Li Sûriyeyê çareseriya mayînde û demokratîk pêkan e

Hemû guman û nîqaşên li ser Sûriye û Rojava, encex bi yekîtî û rêxistina gelên Sûriyeyê wê bi awayekî mayînde çareser bibe.

Gelên Sûriyeyê bi pirsgirêkên piralî re mijûl dibin. Ji aliyêkê ve dagirkeriya dewleta Tirk û zilma komên çekdar ên di bin emrê wan de, qirkirina qewmî û ji aliyê din ve jî xizanî û fikarên ewlekarî di asta herî jor de ye. Hikûmeta Şamê di bin ambargoyek aborî de ye. Gel nikare pêwîstiyên xwe yê rojane peyda bike. Dolar bilind dibe û lîreyê Sûriyeyê nirxê xwe kêm dibe. Ev jî li bazar bê aramiyê çêdike û xizaniya gel zêdetir dibe.

Rêveberiya Şamê li ser Kurdên li herêma Şehba û Heleb rûxmî vê rewşa giran ya kirîza aborî ambargoyeke din jî bi xwe dimeşîne. Pêdiviya sotemenî û kêmbûna xwarinê dest pê kiriye. Ji ber sermaya zivistanê yê temen mezin û zarok pir bandor dibin û bûyerên mirinê çêdibin. Ji milyonan hemwelatiyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê baca gûmrikê tê stendin. Ev jî nirxê maddeyan bi şêwazeke din bilind dike. Kurdên her du nahiyeyê Halepê û li Şehba jiyan dikin, dikaribûn bibin pira nîzîkbûna di navbera Şamê û gelê Kurd de. Li Qamişlo û Hesekê jî hêzeke kêm a hikûmeta Şamê heye. Ev rewş divê di navbera her du aliyan de roleke nêzikbûnê bilîsta. Lê rêveberiya Şamê wiha nêzîk nabe. Ji rêveberiyê xweser heta niha hember herêmên hikûmetê ambargo pêk nehatiye. Hewldanên wiha her dem ji aliyê hûkûmetê pêş ketiye. Aliyê din jî carna bersiv daye û xwestiye vê ambargoyê bişkîne.

GEL NEÇARÎ XWE KIRIN

Zihniyeta rêveberiya navendî û desthilatdar xwe li ser zexta gel û stûxwarkirinê girêdaye. Her dem ji bo neçarî xwe bikin hewldanên wan a gel bêzarkirin û jiyana gel zehmet kirin heye. Li ser esasê demokrasi pirsgirêkan anîna ziman ya gel û xwe rêxistinkirina gel bi çi rengî îcaze nayê dayîn. Ragihandin ji gel, mûxalefet û ji bo dengên cûda bi giştî girtiye. Yên nerînên wan yê cûda hebin nikarin xwe bigihînin gel.

MODELA RÊVEBERIYA XWESER A KU HÊVÎ DIDE

Li herêmên rêveberiyê xweser gel hîn zêdetir afirîner û azad e. Herî kêm meclîsên gel hatine avakirin, mecalê nîqaş û rexne heye. Cudabûna çand, ziman û bawerî ji yekîtiya di navbera wan re nabe asteng. Berovajî vê jin zêdetir azad in û ji bo nasnameyên xwe derxin pêş pêşketinên mezin nîşan dane. Pergalek mînak ji bo Rojhilata Navîn derdikeve. Gelên Sûriyê bi bihevre jiyanê, bi nîqaş û xwe rêxistinkirinê xwe digihînin firsendê çareserkirina pirsgirêkên xwe.

ZIHNIYETA ŞAMÊ BERIYA SALA 2011’AN

Ev pergala demokratîk û azadîxwaz di bin gefên giran de ye. ji aliyekê ve dagirkeriya Tirkiyeyê û amadekariyên êrîşen nû, aliyeke din jî kar û xebatên Şamê yê dijber. Bi taybetî gotinên dewletî û netewperestî giranî hatiye dayîn. Li şûna ku çand û îradeya gelan ya jiyana bi hev re pêş bixin û demdirêjî de Sûriyê rakin ser piyan, zimanekî cudatiyê tê bikaranîn. Hewl didin nakokiyê Kurd û Ereb derxin û gelan ji hev dûr bixin. Nasnameya Kurdan, bi zimanê zikmakî perwerde û mafê pêşxistina çanda xwe nayê qebûlkirin. Zihniyeta wan beriya 2011’an de ye.

ENQERE DIXWAZE ŞAMÊ BIKE HEVKAR

Rûsya û hêzên din jî berjewendiyên xwe esas digrin. Paşeroja gelan û demokrasiyê ji bo xwe weke pirsgirêk nabînin. Pirsgirêkên xwe bi hikûmetê ve çareserkirin û wê li ser piyan girtin ji bo xwe bes dibînin. Dewleta Tirk bi siyasetek hilweşîner û dijminahîyeke xerab nêzîkî Sûriyeyê bû. Hemû xirabiyên xwe li vir vala kir. Çiqas çeteyên benê xwe qetandî hebûn, hemûyan li dora xwe kom kir û dagirkeriyê da pêş. Niha jî, ji hikûmeta Sûriyeyê re dibêje em hevditinan bikin û li hev werin. Wê yekê ji bo hûkûmetê bikşîne nava şerekî navxweyî ya nû, û ji bo bike şîrîkê qirkirinên xwe dike.

NATO ÇAVÊ XWE LI BER TIRKIYEYÊ GIRT

DYA û hêzên hevpeyman jî xwe bi DAÎŞ’ê ve girêdaye. Ji bo qirkirina dewleta Tirk a li ser Kurdan tevkariyê dike. Li Tirkiye û Iraqê jî bi rengeke vekirî destek dide polîtîka û şerê qirkirinê ya faşîzmê Tirk. DYA û NATO nebana yekî weke faşîstê Erdogan îro tinebû. Dewleta Tirk ji zû ve mecbûr dima ji bo pirsgirêk çareser bike. Ev alîkariya DYA û NATO şerê Kurd û Tirk dirêj kir û hûndayiyan zêde kir. Dagirkerî û êrîşên Tirkiyê li Sûriyê jî encamê van polîtîkayan e. Tirkiyê xirab hate elimandin, çav li hemû sûcên wê hat girtin.

Ev hemû nakokî û pevçûnan tenê bi yekîtiyek demokratîk a gelên Sûriyê û rêxistinbûyinê wê dikare bigîhîne çareseriyeke mayînde. Rewşenbîr, welatparêz û kedkar, hember polîtîka û lîstokên berjewendiyên dewletan, divê bedîlê xwe ava bikin û yekîtiyê xwe xırttir bikin.

ÇAVKANÎ: ROJNAMEYA RONAHÎ