'Li Kurdistanê qanûna jiyanê azadbûn e'

Li gorî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di neqebîna serkeftin û azadbûnê de têkiliyeke hişk datîne, "Ê ku nikare azad bibe nikare bi ser bikeve, yê ku nikare bi ser bikeve nikare bijî! Li Kurdistanê qanûna jiyanê ev e."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parastina ''Sosyolojiya Azadiyê'', di analîzên Rastiya Rêbertî de û Nîşeyên Hevdîtinê de diyar dike ku li Kurdistanê azadî qanûna jiyanê ye û balê dikişîne ser giringiya avakirina jiyana nû. Li gorî Ocalan ên ku azadiyê û rûmetê bimane dikin xurt in û heza çareseriyê jî civak bi xwe ye.

AQIL Û ÇAND MIROV JI AZADIYÊ RE HAZIR DIKIN

Bi ya min gelekî girîng e ku mirov di mijara azadiyê de egoîst û xweperest nebe û nekeve reduksiyoniya mirov. Ma kes dikare hilperîn û perpitîna heywanê di qefesê de ji bo azadiyê ji nedîtî ve bê? Li ber xwendina bilbil senfonî paşvemayî ye, ma vê rastiyê ji bilî azadiyê em dikarin bi kîjan têgînê rave bikin? Em hinekî din zêdetir pêşde biçin, ma bi tevahî deng û rengên gerdûnê azadiyê bi mirov nadin fikirandin? Koletiya herî kûr a pêşî û dawî ya civaka mirov jin e, ma hilperîn û perpitîna wê ji bilî gera li azadiyê em dikarin bi kîjan têgînê rave bikin? Fîlozofên hûrûkûr ponijîne, mînak Spînoza azadî derketina ji cehaletê û weke hêza maneyê şîrove kiriye, ma ev heman mabestê rave nake?

Ez naxwazim pirsgirêkê di nava naveroka wê ya bêserûbinî de bifetisînim, bêhnçikandî bikim. Her wİha ez naxwazim pirsgirêkê weke rewşa xwe ya ‘mehkûmiyeta’ bi jidayikbûnê bînim ziman. Ispata wê ev e: ji bo bîranîna Prometheus ji bilî çend hevokan, min hîç nivîsîna helbestê neceriband ku bi awayekî helbest nivîsandin gera li azadiyê ye. Ew jî tê zanîn ji bilî îmaj û pejnekê wêdetir maneyek xwe nîne. Ji lewra bi awayekî dijwar lêgerîn û şopgeriya min a ji bo maneya azadiyê ma kes dikare ji nedîtî ve bê?

Dema ku em azadiya civakî dikin pirsgirêk, me ev destpêka kurd pêşkêş kir ku em der barê kûrahiya mijarê de hişyar bikin. Me mejiyê civakê weke mejiyê zêdebûna wî herî pêşketî terîf kiribû û ev yekê der barê analîzkirina azadiyê de rohnîker be. Qadên mejî yên zêde pêşketî qadên ji azadiyê re nazik in. Çi civakek xwe weke hêza mejî, çand û aqil zêde xurt kiribe ewqas xwe ji azadiyê re amade kiriye. Gotineke bi vî rengî di cih de ye. Dîsa civakekê xwe ji mejî, aqil û nirxên çandî çiqasî mehrûm kiribe yan jî mehrûm hatibe hiştin, ewqasî di nava koletiyê de ye. Ev jî vegotineke rast û di cih de ye.

Ê ku ne azad be, bi vê ve ne birûmet be derheqê rastiya xwe ne xwedî zanîn e. Bi qasî ku derheqê rastiya xwe de bîrewer be ew çend mirov azad û birûmet dibe. Ên ku maneyê didin azadî û rûmeta xwe xurt in. Ev nanmir in. Ji vî alî ve ez xurt im. Ji heşt saliya xwe ve min ev kir. Min hewl da ku bibim zarekî birûmet ê gelê xwe û min ev pêk jî anî.

LI KURDISTANÊ QANÛNA JIYANÊ

Ji bo min jiyan serkeftin e. Bi serxistina her tiştî û biserxistin jî bi rengekî teqez girêdayî azadiyê ye. Ê ku nikare azad bibe nikare bi ser bixe, ê ku nikare bi ser bixe nikare bijî! Li Kurdistanê qanûna jiyanê ev e.

Li şûna redkirina rastiyê , fêhmkirina wê û tevlêbûna nav wê ya herî rast e. Çi kesê ku çavê xwe li rastiyan digire nikare azad bibe. Hîseke ji rastiyê re ne hurmetdar e.

