Modela Srî Lankayê li Srî Lankayê têk çû

Em bi hêsanî dikarin bibêjin ku modela netewe dewletê ya li Srî Lankayê winda kiriye. Neteweya Demokratîk bi ser ket... Serketina Partiya Çep a Srî Lankayê ji bo gelên têkoşer mînakeke baş bû.

Di dîroka hemû neteweyan de dema dagirkerî û komalkujî li ser wan tê ferzkirin bi xwezayî her neteweya hatiye metingehkirin li dijî metîngerî û dagirkeriyê dikeve nava têkoşînê. Bêguman metodên têkoşînan ên hevbeş hebin jî di encamê de her neteweyek li cografyayeke cuda dimîne, li gel wê her neteweyek, komalek têgihiştina wê ya çandî li gor çanda xwe hene. Ev jî wisa dike ku li gor demografya, sosyo-derûnî dikevin nava têkoşînê. Lewma jî di şêwazê de lihevçûyînek hebe jî di rastiya her welatekî de neçare têkoşîn bi metodên ku ew coxrafya û çanda destûr dide li ber çev were girtin. Di heman demê de li gor van rastiyên li jor me destnîşankirin ji bo ew hêzên dagirker û karakterê wan jî heman tişt derbasdar in. Lewma bi yek şêwazê fikrandina di derbarê têkoşîna de, yan jî di yek rêbazekê de israrkirin feraseteke teng û şaş e. Lewma jî afirîneriya bîrdozî û xwendina stratejîk taktîkî ji bo têkoşerên cîhanê girîng e.

Armancê me kêmek be jî ravekirina têkoşîna Tamîlan, gelê Tamîlî û şêwazê têkoşîna Pilingên Tamîlî ye. Ku dewleta Srî Lankayê çend sal berê bi piştgiriya hêzên emperyalîst û paşverû li ser berxwedana wan komalkujiyek mezin pêk anî. Di encamê de Pilingan ragihandin ku têkoşîna çekdarî bi dawî kirine, şertên ku tê de têkoşîn bikin nemane. Lewma jî di şêwaz de dikare were gotin ku têkoşîna çekdarî ya vê tevgerê bidawî bû têkçû! Ev ji bo hemû gelên li cîhanê ên têkoşînên neteweyî jî dikin ên têkoşînên çînî jî dikin ji bo wan tecrûbeyek nebaş bû. Bê guman yê herî dijwar bedelê vê da, gelên Tamîlî û Srî Lankayê bûn. 

Desthilatdar û dagirkerên welatan xwe spartin wê yekê; ka şêwazê komalkujkirina Srî Lankayê çawa encam da, wan jî xwestin ji xwe re ji wê sudmend bin. Li ser wê bingehê ketin nava tevgerê. Destpêkê bi hevdîtin û bi hêviya lihevhatina hêzên têkoşer û ew dewletên dagirker di nava demê de hêzên têkoşer ji rastiya wan a têkoşînê dûr xistin, ji jiyana berxwedanê ber bi jiyana asayî anîn. Piştî ku hêzên têkoşînê ji pisporî û xwe ragiriya têkoşînê, ji taktîk û stratejiya armancê berxwedanê hatin dûrxistin vê carê bi hêza teknîka giran û li gel tifaqa emperyalîst û hêzên paşverû bi hemû dijwariaya xwe bi serde çûyîn. 

Di dema pêvajoya diyalogan de ger hêzên têkoşer tedbîrên taktîk û stratejîk baş pêk neynin û nizanibin şertên diyaloga ji bo aştiyê ji bo her hêzeke bi taybet ên dewletî dagirkerî dem qezenckirine wê demê dikevin nava xefletê, ji xwe ya ku di rastiya tevgera Pilingên Tamîl de derket jî ev bû. 

Dewleta Tirk a dagirker û metinger jî ev çend sal in li ser vê modelê bi rê û rêbazên cûda kar dike. Bi awayekî berfireh ji tifaqên xwe yên nav modernîteya sermayedarî û ji hêzên paşverû yên mintiqê jî hêz digre. Di komkujiya Tamîlan de Hindistan û hinek welatên derûber li gel welatên Ewropayê rol lîstin. Bi rengekî giran zext li nava welêt hate kirin. Lewma jî di nava çend salan de Srî Lanka ji aliyê aboriyê ve hat asta hilweşandinê.

