Newroz, roja jinûve vejîn û azadiyê ye

Me çawa xwe kir parçeyekî Newrozê û pênaseya wê di hest û bîra xwe de vejîn kir, gelê me di demekê de ku qadên jiyanê, cejin, ziman, nasname û çanda wê lê hatibû qedexekirin, bi roja nû ya Newrozê şiyar bû.

Em her yek di nav pêvajoya tekoşîna azadiyê ya 51 salan de bûn neferên civaka gelekî Newroz bûyî ye. Ez bi vê zanebûna ku hestên min wekî germahî û coşa Newrozê geş dike, di serî de Newroza 2023’an li Rêber Apo pîroz dikim. Ez bêrîkirin, heskirin û silavên xwe yên di germahiya agirê Newrozê de dilerizin, ji nûve can didin şaneyên di bedena me de, xwe di Biharekî nû de diwelidînin, ji Rêbertiya Azad re dişînim. Şehîdên me yê mezin Mazlum Dogan, Rehşen Demîrel, Zekiye Alkan, Bêrîvan-Ronahî bi minet û rêzdarî bi bîr tînim. Soza xwe li ber bîranîna wan û tevahî şehîdên şoreşê dubare dikim. Ez cardin cejna vejînê li hemû rêhevalên di girtîgehan de li dijî zilmê û faşîzma dewleta Tirk a qirker li ber xwe didin pîroz dikim. Li hemû hevrêyên xwe yên di her sengerekî tekoşînê de bi hestên ew jî neferên civaka gelê Newrozê ne, bi tekoşînê bersiv didin û Newrozê pêşwazî dikin Newroza wan pîroz dikim.

Me çawa xwe kir parçeyekî Newrozê û pênaseya wê di hest û bîra xwe de vejîn kir, gelê me di demekî ku hemû qadên jiyanê, cejin, ziman, nasname û çanda wê lê hatibû qedexekirin de bi roja nû ya Newrozê şiyar bû. Zarokatiya me hemûyan bi komkirina kel û pelên ji bo pêxistina agirê Newrozê derbas bû.

Em di Zivistanên sar de li roja xwe ya nû digeriyan, bi kelecan li benda wê bûn, ji ber li pêşiya lêgerîna me bendên qedexekirinê hatibûn danîn viya em zêdetir bi hêrs dikirin û înada me pêş dixist. Di hişê me de ev pirs peyda dibû, ma çima ev dewletan nahêlin em du lastîkan û du daran deyînin ser hev û agir pê bixin? Ya rastî ev pirsekî ne ji rêzê bû. Lê bi du sê daran û du lastîkan pêxistina agir bi qasî ku wekî rewşekî pir rihat dihate dîtin ewqasî jî zehmet û tevlîhev bû. Dagirkeran rastiya pêxistina agir baş dizanîbûn, ji lewra ditirsiyan ger ku ew agir pêbikeve wê ew agir wan di nava xwe de bişewitîne. Wan dizanîbû ger ew destûra agir pêxistinê bidin wê ew agir hemû kelehên wan yê zilmê yek bi yek ji holê rake. Lê baş di bîra min de ye me yek Newroz bê pêxistina agir derbas nekiribû. Dema agir geş dibû, mezin jî wekî zarokekî şa bibe bi pêxistina agir geş dibû. Lê ew geşbûna ji ber agir pêk dihat çima di şevên tarî de hilnedihat me di nava salên tekoşîna Rêber Apo pêş xist de fêm kir.

Dema ku di jiyana mirov de her çi dibe bila bibe bigihîje wateya xwe ya rastîn ew dem fêmkirin cihê xwe digre û xwe ji wateyê re berdide. Me wekî jinên Kurd û gelê Kurd wateya Newrozê bi PKK’ê re fêm kir. Em ji ber wê bûne neferên gelê Newrozê, kelecana wê her sal carekî din û ji nû ve jiyan kirin ma dikare bi çend hevok û gotinan were ser ziman, bê guman na. Newroza ku ew çend xwe di dilê me de mezin kiriye çawa dibe em, li ser mezinbûna wê, geşkirin û coşa wê fedekariyê nekin û berdêlan nedin. Cejna Newrozê hem cejnekî geşkirina cîhana ferdan bi ser xistiye hem jî geşkirina kolektîf a cîhana gelekî bi ser xistiye. Ji ber wê Newroz ew çend li Biharê hatiye û Bihar lê hatiye. Newroz ne tenê dilê mirovan xweş dike, cîhana hemû zindiyên di Bihareke nû de ji nû ve vejîn dibin jî geş dike. Ji lewra em dikarin bêjin ku Newroz hîna jî ew pira di navbera mirov û xwezayê de nehatiye hilweşandin e. Ji ber wê yekê nepeniya Newrozê di navê wê de veşartiye.

Em dixwezin her tiştê bedew, her tiştê rengîn zindî yên ji nirxên mirovahiyê mayî li vê roja nû, cejna vejînê Newrozê bar bikin. Ji ber em bawer dikin ku vê cejnê her tiştê xweşik heq kiriye. Lê bi navê xwe re ewqas kamil bûye, cihê pênase û gotinan ji mirov re nahêle em jê re li xweşikahiyan bigerin. Lê dîsa jî me her yekê/î di bîra xwe de, di deryaya armanca xwe ya jiyanê de li ser wateya Newrozê lênûskekî bi tiştên xweşik nivîsandî ye. Jin, ciwan û gelê Kurd bi zanebûna ku ji Rêbertiyê wergirtine ev lênûska xwe hîna jî dinivisînin û wê hîna jî di gelek Biharan de binivisînin. Ji ber ku Newroz roja nû ye, yanî her roj e, li gorî ku em ê hîna gelek siberojên nû bijîn wê ti carî lênûska Newrozê neyê tijekirin û timî ji bo siberojekî nû xwe bîne bîra me.

Ez dixwazim kelecana hemû rêhevalên me bi hev re li çiyayên Kurdistanê cejna Newrozê pîroz kir û di demên cuda de gihîştin şehadetê di nav vegotina van hestan de vebêjim. Ji ber ku me her sal li cihekî cuda, bi hevrêyên cuda re cejna Newrozê pîroz kir. Îro cardin ew roj bi wesîla cejna Newrozê tên li deriyê dilê me dikevin. Me bi nasîna her rêhevalek nû cejnekî din jiyan dikir.

Ez jî dixwazim cejna Newroza îsal diyarî hemû rêhevalên me yê şehîd bikim. Bi navê wan, bi dilê wan, bi coş û hestên wan Newroza 2023’an cihê wê, di cîhana armanc û jiyana xwe ya tekoşînê de çêbikim. Ji ber rêya jiyanî kirina hestên rasteqîn ên dilsoziya bi Rêbertiyê re bûyîna rêhevalek rast a di şopa şehîdan de ye. Newroza 2023’an jî carekî din vê rêyê nîşan me dide. Dîsa dibêjim zarokatiya me ya li agirê Newrozê digeriya îro jî lê digere. Em ti caran wê coşa kêliyên pêxistina agirê Newrozê ji dest nedin. Em Bihara welatê xwe ti caran bê meşaleyên agirê azadiyê bê par nehêlin. Em Newrozê tim û daîm bijîn û bidin jiyankirin. Ji ber Newroz, ji nû ve vejîn û cejna azadiyê ye.