Ji Kurdan re gor jî qedexe ye
Heke kesek dema mir Kurd be û bi wî halê xwe yê Kurdbûnê di goran de be, feraset û siyaseta dewleta Tirk a ku dijminatiya Kurdan dike, ji vî tiştî ditirse. Çima?
Heke kesek dema mir Kurd be û bi wî halê xwe yê Kurdbûnê di goran de be, feraset û siyaseta dewleta Tirk a ku dijminatiya Kurdan dike, ji vî tiştî ditirse. Çima?
Li gorî feraset û siyaseta dijberiya Kurdan a ku ji aliyê faşîzma AKP û MHP’ê, mirov Kurd ji dayik bibe qedexe ye, jiyîna bi Kurdbûnê qedexe ye, xwendin û nivîsandina bi Kurdî qedexe ye, hunera bi Kurdî qedexe ye, mirina bi Kurdbûnê qedexe ye! Bi ser de jî qedexe ye ku mirov di gorê de jî Kurd be! Jê pê ve tu wateya wê tuneye ku çima faşîzma AKP û MHP’ê êrîşî goristanên li Kurdistanê dike û çima gorên şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdan hildiweşîne? Feraset û siyaseta qirkirinê ya Cemîyeta Îttîhat û Terakkiyê di bin rêveberiya faşîst a AKP û MHP’ê de hatiye asteke wisa ya dijminatiya li ser Kurdan.
Berê dihate gotin, li gorî feraset û siyaseta DYE’yê Vîetnamiyên herî baş ên mirî ne! Nêzikbûna hêzên emperyalîst û mêtinger a li mirovên di bin mêtingeriyê de wisa dihate îfadekirin. Li gorî vî tiştî pênaseyeke wisa hate diyarkirin ku ‘Kurdên herî baş, Kurdên mirî ne’ Lê gorî dewleta Tirk û desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê nêzikatiyeke wisa ne rast e. Dewleta Tirk û desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê ne bi tenê li dijî Kurdên sax e, ew li dijî Kurdên mirî ye jî. Ne Kurdên sax dixwaze û ne jî Kurdên mirî. Ew naxwaze ku Kurdên ne sax hebin ne jî mirî. Dijminatiya li ser Kurdan li ser vî esasî ye. Ev jî dibe ‘polîtîkaya qirkirina Kurdan’
Em rabin li dîrok û erdnîgariya li Bakurê Kurdistanê binihêrin. Di warê fermî de navê bi Kurdî yên çiya, deşt, bajar û gundan maye? Tu berhemên hunerî û çandî yên Kurdan bi navê Kurdî dimînin? Her tişt an hatine tunekirin, yan jî kirine malê Tirk û Tirkiyeyê. Mirin û goristan jî wisa ne. Gelo gorên kesên ji bo azadiya Kurdan têkoşiyane hene yan jî tê zanîn? Tune û nayê zanîn. Sermesele derbarê gorên Şêx Seîd û Seyid Riza tu agahî tune. Dewletê ev her du kes bi dar ve kiriye û berpirsyariya cenazeyan di stûyê dewletê de ye. Heke neavêtin behrê, teqez li cihekî veşartine. Lê ev rewş veşartî ye. Ne malbat û ne jî tu kes nizane. Gelo heke veşartî be jî li cem dewletê qeyda van tiştan heye? Ji ber ku ev jî bûye cihê gumanê, divê em lê bifikirin.
Em li polîtîkaya wan a di 12’ê Îlona 1980’an a li dijî şoreşgerên hatine girtin binihêrin. Em gelekî baş dizanin ku ev polîtîka li Tirkiyeyê cihê û li Kurdistanê cihê ye. Sermesele li Tirkiyeyê pêncî kes hatine darvekirin lê li Kurdistanê kesek jî nehatiye bidarvekirin. Çima? Ne ku cûntaya Kenan Evren nexwestiye Kurdan bi dar ve bike. Lê ji ber çi wisa bûye? Li ser girtiyên di zindana Amedê de polîtîkaya ‘îtîrafkariyê’ hatiye ferzkirin. Çima polîtîkaya îtîrafkariyê? Ev jî tê wateya ku dixwazin kesê girtî dev ji îdeolojiya xwe, baweriya xwe, partî û rêxistina xwe û ya herî girîng dev ji Kurdbûna xwe berde. Navê van kesan jî kirine ‘Yekîtiya Kemalîstên Ciwan’. Xayînên wekî Şahîn Donmez wisa bi nav kirine. Di vir de bala mirov tê ser vî tiştî: Gelo hemû Kemalîst wisa dev ji baweriya xwe berdane? Ma ne em qala Tirkbûneke Spî dikin a ku hatiye avakirin.
