Li Iraqê şerê ‘destketiya dîplomatîk’

Dewleta Tirk a ku di demên dawî de hewl dide rêveçûna şer biguherîne, lêgerînên xwe didomîne. Hewl dide hevsengiya li Rohilata Navîn jî li gorî vê saz bike; di hevkêşiya Iraq, Îran û Sûriyeyê de dixwaze hevsengiyan li gorî polîtîkayên xwe dîzayn bike.

Dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze operasyon û planên dagirkeriyê yên nû li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê pêk bîne, giranî da xebatên xwe yên siyasî, leşkerî û dîplomatîk ku navenda wê li Iraqê ye. Yek ji deriyên xebatên li ser xeta Enqere, Bexda Hewlêrê tê meşandin li Washîngtonê hate vekirin û dewleta Tirk ji bo ku nîşan bide hevsengiya li herêmê li gorî berjewendiyên wê dixebite, şerek taybet ê mezin dimeşîne.

Dewleta Tirk ku di pêvajoyên dawî de hewl dide rêveçûna şer bi rê û rêbazên cuda biguherîne, lêgerîna xwe ya di vê mijarê de didomîne. Hewl dide hevsengiya li Rohilata Navîn jî li gorî vê saz bike; di hevkêşiya Iraq, Îran û Sûriyeyê de dixwaze hevsengiyan li gorî polîtîkayên ku dimeşîne dîzayn bike. Di vê çarçoveyê de pêşketinên bazirganî û siyasî yên bi hikûmeta navendî ya Iraqê re li herêmê jî rê li ber tevgerekê vekir. 

Têkiliyên bazirganî yên salên dawî di navbera Bexda û Enqereyê de ku di bin navê "Projeya Rêya Başbûnê" de pêş dikevin, hêdî hêdî ber bi têkiliyên îstixbaratî û leşkerî ve diçin. Dewleta Tirk bi sûdwergirtina ji krîz û pirsgirêkên herêmî, hewl dide hêzên herêmî yên mîna Iraqê hem di aliyê leşkerî hem jî siyasî de li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê bikar bîne. Dewleta Tirk a ku di bin navê "Projeya Rêya Başbûnê" de pereyekî pir mezin xerc dike, bi vê re her çendî nekaribe Bexdayê tevlî operasyona awarte ya li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê bike jî, neçar dike ku ‘Bêdeng bimîne.’

NÊZBÛNA DYE Û DEWLETA TIRK

Dewleta Tirk ku lez da geşedanên bi vî rengî, tenê bi vê yekê re sînordar nema, ji bo li herêmê vê rolê bilîze li deriyên DYE’yê jî xist. Dewleta Tirk ji ber polîtîkyên xwe yên derve yên neserketî yên li Sûriye û Iraqê, têkîliyên xwe yên herî xirab ên 10 salên dawiyê bi DYE’yê re dijî. Herî dawî di sala 2019’an de sîstema parastina hewayê S-400 ji Rûsyayê wergirt û li ser xaka xwe bi cih kir. Ev yek bûbû sedem ku DYE hem pêkanîn ferz bike, hem jî ji projeya balafirên şer a F-35 derxîne. Bi pêvajoya endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya ji NATO’yê re, têkîliyên DYE û dewleta Tirk car din kete rojevê. Dewleta Tirk qebûl nekir ku her du welêt bibin endamên NATO’yê û pêvajoyeke nû ya bazarê dabû destpêkirin. Di encama bazarên hatine kirin de, DYE’yê firotina balafirên şer a F-16’ê ji dewleta Tirk re erê kir. Nayê zanîn ku balafirên şer F-16 hatin dayîn yan na. Vê yekê mereq çêkir ka ev rewş wê bandorê li sanayiya parastinê û qadên cuda bike, yan na.

LÎSTOKA POLÎTÎK: DESTKEFTIYA DÎPLOMATÎK

Piştre di navbera Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antony Blînken û Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan de di rojên 7-8’ê Adarê de hevdîtin pêk hat; hevdîtin di çarçoveya civînên “Mekanîzmaya stratejîk” de pêk hat. Piştî geşedana firotina balafirên şer a F-16’ê ya di navbera DYE û dewleta Tirk de, bi israr hewl tê dayîn ku ev hevdîtin bi rengekî erênî bê nîşandan. Hêza du alî ji mijareke herêmî wêdetir bi rengekî stratejîk berevajî ketine. Daneyên li holê jî nîşan didin ku têkîliyên ‘enkaz’ ên bi salane di navbera DYE û dewleta Tirk de, wê bi çend hevdîtinan ‘baş nebe’. Têkîliyên ku di demên dawî de bi DYE’yê re hatine kirin û bi rengê “destkeftiyên dîplomatîk” tên servîskirin, weke rewşên “lokal” tê dîtin. Dewleta Tirk hewl dide di çapemeniyê de van hemû geşedanan li gorî ku ji bo polîtîkayên wê yên leşkerî û siyasî bi sûd e, nîşan bide. Lê ev yek ji rastiyê dûr e.

