Li Sûriyeyê bûyerên dawî
Li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Beşar Esad, saziyên weşanê yên Rojava bûyeran weke “şoreşeke dîrokî” didin, aktorên herêmî jî ji bo berjewendiyên xwe êrîşên xwe zêdetir kirin.
Li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Beşar Esad, saziyên weşanê yên Rojava bûyeran weke “şoreşeke dîrokî” didin, aktorên herêmî jî ji bo berjewendiyên xwe êrîşên xwe zêdetir kirin.
Piştî ketina rejîma Beşar Esad, bi taybetî di navbera Îsraîl û dewleta Tirk a dagirker de bi dijwarî bombebaran pêk tên. Tirkiye bi armanca piştevaniya ji bo çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê ku dewama çeteyên DAÎŞ’ê ye, Hêzên Sûriyeya Demokratîk hedef digire. Îsraîl jî ji bo ku HTŞ çekên stratejîk ên rejîmê bi dest nexe, du roj in bênavber êrîşên hewayî pêk tîne.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ve hatî kirin, piştî hilweşîna rejîma Esad Îsraîlê li Sûriyeyê zêdeyî 250 êrîşên hewayî pêk anî. Êrîşên hewayî li dijî navendên artêşê, cepxane û navendên lêkolînê yên rejîma Esad hatin pêkanîn.
Yek ji hedefa êrîşan jî, balafirgeha li baregeha leşkerî ya li Qamişloyê ye. Di encama vê êrîşê de, kesek şehîd bû.
Hat ragihandin ku Îsraîlê tesîsên radarê û ekîpman jî hedef girtine. Hat zanîn ku keştiyên leşkerî yên li lîmana li Lazkiyeyê jî, zirareke mezin dîtine.
Dewleta Tirk jî çeteyên weke dewama DAÎŞ’ê, li derdora Minbic û Tebqayê sewq û îdare dike. Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên SÎHA’yan, gelek sivîlan qetil kirin.
Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antony Blinken jî daxuyanî da. Blinken diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê rewşa heyî ya li Sûriyeyê, ji bo xwe jinûve tesîs bikin wê weke firsendekê bi kar bînin û parastina êrîşên hewayî yên li Dêrezor û derdora wê kir.
Ji Nûneriya Taybet a Sûriyeyê ya NY’ê Geir Pederson derbarê geşedanên dawî daxuyanî da û diyar kir ku rewşa li welêt hîna nediyar e û şert û mercên ji bo vegera koçberan, hîna tam baş nebûne.
Piştî ku Awûstûrya, Yewnanistan, Îngilistan, Hirvatîstan û Elmanyayê serlêdanên penaberiyê yên penaberên Sûriyeyê rawestandin, Pedersen ev daxuyanî da.
Pedersen nerazîbûn nîşan da ku Îsraîl li herêma tampon a li Girê Golan bi cih bûye û nerazîbûn nîşanî êrîşên wê yên hewayî jî da ku li seranserî welêt van êrîşan pêk tîne.
Îdîayên ku dibêjin artêşa Îsraîlê heta nêzî Şamê ber bi pêş ve çûye, tên derewandin û şahid jî dibêjin ku leşkerên Îsraîlê li Sûriyeyê operasyonan lidar dixin.