Pêvajo û encamên agisbestê - VIII
Biryarên PKK’ê yên agirbest û bêçalakîtiyê yên di salên 1993, 1995, 1998, 1999, 2009 û 2013’yan de nekarîn veguherin aşitiyeke mayînde; pêvajoyên muzakereyê hatin berterefkirin.
Biryarên PKK’ê yên agirbest û bêçalakîtiyê yên di salên 1993, 1995, 1998, 1999, 2009 û 2013’yan de nekarîn veguherin aşitiyeke mayînde; pêvajoyên muzakereyê hatin berterefkirin.
Dewleta Tirk tim di çarçoveya berjewendiyên xwe de li nêzî pêvajoyên muzakereyê bûn. Ji bilî polîtîkayên îmha û înkarê li nêzî çareseriyeke demokratîk a jidil nebû. PKK’ê meha borî careke din agisbest îlan kir û nîşan da ku ew di hewlên xwe yên ji bo aşitîû çareseriya demokratîk de bi israr e.
PKK’ê piştî banga Rêber Apo ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ agirbest îlan kir. Tevî vê yekê jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser qadên gerîlayan bi dawî nebûn. Meclîs hê neketiye dewrê; zemîna hiqûqî û siyasî nehat avakirin. Hemû pêvajoyên diyalogê yên di navbera PKK û dewleta Tirk de tevî hewlên Rêber Apo û PKK’ê jî ji aliyê desthilatdariyên Tirk ve bi komseptên îmhayê hatin bidawîkirin.
AGIRBESTA SALA 1993’YAN A BI NAVBEYKARIYA TALABANÎ
Dewleta Tirk di payîza sala 1992’yan de PDK û YNK da li gel xwe û êrîşî gerîlayan kir. Piştî 45 rojên şerî PKK’ê li gel PDK û YNK’ê li hev kir û beşeke mezin a hêzên xwe yên çekdarî ber bi Zelê û nava sînorên Tirkiyeyê ve vekişand. Rêber Apo di 19’ê Adara 1993’yan de li Bekaayê, bi amadebûna Serokê YNK’ê Celal Talabanî civîneke çapemeniyê li dar xist û yekem agirbesta PKK’ê ya yekalî îlan kir. Li ser daxwaza Serokkomarê Tirkiyeyê yê wê demê Tûrgût Ozal, Serokê YNK’ê Celal Talabanî ji vê agirbestê re navbeykarî kir.
Hate dîtîn ku dewleta Tirk ji bo agirbesteke dualî ti pêngav neavêtin lê belê PKK’ê rewşa heyî nirxand û di 15’ê Nîsana 1993’yan de li Bekaayê bi cîvîneke çapemeniyê ji raya girştî re ragihand ku biryar daye agirbesta yekalî meheke din dirêj bike. Beriya ku pêvajoya agirbesta yeklalî ya ji aliyê PKK’ê ve hatî îlankirin biqede, Tûrgût Ozal bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Her wiha bi fermana Şemdîn Sakik ê weke çete-tasfîyeker dihat zanîn, 33 leşker hatin kuştin. Mirina Ozal a biguman ku Rêber Apo ev yek weke provokasyonekê pênase kir û bûyera 33 leşkeran bûn sedem ku agirbesta yekalî bi dawî bibe.
AGIRBESTA LI GEL PDK Û TIRKIYEYÊ
PKK her ku diçû pêş diket û mezin dibû. Tirkiyeya ku nedikarî pêşiya vê mezinbûnê bigire, ji bo ku partiyên li Başûr berê xwe bidin PKK’ê zext li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û hêzên navneteweyî kir. Tirkiyeya ku li Dublînê ji DYE û Îngilistanê piştgiriya siyasî û ji PDK û YNK’ê jîpiştgiriya leşkerî stand, li hemberî PKK’ê dest bi amadekariyên pêvajoyeke şerî ya nû kir û PKK jî di Tebaxa 1995’an de li hemberî hêzên PDK’êşer da destpêkirin û pêvajoya Dublînê pûç kir. Li gel agirbesta ku di 11’êKanûnê de hatîîlankirin, pevçûnên di navbera PDK û PKK’ê de yên sê mehan berdewamkirin, bi dawî bûn. Rêber Apo xwest ku vê pêvajoya agirbestê bes bi Kurdan re sînordar nemîne û ji bo ku rêya çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd veke, li hemberî Tirkiyeyê jî agirbesta yekalî îlan kir. Dewleta Tirk bi awayekî erênî bersiva vê agirbestê ne da û hate dîtin ku dewlet berê xwe nade çareseriyê. Bi taybetî jî piştî ku ebîba Tansû Çîllerê di 6’ê Gulana 1996’an de xwest li hemberî Rêber Apo sûîqastekê pêk bîne, hate dîtin êdî derfet tune ye ku PKK vê agirbestê bidomîne.