GELO DIBE RÊ WERE GUHERTIN?

Dewleta Tirk a ku ewqasî xwe nêzî Rûsyayê kiriye, nayê payin ku ji aliyê stratejîk ve di demeke nêz de rêya xwe biguherîne. Dewleta Tirk a ku pirsgirêkên wê bi NATO û bloka Rojava re heye, bi hemû xetên xwe xeta Avrasyayî derbas kir û bi bloka Rojava re têkîliyên kevin pêş xist. Ev jî tê wê wateyê ku wê têkîliyên ku di demên dawî de hewl dide li Rojhilata Navîn bi taybetî bi Misir û Lîbyayê re pêş bixe, têk biçe. Ev rewş ji xeynî Rojhilata Navîn dibe li herêmên Behra Spî, Qafqasya û Behra Reş jî bibe sedemê geşedanên siyasî û leşkerî.

BAZIRGANÎ DI ASTA HERÎ JOR DE YE

Li ser têkliliyên nû yên ku dewleta Tirk dixwaze di çarçoveya operasyona muhtemel a ku amadekariya destpêkirina wê dike wê bandorek çawa bike nîqaş didomin. Di çapemeniyan de wisa tê nîşandan ku her tişt li gorî polîtîkayên dewleta Tirk teşe digire, lê li qadê bersiveke tam ji vê re nîne. Çapemeniya Tirk hewl dide bi taybetî têkiliyên dawî yên bi Iraqê bixe rojevê, bi vê yekê di çapemeniyên Ereb de cih bigire û têghiştinek ku wê li Iraqê ‘Operasyonek mezin pêk were’ derdixe pêş û hewl dide bi vê yekê ji bo operasyonê îqna bike.

Hemû hevdîtinên ku li pişt perdeyê hatin kirin, rasterast têkiliya wê bi bazirganiya di asta herî jor de re heye. Bê guman di rastiyê de berovajî tiştên tên gotin û nîşandan, dewleta Tirk hem di hundir de hem jî ji aliyê têkiliyên derve ve di nava zext û krîzeke mezin de dijî û bi siyasetek bi vî awayî hewl dide ‘gogê ji qada xwe biavêje’ derve. Hewl tê dayîn bi van geşedanan re ji bo hilbijartinên xwecihî yên dema pêş razemenî çêbike û derketinek pêk bîne.

LI IRAQÊ OPERASYONÊN DIJBER

Li aliyê din hewl dide atmosfera ku Iraq li hemû qadên Rojhilata Navîn di bin kontrola wê de ye nîşan bide, li aliyê din li hemberî operasyona ku Îran li ser PDK’ê li Iraqê pêk tîne, çavên xwe digire. Dewleta Tirk a ku ji bo encama dawî li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bigire serî li her rê û rêbazê dide, çeka herî mezin PDK didît. Di polîtîkayên dagirkeriyê de, PDK li Iraqê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê di refên dewleta Tirk de cih digire. PDK li gorî mejiyê dewleta Tirk dimeşe, ev jî wê bibe sedem ku rastî zerarên mezin were. Îran; bi biryara dadgeha federal a Iraqê re hem qedexeyên siyasî hem jî aborî li ser PDK’ê ferz dike, ev rewş jî weke hewldanek li dijî polîtîkayên dewleta Tirk tê nirxandin. Ji ber ku tevgerên Îran û hêzên piştgiriya wê dikin rasterast dewleta Tirk a ku paşmêrê PDK’ê ye dike hedef.

NE PDK GELÊ BAŞÛR WINDA DIKE

Lê belê polîtîka û nêzîkatiyên şaş ên PDK’ê bûne sedem ku li gelemperiya Iraqê li şûna PDK’ê Kurd derbeke mezin bixwe. Pêvajoya ku bi zerarên referandûma 2017’an destpê kirî; ku yek ji mînakên herî girîng ên siyaseta şaş a PDK’ê ye, ev rewş di heman demê de dibe sedem ku îrade û deskeftiyên gelê Başûrê Kurdistanê gav bi gav bê şikandin. Ev pêvajo hêj jî didome. Ji ber polîtîkayên tên pêk anîn di roja me ya îro de li şûna ku Kurd li Iraqê bi bandor bin, Şîayên ku di bin serkêşiya Îranê de li Iraqê bi bandortir bûne.

HEWL TÊ DAYÎN ATMOSFEREKE NE EWLE LI BAŞÛRÊ BÊ AVAKIRIN

Dewleta Tirk; Ji bo planên nû yên dagirkeriyê bixe meriyetê, li gelemperiya Başûrê Kurdistanê jî şerekî mezin ê taybet dimeşîne. Bi êrîşên balafirên bêmirov û êrîşên sûîqestê yên li bajarên cuda yên Başûr pêk tîne, dixwaze atmosfereke ne ewle ava bike. Bi vê yekê re hewl dide tabloya rastî ya polîtîkaya şerê topyekûn a bi salan e dimeşîne, neyê dîtin.