Li ser bûyerên dawî yên li Efrînê

Bûyerên li Efrînê diqewimin ku her cûre bêexleqî lê tê kirin, roja Newrozê li Cindirêsê çar sivîl hatin qetilkirin, piştî çend rojan jî li Êzidiyan ol bi zorê hate ferzkirin, gelo parçeyek ji amadekariya dagirkeriyeke nû û plana pakkirina nokeriyê ye?

Efrîn bi navê xwe yê din Çiyayê Kurmênc, bi 63 kîlometreyî li rojavayê Helebê ye. Bajarekî ku ji sedî 90 ê şêniyên wê (beriya dagirkeriyê) Kurd e. Ji 6 navçe û 400 gundan pêk tê. Êzidî, Ereb û Ermen bi hev re di nava yekîtiyê de diman. Heta sala 2018'an, ku dewleta Tirk a dagirker dest bi êrîşên dagirkeriyê kir. Bi destpêkirina şerê li Sûriyeyê re ji sala 2011'an û pê ve ji Heleb, Deraa, Hûms, Idlib, Hama û Reqayê gelek koç wergirt, tevî vê yekê jî yekîtî û hevgirtina xwe parast. Li gel aramiya li nava Sûriyeyê ji aliyê pêşvebirina aboriyê ve yek ji bajarên bijarte bû.

Hêzên hegemon ên ku modela rêveberiya demokratîk a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî berjewendiyên xwe weke metirsiyê dibînin, bahaneyek peyda kirin û bi navê 'Zeytîn Dali Harekati' di 20'ê Çileya 2018'an de bi dewleta Tirk dan dagirkirin. Bi vê êrîşê re şefê faşîst Erdogan plan dikir ku bi artêşa xwe di nava çend rojan de desteser bikira. Bi pêşengiya YPG û YPJ'ê bi tevlîbûna xurt a gel 58 rojan berxwedaneke bêhempa hate nîşandan.

JI QIRKIRINÊ HETA BI GUHERTINA DEMOGRAFÎK

Li bajarê ku zêdeyî 5 sal in dagirkirî ye, zêdeyî 50 barehên dewleta Tirk hene. Li gel van baregehan hemû kolanên bajêr ji gelek sûcan re şahidî kir ên mîna revandin, talan, dizî, êşkence, destavêtin, qirkirina dîrokî û çandî û guhertina demografîk. Di nava vê demê de derdora 700 sivîl bi êşkenceyê hatin qetilkirin, 9 hezar sivîl hatin revandin. Ev dane tenê ji sûcên eşkere bûne. Her wiha gelek hene ku hatine revandin û aqûbeta wan nayê zanîn. Sûcên ku hatine kirin ne tenê ev in. Li bajarê ku bi dîroka xwe ya kevnar û cografya xwe tê naskirin zêdeyî 100 deverên dîrokî hatin wêrankirin, nêzî 400 hezar dar hatin birîn, ev hemû jî bi belge û dîmenan ji aliyê gelek saziyên medyayê û rêxistinên mafên mirovan ve pêşkêşî raya giştî hatin kirin.

Li navçeya Cindirêsê ya vî bajarî di 20'ê Adara 2023'an de çar Kurdên ji heman malbatê yên bi navê Ferhan Osman (43), Îsmaîl Osman (38), Mûhammed Îsmaîl (18) û Mûhammed Osman (42) ên ji bo pîrozkirina Newrozê agir dadan bi rengekî hovane hatin qetilkirin, sê kes jî birîndar bûn. Berpirsyarên vê êrîşê jî çeteya paramîlîter a bi navê Ahrar El Şarqiye ya ser bi dewleta Tirk hate nîşandan. Piştî 10 rojan yanî di 31'ê Adarê de dîmenekî din ê li ser Efrînê di medya dîjîtal de hate weşandin. Di dîmen de du Êzidiyên bin avê Şêxo Arîf û Heyder Arîf ên ji gundê Qîbarê yê Şerayê bi gefa mirinê ya şêxên komeleya 'Al Waqif' bi zorê hatin misilmankirin. Balkêş bû ku hin kes û saziyên hevkarê dagirkeriyê ku 5 sal in bi ti awayî sûcên li Efrînê nedixistin rojevê, dîmenên van herdu bûyeran di medya dîjîtal de parve kirin. Vê rewşê gelek pirs jî bi xwe re anî.

GELO PLANEKE HEVPAR BI CIH TÊ ANÎN?

Di van rojan de ku salvegera Peymana Lozanê nêzîk dibe ku Kurdistan parçe kir, hin plan ketine dewrê û dibe ku dewama wê jî bê. Ev plana ku PDK hevparê wê ye ku 20 sal in bi desthilatdariya AKP-MHP a faşîst re di nava têkiliyeke qirêj de ye, dibe ku hewl dide li Efrînê bi serkêşiya ENKS'ê (Rêxistina ku li Efrînê guhertina demografîk dinixumîne) û El Nûsrayê komeên çete yên weke 'bela' dibîne sade bikin. Her wiha weke gavên destpêkê yên dagirkeriyeke nû ya li Rojava jî dikare bê nirxandin. Di nava çend salên dawî de Hakan Fîdan û Serokê Mûhaberata Sûriyeyê Alî Memlûk gelek hevdîtinên veşartî dikin. Bi taybetî di hevdîtinên vê dawiyê de hate gotin ku hikumeta Şamê jî pêşniyara 'ENKS dikare li Efrînê bê qebûlkirin' kiriye. Ev gotin nîşan didin ku hikumeta Şamê jî dibe ku hevparê van planan be. Tişta herî giran û bi êş a van planên bêrehm ew e ku hin Kurd ji aliyê dewleta Tirk û nokeran ve têne fedakirin.