AGIRBESTA 1998’AN A DI SERDEMA ERBAKAN DE
Dewleta Tirk ji bo ku PKK agirbesta yekalî îlan bike, ketibû nava liv û tevgerê. Serokwezîrê wê demê Necmettîn Erbakan, dixwest ku agirbesta yekalî were îlankirin. Avakirina mekanîzmayeke ji bo pêşxistina pêvajoya agirbestê û pêşniyara ku divê civakên Kurd û Tirk xwe ji aşitiyê re amade bikin, ji aliyê Tirkiyeyê ve bi awayekî nerasterast ji PKK’ê re hatibû ragihandin. Ev nêrînên ku ji Rêber Apo re hatibûn ragihandin, di 1’ê Îlona 1998’an de veguherîn agirbesteke yekalî.
KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ
Daxuyaniyên tund ên meha Cotmehê yên Fermandarê Hêzên Bejayî yê Tirkiyeyê yê wê demê Atîlla Ateş ên têkildarî sînorê Sûrıyeyê û keştiyên DYE’yê yên li Behra Spî hatibûn bicihkirin îşaretên şerekîdi navbera Tirkiye û Sûriyeyê didan. Dema ku zextên li ser Sûriyeyê zêde bûn Rêber Apo jî neçar ma ku di 9’ê Cotmehê de ji Sûriyeyê dûr bikeve. Agirbesta yekalî tevî Komploya Navneteweyî jî berdewam kir. Ji milekê ve komplo û ji milekê ve êrîşên li hemberî gerîlayan ên zêde bûn sedem ku agirbest di pratîkê de bi dawî bibe.
Rêber Apo, di 15'ê Sibata 1999’an de ji Kenyayê hate revandin û ji Tirkiyeyê re hate radestkirin. PKK’ya ku wê demê 6’emîm Kongreya li dar dixist, ragihand ku wê agirbesta yekalî bi dawî bûye û şerekî teopyekûn îlan kiriye. Li Kurdistan, Tirkiye û hemû cihên ku Kurd lê dijîn çalakî hatin lidarxistin. Dewleta Tirk a ku nekarî çalakî û pevçûnan kontrol bike, neçar ma ku paşde gav biavêje.
YEKEM AGIRBESTA PIŞTÎ KOMPLOYÊ
PKK’ê di 1’ê Îlona 1999’an de bi armanca dabînkirina aşitiyê cara çaremîn agirbest îlan kir û biryar da ku hêzên xwe yên gerîlayan derxîne derveyî sînorên Tirkiyeyê. Her wiha girêdayî banga Rêber Apo weke nîşaneye niyetbaşiyê du komên aşitiyê yen ji 20 kesên ji kadroyên çiya û ji Ewropayê pêk dihatin, şand Tirkiyeyê. Êrîşên li ser qadên gerîlayan kêm bibûn û nedihat payîn ku Tirkiye Başûr dagir bike. Koalîsyona ku ji MHP, DSP û ANAP’ê pêk dihat, li gel êrîşa 11’ê Îlonê ya li dijî Emerîkayê ji operasyona li hemberî terorê ya li seranserê cîhanê xwest sûd werbigire. Bi vî awayî derfetên domandina agirbestê hêdî hêdî ji holê rabûn.
