Li ser xeta Qamişlo, Silêmaniye û Enqereyê çarenûsa Kurdan

Di Rojhilata Navîn de karektera berjewendî û hevsengiyan, komployan û tifaqan dîrokî ye. Erdogan xwest peyamek wisa bide ku Kurd nikarin di navbera xwe de tifaqan çêkin ango nikarin peywendiyan ji derve re deynin.

Bila wisa bê zanîn li bajarê Silêmaniyeyê roj derdikeve û dilê Kurdan rojhilat e û ev sedî sal in ji bo azadiya xwe bi rê ketine. 

Ev dewleta Tirk jî ku çavsoriyê dike û dijberiya Kurdan dike ku Kurd dest ji berxwedana xwe û rêya xwe berdin. Planên dijber ava dikin û parçebûna Kurdan dixwazin. Ev Partî û tevgerên ku serê xwe li hember faşîzm û dîktatoriya Erdogan natewîne, bi neteweya xwe ve girêdayîne û sirûda 'Ey Reqîp' li Qamişlo, li Amedê û li bajarê Silêmaniyeyê dixwînin.

Niha Kurdên delal, Kurdên şoreşger, azadîxwaz û yên hebûn û neteweya xwe dizanin û wisa erzan xiyanetên dîrokî ji bîr ve nakin. Komkujî, êrîş û rabirdûya vê erdnîgariyê baş dizanin ku Kurdan li ser vê axê hebûna xwe û ji bo azadiya xwe dîrokek nivîsandine. 

Dewleta Tirk li pey gelek provokasyonan e û hewil dide Kurdan biçewisîne. Erdogan dîn bûye û heger vê hilbijartinê qezenç neke, wê mejiyê xwe bixwe û îhtîmaleke mezin e wê were darizandin jî.

Berî her tiştî dewleta Tirk û dagirkeriya wê ya li ser xaka Iraqê û ji aliyê gelek rayedarên Iraqê ve hat fêmkirin û di vê êrîşa li ser balafirgehê de bertek derketin û çarenûsa Kurdan berxwedan e. Dagirkeriya sedî salan e û mêtîngeriya ser Kurdistanê hîna bi dawî nebûye.

Di vê êrîşa balafirgehê de têkiliyên Kurdan ên siyasî jî eşkere bû. Ne tenê têkiliyên Kurdan, têkiliyên hêzên navneteweyî û hêzên ku li dijî terora DAIŞ'ê şer dikin jî diyar bû. Rageşiyekî gelek mezin heye. Di navbera hêzên heremê de rageşiyên ne normal hene. Ev êrîşa ku çêbû encama siyaseta Erdogan a beramber Kurdan e. Kurdan dest ji dîrokê û dest ji doza xwe ya mafdar bernedan. Li dijî komplo, înkar, îmha û li dijî siyaseta tûnekirinê gav paşde neda. 

Ev êrîşa dewleta Tirk peyama çi ye? Di herêmê de kî çi dixwaze? Hêzên hikumeta Iraqê zanîn ku Erdogan di dagirkirina axa Sûriyeyê û Iraqê de çawa dixwaze xwe serwer bike, planên wisa bi rê ve dibe ku destektiyên Kurdan bên tunekirin. PDK'ê li ser êrîşa Silêmaniyê de ti daxuyaniyek neda. Êrîşa li ser balafirgehê şermezar nekir. Bi kurtasî di Rojhilata Navîn de karektera berjewendî û hevsengiyan, komployan û tifaqan dîrokî ye. Erdogan xwest peyamek wisa bide ku Kurd nikarin di navbera xwe de tifaqan çêkin ango nikarin peywendiyan ji derve re deynin.

Di van rojên dîrokî de polîtîkayên partiyên siyasî û helwesta Kurdan ya di van çend mehan de wê çawa bin û hilbijartinên li Tirkiyê ku wê pêk werin wê çi bi xwe re bîne û herî zêde Kurdan eleqeder dike. PDK li ser danûstandinên YNK'ê-QSD'ê  ne alîgir e, ango PDK li ser xeta Erdogan siyaseta xwe dike. Ji  Yekitiya Kurdan re nêzikatiyek raber nake, ji êrîşên Erdogan re bêdeng e û naxwaze hêza YNK'ê jî ku di heremê de tifaqan bike ango mîrasa Mam Celal Talabanî nabîne.

Heger Erdogan têk biçe û wê di heremê de gelek guhertin pêk werin û ji bo Kurdan jî wê rûpelek wisa vebe ku va Peymana Lozanê ya li ser Kurdan têk diçe. Wê pêvajoyên komployê bêwate bibin û Kurd di dema serketina xwe de ye. Gava Bafil Telabanî berê xwe da Rojava û eşkere bû ku dewleta Tirk têkiliyên Kurdan ên hevkariyê naxwaze û li pêşiya mêtîngeriya xwe astengiyan dibîne. Erdogan him bi rêya Rûsya re hewil dide Rêveberiya Şamê qayîl bike û him jî di planên xwe yên ser gelên Sûriyeyê de bi israr e.

Hikumeta Erdogan ya ku îslamiyet û bawerî bi kar anî niha li ber têkçûyînê ye. Li dijî Kurdan û gelên Sûriyeyê kiryarên xwe zêde ne û li ser xwîna gelên heremê deshilatdariya xwe dirêj kir. Heger Kurdan û hêzên demokrasiyê heta niha berxwedan û şerê xwe li dijî Erdogan nekiribana wê li naverastê Kurd û projeya Kurdan di Rojhilata Navîn de encam negirtibûya. 

Divê Kurd di van rojan de ji PDK'ê re bibêjin. ‘Em ji bo destketiyên hemû Kurdan û neçar in vê sedsalê qezenç bikin û hûn jî xeta xwe carek din diyar bikin.’  Bi kurtasi derketina Kurd û têkoşîna Kurdan û nexşerêya Kurdan ber bi encamekê ve diçe. Heger hemî Kurd li dijî  pergala li Îmraliyê têkoşîneke baş bi rê ve bibin û wê êrîşa li ser balafirgeha Silêmaniyê û hemî êrîşên ku dijî Kurdan çêdibin, wê encam negrin. Kurd li ser xeta Qamişlo, Silêmaniyê û Amedê jî wê her xwedî doz û destkeftiyên sedsaleya xwe û dîroka xwe bin û divê Hewlêr jî biryarekê bide. 

Wê gavê hêza qedîm û destketiyên dîrokî wê yên hemû Kurdan, wê bibe Mîlada nû û Ronesansa nû ya gelên Rojhilata Navîn.