PDK’ê şehîd û birîndarên Xelîfanê bi ku ve birine?

Em dibînin heta vê gavê tevî agahiyên li ser çapemeniyê jî hatin parvekirin, PDK’ê û rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti agahiyek li ser van bûyeran nedaye. Gelo gerîlayên şehîd û birîndar li ku ne?

Çeteyên PDK’ê ev bû cara sêyemîn li Xelîfanê komên gerîla yên ji bo erka xwe pêk bînin, derbas dibin xistin kemînê. Di kemîna yekem a 26’ê Tîrmeha 2021’ê de 3 gerîlayên HPG’ê yên bi navê Serwer Serhat, Wargeş Çavreş û Dijwar Berxwedan şehîd bûn. 

Piştî vê bûyera bi êş hema bêje bi mehekê 28’ê Tebaxa heman salê komeke gerîlayan a ji 7 kesan pêk dihat, dema ava Zêyê Biçûk derbas dikirin çeteyên PDK’ê kemîn ber wan danî û di vê kemînê de jî 6 gerîlayên bi navê Tolhildan Raman, Şoreş Mardîn, Axîn Mezrê, Şoreş Colemêrg, Brûsk Mûnzûr û Serdem Cûdî şehîd bûn, gerîlayê bi navê Heqî Zîlan ji vê bûyerê rizgar bû û piştî meşa bi rojan xwe gihandibû yekîneyek gerîla û serboriya bûyerê rastî û heqîqeta mijarê bi raya giştî re parvekiribû. 

Di demekê de hemû awir li ser wê yekê ye ku divê cenazeyê şehîdan li malbatan bê vegerandin û ji bo malbat cenazeyê xwe bigirin bi mehan li ber deriyê Sêmalka çalakî kirin, PDK’ê xwe li vê ker, kor û lal kiriye. 

Tevî hemû bang û agahiyan li ser van du bûyeran PDK’ê rastî eşkere nekir û li ser ya xwe israr kir, bi gotinên ‘Çi karê PKK’ê li Xelîfan heye’ xwest raya giştî ya Kurd û cîhanê bixapîne û êrîşê rewa bide nîşandan. 

Di pêvajoyekê de ku gerîla li Zap, Avşîn û Metîna derbên giran li dagirkeriya Tirk dide, tevî hemû çekên qedexe û kîmyayê dewleta Tirk a mêtinger asê kiriye li wan  giran, mirinê li ser wan dibarîne; PDK bi çêkirina rê û rêbaran parastina leşkeran dike.

Di qonaxeke wiha de ku gerîla derbê dawî li dagirkeriyê dide, agahî ji Xelîfanê hat ku çeteyên PDK’ê komeke din a gerîla xistin kemînê û bi agahiyên dayîn dronên Tirkiye gerîla şehîd û birîndar kirine. 

Bûyera sêyemîn ku PDK’ê gerîla xistin kemînê 5’ê Îlona 2022’an pêk hat.  Koma gerîla ya ji 5 kesî pêk dihat li nêzî gundê Tarava ya Geliyê Balîsanê dema xwestin derbas bibin ketin kemînê û droneyên Tirkiye bombe li wan barandin. HPG’ê ragihand ku di komê de gerîlayên bi navê Rêzan Botan, Armanc Zîlan, Karo Kobanê, Aşîkar Colemêrg û Zanyar Tavê hebûn. HPG’ê eşkere kir ku 3 gerîla şehîd bûne û 2 jî birîndar in. Heta niha diyar nebûye bê ka kîjan gerîla şehîd û birîndar bûne. Her çendî HPG’ê daxwaza lêkolînkirina bûyerê kiribe jî ne PDK’ê û ne jî ti aliyê fermî yê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li ser van bûyeran agahiyek zelal ku bûyerê ronî bike parve nekiriye. 

Dema bûyera duyemîn li Xelîfanê rû da hinek çavkaniyên ragihandinê eşkere kiribû ku fermana êrîşê ji aliyê Fermandarê Pêşmergeyan Ezîz Weysî yê ku fermandarê Hêzên Zêrevan û berpirsê Pêşermgeyan yê wê herêmê Dilovan Rûbar ve hatiye dayîn. Her wiha ajansa ANHA nûçeyek parve kiribû û gotibû ku çeteyên Roj ên bi navê Şêran Remedan Sîma, Mêvan Îsa Birahîm, Îsmaîl Mihed Salih û Raid Îsa cih di êrîşê de girtine.

Di bûyera herî dawî de jî çapemeniya Başûr a ser bi PDK’ê ya şerê taybet agahiyên li ser bûyerê dema dan, derket holê ku agahî ji heman çavkaniyê hatiye girtin û parve kirin. Dîsa diyar kirin ku çend kes şehîd û birîndar in. Heta birîndar ji aliyê hêzên li herêmê ve hatine birin. 

Em dibînin heta vê gavê tevî agahiyên li ser çapemeniyê jî hatin parvekirin, PDK’ê û rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti agahiyek li ser van bûyeran nedaye. Gelo gerîlayên şehîd û birîndar li ku ne? Cenazeyên şehîdan li ku derê ne? Rewşa birîndaran çawa ye? Gelo birîndar radestî Tirkiye hatine kirin an na? Ev pirs û gelek pirsên din li benda bersivê ne. Çima Parlemento û hikûmet li ber vê bêdeng in?

Li ku dera cîhanê bûyerek rû bide, rayedar û berpirsên hikûmetê li ser çawanî û bûyerê agahî parve dikin. Gelo çima PDK van bûyeran diveşêre? Veşartina van bûyeran, xwe nîşandane ji berpirsyariya bûyerê ye. 

Ne gelê Kurd û ne jî şoreşgerên Kurd wê vê hevkarî û xiyanetê ji bîr bike.