PROJEYA AŞITIYA DEMOKRATÎK
PKK’ê girêdayî 7’emîn Kongreya xwe ya Awarte biryara Projeya Aşitiya Demokratîk stand û çend caran bangên aşitiyê kirin, lêgerînên xwe yên ji bo aşitiyê berdewam kirin û proje pêşkêş kirin. Di 20’ê Çilaya 20002î de Projeya Aşitiyê, di 4’ê Mijdara 20002î de Plana Çalakiya Lezgîn a ji bo Aşitî û Demokrasiyê, di 19’ê Hezîrana 2001’an de danezanên daxwazên têkildarî destpênekirina şerekî nû û pêşketina pêvajoya aşitiyê, Di 22’yê Mijdara 2002’yan de Danezana Çareseriya Lezgîn û di destpêk û dawiya sala 2002’yan de du caran ji Serokkomar, Serokê Meclîsê, Serokwezîr, Serokê Prastinê û hemû partiyên siyasî re nameyên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd hatin şandin. Tevî hemû hewldanên PKK’ê yên aşitiyê jî Tirkiyeyê polîtîkayên xwe yên îmhayê bê navber domandin. Tirkiyeya ku bangên PKK’ê yên têkildarî aşitî û diyalogê weke qelsiyekê pênase dikir, li ser gelê Kurd û hêzên gerîlayan polîtîkayên xwe yên tundiyê dan domandin.
PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANÊ
Di civîna Meclîsa KADEK’ê ya di Tîrmeha 2003’yan de ji bo dabînkirina şert û mercên agirbestê û danîna çekan ya di qonaxa dawîn de, nexşerêyek hate avakirin ku ji sê qonaxan pêk dihat. Dema ku KADEK’ê encammaneya vê civînê eşkere kir hişyariya ‘’ger Tirkiye vênexşerêyê qebûl neke wê şer pêş bikeve’’ da. Di serdemê de operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê û zextên li ser Rêber Apo zêde bûn û Hêzên Parastina Gel (HPG) di 1’ê Hezîrana 2004’an de kom bû û biryar da ku wan agirbesta yekalî bi dawî kiriye û ew ê mafê xwe yê bersivdayînê bi kar bînin. Di dawiya vê pêvajoyê de hate diyarkirin ji bo ku agirbest were îlankirin divê dualî be û girêdayî mafê parastina rewa biryar hate girtin ku gerîla mafê bersivdayînê bi kar bîne. Bi vî awayî di 1’ê Îlona 19992an de agirbest bi dawî bû û ji holê rabû.
PROJEYA ÇARESERIYÊ YA NÛ YA KKK’Ê
Yek ji pêvajoya herî krîtîk ya şer û çareseriyê ya di navbera dewleta Tirk û PKK’ê de ya di sala 2004’an de bû. Li hemberî polîtîkayên Tirkiyeyê yên îmhayê, Tevgera Azadiya Kurdistanê di 1’ê Hezîrana 2004’an de dest bi parastina aktîf kir û piştre hem di raya giştî ya navxweyî de bi bertekan re rû bi rû ma ku aliyê şer ê neheq ew e û hem jî bi zextên qada navneteweyî re rû bi rû ma. Koma Komalên Kurdistanê (KKK) rewşa Tirkiyeyê ya xirab dît û projeyeke din a aşitiyê ya nû ya ji 10 xalan pêk dihat, pêşkêş kir. KKK’ê bi 6 xalên maqûl û guncavî çareseriyê re madeyên biryara agirbestê jî diyar kirin.
TEZKEREYA ŞERÎ Û ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ
Meclîsa Tirkiyeyê di serdema nû ya ku bi peymana Washingtonê ya 5’ê Mijdara 2007’an dest pê kir de tezkereya şerî derxist. Artêşa Tirk a dagirker gelek caran Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir û di 21’ê Sibata 2008’an de cara ewil li hemberî Başûrê Kurdistan û Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyona dagirkeriyê da destpêkirin. Operasyona dagirkeriyê li qada Zapê bi têkoşîna gerîlayan re rû bi rû ma û dewleta Tirk hate têkbirin.
BIRYARA BÊÇALAKITIYÊ YA KCK’Ê YA SALA 2009’AN
KCK’ê girêdayî encamên siyasî yên hilbijartinên xwecihî yên 29’ê Adarê di 13’ê Nîsanê de biryara bêçalakitiyê ragihand. Dewlet û hikûmeta AKP’ê li hemberî biryara KCK’ê ya bêçalakîtiyê li ser DTP’ê operasyonên qirkirina siytasî dane destpêkirin. Biryara bêçalakîtiyê ya di 1’ê Hezîranê de bi dawî dibû, heya piştî Cejna Remezanê hate dirêjkirin. Tevî biryara KCK’ê ya bêçalakitiyê jî artêşa dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên dagirkeriyê domandin û êrîşên dewletê yên li ser gelê Kurd zêdetir bûn. Li gel nêzîkatiyên dewleta Tirk pêvajo têk çû.
KOMÊN AŞITIYA JI NÛ VE
Rêber Apo dubare kete dewrê û ji bo pêşiya pêvajoyê vebe xwest ku sê komên aşitiyê biçin Tirkiyeyê. KCK’ê girêdayî banga Rêber Apo, ragihand ku ew ê ji Qendîl, Mexmûr û Ewropayê komên aşitiyê bişîne Tirkiyeyê. Di 19’ê Cotmehê de komên aşitiyê yên Qendîl û Mexmûrê li ser Deriyê Sînor ê Habûrê derbasî Tirkiyeyê bûn û ji aliyê milyonan welatiyan ve hatin pêşwazîkirin. Hatina koma Ewropayê di encama astengiyên dewleta Tirk de hate betalkirin. Piştî ku komên aşitiyê derbasî Tirkiyeyê bûn zexta polîs û darazê zêde bû. Li gel dozên ku hatin destpêkirin, hin endamên komên aşitiyê hatin girtin. Yên mayîn jî ji ber ku şert û mercê mana li Tirkiyeyê ji holê hatibû rakirin, derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Bi operasyonên qirkirina siyasî ku AKP’ê serkêşiya wm dikir, li gel parlamenterên berê, şaredar û nûnerên saziyan bi tevahî 700 hatin binçavkirin û girtin. DTP hate girtin û parlamenteriya hevserokên wê hatin betalkirin.
BIRYARA RÊBER APO YA 2010’AN
Ji ber ku derfetên çareseriya siyasî ji holê rabûbûn û poltîkayên AKP’ê yên gîrokirinê ketibûn dewrê Rêber Apo di 31’ê Gulana 2010’an de ragihand ku ew ji dewrê derketiye. KCK’ê di 1’ê Hezîrana 2010’an de di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hemû pêngavên Rêbertiya wê û pêngavên wan ên têkildarî pêvajoya aşiti û çareseriya demokratîk ji aliyê AKP’ê ve hatine pûçkirin û da zanîn ku wan ji ber vê yekê jî biryara xwe ya bêçalakîtiyê ya di 13’Ê Nîsana 2009’an de hatibû îlankirin, bi dawî kirine. Bi vî awayî ragihand ku wan hêzên xwe derbasî pozîsyona parastina aktîf kirine.
Di nava 70 rojî de pevçûnên gelekî mezin rû» dan. Rojeva sereke ya Tirkiyeyê bû pevçûn windayên mezin. Li Tirkiyeyê li hemberî bilançoya şerê giran rêxistinên civakî, DTK û BDP’ê banga agirbesta dualî kirin. Girêdayî vê yekê Rêber Apo bi boneya pêvajoya muzakereyê pêşniyara bêçalakîtiyê KCK’ê kir. KCK’ê bangên hatin kirin û pêşniyara Rêber Apo qebûl kirin.
8’EMÎN AGIRBESTA KCK’Ê
KCK’ê biryara xwe ya bêçalakîtiyê ya 40 rojî bi vê daxuyaniyê ragihand:
‘’Rêbertiya me diyar kir ku sekna wî li ser xeta aşitiyê ye û ji bo çareseriyê ger nêzîkatiyeke jidil û cidî pêş bikeve ew ê bikeve dewrê û rola xwe bilîze. Weke encama diyalogê Rêber Apo careke din bang li aliyan kiriye. Bi vê armancê ji rêveberiya tevgera me re peyamek şandiye.’’
KCK’ê şert û mercên ku pêngava agirbesta yekalî veguhere agirbesteke dualî jî ragihandibûn. Di daxuyaniyê de madeyên têkildarî bidawîkirina operasyonên leşkerî û siyasî, tehliyekirina 700 siyasetmedaran, destpêkirina pêvajoya muzakereyê, tevlîbûna Rêber Apo ya bi awayekî çalak û daxistina bendava hilbijartinê û hwd. cih digirtin.
