Karê kabîneya nû ya rejîma faşîst a Erdogan: Qirkirina Kurdan

Kabîneya nû rejîma faşîst a Erdogan dest bi karê xwe kir û karê yekem bû qirkirina Kurdan. Li dijî vê yekê berxwedan û têkoşîna hevpar a gelan wê serketinê mayinde bike, welat û siberojeke azad ava bike.

Kabîneya nû rejîma faşîst a Erdogan dest bi karê xwe kir û karê yekem bû qirkirina Kurdan. Di vê çarçoveyê de 14’ê Hezîranê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Minbicê bigire heta Qamişlo û gelek navend hatin bombekirin. Bi dehan sivîl û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd bûn, her wiha zarok jî di nav de hinek kes şehîd û birîndar bûn. Dîsa nuqteyên leşkerî yên Şamê jî hate bombekirin û bi kêmanî 5 leşker hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.

Balkêş e demeke dirêje di navbera hikûmeta Tirkiye û rejîma Sûriye de li ser asta Wezîrên Karê Derve hewldan hatin kirin ku bikarin li ser qirkirina Kurdan li hev bikin. Di vê çarçoveyê de dema borî hatin ba hev û hate diyar kirin ku Beşar Esad di mijara derketina Tirkiye ya ji xaka Sûriyeyê bi biryar e, ev yek jî ne bi dilê Tirkiyeyê ye. Ji bo wê bi taybetî bi serketina di hilbijartinê de dixwaze bi êrîşên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zextê bike ku destê wê xurt be li ser maseyê û bikare wî rengî ya xwe li Sûriyeyê bide sepandin.

Her wiha bi vê êrîşê re jî karê yekem ê kabîneya nû ya Erdogan eşkere bû. 

Hevkariya çeteyên DAÎŞ’ê û Tirkiye ji roja ewilê li ber çav e, heta vê gavê yê vê yekê nebîne; an kor e, yan jî ji vê hevkariyê ne aciz e. Ji bo wê em qala wê hevkariyê nakin, em ê balê bikişînin ser ciheke din. Ew jî dema borî ku bi salan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye ji bo çeteyên DAÎŞ’ê yên hatine girtin û di girtîgehên Rêveberiya Xweser de ne li nava dadgeheke navneteweyî bê dadgekirin e. Di vê çarçoveyê de rojên borî Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da û ev agahî parve kir: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi awayekê adilane û eşkere dest bi darizandina çeteyên DAÎŞ`ê yên biyanî dike. Ev jî li gorî zagonên navneteweyî û herêmî yên taybet bi terorê û li gorî parastina mafên mexdûran û malbatên wan tê kirin. Ev jî nayê wateya ku rêveberiyê dev ji nêrîna xwe di giringiya avakirina dadgeheke navneteweyî de û darizandina wan li gorî rêbazên navneteweyî yên taybet bi dosyaya DAÎŞ`ê ya terorê, berdaye. Em bi bangên xwe yên ji civaka navneteweyî re ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî, bi israr in. Di vê çarçoveyê de em bang li Koalîsyona Navneteweyî ya şerê li dijî terorê, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên hiqûqê, yên navneteweyî yên pêwendîdar û rêxistinên herêmî dikin ku bi awayekê erênî bibin beşdar bibin û di hemû astên darizandinê de bibin piştgir.”

Di rewşeke wiha de bi hemû rengî wê çavê dinê li ser vê be, wê gelek perdeyên tarî yên li pişt DAÎŞ’ê yên Tirkiye taybet desthilata Erdogan û dîsa kiryarên DAÎŞ’ê yên li Ewropa bibin manşetên esasî yên rojname, ajans û Tv’yan. Ev yek jî wê bareke din li ser desthilata Erdogan zêdetir bike û gaveke din ber bi darezandin û hilweşandinê ve nêzîk bibe. 

Ji ber ku em dizanin yek ji armanca êrîşên Tirkiye ya li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku wê hêza çeteyên DAÎŞ’ê ya li Rojava rizgar bike, bike hêzek ji bo qirkirina Kurdan. Ji xwe berî niha bi dehan car bi belge û dokûmanan derket holê ku li Kurdistan û Rojava, desthilata AKP/MHP’ê çeteyên DAÎŞ’ê ji bo qirkirina Kurdan bi kar anî. 

Piştî biryara Rêveberiya Xweser êrîşên wiha dana destpêkirin ne tesadûf in, ne ji rêzê ne. Wisa dixuyê ku wê dema pêş xurtir bibe, eger ku rejîma Tirkiye bikare encamek baş ji vê bigire û li ser masê destê xwe xurtir bike, wê dest bi pêleke nû ya dagirkeriyê ji Minbicê bigire heta tê Kobanê bike. Ev jî wê hema bêje hemû destketiyên şoreşê bixe jêr xeteriya ji destçûnê. 

Ji bo vê berxwedan wê bikare qonaxa pêşiya me diyar bike. Çawa ku xeta şehîdan a berxwedanê Têkoşîna Tevgera Azadiya Gelê Kurd gihandiye vê rojê, ji niha şûnde jî teqez bi berxwedan û têkoşîneke ya parastina ax û welat wê bikare dawî li dagirkeriyê bîne. Ji ber ku eger vê carê pêleke mezin a dagirkeriyê destpê bike, egera wê pir zêde ye beşeke mezin a xaka Rojava bê dagirkirin. Ji bo wê ye ku nabe, ji vê kêliyê û şûnde xak ji dest biçe, penaberî bibe. Eger xakek hebe serfiraz li ser bijî, eger nebe jî penaber li ser nejî, bi serhildêrî li ber xwe bide, encam mirin jî be, kêfxweşî ser mirinê ve biçe. 

Ji bo wê ye ku divê têkoşîneke li ser esasê jiyîna bi rûmet a li ser xakê bê esas girtin, ne koçberî û malwêranî be. Ji ber êdî xala dawî em gihiştinê ev e. Terka welat wê dawî li dagirkeriyê neîne. Bê têkoşîn û berdêl wê siberojek azad neyê avakirin. Li wareke kolekirî evînên azad nayên jiyîn. Zarok azad nayên dinê. Li ser vê erdnîgariyê me pir berdêl da ji bo azad bijîn, pir berdêl da ji bo vî warî biparêzin. Nabe ji niha şûnde her êrîşa bû gavek bi şûnve biçin. Parçeyek xaka me ya din nemaye paşve gav bavêjin. 

Ji niha şûnde her keç û xorteke di asta şervanekê de bi rêxistinkirî be, her kêlî amade be. Di rewşeke wiha de nebe, berdêlên giran bên dayîn. 

Ev xeterî wê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriye, ji Asûrî-Sûryanî bigire heta Xiristiyan, Kildan, Kurd, Ereb, Tirkmenên herêmê jî rû bi rûyê qirkirinê bên. Ji ber temamî wê çeteyên ku ji mirovbûnê bêpar bûne, bi hovane êrîşî hemû nirx û pîvanên civakê bike. Ji xwe rewşa herêmên dagirkirî di serî de Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Idlib û herêmên din li ber çavan e. Rojane belge û dîmenên derdikevin hemû rastiya van çeteyan radixe ber çavan.

Weke encam berxwedan û têkoşînek hevpar a gelan wê serketinê mayînde bike, welatek azad bide avakirin û siberojeke ya serketî bê avakirin. Ji derveyî vê çi encama derkeve ji bo tevahî gelan wê xeterî be.