'Pêşeng' û 'rewşenbîr' ên welatê min

Ev demeke ku hizrekî xurt di min de çêbûye û her bela, xiyanet, paşketin, dizî û talanê dibînim. Yekser 'rewşenbîr' û 'pêşeng' ên nav me bi xwe tawanbar dikim.

Ev demeke ku hizrekî xurt di min de çêbûye û her bela, xiyanet, paşketin, dizî û talanê dibînim. Yekser 'rewşenbîr' û 'pêşeng' ên nav me bi xwe tawanbar dikim.

Li seranserê cîhanê hemû neteweyên heyî çi bi xweşî yan nexweşî, çi bi awayê hejarî yan jî dewlemendî, çi jî pêşketî û pîşesazî yan jî şivantî; jiyana xwe ya asayî didomînin. Ya ku neteweyekê di asta hizr û bîr de ji gelên din cuda dike, asta zanist, têgihîştin û hişyariya wê derdora pir biçûk e ku ji wan re tê gotin rewşenbîr û pêşeng.

Dema welateke pêşketî weke Swêd di sedsala 18’an de ji ber pêla cemedê, hejarî, serma û birsîtiyê lê xistibû û ji ber kraleke dîn bêçare mabûn û ji neçarî hewara xwe biribûn ji Împratorê Fransayê Napiliyon û daxwaza kralekî lê kiribûn. Hevrêyê Napiliyon yê General Bernadot kirin kralê Swêdê û bi aştîxwaziya xwe ji wan re bû xêr û bereket. Dema bi hezaran Swêdî di rêya behrê de di nava berf û boran de penabertiya welatên Rojava û Kanada dikirin, çend pêşengek hebûn ku piştre partiya mezin a sosyal demokrat damezrandin û bi siyaset û jêhatîbûna xwe ya ji bo niştîman, welatek tije ji edalet, pîşesazî, pêşketin û xweşî avakirin û heya niha jî asta zanist û hişmendiya wan pêşengan welatek wisa damezrandiye ku yek ji welatên mînak ên cîhanê ye.

Mebesta min ew e ku bêjim li hemû cîhanê gel karê xwe dike û mijûlê debar û derbaskirina jiyana xwe ne, vê ca çi Londra be, çi Waşîngton, Hewlêr, Zaxo yan jî Şarezûr be. Tenê her çend salê carekê diçine ser sindoqan û bi dengê xwe komekê didin rexekî û çend kesên din dikin desthiltdarê welat.

Ya welatekê dike xwedî pergal, sîstem û yasayekî baş, humanîst û pêşketî ji bo xizmeta gel û welat destnîşan dikin û destûrekî ji welat re çêdikin ku kes nekaribe wana binpê bike, ev derdor in  ku ji wan re tê gotin rewşenbîr û pêşengê welat. Ew yasa û destûrên ku diyar dikin êdî ji aliyê welatiyan ve ji gotinê pirtûkên pîroz jî pîroztir dibin û kê tê ser desthilat bila bê, kesek fikarê wê/î ya bê edaletî û binpêkirina mafan çênabe.

Pirsgirêka derbarê welatê me di wê beşa biçûk a xaka welat ku piştî hezaran hêvî û hesretê weke herêmekê hat û nehat bû welat û niştîmana Kurdan û dilê hemûyan jî xweş kir û hêrsa dijminan jî coşand. Di rastiyê de îro em bi xwe ew derdor in, ya ku jê re tê gotin ‘pêşeng’ û ‘rewşenbîr’!

Pir balkêşe ku derdora heyî bûye kole û guhdarê çend axa û çend berpirsekê, ew jî ji bo madiyet û xwe gihandina mal û serwetê amade ne ku serê xwe li hemberî mirov, ji bo zarokê serok û ji bo malbatekê amade ne ku derewan bikin û ji bejn û bala wan de bêne xar û tu şermekî nekin bê ka ji bo çi pişta xwe dane gel û bera xwe dane çend kesekê bi navê desthilatê eşîrî ku qaşo wê ev ji wan re madiyat, raye û meqamê pêşkêş bike.

Ez nizanim ku ewqasî qala xiyaneta Melayê xetê dikin, bi rastî li dijî mîrê ‘Kore’ fetwa daye ku her kes dijbertiya sultanê Osmanî bike vê telaqa wî/ê bikeve, ew yek çiqasî raste?! Lê baş dizanim îro hin kes hene ku li ber çavên hemû cîhan û Kurdan ne fetwa, belku bi awayek eşkere ketine pêşiya leşkerên sultan û xaka Kurdistanê bi pêlavên reş ên Osmaniyan dagir dikin û dişelînin. Ew e ne cara yekem e, bi dehan caran ji bo leşkerên Ereb û Faris jî her heman tişt qewimî û dubare û çendîn bare bûye. Wate ‘pêşeng’ û ‘rewşenbîr’ên me roj bi roj strana piştgirî ji bo wê desthilata biyanîxwaz, zîztir û xweşawaztir dikin.

Zêdetir ji 2 hezar sal beriya niha Yehûda ku hevrêyekî hezretê Îsa bû îxanetê lê dike û difroşe, niha jî navê wî li ser zimanane û nayê ji bîr kirin.  Wate pêşengê me jî bi zorê hewl didin ku yek bi yek ji xiyanetên wan serkirdeyên me ji bîr bibin û ji bo tiştekî pûç û bê nirx bi dest bixin bi xizmet û fedakariyê ya ji bo wan xwe didin qebûlkirin.

Gotinek Kurdî heye ku dibêje, ‘Axaftin hezar e, gotin bi kêr e’ rojane piştî hemû karesatên ku têne serê me; ji şer, dizî, zordarî û hemû bûyerên nexwestî digihîjim wê encamê ku welat koleyê destê pêşeng û rewşenbîrê xwe ye û wisa li xwe kirine ku desthilat ne ji wan şerm dike û ne jî wana cidî digire. Şev li ber televîzyonan ku ev hemû pesinder, pêşeng, çavdêr û şarezayên… dibînim zêdetir piştrast dibim ku ew gel e bê gavê ji rizgarbûyîna ji koletî û dagirkeriyê pir dûre.

Pêwîst dikir ku pêşeng û rewşenbîr, di jêhatîbûn, qebûlnekirina zilm û zorî û ser netewandina li hemberî desthilatekê ku di nava 30 salên bihorî bi dehan car ezmûnên wê xirab bûne, pêşengê civakê bûna. Bi qasî ku ji wan acizim ji desthilat aciz nînim. Wan ên ku heya duh jî ti tiştekî wan nebû, Marksîst û alîgirên hejar û karkeran bûn û qîreqîra wan ya rewşengeriyê guhê felekê ker dikir, lê îro bi dehan hektar bax û baxçe û birêz Wenevşe û wesayîta pir buha li pey wan de heye û bi çendîn sera û wîlayan serê wan tevlîhev kirine ku nizanin wê serê xwe li kîjan cihî deynin, heman ew kes bûn ku di nebûnî û hejariyê de dijiyan û îro ji bo parastina mal, servet û meqamê xwe bêyî ku şerm bikin destê xwe dane pesindayîna desthilat. Hem bi xwe û hem jî desthilat baş dizanin ku derewan dikin û cihê baweriyê nînin.