Parlamentoya Îranê ji bo serdemeke din jî hat bêdengkirin

Bi dîsan hilbijartina Qalîbaf ji bo serdemeke din, wê bi awayekî otomatîk parlamento heta çar salên din jî bê bêdengkirin.

Di sîstema demokrasiya lîberal de tekane saziya ku endamên wê ji hêla gel ve tên hilbijartin û wek nûnerên gel û civakê yên rasterast tên dîtin, parlemento ye. Lê belê li Îranê parlemento formalîtetirîn saziya rejîmê ye. Ji ber ku parlemento têkelangek e ji îdeolojiya mezhebî ya Şîeya Îslamî û netewe-dewleta modernîtedeya kapîtalîst, ji demokrasiya lîberal gelek paşketîtir e. Ew kesên ku xwe dikin berbijêr, eger ji hêla Encumena Çavdêran ve neyên erêkirin, nikarin beşdarî hilbijartinên parlementoyê yan hilbijartineke din a Îranê bibin. Bi gotineke din merca serekî ji bo berbijêrbûnê yan jî xebitîna di saziyeke fermî de ew e ku ew kes pabendî Wîlayete Feqî û mezheba Şîeya Dozdehîmamî bin û mêr bin. Ev yek tê wê wateyê ku hê ji destpêkê ve ew kesên ku diçin parlementoyê, nûnertiya berjewendiyên rejîmê dikin, ne alîgirên civakê ne û ne nûnerên gel in. Bi gotineke din rejîm hilbijartinê tenê ji bo rewakirina kiryarên xwe bi kar tîne.

Parlemento di serdema dozdehem de bi temamî di destên kesên radîkal de bû û kesî nedikarî rexne yan pêşniyarekê arasteyî parlementoyê (Mihemed Baqir Qalîbaf) û desteya serokatiya parlementoyê bike. Parlementoya Îranê ya serdema dozdehem bêhelwesttirîn û bêkêrtirîn parlemento bû. Ji ber ku serokê parlementoyê nêzîkî çil salî karê leşkerî û îstixbaratî kiriye, gendeltirîn kes  e û parlementoyê jî nekarî dosyeyeke têkildarî wî di berjewendiya gel de bi dawî bike, berevajî wê yekê ji bo wî karhêsanî hate kirin.

Erêkirina hîcaba mecbûrî, zextên rejîmê yên li Belûçistan û Kurdistanê û kuştina çalakvan û kolberan û îdamkirina kesayetiyên siyasî, rewşenbîr, mamoste, rojnameger, hunermend û karkeran xebatên çar salî yên parlementoya Qalîbaf bûn. Vê carê jî ji bo serdemeke din ji bo serdema sêzdehem Mihemed Baqir Qalîbaf bi piraniya dengan bû serokê parlementoyê. Yekdestkirina parlemento û parlementeran tê wê wateyê ku serdemeke din a kuştin, zext û fişaran li dijî civaka Îranê. Rejîmê biryar daye ku di nav xwe de di berjewendiya gel de tu guherînekê neke. Bi dîsan hilbijartina Qalîbaf ji bo serdemeke din, wê bi awayekî otomatîk parlemento heta çar salên din jî bê bêdengkirin.

Her çend bi destpêkirina şoreşa jin, jiyan, azadiyê li Îranê qonaxeke nû di têkoşîna sivîl de dest pê kiribe jî, rejîmê di vê qonaxê de tawîz da hêzên mezin ên herêmî û navneteweyî û dixwaze bi rêya bêdengkirina saziyên navneteweyî wekî Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayayê û dadgehên mafên mirovan êrişî gel bike. Lê belê şoreş wekî parlementoyê bêdeng nebûye û bi rê û rêbazên cudatir berxwedan û têkoşîn didome. Êdî civaka Îranê wisa lê hatiye ku ji mirin û kuştin û îşkence û girtîgeh û cezayan natirse. Lewma jî eger hêzên mezin ên herêmî û navnetweyî bi rejîmê re li hev nekin, îhtimal heye ku piştgiriya xwepêşandanên gel bikin û rejîmê ber bi kendalê bibin. Di rewşeke wiha de rejîm wê nekare xwe li ber xwepêşandanên girseyî ragire, dibe ku rewşeke wekî Lîbya, Iraq, Sûriye û Misirê çêbe. Ege rejîm bixwaze bi kuştina gel rê li ber rewşeke wiha bigre, wê demê dê bi destê xwe gora xwe bikole.

Tiştê ku wê rewşa rejîmê û siberoja Îranê destnîşan bike û araste bike, hilbijartina serokkomariyê ye ku wê di meha bê de bê lidarxistin. Eger di hilbijartina serokkomariyê de rejîm kesekî burokrat û tawîzkar hilbijêre da ku di siyaseta derve de li gel welatên Ewropayê û li gel Amerîkayê nerm be, wê demê barê ser milên gel û çarenûsa şoreşa sivîl a gel girantir dibe. Eger kesekî wekî Îbrahîm Reîsî bê hilbijartin, wê demê gemaroyên aborî, siyasî û dîplomatîk li ser rejîmê tundtir û berfirehtir dibin û rejîm tengavtir dibe û wekî Koreya Bakur bêtir ji dinyaya derve tê qutkirin. Di encamê de wê di nav Îranê de piştgiriya serhildan û şoreşên demokratîk û sivîl bê kirin.