Dewleta Tirk a dagirker-metînger jî demek dirêj bû bi heman hewayê êrîşî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurdistanê dikir. Hemû qelemşorên wan di vê babetê de ji xwe bawer bûn da ku ew ê bikaribin weke Tamîlan li Kurdan bikin. Bêguman ev sed sal in ev dewleta dagirker–metînger li ser welatê Kurdistanê û gelê wê hemû cûre qetlîam kiriye, di encamê de li beranberî wê berxwedana gelê Kurd jî wek bi xwe jî dibêjin bi dehan car jinûve rabûye. Di vê serdema modern de jî bi navê PKK gelê Kurdistanê ev 51 sal in di pêşengtiya Rêbertiya xwe û Partiya xwe a pêşeng PKK de têdikoşe. Dewleta dagirker ji hemû hêza NATO û hêzên paşverû yên cîhanê alîkariyeke bêsînor werdigre, gelê Tirkiyeyê di nava xwe de di asta faşîzmeke pir pîs- xirab de bi faşîzmê dagirtiye. Bi hemû cûre teknolojiya serdemê êrîş dike. Di zindana Amedê de di asta hovîtiyê de li ser pêşengên gel Kurdistanê êşkence kirin û xwestin teslîm werbigrin. Di hemû şert û mercan de bi komalkujiyan xwestin gel bitirsînin û asîmîlasyon bi her awayî meşandin. Têkoşîna 50 salî ya di pêşengtiya Rêber APO û PKK de, li gel dehan sal têkoşînên pêşiya xwe jî gelê Kurd hewl berxwedanê da. Metod li gor civakbûn û cografya xwe tespît kir û têkoşîn di gelek qonaxên girîng re derbas bû, tecrûbe girt û li gor pêşketinên nû hewla xwe guhertinê da, lewma jî heta niha kariye li beranber êrîşan xwe biparêze û di her şert û mercî de têkoşîna xwe, hêza xwe bilindtir bike. Bêguman bedelên mezin hatin dayîn, di berdewama vê têkoşînê de tenê di nava sê salên 1990 de 3000 gund hatin şewitandin û rûxandin. Dewleta metînger bi her çekekî êrîş kir. Bi deh hezaran welatparêzên Kurdistanê ji aliyê çeteyên dewletê ve hatin şehîd xistin, ji ew gundên hatin şewitandin û valakirin derdora 3, 000,000 mirov ji cihê xwe bûn. Feqîriyekî mezin destpê kir û demografya hat guhertin. Di zindanan de, li welat û li dervayî welat berdewam êrîş û komalkujiyê dagirkerî berdewam kirin. Rêbertiya PKK'ê bi alîkariya hêzên navneteweyî ku derûdora 33 welat bi destê CIA û hêzên NATO ve hat revandin û niha di destê dewleta dagirker a Tirk de dîl e. Ev hemû êrîş ji 1983 heta niha bi dehan car li dij gerîlayên azadiya Kurdistanê li Başûrê Kurdîstanê hemleyên dagirkerî berfireh dane destpêkirin. Hêzên Kurdên xayîn rasterast di nava van êrîşan de cih girtine û bûne beşek ji van êrîşan. Di encam de artêşa dagirkeriya Tirk bi hemû hêza xwe ya hewayî û bejahî ku di astê NATO de hêza duyem e, li gel van hemû êrîşan jî Tevgera Azadiya Kurdistanê kariye xwe li ser pê bigre û xwe jinûve ava bike. Ew modela ku dewleta faşîst a Srî Lankayê li beranber Tamîla pêk anî, ji bo dagirkeriya dewleta Tirk jî bû bingehek ku wisa bawer kirin wê bikaribin jê sudmend bin. Li gor wê di 2009 – 2011 de li ser vê modelê kar kirin, heta wê astê ku wê bikaribin di hundir de û ji derve Tevgera Azadî Kurdistanê dorpêç bikin. Ji bo wê komalek provakasyon pêk anîn. Lê Tevgera Azadî Kurdistanê karî xwe ji van rewşa rizgar bike û hemleyên beranber bike. Di dema diyaloga 2013 de jî dewleta dagirker li ser vê modelê xebitî û di dema diyalogan de 2014 ku li Rojhilata Navîn û cîhanê pêla azadiya gelan destpê kir ev jî dike 2011 wek bihara Ereba jî hat binavkirin. Dewleta dagirker û hêzên emperyalîst dij bi berxwedanî û raperînên gelan, Îslama tund xistin dewrê ku ew rêxistina provakator El Qayde bi kêrî wan nedihat li şûna wê rêxistinek bi nava DAÎŞ ava kirin. Bi vê rêbazê ew enerjiya şoreşa gelan li herêmê vegerandin tarîtiya DAÎŞ'ê, dewleta ku bi her tiştê xwe beşdarî vê bernamê bû, dewleta dagirker a Tirk bû. Ji ber ku bi her hewayekî azadî ku li herêmê hebe egerê wê heye ku gelê Kurdistanê jê sundmend be. Ji bo ku ji vê sudmend nebe, ew bi hemû hêza xwe dij bi her pêşketineke ku li mintiqê bi pêş dikeve dibin berbest, wê dişêwînin.

BERNAMEYA ÇOKDANÎNÊ - MODELA SRÎ LANKAYÊ

Bernameya çokdanînê ya dewleta dagirker ku bi fermî di 2014 de eşkere bû, di wê bernameyê de modela Srî Lankayê wek bingeh hatiye wergirtin. Ji xwe ev hêza dagirker ku sed sal in li ser gelê Kurdistanê her cure komalkujî meşandiye di rastî de metodên wî ji yên Srî Lankayê zêdetir in. Lê belê ji ber ku dewleta Tirk û hêza xwe ya artêşê ku li beranber şerê gerîla bêçare, bêmoral maye careke din moral bide ev model wek çevkaniya moraldayînê bi kar anî. Lewma jî ger em, li nivîsên qelemşorên faşîst mêze bikin em ê bibînin ku ev rastî wisa ye. Dewleteke ku komalkujiya Ermenî, Rûm, Asûrî, Laz bi dehan gelê herêmê di bin şûr û qetlîama komalkujî re derbas kiriye di metodê komalkujî de pir zêde pêwîstiya xwe bi modelan nîne. Têra xwe xwînxwar e. Lê rastiyeke dewleta dagirker li beranber Gerîlayên Azadiya Kurdistanê êdî hilweşiya ye. Bi ev cure pînekirinan xwestin xwe kom bikin. Em bala xwe bidinê. Ji 2014 heta roja me ya îro her qetlîamê kirine ji alî dewletên cîhanê ve nehatine şermazarkirin û dij bi komalkujiyê dewleta dagirkera Tirk bêdeng mane û piştgirî dane. Dewletên Yekîtiya Ewropayê ku xwe li ser komalek nirxên bi xwe diyar kirine damezrane û di asta cîhanê de ji bo wê propagandayê dikin dewleta Tirk jî yek ji bernamzetê wê ye û endamê gelek saziyên wê ye. Yekîtiya Ewropa jî li beranber hemû cure êrîşên vê dewletê di asta esas de piştgirî da. Lewma jî dema em li modelê mêze dikin dibînin ku modela dagirkeriyê ji xwe re wek îlham dibîne. Tevgera Azadiya Kurdistanê jî ji kêmasiyên hevrêyên xwe yên Tamîlî dersên pêwîst derdixe. Ew çi ne? Pênasekirina dijmin, pêşketinên ku di cîhanê de çêdibin ji wan sudwergirtin, xwe û gelê xwe li gor wê tevgerandin. Ne li gor bernameya dijmin, li gor bernameya xwe tevgerîn. Ne di şertên dijmin de di şertên xwe de, bi hêza xwe li dijmin dayîn. Ne tevgereke sabît tevgereke dînamîk û cewherî. Ji bo wê jî bi gelên cîhanê re pêwendî stratejîk, bi dewletên cîhanê re jî ger hebe pêwendî taktîkî. Xwe bi hêzên paşverû yên cîhanê ve girênedan. Heta çavkaniya moral û manewiyeta xwe tenê xwe û gel xwe esas girtin. Di karakterê xwe de enternasyonalîzm û hêza mirovbûna cîhanê ji bo xwe bingeha têkoşînê wergirtin. 