Ji rastiyan netirsin, rastî mirovan xurt dikin. Bi qasî ku wê hêzê nîşan didin ku bi rastiyan re bijîn, mirov dikare bigihije maneya hebûna xwe û xwe bike rastî. Derew we azad nekin, dema ku mirov li ya qelp binihe mirov azad nabe. Lê rastî ya ku mirov ji rê dernaxîne, rasterast asoyê nîşan dide û hiş zelal dike her demê azad dike. Ji vî alî ve pir bi ser xwe de diçim. Wê bi bîra we gotibû, ''Rabirdûya mirov bêhtir rast e. Ez ê jê re hurmetdar im û ez ê li wir li jiyanê bigerim û dîsa bidim destpêkirin.'' Hê jî wiha difikirim.

Li wê cîhanê binerin ku modernîteya kapîtalîst ava kiriye: Jiyan bi her aliyê xwe ve hatiye lewitandin, mirov ji mirovbûnê hatiye derxistin, jina wê qelp e, mêrê wê qelp e û têkilî qelp in. Dîrok û dîn, Pirtûkên Pîroz ji bo ku derewên desthilata xwe kirine amûr. Nirxên civakî yên weke exlaq, ûcdan û dad li bin guhê erdê dane. Kesekî ku ji xwe re dibêj e mirov e dikare li ser zemîneke wiha bihilmije? Dema ku dibêjim bi zorê hilmê distînim, nikarim hilmê bistînim, ez behsa vê dorpêçê dikim.

Ji bo kesekî ku di bîreke bêbinî û tarî de ew şelîta ku ji bo ku jê derkeve ku didinê çi dibe ji bo min jî rastî ew e. Çawa ku mirovê di binê bîrê de bi dil û can xwe bi şelîtê ve digire, em jî wiha xwe bi rastiyê ve girêdidin. Tişta ku em jê re hêvî dibêjin ev e. Hêza hyjêçêbûna ya ku rastî dide jiyîn, bîrewerbûn û meşa bi ser wê rastiyê de di ronîkirina vê de. Derketina holê ya vîn û çalakiya vê ye. Ango em xwe ne, bi bîreweriya ku hêvî em in tevgerbûn e.

DIVÊ EM JIYANA BERÊ BIHÊLIN

Min jiyana berdest, ya li kuçeyan, a li derve tim kambax dît.  Ji vê jiyana berdest tim reviyam, şêst salî me, hê jî direvim .Demekê xeyala min hebû ku bibim pîlot, biçim fezayê. Lê min dev ji van hemûyan berda, ketim pey azadiyê.

Bi we re têkilî dema berê, jiyana berê çi hebe hûn ê bihêlin, berdin. Heke hûn wêrek bin, hêz û zanîna we hebe, hûn ê utopyayên xwe yên azadiyê, jiyana xwe ya nû ava bikin. Hûn ê zekaya xwe ya hîsî û analîtîk geş bikin. Hûn ê zekaya hîsî û analîtîk bi hev re ava bikin, hûn ê bi rengekî ku destekê bidin hev û zengîn bikin vê ava bikin.

Heta ku hûn dîroka xwe nizanibin, kesayata xwe nas nekin, fêhm nekin hûn nikarin azadiyê bi dest ve bînin, polîtîkayê bikin. Divê em jiyaneke li ser maneyê ava bikin. Mirovê fêhmbar azad dibe. Mirovê ku azad dibe xweşik dibe, mirovê xweşik e. Mirovê ku xweşik dibe jî ji jiyanê tehmê distîne. Mirovê ku bi azadbûnê re xweşik dibe dibe xwedî jiyaneke bimane.

Dilsoziya bi min re wiha jirêzê nabe. Heke hûn bi rengekî dilsoz bin hûn ê mezin bibin. Hûn ê di hiqûqê de mezin bibin. Min jiyana xwe di ber azadiyê re kir. Û bi tiştên ku jiyam gihaşim hin encaman. Divê mirov nirx bide van. Ez dibêjim hûn min fêhm nakin. Heke hûn min fêhm nekin, hûn xwe fêhm nakin. Ev ne tiştekî wiha ye ku nayê zanîn. Divê hûn xwe rast nas bikin. Bi rengekî jirêzê nêzîkatî nekin, bi dîtbariya derve nexapin. Ji her kesî re dibêjim, kesayata xwe, nasnameya xwe, realîteya xwe ya sosyal nas bikin. Fêhm bikin ku dilsoziya bi min re rê li vê vedike. Divê mirov hezkirin û hurmetê bizanibe.

Hêlên civakî, siyasî û teorîk ên hezkirinê hene. Bi vê çarçoweyê bi şertê ku li ser hîmê îdeolojîk-polîtîk bi ser azadiyê ve bipeke, bi ser azadiyê de bibeze hezkirin dibe.  Dema ku mirov ber bi azadiyê ve dibeze, rêya hezkirinê aşkere ye. Hezkirin heke çûyina ber bi azadiyê ve bimane ye. Beza berbi azadiyê ve azwerî ye .Şertê sereke yê hezkrinê têra azadiyê dike.

