PDK mîna baskekî AKP-MHP'ê ji bo hilbijartinê dixebite

Çawa ku berî niha AKP bi nêzîkbûna MHP’ê re xwest ji tinebûnê rizar bibe a niha li pêş çavan dixuyê ew e ku AKP-MHP ne bi HUDA-PAR’ê ne jî bi PDK-Parastinê ji hilweşandinê xilas dibe.

Tevî ku kêmtirî du roj mane ji hilbijartina dîrokî ya 2023’an a Serokkomarî û Parlementoya Tirkiyeyê em dibînin li Başûrê Kurdistanê xebatên propagandaya hilbijartinê ya ji bo piştevaniya bi AKP-MHP’ê ya bi destê PDK-Parastinê zêdetir bûye. 

Bi destpêkirina propagandaya hilbijartinê ya li Tirkiyeyê re, desthilata faşîst a AKP-MHP’ê dema dît ku li ber eniya Tifaqa Ked û Azadiyê wê winda bike, destpêkê partiya Hîzbûlahiyan HUDA-PAR kişand eniya xwe û paşê jî dest bi berdana serçeteyên hîzbûlahî kir. 

Di vê pêvajoyê de çawa mîna berê rejîma faşîst a AKP/MHP’ê weke her carê PDK û Barzanî da pêşiya xwe û xistin nava liv û tevgerê. PDK hemû derfetên xwe yên heyî bi rêya serokeşîr û mezinan xwestin di vê hilbijartinê de ji bo Erdogan bi ser bikeve dest bi civînan kirin. 

Bi destê Barzaniyan gelek serokeşîr û mezinên Botanê her wiha Colemêrgê xetên sînor vexwendin û ji bo Erdogan daxwaza deng kirin. Li aliyê din jî bi destê Parastin û MÎT’ê jî hewldanên cuda cuda dom kirin. 

Her ku Partiya Çepên Kesk bi pêşengtiya Tifaqa Ked û Azadî dengê xwe zêde dibe, hewldanên AKP/MHP’ê yên li Bakur çiqasî zêde bûn, li gel vê li Başûr jî heman tişt hatin kirin. Bi taybet medyayên ser bi PDK’ê û Barzanî rast e rast ketin xizmeta propagandaya hilbijartinê ya ji bo serketin Erdogan û ewilê bi namzetan hewl dan bereya Ked û Azadiyê lewaz bikin û wisa bikin ku gel ji HDP’ê û Partiya Çepên Kesk vekişin. Piştî vê jî serokê HUDA-PAR’ê serdana Barzanî û dîsa partiyên Îslamî yên li Başûr kir û ji bo piştevaniyê alîkarî xwestin. 

Li aliyê din berî niha bi çend rojî bi sedan wesayîtên barhilgir ên xelkê Bakurê Kurdistanê li bajarokê Sîktan di navbera du bendên kontrolê yên PDK’ê û YNK’ê de mabûn asê ku dixwestin zû bigihêjin Bakurê Kurdistanê û dengê xwe bikar bînin. Her çendî ajokaran anî ziman ku sedemek diyar nehatibû nîşandan, lê agahiyên hatin girtin ew bû ku pêşiya wan bê girtin nekaribin dengê xwe bikar bînin. 

Li aliyê din li gorî nûçeya Lekolin.org, PDK-Parastin civîn ji bo gelek karker û welatiyên Bakurê Kurdistanê ji ber mijarên siyasî û karkeriyê hatine Başûrê Kurdistanê, dikin ku dengê xwe bidin AKP’ê. 

PDK-Parastin bi taybet welatiyên Bakurî yên li Hewlêr û Dihokê kar dikin, kirine hedefa xwe û civîn ji wan re çêdikin. 

Di nûçeyê de tê gotin ku Şirketa Lanaz a malbata Barzanî ya li Hewlêrê bi gelek karkerên li kargeh û cihên kar ên cihê civîn kiriye û ji xelên Bakurî daxwaz kiriye ku dema vegerin ji bo dengdanê, eger dengê xwe bidin AKP-MHP’ê wê hemû xerciya rê çûn û hatinê ser xwe bigirin. Her wiha daxwaz ji wan kir ku divê xizim, nas û dostên xwe qane bikin ku dengê xwe bidin AKP-MHP’ê.

Her di dewama nûçeyê de bal tê kişandina ser kiryarên cerdevanên li Şirnexê taybet karê wan ên dema dawî ya li Gundê Hosyan ku bi gel re civîn kirine, gef li wan kirine ku dengê xwe bidin desthilata AKP-MHP’ê. Welatiyan jî bersiv dane û gotine; ‘We cerdevanî li ser me ferz kir, me bersiv pêwîst da. Niha jî gef dikin ku deng bidin AKP-MHP’ê. Ha cerdevanî û ha jî deng dayîn, ji bo me heman tişte.’

Dema mirov li vê rewşê dinêre ku dibîne PDK-Parastin weke baskekî AKP-MHP’ê li Başûrê Kurdistanê kar ji bo serketina desthilata Erdogan dike. Çawa ku berî niha AKP bi nêzîkbûna MHP’ê re xwest ji tinebûnê rizgar bibe ya niha li pêş çavan dixuyê ew e ku AKP-MHP ne bi HUDA-PAR’ê ne jî bi PDK-Parastinê ji hilweşandinê xilas dibe.