Leşkerên Tirk dikin nakin nikarin li qadên gerîla bi cih bibin

Artêşa Tirk ji sala 2021 û 2022'an û vir ve hewl dide li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bi cih bibe. Lê belê dike nake nikare li wan gir û qadan bisekine ku xwe lê daniye.

Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê hesabê wê yekê kir ku wê bi rê û rêbazekê karibe gerîla tasfiye bike; têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji holê rake. Lê belê hesabên wê li hev nehat. Di dawiya sê salan de tê dîtin ku bahozek lê rabûye.

Divê bîlançoya vî şerî ji sala 2021'ê û pê ve bê nirxandin, ji ber ku di halê hazir de rêbaza heyî ya şer û taktîka êrîşê ya artêşa Tirk destpêkê di Sibata 2021'ê de bi êrîşa li ser Garê destpê kir. Serokkomarê Tirk Erdogan bi gotina 'Em şerê herî berfireh ê dîroka xwe ya komarê dimeşînin' ragihand ku dewleta Tirk li dijî gerîla û gelê Kurd dest bi êrîşeke berfireh kiriye. Gava ku mirov bala xwe bide ser şerê sê salên dawî wê bê dîtin, bê çawa dewletê saziyên xwe hemû ji bo şer seferber kiriye, çavkaniyên xwe hemû ji bo fînansekirina şer bi kar tîne. Bîlançoya vê salê ji ber vê yekê gelek tiştan radixe pêş çavan. Li gel biryara bêçalakîtiyê ya ji ber erdhej û hilbijartinê, performansa bêhempa ya gerîla, çalakiyên encamgir û operasyonên şoreşgerî li pêş çavan e. Piraniya wan jî hatin belgekirin û bi raya giştî re hatin parvekirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bûyerên li qada şer bi rengekî fermî eşkere kir û bi rêk û pêk agahî da.

LI GARÊ TÊK ÇÛN

Mîna di her tiştî de, di şer de jî demên krîtîk hene. Ji bo dewleta Tirk ku ji sala 2015'an û vir ve 'Plana têkbirinê' dimeşîne, dema krîtîk a şerê li dijî gerÎla û gelê Kurd, şerê Zapê yê sala 2022'an bû. Ji ber vê yekê di pêvajoya destpêkê ya şer de Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ev şer weke şerê man û nemanê pênase kir. Dewleta Tirk li gorî plan û stratejiya xwe wê 'derba kuştinê' ya dawî li gerîla û gelê Kurd bixista. Rejîma faşîst ev êrîşa dawî di Sibata 2021'ê de bi êrîşa çar rojan a li ser Garê da destpêkirin, lê belê tevî ku bi rengekî mezin têk çû, êrîşa xwe hîn giran kir û dewam kir. Armanc jî ew bû ku gerîla bi temamî ji holê rake, têkoşîna azadiyê di demeke kurt de ji hev belav bike û plana xwe ya qirkirina Kurdan bibe serî. Lewma dema krîtîk û êrîşa krîtîk şerê Zapê yê sala 2022'ê bû.

BÎLANÇOYA ŞER A 3 SALAN

Derfetên NATO'yê hemû bi kar anî, sûcê şer kir û bi rêbazên şerê taybet li her qadê êrîş giran kir. Bi derfetên dewletê hemûyan bi temamî kete nava şer. Salên 2021-2022 û herî dawî sala 2023'an şerekî giran qewimî û dema ku mirov encamên şer binirxînin, hingî rewş bêhtir diyar dibe.

- Kurtasiya bîlançoya şer a 2021'ê ya li Avaşîn, Zap û Metînayê: 2025 êrîşên hewayî, 367 êrîşên bi çekên kîmyewî, 436 êrîşên bi obus û hawanan. Li hemberî van êrîşan gerîla 742 çalakî lidar xistin. 298 gerîla şehîd bûn. 861 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 128 jî birîndar bûn. Ev yek ji sala 2015'an heta 2021'ê daneyên herî bilind e.

- Bîlançoya şerê 2022'an ê li Zap (rojhilat, rojava) Avaşîn û Metînayê: 4527 êrîşên hewayî, 3280 êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 5702 êrîşên bi helîkopteran. Hêzên gerîla bi giştî 3034 çalakî lidar xistin. 301 gerîla şehîd bûn. Di encama çalakiyên gerîla de 2942 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 408 jî birîndar bûn.

- Bîlançoya şer a 2023'an: 1580 êrîşên hewayî, 1038 êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî û çekên kîmyewî. 342 êrîşên bi droneyan, 9 êrîşên bi bombeyên taktîk nukleer. Hêzên gerîla 1712 çalakî lidar xistin. 179 gerîla şehîd bûn. 919 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin ku 7 jê leşkerên bi paye û 2 jî kontra bûn. 128 leşkerên dagirker jî birîndar bûn.

ÊRÎŞ JÎ BERXWEDAN JÎ MEZIN E

Ji van daneyan mezinahiya êrîşan û berxwedana li hemberî van êrîşên qirkirinê tê fêhmkirin. Dewleta Tirk di nava sê salên dawî de bi giştî 13 hezar û 834 caran êrîşên hewayî kıir. Her wiha 4 hezar û 685 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî û çekên kîmyewî êrîş kir. Her roj bi sedan caran bi obus, hawan û tankan êrîş kir. Di heman demê de sala 2023'an tevî ku 6 meh bi biryara bêçalakîtiyê derbas bûn, gerîla di sê salên dawî de 5 hezar û 488 çalakî û operasyonên şoreşgerî pêk anîn. Bêguman bi vê performans û berxwedanê şerê gerîla gihîştiye asteke nû.

DAXWAZA KU ALÊ LI QENDÎLÊ BIÇIKÎNE, DI BER WAN DE MA

Divê mirov gotina 'Em ê ala Tirk li Qendîlê biçikînin' a şefê MHP'ê ku şirîkê desthilatdariyê ye Devlet Bahçelî bi bîr bixînin. Ev yek qaşo armanca herî dawî ya dewletê bû. Rawestgeha dawî ya van êrîşan jî Qendîl bû. Lê belê artêşa Tirk ji sala 2021'ê û vir ve dike nake nikare li Zap, Avaşîn û Metînayê bisekine.