Kampanyaya azadiyê

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têbikoşe; tu jî azad bibe! Ji bo azadiya Kurdan û çareseriya pirsgirêka Kurd têbikoşe; tu jî hemû pirsgirêkên xwe çareser bike! Tevlî kampanyaya azadiyê ya cîhanî bibe; tu jî azad bibe!

10’ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê bi hemwext bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn. Li 74 navendan daxuyanî dayîn, nîşaneya temenê Rêber Apo 74 e. Piştre bi daxuyaniyên piştevaniyê yên komî û şexsî, hejmar ji sedî derbas kir. Dema ku ev nivîs hat amadekirin, daxuyaniyên piştevaniyê û tevlîbûnên kampanyaya azadiyê dewam dikir.

Yên daxuyaniya navborî dayîn û bang kirin, pir reng bûn. Fîlozof, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, sendîkavan, siyasetmedar, eger gotin di cih de be her kesê ku bi fikirînê dijî di nav de hebûn. Hemû jî mirovên di nava civakê de dihatin naskirin bûn. Jin hîn zêdetir bûn. Sekna wan a bi coş, kelecan û bi hêvî di tevgerên wan de diyar bû. Lêgerîna cîhaneke nû û azad, armanca wan a hevpar bû.

Sala 1998’an sîstema modernîteya kapîtalîst a cîhanî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrîşa komploya navneteweyî pêk anî, dîroka 10’ê Cotmehê salvegera 25’emîn bû. Rêber Apo 25 sal in di bin sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê de tê girtin. Daxuyanî û bangên hatine kirin, li dijî vê sîstema êşkence û qirkirinê ye û ji bo di sala 26’emîn de xurtkirina têkoşîna bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Bi vî rengî sala 26’emîn a têkoşînê biryardarî û hedefa serkeftinê datîne holê. Nexasim gotin, ‘ev hîna destpêk e, wê hîn xurttir bibe’.

Gelek eşkere ye ku ev tişta tê kirin, di dîroka Kurdan de cara ewilî ye. Berê ji bo ti Kurdekî têkoşîneke wiha nehatiye meşandin û kampanyaya çalakiyê nehatiye lidarxistin. Ji aliyê dîroka cîhanê ve jî, mînaka herî nêz a di hafizayan de maye, kampanyaya ku ji bo lîderê azadiyê yê Efrîqaya Başûr Nelson Mandela hatî lidarxistin e. Bi vekirî tê dîtin ku, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê belavî her çar aliyên cîhanê bûye û bûye têkoşîneke azadiyê ya cîhanî. Fikrên Rêber Abdullah Ocalan belavî hemû cîhanê bûne û di serî de jin, hemû kesên bindest xwedî lê derketiye. Rêber Apo 25 sal in di bin tecrîda giran a Îmraliyê de dijî. Bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê, di asta cîhanî de bûye rêberê azadiyê yê hemû kesên bindest.

Îcar kampanyaya azadiyê ya navborî wê di astê de pêş bikeve û çalakiyên azadiyê wê çiqas belav bibin? Bê guman bersiva vê pirsê, wê pratîk nîşa bike. Lê eger mirov li ser asta zanebûn, bawerî û îradeya yên kampanyaya azadiyê dan destpêkirin û sekna wan a bi biryar baldar be, em dikarin bibêjin ku kampanyaya azadiyê ya di dîroka mirovahiyê de herî mezin û bi wate dane destpêkirin. Çavkaniya esas a kampanyaya azadiyê Berxwedana Îmraliyê ya dîrokî û berxwedana gerîla ye ku li dijî her cûre çekên kîmyewî û taktîk nukleer bi lehengî li ber xwe dide. Eger mirov li ser vê yekê baldar be, diyar dibe ku serkeftin hîna ji destpêkê ve bûye garantî.

Gelo hêzên komploger ên ku sîstema êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê ava kirine û bi israr didomînin, wê ji kampanyaya azadiyê ya cîhanî re çi bibêjin? Ya rasttir, kampanyaya navborî wê çiqas van hêzan bandor bike û di demek nêz de wê rê ji çi cure geşedanên siyasî re veke? Weke astekî helbet divê mirov di vê çarçoveyê li kampanyaya azadiyê ya cîhanî binêre û analîz bike.

Gelek eşkere ye ku hêzên komploger ên sîstema êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê ava kirine, sûcdarên qirkirina Kurdan a sedsalî ne. Lewma wê di siyaset û zihniyeta qirker de israr bikin. Lê wê berxwedana Kurdan a pêşketî û kampanyaya azadiyê ya cîhanî jî ji nedîtî ve neyên. Ji ber ku têkoşînê azadiyê ya Kurdistanê ji bo tengasî û neçareseriya wan, hêza çareseriyê ye û li ser vî bingehî hemû cîhanê bandor dike. Di vê çarçoveyê de jî xwedî hêz û nirxeke siyasî ye ku her diçe zêde dibe.

Mînak em li şerên Ûkrayna, Qerebax û Xezeyê binêrin. Li çalakiya Enqereyê û şerê Zapê binêrin! Bi gotina hemû jî bûyerên leşkerî û şer in, gelo mirov dikare van heman bike? Eşkere ye ku yên yekemîn komujî û neçareseriyê tînin, yê duyemîn xwedî felsefeyeke jiyanê û exlaq e, yê sêyem her tim aliyan ji dervey şer digire û ji pirsgirêkên herî tevlîhev re jî çareseriyê pêşbînî dike. Yên yekemîn şerê berjewendiyê yê qirêj a di nava sîstema modernîteya kapîtalîst de îfade dike, yê duyemîn li dijî sîstema desthilatdarî û dewleta ku çavkaniya her cure xerabiyê ye, konfderalîzma netewa demokratîk ku afirênerê jiyana azad e hedef digire.

Bê guman kampanyaya azadiyê ya cîhanî ku 10’ê Cotmehê hate destpê kirin, xwedî armancên siyasî yên şênber in. Mesele, parçekirina sîstema êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo yek ji van armancan e. Dîsa çareseriya li ser bingehê azadiya Kurd û demokratîkbûna Rojhilata Navîn jî armancek din e. Helbet kampanyaya azadiyê ya cîhanî, bi çalakiyên ku her roj li gelek qadan lidar dixe, wê van armancan bi ser bixîne. Lê divê mirov kampanyaya azadiyê ya çalakiya “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” tenê bi armancên siyasî yên navborî re girê nede û tenê têkildarî Kurdan nebîne. Her cure kampanyaya çalakiyê ya ku ji bo hilweşandina sîstema êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ji pirsgirêka Kurd re pêkanîna çareseriya demokratîk, tê meşandin ji aliyê siyasî ve ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn û avakirina demokrasiya cîhanî roleke mezin dilîze. Di heman demê de bîrdoziyek mezin û şoreşa çandî jî bi Kurdan, jinan û hemû mirovahiyê dide jiyîn. Mesele Kurdên ku her roj di nava çalakiyan de ne, xwe li ver vê bingehê rêxistin bikin, dê weke ruhî, hestî, fikrî û tevgerî guhertineke mezin û şoreşa kesayetî bikin. Li dijî zihniyet û siyaseta mêrê desthilatdar, faşîst, mêtinger û qirker di nava têkoşînê de her cure taybetmendiyên koletiyê bişkîne û biavêje û wê li ser rêya bûyîna kesên azad bi gavên xurt ber bi pêş ve biçe. Heman rewş mirovên ku li çar aliyên cîhanê beşdarî kampanyaya çalakiyê bûne jî, bê bijîn. Bi pêşxistina dzanebûn û rêxistinbûna demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê, wê jiyan û sîstema modernîteya demokratîk a alternatîf derxînin holê.

Bi eşkere tê dîtin ku sîstema êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê ji bo me hemûyan sîstema kolekirinê ye. Pirsgirêka Kurd a ku bi qirkirinên Ermenî, Suryanî û Rûmê destpê kirine û di qirkirina Kurdan de şênber bûne, pirsgirêkek e ku me hemûyan digire nava benên koletiyê de. Wê demê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan jî, wê zincîrên koletiyê yê me hemûyan bişkîne û me jî azad bike. Çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingehê azadiya Kurda, wê bibe azadiya hemû gel, jin û mirovahiyê.

Wê demê ne tenê ji bo Kurdan, di serî de jin ji bo hemû bindest, gelan û mirovahiyê kampanyaya azadiyê hatiye destpêkirin. Her kesê ku beşdarî kampanyayê bibe û çalakiyan lidar bixe, di esasê xwe de ji bo xwe, azadiya xwe û mirovahiyê wê têbikoşe. Hem jî wê bi hewaya cejnê û bi perwerdekirina xwe bike. Li cîhaneke ku derdorên sermayeyê ji bo berjewendiyê mirovahî, xweza û civak tune kirine û zext, komkujî û şer ava kirine de, wê bi çalakvantiyeke hînker, rêxistinker, anîna ba hev, pêkanîna azadiyê û bedewkirinê vê yekê pêk bîne.

Wê demê li dijî sîstema êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê têbikoşe; her cure benê koletiyê ya di mejî û dilê xwe de xera bike!

Li dijî zihniyet û siyaseta faşîst, mêtinger û qirker têbikoşe; hemû zincîrên koletiyê bişkîne!

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têbikoşe; tu jî azad bibe!

Ji bo azadiya Kurdan û çareseriya pirsgirêka Kurd têbikoşe; tu jî hemû pirsgirêkên xwe çareser bike!

Tevlî kampanyaya azadiyê ya cîhanî bibe ku 10’ê Cotmehê hate destpêkirin; tu jî azad bibe!

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka