Li Idlibê ku rejîma Rûsya û Sûriyê ev mehek û nîv e operasyonan dike, van du rojên dawî di navbeyna Rûsya, Tirkiye, rejîm û komên dijî rejîmê de tevgerek heye.
Van 48 saetên dawî Rûsya got li herêmê agirbest hatiye ragihandin, komên çekdar ev li derewê qeliband û duh li cihê çavdêr ê Tirkiyê yê bi nimroya 10'an xisti. Tirkiyê got ji herêma rejîmê 35 hawan hatine avêtine, Rûsyayê got koordînatên cihan Tirkiyê dane û Tirkiyê jî ev li derewê qeliband.
Tirkiye ya ku li dijî operasyona Rûsya û hêzên rejîmê ya ji bakurê Hemayê, ji bejahiyê û hewayî ya bi ser Idlibê de bêdeng mayî, piştî desteke hişkere, bi dizî ya NATO û DYE'yê rasterast çek ji komên çedar re şandin.
Qada tevgerê ya Tirkiyê ku li Idlibê di navbeyna Rûsyayê û DYE-NATO'yê de asê bûyî, qedera herêmê her wiha li ser pergala berevaniya moşekî ya S-400'î ya ku plansaziyê wê dike ji Rûsyayê bistîne û li ser tercîha plansaziya standina F-35 a DYE'yê maye.
Ji bilî daxuyaniyên fermî dema ku mirov dêhn û bala xwe bide ser rûdanên li qadê, mirov dikare bibêje qazana ku ji zû de bû dikeliya êdî ser ve diçe.
MESELEYA AGIRBESTÊ
Li Idlibê destpêkirina agirbestê ne rewşeke nû ye, ev mijar ev ji 2 heftiyan zêdetir e di navbeyna Rûsya, Tirkiyê û komên çekdar de tê axaftin. Tirkiye bi agirbestê dixwest heta piştî hilbijartinê hilmê bistîne û bi ser bikeve.
Li bejahiya bakur a Hemayê û ya Idlibê 80 hezar sivîl hene ku dixwazin derbasî herêma rejîmê bibin. Rûsya ji bo ku li bara NY'yê û Rojava destê xwe xurt bike û desteka psîkolojîk a li operasyonê ev pir dixwest. Dema ku sivîl derbasî aliyê rejîmê bibûna û hem jî agirbest ji bo Rûsya-rejîmê wê bibûya propagandayeke baş.
DAXWAZ NEHATIN QEBÛLKIRIN
Komên çekdar ku di danûstandinên agirbestê de hebûn, xwestin ku rejîm ji herêmên ku standiye derkeve û dawî li êrîşên hewayî bîne. Rûsya û rejîmê ev daxwaz qebûl nekirin. Tirkiye jî bi kêmanî heta hilbijartina Stenbolê ji bo ku serê wê neêşe dixwest ku agirbest bibe.
Medyaya Rûsyayê got ji 13'ê Hezîranê saet 00.00'an û wir ve agirbest sazkar bûye, tam van saetan komên çekdar ragihandin wan li dijî rejîmê operasyon dane destpêkirin. Heman saetan balafirên şer ên rejîmê û Rûsyayê bi hewayî li herêmê dan.
ÊRÎŞA LI SER CIHÊ ÇAVDÊR Ê TIRKIYÊ
13'ê Hezîranê artêşa Tirk (TSK) ragihand ji herêma bi kontrola rejîmê 35 hawan bi ser cihê wan ê çavdêr ê bi nimroya 10'an a li bakurê Hemayê ketine û 3 leşkerên wan birîndar bûne.
Hema di pey vê daxuyaniya artêşa Tirk re Rûsyayê daxuyaniyeke balkêş da, got, di êrîşê de ya ku 3 leşkerên Tirk birîndar bûyî, ''El Nûsra bûye hedef, li ser daxwaze Tirkiyê û bi koordînatonên ku Tirkiyê dayî pêk hatiye.''
