PDK û tarîkirina derdora siyasî

PDK’ê desthilatdarî dewrî dewleta Tirk kiriye. Li dijî Kurdan weke şêran diqîre. Gef li hemû partî û parçeyan dixwe. Lê dema mijar dibe dewleta Tirk, lal dibe!

Li Hewlêrê nûnerê KNK’ê Mûrat Bulbun hat qetilkirin. Kujer li Hewlêrê ketin avahiya KNK’ê û cînayet kirin. Ev avahî 24 saetan di bin çavdêriya yekîneyên ewlehiyê ya Hewlêrê de bû. Her wiha ji rêveberan re hatibû ragihandin ku di derbarê vê mijarê de gef hene. Lê kujer yan jî kujerên ku ketin hundir pir baş avahî şopandine. Ew baş dizanin ku çend kes û kî/ê di hundir de ne. Ew çawa dikarin vê yekê bizanibin? Yan li derdora avahiyê çavdêr dikin û keşfê dikin, yan yên di ewlehiyê de dixebitin, îstixbarata PDK’ê bi wan re hevkariyê dikin. Li cihekî ku 24 saetan di bin çavdêriyê de ye û bi kamerayên mobeseyê ve girêdayî ye, ne hêsan e ku keşif were kirin û mirov ji derve were agahiyan kom bike. Argumana herî mantiqî û derbasdar jî ew e ku di vê bûyerê de bi kujeran re hevkarî hatiye kirin.

Dema Sakîne Cansiz û yên din li Parîsê hatin qetilkirin Wezîra Karên Hundir ê Fransayê hat cihê bûyerê û daxuyanî da çapemeniyê. Dema Evîn Goyî û yên din hatin qetilkirin, rayedarên Fransayê daxuyaniyên pêwîst dan. Lê li paytext Başûrê û di nava saziyeke netewî ya wek KNK’ê de kesekî bi nirx ê mîna Mûrat tê qetilkirin û ti rayedar dernakeve û daxuyanî nade! Cihê bi navê Hewlêr, bajarekî Kurdan e! Çi tabloyeke balkêş!

Çend sal berê sîxûrekî Tirk li Hewlêrê hat gulebarankirin. PDK’ê qiyamet rakir. Bi rastî jî seferberî îlan kir. Daxuyanî li ser daxuyaniyê da. Di wê dozê de Mazlûm Dag û hevalekî wî hatin girtin. Cezayê îdamê dan wan. Her wiha ji ber ku ev kes çûne Mexmûrê, PDK'ê ew der xist nava kategoriya dijmin. Bi wê yekê jî têr nebû û ambargo danî ser Mexmûrê ku bi hezaran jin, zarok û Kurdên penaber lê dimînin. Ew ambargo hîn jî didome!

Gelo Hewlêr û ofîsa KNK’ê ne di bin berpirsyariya PDK’ê de ne? Gelo PDK’ê xwe li wir ji desthilatdariyê vekişiyaye? Eger Hewlêr di bin serweriya wan de be û KNK jî di bin parastina wan de be, ma wê ji gelê Kurd û raya giştî ya cîhanê re tiştekî nebêjin? PDK çawa digihîje vê rihetiyê? PDK hemû kevneşopî û qanûnên navneteweyî û neteweyî bi rengekî gelek rehet û kêfî binpê dike.

PDK’ê li Xelîfanê komek gerîla xist kemînê û qetil kir. Di vê bûyerê de jî bêdeng ma û biryar da ku bûyerê ji tariyê re bihêle. PDK helwesteke ku ne di ti kevneşopî û hiqûqa şer a Kurdan de ye, nîşan dide. Kurdan her tim rêz ji wan kesên ku di şerê bi dewletan re yan jî di şerê eşîran de mirine re, girtine. Cenazeyan narevînin yan jî li holê nahêlin. PDK dikuje û cenazeyan nade xwediyên wan? Di kîjan kevneşopî an hiqûqê de ev heye? Çima PDK bi vê kiryara xerab û dijmirovî li Kurdan dixe? Em ji bîr nekin ku di salên 1990’an de bi dehan gerîlayên ku li Hewlêrê dihatin dermankirin ji aliyê PDK’ê ve hatin qetilkirin û heta niha cenazeyên wan nehatine dayîn.

Li hemberî van kiryarên PDK’ê yên derexlaqî, gelê Kurd bi qasî ku pêwîst bû bertek nîşan neda. Tê fêmkirin ku ji raya giştî ya derve têra xwe bertek nîn e. Ji ber ku hêzên emperyalîst PDK’ê diparêzin. Lê belê nayê qebûlkirin ku Kurd bertekên tund negirin. PDK ji helwesta perçebûyî ya partiyên Kurdistanî û bicih neanîna xeta welatparêziyê, cesaret digire. Berjewendiyên siyasî derdor şilo dikin. Eger partî li ser xeteke zelal a welatparêzî û exlaqî bisekinin, PDK nikare van tiştan bike. PDK Dihok û Hewlêrê di dest xwe de digire û hemû Kurd û Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe tenê weke amûrekê dibîne û bikar tîne.

Cînayeta ku li KNK’ê hatî kirin, li qada desthilatdariya PDK’ê çêdibe. Ji bo vê yekê jî be, gelo mane divê tiştekê bibêje û bike? Di normalê de divê wisa be. Lê PDK’ê desthilatdariya xwe dewrî dewleta Tirk kiriye. Li dijî Kurdan weke şêran diqîre. Gefan li hemû partî û parçeyan dixwe. Lê dema mijar dibe dewleta Tirk, lal dibe! Ev lalbûna wî û windakirina wijdana xwe, mirov nikare tenê bi nexurtbûna wê şîrove bike. Eger hêza wî tune be, dê xîtabî gelê xwe bike, êşên wê parve bike û wê ji cîhanê re bibêje ku ji van bûyeran ne rehet e. Lê PDK vê yekê nake. Ji ber ku wî bi xwe dewleta Tirk ev qas xistiye nava Kurdistanê. Di piraniya van plan û operasyonên li dijî PKK û gerîlayan de, PDK bi xwe heye.

Eger gelê Kurd û partiyên siyasî li hemberî van lîstok û kiryarên derexlaqî yên PDK’ê nebe xwedî helwest, ev cînayet dê dewam bikin. Hemû destkeftiyên gelê Kurd wê li hemû parçeyan bikevin nava xeteriyê. Ev qasê tarîkirina qada siyasî û bê bandor hiştina wê, xizmetê ji dewleta Tirk û dijminên Kurdan re dike.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka