Nîqaşên piştî hilbijartinê û helwesta rast a şoreşgerî

Em berpirsyarin ku di dîrokê de têkoşîna herî mezin, giran û bi rûmet a dij faşîzmê bi serkeftî bimeşînin. Faşîzma çiqasî êrîşkar û hov e li holê ye. Ji ber vê yekê divê em pir bi rêxistin, amade, yekgirtî û bi hêz bin.

Eşkere ye ku hinekan girîngiya dîrokî û siyasî ya hilbijartina 14’ê Gulanê tam fam nekirine. Yanî her çiqasî li ser girîngiya hilbijartinê gotin kiribin û nivîsî ne jî, an bi xwe jî bawer nedikir, an jî bi tevahî nekarîne têbigihêjin. Ji ber vê yekê, berê nekaribû zêde li ser îhtîmalên piştî hilbijartinê bifikire. Niha jî bi heman seranserî nêzî encamên hilbijartinê dibe. Encaman tam fêm nake û li ser navê nirxandin û rexnekirinê, bêyî ku zêde hesab bike, bêyî ku li taybetmendiyên pêvajoya nû ya têkoşînê binêre, bi awayek jiberkirî an jî bi rengekî ku em jê re dibêjin seranserî û bêberpirsiyarî, diaxive û dinivîse. Diyar e ku bawerî bi gotin û gotarên wiha nayê kirin. Şoreşger nikarin ewqasî seranser û bêberpirsiyar bin. Ev yekemîn helwesta şoreşgerî ye.

Bi taybetî jî eger mirovek li ser navê Kurdan û Tevgera Azadiya Kurd biaxive yan jî binivîsîne, divê beriya her peyva xwe bi dehan caran bifikire. Ji ber ku lawazkirin û xirakirina têkoşîna azadiya Kurd hêsan e, lê xurtkirin û ava kirin zehmet e. Ji ber ku desthilatdarî û pergala dewletparêz a cîhanê qirkirina çandî li ser Kurdan dimeşîne, pêwîstî bi têkoşîneke bi vî rengî ya hişyar a têkoşîna azadiya Kurd heye. Endam û dostên têkoşer divê bi vê rastiyê tevbigerin. Ev helwesta şoreşgerî ya duyemîn e.

Bi awayekî pir vekirî Kemal Kiliçdaroglu û Tifaqa Miletê di hilbijartinê de têk çûne. Ne diyar bû ku Kiliçdaroglu di hilbijartinê de têk çû yan na. Lê di dawiyê de wî bi xwe jî qebûl kir ku Tayyîp Erdogan bi ser ketiye, desteka ku jê re hatiye dayîn tam qebûl nekir û veneguherî têkoşîneke dij faşîzmê. Bi hilbijartinên 14-28'ê Gulanê re CHP'ê cara duyemîn ev yek kir. Di hilbijartinên 2018'an de di dema namzetiya Serokkomariyê ya Muharrem Înce de carekê ev yek kir. Ka bê ji ber çibe, CHP’yên ku di bin serokatiya Kiliçdaroglû de roja hilbijartinê heta saet 12.00’an diyar dikin ku dê bi ser bikevin û rêveberî bi dest bixin, lê piştî saet 12’an ji holê winda dibin û qebûl dikin ku Tayyîp Erdogan di hilbijartinê de bi ser ketiye. Ev tê wê wateyê ku di rêveberiya heyî de hem îdia û hem jî bendewariya ku CHP di hilbijartinê de bi ser bikeve û rêveberiya Tayyîp Erdogan ji holê rake vala ye.

Bi CHP a bi rêveberiya Kiliçdaroglû rêveberiya Tayyîp Erdogan nayê hilweşandin, berevajî li ser piyan dimîne. Bi CHP a bi rêveberiya Kiliçdaroglû li dijî faşîzma AKP-MHP'ê têkoşîneke serketî nayê meşandin, berevajî, her gava ku tengav dibe ji faşîstmê re dibe piştevan. Çima? Ji ber ku bi xwe neguheriye ku Tirkiyeyê biguherîne! Tifaqa Millet ji bilî daxwaza 'Sîstema Parlamenteriyê ya Xurtkirî' ji bo pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê, mînak pirsgirêka Kurd, pirsgirêka jinê, çareseriya van pirsgirêkan polîtîkayeke nû û şênber pêşkêş nekiriye. Niha hinek radibe dibêje ku divê CHP bê guhertin. Baş e wê çawa bê guhertin? Ji ya heyî bêhtir wê ber bi aliyê rast ve biçe û CHP bibe mîna AKP'ê, yan jî bi rastî jî wê berê xwe bide siyaseta demokratîk? Eger li ser vê pirsê zelaliyek neyê kirin, wê demê divê mirov bawer neke ku di nava CHP'ê de guhertin pêk were. Diyar e ku bi CHP'ê, bi CHP a ku guhertineke bingehîn a demokratîk nekiriye, têkoşîneke antî faşîst nikare bê meşandin û nikare bê biserxistin. Wê demê divê mirov ji CHP a heyî bendewar nebe, nede pey. Helwesta rast a sêyemîn bi vî rengî ye.