Ji vana hemû ya wêdetir jî gelê me û tevgera me tevgereke Rêbertî ne. Ew Rêbertiya jî bi analîzeke nû ya cîhanî ve bang li moravahî dike. Niha li Kurdistanê di teorî û felsefeyê de ji bo hemû gelan û ji bo hemû pirsgirêkan hêza nîqaşê heye. Hêza çareserî pêşniyarkirinê heye. Tevgera Azadiya Kurdistanê bajar û bajarokan na, lê mirovan azad dike. Mirovên azadbûyî gihiştî asta femê azad, ti hêzê cîhanê nikare bide seknandin. Dijmin nikare vê hêzê pênase bike. 

Niha ev demek dirêj bû gelên Srî Lankayê ji ber çetebûna dewleta xwe ya faşîst dinaliya. Ew koma faşîst ku Tamîlî qetil kir û bi wê pesnê xwed dan nikarîn ji bo gelên Srî Lankayê bibe çareserî. Ji xwe wê nebûna jî, ji ber ku gelek komalkuj bikî nikarî ji bo gelekî bibe hêvî. Lewma jî vê koma çete faşîst dewlet û gelên Srî Lankayê anîn ber hilweşandineke civakî, ehlaqî, aborî, vê jî wisa kir ku hêzên nû rabin. Di demeke nêz de li vî welatî hilbijartinek pêk hat û di wê hilbijartinê de ew koma çeteyan a li Srî Lankayê têk çû. Li beranber hêza yekgirtî ya gelên Srî Lankayê bi ser ket. Rastiya ku di meto da Rêber APO pêş xistiye karakterê têkoşînê yê demê me ber bi tifaq û hevgirtinên gelan dibe. Modela Neteweya Demokratîk şêwazê fikrandina wê ya Modernîteya Demokratîk ji bo hemû gelan bi taybet welatên wek Srî Lanka ku gelê Tamîlî, Siranî, Morî û gelek gel û bawerî pêk ve tê de dijîn yekane rêya çareseriyê modela Neteweya Demokratîk e. 

Niha em bi hêsanî dikarin bibêjin ku modela netewe dewletê ya li Srî Lankayê winda kiriye. Neteweya Demokratîk bi ser ket. Li her şûnekî cîhanê çawa ku xwediyên pergala dewletê ji hevdu taktîk û teknîk fêr dibin, gelên cîhanê jî li dij wan di asta enternasyonal de ji hevdu fêr dibûn û her kes li gor şert û mercên welat û gelên xwe taktîk û stratejiya xwe pêk tîne. Niha serkeftina Partiya Çep a Srî Lankayê ji bo gelên têkoşer mînakeke baş û di demekî pir dîrokî de xwe selmand ku li beranber qeyrana sepandî ya Modernîteya Sermayedarî yekane rê hevgirtin û yekîtiya gelan e. 

Ji 1958 heta niha gelê Tamîlî li Srî Lankayê li ber xwe didin. Gelek rêbaz ceribandin ji bo ku mafê wan ê bingehîn nasnameya wan a neteweyî û mirovî were pejirandin. Bi dehan sal in bi çekdarî û siyasî têkoşiyan. Ketin û rabûn. Lê wek Fîdel Qastro gotiye, 'em şoreşger dikevin lê,  ketina xwe dixin bingeha hêza careke din rabûnê, lê dîktator dema dikevin êdî nikarin rabin' ev rastiya wek di rastiya dîktatoriya Srî Lankayê de derket. Wê ji bo dîktatoriyê Tirkiyê jî heman qûbet hebe û were. 

Faşîstên Tirk ji modela Srî Lankayê gelek moral girtibûn, gelo niha rewşa çapemeniya wan, şefê wan ê faşîst û aqilmendên wan çi ye? Em dikarin bibêjin ku çiyayên Zagrosan hîn ji gelek dîktatoran re dibin gor.  

Lewma me got; modela Srî Lanka li Srî Lankayê têk çû.