Jin wê daxwaza xwe ya azadiyê bidomînin

Weke tê dîtin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin hene! Ji ber wê jî jiyan û azadî heye. Di vî alî de pêwîste di serî de jin û ciwan, tevahî beşên bindest xwedî li azadî û demokrasiyê derbikevin û têkoşîna wê bidin.

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hat pîrozkirin. Ji îro ve em dikarin qala beşek a rewşa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Ji wê zêdetir pêşketina şoreşgerî ya ku di kesayeta jinên vê herêmê de tê jiyîn çawa tê dîtin û em lê binêrin bê ka li Rojhilata Navîn nûnertiya paşerojeke çawa dikin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rojane ne jin bi çalakiyên cûrbecûr 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Hewl didin bi semîner, mitîng, daxuyanî û hwd… tevahî civakê bikişînin nava şoreşa jinê. Hewl didin xwe bigihînin tevahî beşên civakê û şoreşa jinê civakî bikin. Her ku diçe civak jî wate dide vê. Ango vedîtina jinê ya hêza xwe ya cewherî, qezençkirina nasnameya xwe û xwebûn, her ku diçe tê pejirandin. Li herêmek weke Rojhilata Navîn, derbasbûna jinan a vê astê pêşketinek awarte ye û bi serê xwe tê wateya şoreşê.

Li Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Apo xebatên şoreşek mezin hatin meşandin. Bi dehan salane têkoşînek bê hempa tê meşandin. Rêber Apo ji bo ku jinê beşdarî şoreşê bike û guhertinekê fikrî ava bike, têkoşînek mezin a bîrdozî da. Da diyarkirin ku heta şoreşa jinê pêk neyê azadiya civakê ne gengaz e. Li ser vê rastiyê derket rê û azadiya jinê di navenda xebatên xwe de bicih kir. Ji bo pêkanîna vê jî, jin kişande nava têkoşînê.

Li Kurdistanê bi hezaran jin beşdarî nava refên şoreşê bûn. Xwe perwerde kirin, di tevahî qadên şer û têkoşînê de cih girtin. Jinan bi hezaran şehîd dan, bûn nimûneya lehengî û girêdanê. Reng dan şoreşê, şoreş kirin ya xwe.

Ji Ewropa bigre heta Îranê, li her cihê ku Kurd lê hene jin pir çalakin. Tevgerek jin hat avakirin ku Kurdistan jî derbas kir û bû tevgerek herî bi rêxistinkirî û dînamîk a cîhanê. Em dikarin bi rihetî bêjin ku gihiştiye astek wisa ku pêşengiyê ji tevgera jin a cîhanê re bike. Pêşketinên li Îranê mînakek berbiçav a vê ye. Piştî qetilkirina Jîna Emînî, li Îranê çalakiyên herî gelemperî û demdirêj bi pêşengiya jinê pêşketin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, jin hîn di serî de bi awayek çalak, beşdarî şerê li dijî DAIŞ’ê bûn. Li dijî hovîtî û hişmendiya tarî ya DAIŞ’ê, jin bûn xwedî cesaret û têkoşînek ku tevahî cîhan kir dilxwazê xwe. Jin ne tenê beşdarî şer û şoreşê bûn, kevneşop û hişmendiyên bi hezaran salan hilweşandin. Civak ronî kirin, azadî ragihandin her kesî. Têkoşîn ji jinên Kurd derbasî gelên Ereb, Sûryan û gelên din bû. Di wateyek rast de yekbûna gel pêk hat. Weke tê dîtin li Îranê, çalakî ji Kurdan pêl bi pêl belavî gel û herêmên din bû. Li Sûriyê jî, ev yek hîn zêdetir bi rêxistinî û bi bandor pêş ket. Ji tevgerên jin ên cîhanê re bû çavkaniya tekoşînê. Li gelek cihên cîhanê jin hatin û beşdarî şerê li dijî DAIŞ’ê bûn, pêşengî ji hevgirtina enternasyonal re kirin. Rêxistinbûn û feraseta jin belavî tevahî cîhanê bû, hîn zêdetir hêvî ava kir, bû çavkaniya coş û hêz ê.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kurd, Ereb, Siryan û gelên din li ser bingehê azadî û wekheviyê bûn hevkar, yekbûna çarenûsê çêkirin. Weke di pîrozbahiyên 8’ê Adarê de hat dîtin, li tevahî herêmên xweser jin li qadan bûn. Dibe ku ziman, cil û bergê wan cuda be, lê daxwaz û hisreta wan heman bûn. Jinan azadî û wekhevî dixwest. Ne tenê xwe, heman demê de bi xwe re civakê jî diguherînin. Jinan qedexe û bend şikandin. Gotin em jî di vî welatî, vê dîrok û civakê de hene.

Li herêmên Xweser jin evqas çalak, rêxistinkirî û bi bandor in. Lê ka em li herêmên rêveberiya Şamê binêrin! Li wan deran ne tenê jin, tevahî civak di bin axa mirinê de ye. 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Şamê û herêmên din çawa hat pêşwazîkirin, kîjan çalakî hebûn? Me tişek ku teyîsî ragihandinê û raya giştî, nedît. Rêveberiya Baasê ji rêxistinbûna civakê ditirse, ew civakek bi rêxistinkirî naxwaze. Kesên azadîxwaz ji xwe re xeter dibîne. Ji wan re civakên bêdeng, bêrêxistin, ser tewandî û bûne weke keriyên pez pêwîste. Pêwîstiya wan bi jin û ciwanên ku derdikevin kolanan, mafê xwe dixwazin, tune ye. Polîs, îstixbarat û dadgehan dişînin ser wan. Civaka hatiye perçiqandin û bêdengkirin bûye şêwazê rêveberiya wan.

Li Idlib û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de jî, deng û navê jinan tune ye. Naxwazin li wan herêman hişmendî û daxwazek wiha çêbibe.

Weke tê dîtin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin hene! Ji ber wê jî jiyan û azadî heye. Di vî alî de pêwîste di serî de jin û ciwan, tevahî beşên bindest xwedî li azadî û demokrasiyê derbikevin û têkoşîna wê bidin.

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz be. Jin, Jiyan, Azadî

Çavkanî: Rojnameya Ronahî