AGIRBESTA 2013’YAN Û DOLMABAHÇE
AKP’ê girêdayî encamên hilbijartina 12 Hezîrana 2011’an hesaba tasfiyekirina PKK’ê dikir. Piştre dema ku ji nû ve pêvajoya hilbijartinê dest pê kir, di dawiya 2012’yan de li gel Rêber Apo kete têkiliyê. AKP ji aliyekî ve bi Rêber Apo re hevdîtin pêk dianî û ji aliyekî ve jî Komkujiya Parîsê pêk anî. Hewl da ku komkujiyê bixe stûyê Koma Fettûllahiyan. Rêber Apo bi gotina ‘’ger wisa be wê demê bila tişta hewce bê kirin’’ xwest pêvajoyekê pêş bixe. Plansaziyeke ji sê qonaxan pêk dihat, hate pêşxistin. Pêvajoya diyalogê ya ku di Newroza 2013’yan de dest pê kir heya 2015’an berdewam kir.
PKK’ê wê li hemberî pergala qirker pêngav bida destpêkirin lê belê êrîşên DAÎŞ’ê yên di Hezîrana 2014’an de bandoreke mezin li herêmê kirin. Dewleta Tirk di civîna MGK’ê ya 30’ê Cotmeha 2014’an de biryara şerê topyekûn ê ji nû ve stand. Bi amadekirina Plana Çalakiya Têkbirinê dest bi amadekariyên şerî kir. DAÎŞ’a ku li Kobanê û Şengalê têkçûyî, ji ber ku hikûmeta AKP’ê ditirsand di wê fikrê de bû ku pêvajoya diyalogê bide bidawîkirin.
Erdogan piştî Newroza 2015’an got; ‘’Ne Lihevkirina Dolmabahçeyê ne jî hevdîtinên Îmraliyê ti tişt tune ye’’ û îşaretên şerî dabûn. Beriya hilbijartina 7’ê Hezîranê li navçeya Çûkûrova, Amaed û Behra Reş li hemberî mitîng, bîna û kortejên HDP’ê êrîş hatin lidarxistin. Di 20’ê Tîrmehê de Komkujiya Pirsûsê pêk hat. Berpirsiyarê vê komkujiyê jî AKP bû. Serkeftina di hilbijartinan de ya li Bakur û têkçûna DAÎŞ’ê ya li Rojava bûn sedem ku dewleta Tirk bikeve nava liv û tevgerê. Hikûmeta AKP’ê ya ku di 24’ê Tîrmeha 20152an de pêvajoya diyalogê bi dawî kir, şer da destpêkirin.
Piştre PKK’ê di 10’ê Cotmeha 2015’an de ji bo ku hilbijartinên 1’ê Mijdarê bi awayekî rehet û ewle werin kirin, biryara bêçalakîtiyê stand lê belê dewleta Tirk bi êrîşan bersiv da vê biryara bêçalakîtiyê.
JI BO ERDHEJAN BIRYARA BÊÇALAKÎTIYÊ
10 salan bi awayekî bê navber êrîşan berdewam kir. Di 6’ê Sibata 2023’yan de li Mereşê erdhejek çêbû û bi deh hezaran welatiyan jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan welatî jî neçar man ku koç bikin. KCK’ê di serdemeke wiha de biryara bêçalakîtiyê ragihand. Dewleta Tirk tevî vê rewşa xwe jî li hemberî qadên gerîlayan bi bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî êrîşên xwe yên qirkirinê domandin.
BANGA NÛ Û AGIRBESTA PKK’ê
Girêdayî banga Devlet Bahçelî ya Cotmeha 2024’an Rêber Apo bersiva ‘’Ger şert û merc werin dabînkirin, ez xwediyê wê hêza teorîk û pratîkî me me ku şerî ber bi zemîna hiqûqî û siyasî ve bikşînim’’ da. Piştre Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan çûn Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn. Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtinê û bi pêşniyara Rêber Apo çûn serdana partiyên siyasî yên li Tirkiye û Başûrê Kurdistanê. Encamên van seredana di hevdîtina duyem de ji Rêber Apo re hatin ragihandin. Heyeta DEM Partitê di 26’ê Sibatê de dubare bi Rêber Apo re hevdîtinek pêk anî û derbasî Stenbolê bû banga Rêber Apo ya dîrokî ya ‘’Aşitî û Civala Demokratîk’’ li gel raya giştî parve kir.
‘’PKK; di sedsala 20’an de, di sedsala herî tund a dîrokê de ava bû. Zemîna ku PKK tê de hat afirandin zemîna du şerên cîhanê, reel-sosyalîzm û dema şerê sar ê li cîhanê bû. Di vê zemînê de înkarkirina rastiya Kurdan, qedexekirina azadiyan, bi taybetî jî qedexekirina azadiya ramanê li dar bû.
Di warê teorî, bername, stratejî û taktîkan de bandora rastiya pergala reel-sosyalîst a sedsalê li ser vê avabûnê çêbûye. Di salên 1990’î de, ji ber sedemên navxweyî hilweşîna reel-sosyalîzmê, şikestina înkara nasnameyê li welat û pêşketinên azadiya ramanê bû sedem ku PKK wateya xwe biborîne û xwe zêde dubare bike. Ji ber vê yekê ew jî wekî yên din hatiye dawiya jiyana xwe û pêwîstî bi fesihkirina wê heye.
Têkiliyên Kurd û Tirkan; di dîroka zêdetirî hezar salan de Tirkan û Kurdan ji bo hebûna xwe bidomînin û li dijî hêzên hegemonîk li ser piyan bimînin, her tim pêwîstî pê dîtine ku bi dilxwazî di nava tifaqekê de bimînin.
Du sedsalên dawî yên modernîteya kapîtalîst, şikandina vê tifaqê ji xwe re kiriye armanc. Hêzên ku bandor li wan bûye, li gel bingehên xwe yên çînî, xizmeta vê yekê esas girtine. Ev pêvajo bi şîroveyên yekreng ên Komarê leztir bûye. Erka sereke ew e ku têkiliya dîrokî ya îro şikestiye, bi ruhê biratiyê û yekitiyê, tevî em baweriyan jî paşguh nekin, ji nû ve bi rêxistin bikin.
Pêwîstiya civaka demokratîk jêneger e. PKK, di dîroka Komarê de tevgera serhildan û tundiyê ya herî dirêj û berfireh e. Ji ber ku rêya siyaseta demokratîk girtî bû, PKK bi hêz bû û destek girt.
Netewedewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestiya tund in, nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibin bersiv.
Rêzgirtina li nasnameyan, azadiya ramanê, birêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan, tenê bi hebûna civak û qada siyasî ya demokratîk mimkun e.
Sedsala duyemîn a Komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekitî û berdewamiyeke mayînde. Ji demokrasiyê pê ve tu rêyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tune ye û ne mimkun e. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e.
Divê zimanê serdema aştî û civaka demokratîk jî li gorî vê rastiyê bê pêşxistin.
Banga ku birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku birêz Serokkomar nîşan da û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din ev pêvajo ava kir û ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê digirim ser xwe.
Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî ji bo yekbûna bi dewlet û civakê re bi dilxwazî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bidin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike. Ez silavên xwe ji hemû kesan re dişînim ku bi jiyana hevpar bawer dikin û guh didin banga min.’’
PKK’Ê TAVILÊ BERSIVEKE ERÊNÎ DA
PKK’ê piştî 24 saetan bi awayekî erênî bersiv da bangê. Diyar kir ku PKK wê kongreya xwe kom bike, biryara fesxkirinê bide û agirbest îlan kir. Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel jî ragihand ku wê hemû hêzên wê li gorî biryara agirbesta li hemberî Tirkiyeyê tev bigerin. Tevî ku bi ser de mehek jî derbas bûye jî desthilatdariya AKP’ê ne li gorî agirbestê tev digere ne jî ne jî şert û mercên lidarxistina kongreyê dabîn dike. Meclîsê hê înîsiyatîf nestandiye û ji bo Rêberê Gelê Kurd komkirina kongreyê û birêvebirina wê jî di nav de şert û mercên xebitîna bi awayekî azad nehatine dabînkirin.
QEDIYA.