Pêşenga felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî'

Hevrê Evîn Goyî 34 salên têr û tijî bi têkoşîn û berxwedanê jiyana xwe domand. Jiyana ku hilbijartibû bi zanist jiya û ev yek di tevahî sekn û têkiliyên xwe de nîşan da.

Ew çi eşqeq ebedî ye li ser dil xwe bi cih kiriye        
Dil bi weslê te têr nabe û nabe dil 
Tu ew rindî rinda çiyayê Şanstêrk  
Ji dil dernayê rûkenî û Evîniya te 
Heware li ser çiyayê Zagros û Kela Memê  
Qîr dike Herekol û deng vedide li Cudî 
Gabar di hizûra te de radibe ber secdê û sond dixwe bi delaliya te û gazî te dike  
Tu Evînî, Evîna xwedawenda xaka Mezopotamya
Sond dixwin bi Evîndariya te.

Çend gavên dûr û dirêj tavêjin, her gavekê me dibe hezar gav, piştî gavên dûr û dirêj em digihijin ber qiblegehê, ew qiblegeha ku felsefe, feraset, pîvan, heskirin, berxwedan, têkoşîn, bawerî û rizgariya bîrdoziya ‘Jin Jiyan Azadî’ lê hatiye afirandin. Em çoka xwe datînin erdê, destên xwe datînin ser axa pîroz û eniya xwe sê cara li axa pîroz didin. Serê xwe radikin û berê xwe didin qiblegehê dibînin ku di qibleqehê de bi hezaran jinên ku bi bedelên gelek giranbiha jin jiyan û azadiyê afirandine li hember me rawestiyane. Ew bûn yên ku bûne çavkaniya jiyanek dewlemend têr û tijî yên ku ji bo têkoşîna azadiya jin têdikoşin. Ew bûn yên ku di welatê xudawendan de dibûn xudawendên sedsela 21’an. Li hember xudayên ku xwe li ser herikandina xwîna jinan dide jiyîn dibin şervanên azadiyê. Bi hêza fikir û aqilek hevbeş li hember xudayan şerê azadiyê dimeşînin. Yek ji wan jinên xudawend ya ku di welatê xudawendan da çavên xwe ji jiyanê re vedike jina şoreşger, jina leheng Evîn Goyî ango Emîne Kara ye. 

Hevrê Evîn Goyî, di sala 1974’an de, di zivistanek sar li ser axek bi bereket li gundê Hîlal a girêdayî Qilaban ê bi navê din ya ku weke bihûştê tê binavkirin çavên xwe ji jiyanê re vedike. Hevrê Evîn, li ser erdnîgariyek bi xêr û bereket, asî, berxwedêr, serhildêr û dewlemend hênaseya jiyanê digre û mezin dibe. Erdnîgeriyek bi çiyayên xwe yên bilind, bi av û axa bi bereket tê naskirin. Ew çiyayên ku ji bo gelê Kurd dibe stargeh û warên xwe parastinê. Jina şoreşger hevrê Evîn Goyî bi gotina pêşiyên xwe “Yan pişta xwe bidin çiyayên bilind, yan jî kesên bi aqil, cihê bîr û baweriyê.” Belê jina şoreşger û leheng her du gotinan jî di hilbijêre û pêktîne. Di nava jiyana gund de rihê yekgirtin, civakbûyîn û kollektîvîzmê di asta herê jor de tê jiyîn. Hevrê Evîn, hîna di zarokatiya xwe de lêgerinên wê ji bo jiyanek rast û bi zanist pêş dikeve. Di hêla xwe zanist kirin, fêm kirinê de dibe xwedî kedek mezin. Hîna di wan deman de jiyanek ji rêzê napejirîne û dijberê vê yekê derdikeve. Di gundê Hîlal de kêm zarokên keç diçin dibistanê lê hevrê Evîn, ji bo xwandin û fêr bûyînê kedek mezin ya berbiçav dide. Di nava hevrêyên xwe de ya herê zîrek, pêşketî tê nasîn.  

Di hêrêma Botanê de bi şerê çekdarî re gerîla naskirin, bi wan re jiyan kirin her diçe zêdetir dibe. Bi taybetî jî pêngava 15’ê Tebaxê di heremê de bandorek cidî ava dike. Bi taybetî sekin, nêzîkatî, feraset, çand û jiyana gerîlayên azadiyê bandorek girîng li ser jiyana heremê avadike. Bi pêşketina şerê çekdarî re, hêzbûyîna gerîla re hevrê Evîn jî hîna di temenê xwe yê herî ciwan û bedew de ji bo xwe riya azadiyê dihilbijêre.

Hevrê Evîn bi fikrê ku mirovên dizanin, ji bo zanînê têdikoşîn û di fikirin bedew jiyan dike kete li ser riya zanîn û bedew bûyînê. Ev rê jî riya heq û azadiyê PKK’ê bû. Hêz û wateya pêkanîna çalakiyê ji lêgerînên mirov yên rast derdikeve holê. Hevrê Evîn, di sala 1988’ an de berê xwe dide nava tevgera azadiya Kurd. Ji ber baş dizane ku azadî û jiyanek bi azad encex bi têkoşîn, berxwedanî were avakirin. Ji bo ku jiyan azad bibe pêwîste jin azad bibe da ku bi jin û jiyanê re civak û mirovahî azad bibe. Hevrê Evîn, yek ji pêşengên şoreşa azadiya jin e. Hevrê Evîn, yekser li gel Rêber Apo perwerdeya xwe dibîne û ji nêz ve nas dike. Hevrê Evîn, xwedî seknek birdozî û rêxistiniye, tevahî lêhûrbûyîna wê li ser jiyanek bi pîvan, azad xwe û derdorê xwe çêkirine. Hevrê Evîn, dibe yek ji xudawendên ku felsefe û manîfestoya JIN JIYAN AZADÎ afirandiye.