Bêguman di hilbijartinên 14-28'ê Gulanê de Rêveberiya Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cûmhûr hîleyên gelekî cidî kirin. Bi vî rengî îdîa kir ku di hilbijartina têk çûye bi ser ketiye û ev yek da qebûlkirin. Bêguman ev girîng e. Lê belê ji wê jî girîngtir ew e ku faşîzma AKP-MHP'ê li ser bingeha qirkirina civakê girseyek welê afirandiye ku keriyê faşîst dikare jê re bê gotin. Ev girse jî nêzî nîvê nifûsa Tirkiyeyê ye. Li holê ne tenê qirkirina mejî heye, di heman demê de ev girse mîna çeteyên DAÎŞ'ê û El Qaîdeyê hatiye birêxistinkirin, biçekkirin. Rêveberiya AKP'ê bingeha xwe li Tirkiyeyê kiriye MHP, li Kurdistanê kiriye Hîzbûllahî. Rewşa herî girîng û metirsîdar a ku hilbijartinên dawî nîşanî me da, ev bû. Lê belê gelek kes û hêzên li ser hîleyan diaxivin, ji bo parçekirina hêzên demokratîk ûslûbê bi kar tîne, qet li ser vê xetereyê nasekinin. Halbûkî ev rewş ne tenê ji bo vê dema Tirkiyeyê her wiha ji bo paşerojê jî xetereyeke gelekî mezin e; li ser gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê xetereyeke mezin e. Şoreşger ew in ku vê rastiyê dibînin û lid ijî vê xetereyê têdikoşin. Ev jî helwesta şoreşgerî ya çaremîn e.

Em bala xwe bidin ser bûyerên piştî hilbijartinê. Hîn deh roj qediya di ser hilbijartinê re, di vê demê de Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cûmhûr rêveberiyeke faşîst a nû ava kir. Bi vî rengî hem organa qanûndanînê hem jî bicihanînê ji nû ve ava kir. Piştre jî Desteya Ewlekariyê ya Millî kom kir, Tayyîp Erdogan bernameya xwe ya nû ya dijminatiya li Kurdan, jinan û gel diyar kir. Hikumeta nû li hemberî hedefên ku weke dijmin dibîne dest bi êrîşên qirker faşîst kir. Diyar e ku berê amadekariyeke cidî kiribûn. Tempo û asta ku eniya faşîst li ser li hev kiriye, bi vî rengî ye. Baş e li nava hêzên ku em jê re eniya demokrasiyê dikarin bibêjin, rewş çi ye? Wan pêvajoya xwerexnekirinê veguherandine rexnekirinê û bêyî bala xwe bide ser dijmin bi hev re mijûl dibin. Her kes hewl dide nîşan bide bê rexnegirekî çawa xurt e. Diyar e ku li hemberî pêvajoya heyî tevgereke bi vî rengî nabe. Dema ku em bi hev ve mijûl bibe, hingî dijmin êrîşî me dike û haya me jî jê nabe. Eşkere ye ku pêvajoya beriya niha bi kûrahî dewam dike. Êrîşên faşîst ên topyekûn wê hîn bi berfirehî dewam bikin. Li hemberî vê yekê divê berxwedana demokratîk û şoreşger a topyekûn divê bi serketî bê meşandin. Xwerexnekirin karê amadekariya ji bo vê yekê ye. Nêzîkatiya demokrat û şoreşger a rasteqîn bi vî rengî ye. Ev jî helweesta şoreşger a rast a pêncemîn e.

Em bên ser mijara xwenûkirin û jinûve avabûna siyaseta demokratîk. Me ev mijar hefteya derbasbûyî nirxandibû. Me şaşitiyên di pratîkê de, rêbaza xwerexnekirinê ya ji bo çareserkirinê, uslûb û armanc destnîşan kiribû. Lê belê çapemenî di vê mijarê de tevlîhev e. Nivîsên gelekî erênî yên xizmetê ji armancê re dikin jî hene, hin nivîs jî hene ku mîna qiyametê ne. Nêzîkatiyên erzan gelekî zêde ne. Hinek radibin Kurdan berpirsyar dibînin ku Kurdan bi fedakariya herî mezin a dîrokê xwe xistine binê barê têkoşîna antî faşîst. Hinek jî bi gotina 'Ez ê nehêlim ku gotinek ji Kurdan re bê gotin', her tiştî li hemberî hêzên şoreşger sosyalîst re dibêjin ku hevalbendên herî hevgirtî yên têkoşîna azadiyê ya Kurdan e. Analîz, rexnekirin û xwerexnekirina pêvajoyeke pratîkê bi vî rengî nabe. Li holê şaşitî û kêmasiyên gelekî cidî hene ku divê bêne çareserkirin. Heta ku em van bikin, kêmasiyan çareser bikin û dersên xurt ji pratîkê werbigirin, em ê karibin xwe nû bikin, xurt bikin û têkoşîneke ku karibe faşîzma Tifaqa Cûmhûr û Tayyîp Erdogan têk bibin, bimeşînin.

Divê em bi berfirehî li ser bifikirin, her gotin û pratîka xwe li gorî vê bikin. Wezîfeya me ye ku em têkoşîna antî faşîst a herî mezin, giran û bi rûmet a dîrokê bi ser bixînin. Li holê ye ku faşîzm çiqasî êrîşkar û hov e. Wê demê divê em jî gelekî bi rêxistin, amade û hevgirtî bin. Em nebêjin bila kêm be lê ya min be, bi pîvana; bila zêde be ya me hemûyan be, divê em tevbigerin. Divê em yên dikare bibe hevrê bikin hevrê, yên bibin dost jî bikin dost. Em nebêjin ku bila hinekî din ên rast peyda bikin û pêk bînin. Em peyda bikin û bi cih bînin. Em barê giran ji hevrê û dost re nehêlin, em xwe bixin bin banr. Ya herî girîng jî em zanibin ku dijmin hewl dide nakokiyê bixe nava me, divê em li hemberî vê yekê rabin. Helwesta şoreşger a rast bi vî rengî ye.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka