Ji Washingtonê heta Bexdayê sirayeta îlhaqa Tirk

Dewleta Tirk ku ji bo zemînê ji dagirkeriyê re çêbike li qada navneteweyî hewldanên xwe zêde kiriye, xwest vê rewşê bixe rojeva civîna bilind a NATO'yê ya li DYE'yê. PDK jî ji bo piştevaniya dagirkeriya dewleta Tirk bike li DYE'yê bû.

DAGIRKERÎ Û ÎLHAQ

Hewldanên dewleta Tirk ên ji bo îlhaqkirina Başûrê Kurdistan û Iraqê, li gelek cihan bû sedema liv û tevgerê. Ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya ku qada hewayî ya Iraqê di kontrola wê de ye heta Îranê hemû alî daxuyaniyan didin. Hewl hate dayîn ku planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li civîna bilind a NATO’yê jî bikeve rojevê. Di çarçoveya civîna bilind a NATO’yê de, hewldanên Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan û hewldanên Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Huseynî jî di vî alî de tên nirxandin. DYE’yê ev daxuyanî da: “Divê bi Bexda û Hewlêrê re koordînasyon bê çêkirin.” Her wiha Iraqê jî ev tişt got: “Rê nehat dayîn.” Ev daxuyanî îşaret bi operasyonên dagirkeriyê yên ku “sînorên wan hatine diyarkirin” dikin.

DEWLETA TIRK LI HÎN ZÊDETIR QADAN BI CIH DIBE

Lê artêşa Tirk; ji bêistiqrariya li Iraq û Başûrê Kurdistanê sûd werdigire û lez daye lêgerînên xwe yên ji bo hîn zêdetir li herêmê bi cih bibe. Dewleta Tirk hewl dide li beşekî mezin ê Behdînanê bi cih bibe; gundan dişewitîne û hîn jî herêmê vala dike. Îlhaqkirina xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê, li ser bingehê peymanên navneteweyî û herêmî tê pêkanîn. Di serî de Bexda, bêdengiya aliyên muxatab dibe sedema şîroveyên bi vî rengî.

DERDORÊN ŞÎA NEREHET IN

Li Iraqê lîderê Tevgera Heq a Asaib Ehlî, Qeys El- Xezalî nerazîbûnên cidî raber kir. Lîderê Şîa ev daxuyanî da: “Artêşa Tirk divê xwe ji tevahiya xaka Iraqê vekişîne.” Ev daxuyanî weke helwesta piraniya civata Şîa ya li Iraqê, tê nirxandin. Her wiha derdora siyasî ya ku Xezalî jê re lîdertiyê dike, weke aliyekî girîng ê Heşdî Şabî tê zanîn. Dîsa Çarçoveya Koordînasyonê ku hêzeke navendî ya Bexdayê ye, daxuyaniyên di vî alî de dide. Lê hikûmeta Sudanî jî hewl dide nerazîbûnên tên raberkirin, pasîfîze bike.

ROLA KU HIKÛMETA SÛDANÎ GIRTÎ SER XWE

Hikûmeta Sudanî ku nerazîbûnên ji herêmê û raya giştî ya Iraqê pasîfîze dike, piştî civîna ‘Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî ya Iraqê’ şandeyeke xwe şand Hewlêrê. Ev şande di bin lîdertiya Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî de çû Hewlêrê. Armanca esas a şandeyê jî ew e ku geşedanên piştî tevgera dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê lêkolîn bike. Erecî û kesên pê re weke mêvanên Mesrûr Barzanî hatin pêşwazîkirin. Tê payîn ku şandeya navborî li ser bingeha agahiyên Barzanî, îlhaqa Tirk ji Bexdayê re bike rapor çûye Hewlêrê. Lê belê hem Erecî hem jî Barzanî li nava raya giştî ya Başûr weke 'hevkarên herêmî' yên dagirkerî û desteserkariya Tirk têne pênasekirin, yek ji armancên bingehîn ên Bexdayê jî pêşîgirtina li nerazîbûnê ye.