ÇÛNA SER ÇIYAN ÇÛNA BER BI HEZKIRIN Û AZADIYÊ VE YE

Hişmendiya min a azadiyê diyar e. Divê mirov li nirxên feodal û kapîtalîst girtî be. Divê demildest tevdîra vê were standin. Ên ku li dijî têkiliyên feodal, kapîtalîst koledar derkevin azadîxwaz in. Çûna ser çiyê çûna ber bi hezkirin û azadiyê ve ye. Ên ku ne wiha ne wan qebûl nakim.

Têkilî min, meseleya azadiya min jî têkilî demokratîkbûna Tirkiyê û azadbûna Kurdan e. Heke azadiya gelê me were mîsogerkirin ti maneya ku li girtîgehê bimînim namîne.

Şibandina ser Mandela tam lê naye. Madela bi îcazeta emperyalîst bû. Dewleta hevlaeyen dixwaze min weke bi îcazeta emperyalîzmê nîşan bide. Ji vî alî ve reht im. Ez ji dewletên emperyalîst an jî dewletê bicihanîna azadiyê naxwazim. Naxwazim werim ser wê pozîsyonê ku ji wan destûrê bixwazim. A min encex bi azadiya gel pêk were. Ez ne tenê ji bo azadiya Kurdan têdikoşim, me ji bo azadiya hemû gelan têkoşîn kir. Hişmendiya min a azadiyê, azadbûna gelan e.

Ez azadîxawz im, nirxên min ên azadiyê xwedî xezteke felsefî û fîlozofîk e. Di eyarê Bookchîn, Nîetzsche, bi ser de xwedî xeteke wiha me ku ji wan dibihirim, çalakiya min a siyasî leşkerî heye. Lê jirêderketin, jirêderxistin jî hene, yên ku xencer dikin. Xeta min a azadiyê pir xurt e. Li ser miara azadiya jinê û rêxistiniyê, li ser mijara leşkerî, rêxistinî û pratîkê rêz û rêçika me, xeta me zelal e.

Dirûşmeya jinan, ''Heta ku Ocalan azad nebe em ê azad nebin'' xweş e. Ji ber ku ez azad im, hûn ê jî azad bin! Wekî encam siyasetmedar divê xwedî nasnameyeke gewherî û xurt be.

Em ji serî heta binî pevçûn in! Kesayatiya rêbertî ya bi dirûbyûî an jî kesayata têkoşer, ji serî heta binî ne pevçûn, bi hostatiyeke mezin yê pevçûnê ye, têkoşer e. Aliyê kedê, paratina wê, yanî aliyê azadkirina wê, aliyê pêşengiyê û reşandina vê, anîne bi ser rêxistin, siyaset û leşekriyê, bi cîldan bi pirtûkan dikare were vegotin.

Her tişt girêdayî têkoşîna we ye. Heke hûn hinekî bi pêş ve biçin her tişt wê çareser bibe. Lê ku hûn nekin wê bidome. Hem wê tecrîd bidome û hem jî xwîn birije. Her kes li gorî vê divê tişta ku ji dest tê bike. Vî gelî berdêlên giran da. Her kes ji bo vî gelî bila têbikoşe.

HÊZA ÇARESERIYÊ HÛN IN

Ne tenê Kurd, li vir gelek civak hene. Hemû civak bigihijin hûn ê bibin hêz. Çareserî jî bi vî rengî tê. Ez di vî temanê xwe de bi şev û roj dixebitim. Li rêyên çareseriyê digerim. Ji bo xwe tiştekî nakim. Lê me soz da vî gelî. Vî gelî ew qas berdêl da. Ev 50 sal in em ked didin, nirx hene. Me berdêlên giran da. Heke hûn bibin yek û xurt bibin hûn ê pirsgirêkê jî çareser bikn. Kesek nayê ji we re pirsgirêkê çareser nake. Hêza esasî ya çareseriyê hûn in.

Gotineke xwe ya ku tim dibêjim divê dîsa dubare bikim: Carinan hin kêliyên wiha hene dîrok bi kesayatekê re tê jiyîn, kesayat di dîrokê de dijî! Pir biêş derbas bûbe jî, nikare were înkarkirin ku hinek ji rûmta vê kesayatê bûye para min. Ji hine dî cihêtir, wêdetirî 'qurbanê qederê'' ya vê dîroka trajîk ji bo ku dixwazim xwedî rol bim, pir baş pê dizanim ku li pey min dek û dolaban digerînin. Ji ber vê, min dirûşmeya vê doza xwe ,''azadî wê bi ser bikeve'' danî.

Qedera ku di lîstikên trajîk de tim dubare dibe mirov ji alî azadiyê ve xirab bike wê têrê bike ku mirov bikaribe êşê ragire. Li gel doza min û hevrêyên doza min vê carê di lîstina vê lîstikê de ku vê carê navê wê rastî bixwe ye, ya ku li para qederê dikeve wê têkçûn be.''

*Ji parastina ''Sosyolojiya Azadiyê'', analîza Rastiya Rêbertî û Nîşeyên Hevdîtinê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye tomarkirin.