Li vir xala balkêş gotina, ''Koordînatên ku Tirkiyê dane''. Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Hêzên hewayî yên Rûsya koordînatên ku aliyê Tirk dayî bi kar anî, 4 êrîşên hewayî bi ser cihên diyar. Di encama vê de gelek milîtan, mewziyên ku ji bo ku hawanan jê bavêjin cihê çavdêr ên Tirk, hatin rûxanin.''
TIRKIYÊ BERSIVEKE GIROVERIK DA
Piştî vê daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirk bi çend saeetan Wezareta Berevaniyê ya Tirk got, ''Nûçeyên ku diibêjin, hêzên hewayî yên Rûs, bi koordînatên ku ji Tirkiyê xwestine li terorîstan xistiye, ne rast e''.
Li gel daxuyaniya fermî ya Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê jî, Wezareta Berevaniyê ya Tirk behsa vê nekir û bi rengê ''li gorî nûçeyên ku di hin organên çapemeniyê de cih girtî'' da.
ÎFŞAYA RÛSYAYÊ, TIRSA TIRKIYÊ
Rûsya bi rengekî fermî aşkere kir ku koordînatên komên çekdar Tirkiye dide, bi vê Rûsya dixwaze ku navbeyna Tirkiyê û komên çekdar xira bike. Tirkiye jî ev li derewê qeliband û ev jî tirsa Tirkiyê nîşan dide.
GUMANÊN ASAYÎ
Jêderên li qadên dibêjin rasterast komên çekdar li cihê çavdêr ên Tirk xistin. Jêderan her wiha li ser disekinin bê ka kîjan komên çekdar ev êrîş pêk anîne û dibêjin, guman li ser Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û Ceyşûl Izze ne.
Jêder dibêjin, Tirkiye ji mêj ve destekê dide komên çekdar, her wiha têkilî navên payebilind ên El Qaîde agahiyên îstîxbarî kom dike û koordînatan dide Rûsyayê. Tê gotin, El Qaîde (HTŞ) bi vê gavê dibe ku xwestibe Tirkiyê û Rûsyayê bîne pêşberî hev.
MIRINA BIGUMAN A SARÛT
Tê gotin bi guman nêzî bûyera mirina yek ji fermanarê Ceyşûl Izze, Abdulbasît El-Sarut dibin ku beriya bi çendekê li Hemayê piştî ku birîndar bûbû rakiribûn Hetayê û li vir miribû. Tê gotin, qenadekî Ceyşul Îzze, ya bi desteka CÎA û Pentagonê, bawer dike ku Sarût li Tirkiyê hatiye kuştin û divê heywa wî li erdê nemîne.
Her çendî niha mijara mirina Sarût an jî kuştina wî zelal nebûbe jî, li dijî zexta Rûsyayê ya li ser Tİrkiyê ku dibêje, ''Tirkiye peywira xwe ya li Idlibê bi cih nayîn'', bi kuştina fermandarekî koma bi desteka CÎA û Pentagonê dibe ku ev zext hatibin kêmkirin. Her wiha tê gotin merasîma cenaze ya ji bo Sarût a li Hetay-Reyhanlî ji bo wê ye ku kesek gumanê jê nebe.
TIRKIYÊ JI RÛSYAYÊ XWEST KU MUDAHELE BIKE
Herdu îdîa jî hê nehatine piştrastkirin. Lê piştî êrîşa li ser cihê çavêr ê Tirk, Tirkiyê ji Rûsyayê xwest ku ji hêla hewayî mudahele bike. Piştî daxwaza Tirkiyê Rûsyayê ne tenê li ser cihê bi nimroya 10'an, li ser cihê bi nimroya 9'an jî êrîşa hewayî bire ser koman.
LÎSTIKA DU ALÎ
Tirkiye ya ku li Idlibê ji hêla îdeolojîk ve bi komên çekdar e lê ji ber berjewendiyên xwe bi Rûsyayê re tevdigere, hê jî li herêmê dixwaze hinekî wext bi dest bixe. Tercîha Tirkiyê ya li ser S-400 û F-35'an ango ya li ser Rûsya û DYE'yê wê tercîha Tirkiyê ya li ser Idlibê jî diyar bike. Lê heta wê rojê wê lîstika dualî ya Tirkiyê bidome.