Maskeya PDK’ê: Kurdîtî

PDK bi rastî jî partiyeke Kurdan e? Kurdîtî maskeyeke PDK’ê ye yan jî rastiya wê ye? Di qirkirina Kurdan de partiyeke ku bi Tirkiyeyê re tevdigere gelo çiqasî dikare bibe partiya Kurdan?

Du meh ji ser dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Heftanînê derbas bû. Li gorî planê wê dewleta Tirk di nava du mehan de, ji xeynî Heftanînê wê beşeke mezin a Başûrê Kurdistanê jî dagir bikira. Berxwedana bêhempa ya gerîlayên li Heftanînê vê plana li ser kaxizan pûç kir. Qirkeriya faşîst li îradeya ji pola ya Esmer û Rustem Cûdiyan ket û şewş bû. Gerîla bi îrade, bawerî û azweriya azadiyê ya bêhempa li dijî dagirkeran li ber xwe da. Gerîlayên jin di şexsê Esmer, Nûcan û Zelalan bûn nasnameya berxwedana Heftanînê û bîrdariyên rûmetê.

Dagirkeriya li ser Heftanînê gaveke stratejîk a dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê ye. Dewleta Tirk li Heftanînê encamekê bi dest bixe, wê temamiya Başûrê Kurdistanê dagir bike. Mêtingeriya qirker a AKP û MHP’ê dixwaze Başûrê Kurdistanê bike guzergeha sereke ya ku TC’yê bigihîne sînorên Osmaniyan. Çîna serwer a Tirk a dagirker sed sal in bi xeyalên Mûsûl û Kerkûkê dijîn. Faşîzma qirker a AKP û MHP’ê ya desthilatdariya Îttîhat û Terakkiyê di nav wan xeyalan de ye ku di sedsala 21’emîn de sînorên Tirkiyeyê berfireh bike û bike qada serweriya Osmaniyan. Erdogan bi salan e dibêje Lozan şaş bû, dewleta Tirk di nav sînorên teng ên Anadolûyê de hate hiştin û em dixwazin vê rewşê biguherînin. Êrîşên dagirker ên li ser Başûr û Rojava dibin gavên pratîk ên van gotinên Erdoganê dîktator.

Di êrîşên Başûr û Rojava de tişta herî balkêş rola PDK’ê ya di van êrîşan de ye. PDK bûye yek ji şirîkê van êrîşan. Mêtingeriya qirker a AKP û MHP’ê şerê qirkirina Kurdan bi piştgiriya PDK’ê bi rê ve dibe. Bêguman heke PDK di vê qirkirinê de cih negire wê dewleta Tirk nikaribe gavekê jî biavêje. PDK êrîşên dagirker ên dewleta Tirk meşrû dike, dagirkeriyê normalîze dike. Di van êrîşên dagirker de piştgiriya siyasî, lojîstîk û îstîxbaratê dide dewleta Tirk. Dewleta Tirk jî dibêje ku PDK partiyeke Kurdan e, li cem min e, heq dide şerê min û dixwaze van êrîşên dagirker meşrû bike. Bertek û nerazîbûna dinya û dewletan wisa asteng dike.

Dewleta Tirk di êrîşên dagirker ên li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî heman tişt kir. Bi ENKS’ê re tevgeriya. ENKS yekser di van êrîşên dagirker de cih girt. Rayedarên PDK’ê her roj daxuyaniyên ku dagirkeriyê meşrû dikin da û xwest berteka raya giştî bişkîne. Digot Tirkiye ji ber PKK’ê êrîşî Rojava dike, tu problema Tirkiyeyê bi Kurdan re tune û êrîşên dagirker meşrû kirin. Naxwaze bibîne ku PKK mîsogeriya azadiya hebûn û azadiya gelê Kurd e, bi gotinên TC’yê dijberiya PKK’ê kirin.

PDK li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî berpirs û şirîkê AKP’ê yê qirkirin, talan û tecawizan e. PDK yek ji parçe û piştgirê êrîşên dewleta Tirk a li dijî Başûr, Şengal û Mexmûrê ye.

Êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê encameke peymana di navbera Tirkiye û PDK’ê ye. Li gorî vê peymanê wê PKK were tasfiyekirin, piştre bandora YNK’ê were şikandin, wê hemû kontrola Başûrê Kurdistanê têkeve destê PDK’ê. Ev plan bi feraseteke wekî ya li dijî Rojava hatiye amadekirin. TC wê Rojava dagir bike û beşeke biçûk bide ENKS’ê.

Wisa xuya dike ku desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê ev feq bi PDK’ê daye bawerkirin. Fikra PDK’ê ev e ku wê tevî TC’yê PKK û rêxistinên mûxalifê xwe tasfiye bike, hemû kontrola Kurdistanê têxe bin destê xwe. Dibêje qey heke astengiyên li pêş xwe rake wê karibe hemû nirxên Kurdistanê bifiroşe û desthilatdariya xwe bidomîne. Qet nafikire ku piştî van tiştan ew ê bibe hedefa êrîşan. Ji ber ku berjewendiyên qirêj ew ker, kor û lal kiriye.

PDK bi rastî jî partiyeke Kurdan e? Kurdîtî maskeyeke PDK’ê ye yan jî rastiya wê ye? Di qirkirina Kurdan de partiyeke ku bi Tirkiyeyê re tevdigere gelo çiqasî dikare bibe partiya Kurdan? Rastiyeke wisa heye ku gotinên nijadperestî yên PDK’ê dibe amûr ku ew rûyê xwe yê rastîn veşêre. Heke wekî ku hinek kes îddîa dikin PDK partiyeke nijadperest a Kurdan bûye, wê nebûya şirîkê êrîşên qirker ên dewleteke ku azadî û hebûna Kurdan kiriye hedef.

PDK dibêje ez partiyeke Kurdan im û rûyê xwe yê rastîn vedişêre, hemû kesan dixapîne. Kurd ji bo têkoşîna xwe ya hebûn û azadiyê bênavber dixebite. Gelê me û tevgerên Kurd ê azadîxwaz divê li hemberî PDK’ê helwesta xwe zelal bikin û roj berî rojekê yekîtiya xwe ya neteweyî ya demokratîk ava bike.