ACIZIYA IRAQÊ: DAGIRKERIYEKE JI DERVEYÎ KONTROLA WÎ

Bi taybetî derdorên siyasî yên Sunnî bûne berdevkê siyaseta dagirkeriya Tirk a li Bexdayê. Ji aliyê hikûmeta navendî ve daxuyaniyên bi rengê “rê nehatiye dayîn” û “em êrîşan red dikin”, hişê mirov tevilhev dike. Ev rewş hîn zêdetir dibe sedem ku mirov ji pirsa ‘gelo Iraqê têkildarî dagirkeriyê bi dewleta Tirk re lihev kiriye yan na’ re li bersivê bigere. Hin daxuyaniyên fermî yên li dijî operasyonên dewleta Tirk ji aliyê hikumeta Sûdanî ve têne dayin, ji ber wê yekê ne ku dewleta Tirk di peymana bi Iraqê de hîn bêhtir zêdegavî kiriye û hem li Başûr hem jî li Iraqê hîn bêhtir bi cih dibe. Jixwe artêşa Tirk herêmê hildiweşîne û dişewitîne, bi vî rengî bi baregehên nû yên leşkerî, herêmeke nû ya leşkerî afirand. Dewleta Tirk a ku hin karên îdarî jî dewr girtine, amadekarî dike ku ji bo demek dirêj hem Bexda hem jî Hewlêrê tune bihesibîne. ‘Nerehetiya’ herî mezin a Bexdayê jî ew e ku Erdogan hedê peymana di dema serdana li Bexdayê de hatî îmzekirin, derbas kir. Yanî hikûmeta Bexdayê rû bi rûyê rewşeke ne li gorî berjewendiyên xwe ma.

DYE LI SER BINGEHA PEYMANAN ‘DEWAM’ DIKE

Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Matthew Miller di dema destpêkê ya îlhaqa ku dewleta Tirk li Behdînanê pêk anî de, daxuyanî da. Miller ev tişt got: “Divê bi Tirkiye, Bexda û Hewlêrê re koordînasyon bê çêkirin.” Ev daxuyanî jî di vê çarçoveyê de tê fêmkirin. Yanî îşaret bi konseptekê tê kirin ku haya DYE’yê jî pê hebû. Daxuyaniyên ku bi ‘tedbîr’ tên dayîn, peyama operasyoneke “sînorên wê hatine diyarkirin” dide. Fikara esas jî pêşî girtina li rewşeke ku ji dervey kontrolê biqewime.

LÊGERÎNÊN NAVNETEWEYÎ YÊN DEWLETA TIRK, LI LÛTKEYA NATO’YÊ JÎ HATIN DÎTIN

Dewleta Tirk di warê navneteweyî de jî lez daye lêgerînên xwe yên ji bo zemînê dagirkeriyê û xwest vê rewşê bigihîne lûtkeya NATO’yê ya li DYE’yê jî. Tê diyarkirin ku Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Huseyîn ê PDK’î, di çarçoveya lûtkeyê de li Washingtonê têkildarî rewşê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan û nûnerên DYE’yî re hevdîtin kiriye. Hat îdîakirin ku di van hevdîtinan de ji bo Huseyîn bernameyek hate diyarkirin ku serdana Tirkiyeyê bike. Tê payîn ku Huseyîn di rojên pêşiya me de were Tirkiyeyê û bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan, Musteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin û Wezîrê Parastinê yê Tirk Yaşar Guler re hevdîtinê bike. Huseyîn; ji bo rewakirina îlhaqa Tirk, yek ji piştevanên herî mezin a di nava hikûmeta navendî ya Iraqê de derdikeve pêş.

LÊGERÎNÊN HUSEYÎN ÊN JI BO NIXUMANDINA PDK’Ê

Her wiha Huseyîn; hewl dide rolê PDK’ê yê di dagirkeriyê de, li qada navneteweyî binixumîne û dixwaze Tevgera Azadiya Kurdistanê bike hedefa bertekan. Huseyîn hewl dide prestîja Barzaniyan a di dîplomasî û siyasetê de têk çûye jî, komî ser hev bike û vê yekê jî bi derfetên “fermî” yên ku ji hikûmeta navendî ya Iraqê wergirtî re pêk tîne.