Hevrê Evîn jî ji bo xwe, jiyana azad dihilbijêre. Ruh, fikir, hest û kesayetiya xwe ji nû ve bi fikrê azadiya jina Kurd diwelîdine. Ji ber vê yekê navê xwe dike Evîn. Ji ber dibe Evîndara azadî û têkoşînê. Navê xwe kiribû Evîn, ew Evîndara ax, welat û azadiyê bû. Navê xwe kiribû Evîn da ku welatê xwe bi eşq û Evîna azadiyê tacîdar bike. Da ku di welatê wê yê xudawendan da cardin jiyanek azad û bi Evînî were jiyîn. Êdî jiyan dibe Evîn, Evîn dibe jiyan û azadiyê dihilberîne li ser xaka xudawanda. Jina Şoreşger hevrê Evîn Goyî dibe yek ji xudawendên ku felsefe û manîfestoya JIN JIYAN AZADÎ.  

Êdî hevrê Evîn dibe Kurdistan, li her deverê eviniyê belav dike. Hevrê Evîn, di parastina nirxên rêxistinê de dibe pîvanê azadiyê. Dibe rêber û nexşa jiyana azad ji bo tevahî hevrêyên xwe. Ji bo hevrê Evîn, heskirina welat, parastina welat, xwe naskirin û ax dibe yek ji pîvanên herî girîng yên welatparêziyê. Jiyanê bi Evîniya xwe dixemilîne. Rastiya dijminê gelê Kurd û dijminê jin baş naskir û li hember wê bû pêtek ji agir. Ji bo hevrê Evîn, hevrêtiya rast ya ku li ser bingeha pîvanên azadiyê tê afirandine. Hevrê Evîn, ti carî ji bo xwe jiyanek ji rêzê ne pejirand, di her astê de erk girt û li hember her cûre paşverûtiyê şer û têkoşînê ji bo xwe esas girt. Di şerê xwe de wêrek û di jiyanê de jî bi rêgezê azadiyê tevdigeriya. 

Hevrê Evîn Goyî 34 salên têr û tijî bi têkoşîn û berxwedaniyê jiyana xwe domand. Jiyana ku hilbijartibû bi zanist jiyan kir û vê yekê di tevahî sekna xwe de, têkiliyên xwe de da diyar kirin. Taybetmendiyê civaka exlaqî û polîtîk ya civakbûyînê, heskirin, hûrmet û yekgirtinê di nava xwe de dihewîne, jiyan û civaka xwe jî li ser vê bingehê perwerde dike. Ango bi çanda jin-dayîk jiyan dikir û vê yekê jî dida jiyîn.

Hevrê Evîn, bi hêz, bi fêm kirin, bi zanistî, felsefeya Paradîgmaya Netewa Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê gav bi gav her çar perçeyê Kurdistanê kar û xebat da meşandin, bi vê birdozî û felsefeya jiyana azad, li hember tevahî paşverûtiyan û hişmendiyê qirkirinê têkoşiya. Li rojavayê Kurdistanê pêşengtî ji şoreşa jinê re dike. Li hember pergala modernîteya kapîtalîzm û aqlê zilamê tecawîzkar bi rihê şoreşê tevgeriya û di nava şoreşê de pêşengtiya şoreşa jin kiriye.  

Hevrê Evîn, xwedî baweriyek bi hêz bû. Tevahî lêhûrbûyîna wê li ser pêşxistin û zanistkirina jinan bû. Ji ber vê yekê tevahî lêhûrbûyînên wê li ser esasê perwerdekirina jin û civakê ye. Ji ber jin û civaka Kurd bê perwerde û bê zanîn hatiye hiştin ji hêla hêzên mêtînger, pergala qirker û desthilatdariya zilam ve. Ji bo ku jin bibe aîdê xwe û bi jinê re civak bibe yê xwe pêwîste li ser bingeha paradîgmaya Rêber APO perwerde were kirin. Ji bo hevrê Evîn perwerde çalakiya herê jiyaniye û pêngavek gelek girîng û her daîmî bû. Ji bo zanistkirina jin her tim di nava têkoşînê de bûyîn ji bo xwe esas digre. 

Hevrê Evîn, li hember xudayên hemdem bi çeka fikrê azad, bi felsefeya jin jiyan azadî şerkir û têkoşiya. Bû tirs û xofek ji bo pergala baviksalarî. Ji ber êdî evîna hevrê Evîn, li her çar parzemînan deng vedide. Êdî Evîn serwer dibe li seranserê cîhanê. Êdî pergala modernîteya kapîtalîzm û pergala baviksalarî têk diçe li hember evîna, Evîn Goyî.