran. 

Ji bo sîstemê, di warê pirrkirina mêtinkarî û desthilatdariyê de jin bi roleke statejîk radibe. Di nava malbatê de nûnerê dewletê zilam, li ser jinê hem di warê mêtinkariyê de û hem jî di warê pêşdebirina desthilatdariyê de xwe berpirsiyar û xwedî erk dibîne. Zordestiya ji rêûresmê ya li ser jinê li her çaviyê belav dike û bi vî awayî zilam jî dike parçeyek ji desthilatdariyê. Bi vê rê, civak di asta herî jor de dikeve sendroma desthilatdarîbûnê. Statuya jinê fikir û hisa bê sînor a desthilatdariyê dide civaka zilam a serwer. 

Li aliyê din, ji pêkhatina karkertiya tawizkar heta bi bêkariyê, ji karkertiya bêheqdest heta bi heqdestiya herî kêm di her neyêniyê de ya berdêl pê didin dayîn jinên kedkar in; jin bi xwe ye. Îdeolojiya cinsperest a pevekirî ya lîberalîzmê ev mijar bi tenê ji rê dernexist û cuda nîşan neda; wekî din jî ji bo jinan bi ehemiyet veguherand varyeteyên îdeolojîk ên hatin pêşdebirin. Mîna tiştekî wisa ye ku mirov bi destê xwe koletiya xwe bide qebûlkirin. Mirov dikare bibêje, sîstem bi îstîsmarkirina jinê ji aliyê maddî û îdeolojîk ve bi tenê ji krîzên giran nabihure, hebûna xwe pêk tîne û misoger dike. Jin neteweya mêtingeh a herî kevin a dîroka şaristaniyê bi giştî û neteweya mêtingeh a herî nû ya taybet a modernîteya kapîtalîst e. Eger ji her alî ve rewşa krîzê di asta domnekirinê de be, di vê de para mêtingehkirina jinê di serî de tê.

Sîstema kapîtalîst a dinyayê di roja me ya îro de bi qasî pêxîrtengiyên giştî yên sîstemîk ên di bin hegemoniya yekdestdariyên fînansa global de bi awayekî hevpar xwedî krîzên xweserî fînansê jî ye.

Pêxîrtengiyên giştî yên sîstemî (ji dijbertiya wê ya ekonomiyê ye) tevî krîzên xweserî fînansê (argumanên ji hilberîna pereyan, zêran, heta Dolaran û kaxizên ferazî hwd. timûtim qut dibe, têne temsîlkirin) di zikhev de, di pêvajoya herî aloz a dîroka xwe de ne. Sîstem heta niha bi awayekî bingehîn bi du rêyan ji pêxîrtengiyên xwe bihurîbû: Ya pêşî, bi desthilatdariya timî tê pirrkirin û amûrên zorê yên maddî yên dewleta netewe. Ev jî her cure şer, girtîxane, timarxane, nexweşxane, êşkencexane, getto, qirkirinên etnîk û kokqelandinên civakê ne. Ya diduyan, bi amûrên hegemoniya îdeolojîk ên lîberalî ên dewamî bi ser ve dibin û têne pêşdebirin. Di navendê de weke îdeolojî ew bi xwe ye û weke yên bi ser wê ve bûne jî milletperestî, dînperestî, zanistperestî û cinsperestî ne. Weke amûr dibistan, qişle, îbadetgeh, organên medyayê, zanîngeh û herî dawî jî tevna înternetê ne. Divê mirov li vê, îndustrîkirina çanda hunerê jî zêde bike. 

Lê belê zanyarên ji rêzê jî qebûl dikin ku herdu rê jî li şûna çareseriyê biafirînin rêveberiyên krîzê pêşde dibin. Bi qasî berê be jî ji pêxîrtengî û krîzan nayê bihurîn. Berevajî, krîz û pêxîrtengiyên îstîsnayî giştî û domdar dibin, demên normal dibin îstîsnayî û bi vî rengî herdu bi hev cih diguherin. Tevî ku di bingehê sîstemên şaristaniyê de hêmanên pêxîrtengiyê hene, civaka mirov ti carî li ya evqasî giran şahidî nekiribû. Eger civak ê dewam bikin, dema dirêj nikarin xwe li rêveberiyên krîzê ragirin. Yan ê ji hev de bikevin an ji hev belav bibin; yan jî wê li ber xwe bidin, sîstemên nû pêşde bibin û jê bibihurin. Niha em di demeke welê re derbas dibin. 

*Ji Pirtûka Abdullah Ocalan a Sosyolojiya Azadiyê hate berhevkirin.