Di serê salên 1980’î de girtiyên şoreşger ên Kurd ên di Zindana Amedê de nehatine darvekirin, meseleyeke balkêş e. Rast e nehatine bidarvekirin lê zilmeke herî hov li ser wan hatiye kirin. Mazlûm Dogan, Ferhat Kûrtay û Berxwedêrên Rojiya Mirinê yên 14’ê Tîrmehê li hemberî vê zilmê bûne berxwedan û ji aliyê din ve jî israr kirine ku wê Kurd bimînin û Kurd bimirin. Ji ber ku dema mirine Kurd bûne, gelek caran gorên Mazlûm Dogan û berxwedêrên din hatine şikandin. Heke gor û kêlikên din hê nehatibin hilweşandin, ev ji ber domandina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan e. Heke hêza wan têr bike û dewleta Tirk berxwedana azadiyê ya Kurdan hilweşîne, bêguman ew ê wê demê hemû gorên kesên bi Kurdbûna xwe mirine, dîsa werin hilweşandin.
Heke em îro li dîrokê binihêrin, bingeha feraset û siyaseta qirkirina Dêrsimê çi ye? Em gelekî baş dizanin ku ev fermana li ser ‘Hemû kesên îxtîmal heye di dil û mejiyê wan de Kurdbûn heye’ ye. Ji ber vê vê fermanê zarokên di zikê diya xwe de, bi singuyan hatine qetilkirin. Ji ber ku ev îxtîmal ji bo hemû kesan û hemû deman lê ye. Ji ber vê jî hê ev tişt îxtîmal e û pêk nehatiye, bi qirkirinê pêşiya vî tiştî girtine. Qirkirina li Kurdan dibe tevgereke qelandina kokan.
Ji ber vê jî tiştên faşîzma AKP û MHP’ê li Kurdistanê dikin, ne rewşeke wisa ye ku neyê fêmkirin. Ma gelo dibe ku were jibîrkirin cenazeyê şervanên azadiyê çawa avêtine Newala Qesaban û parçe kirine, tazîkirina jinan, bi hefteyan cenazeyê dayika Taybet li erdê hiştin, cenaze li pey wesayîtan hatin kaşkirin, gor û kêlikên şehîdan hatine texrîbkirin, hestiyên şehîdan ji goran derxistin û revandin.
Gelo faşîzma AKP û MHP’ê çima van tiştan dike? Gelekî zelal e ku kesên di wan goran de Kurd in. Heke kesek dema mir Kurd be û bi wî halê xwe yê Kurdbûnê di goran de be, feraset û siyaseta dewleta Tirk a ku dijminatiya Kurdan dike, ji vî tiştî ditirse. Çima? Ji ber ku heke mirî bin jî Kurdbûnê temsîl dikin û Kurdbûnê dixin dil û mejiyê mirovan. Dewleta Tirk û faşîzma AKP û MHP’ê ji vî tiştî ditirsin. Dêrsim li gorî fermana qirkirinê be, gelekî eşkere ye ku cezayê vî tiştî mirin e. Dewlet û hikumeta heyî jî bi vî awayî êrîşî goran dike û dixwaze careke din vî cezayî pêk bîne.
Di vir de tişta girîng ev e ku, ev rewş heta niha li Kurdistanê dihate kirin lê a niha jî hêdî hêdî li Tirkiyeyê tê pêkanîn. Dema Îbrahîm Gokçekê ku di rojiya mirinê de şehîd bûbû û cenazeyê wî ji aliyê polîsan ve hate revandin, ev rewş hate dîtin.Gelekî zelal e ku ev kirinên li Kurdistanê li Tirkiyeyê jî tê kirin. Faşîzma AKP û MHP’ê di vê pêvajoya koronavîrusê de dixwaze bi vî awayî sûdê werbigire. Heke berxwedaneke antîfaşîst pêk neyê û pêşiya vî tiştî neyê girtin, diyar e ku wê bixwazin ev tişt mayînde bibe. Di vê pêvajoya koronayê de divê mirov bi fen û fûtên faşîzmê nexape.
Di encama van tiştan de mirov dikare bibêje ku şehîdên têkoşîna me ya azadiyê, tirseke wisa dixin dilê dijminê faşîst û qirker. Ji ber ku ew dijmin ditirsînin, em jî pê perwede dibin, cesaret û fedakariyê li me zêde dikin, vîna me xurt dikin, me dikin yek û sewqî têkoşîna azadiyê dikin. Di têkoşîneke wisa de, fermandariyê ji me re dikin. Li her derê û her demê ji bo me dibin çavkaniya sereke. Êrîşên dijmin ji bo me dibin sedema têkoşîneke xurttir û serkeftîtir. Li ser vî esasî di salvegera çil û sêyemîn a şehadeta wî ez şoreşgerê enternasyonalîst Hakî Karer û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê yên li ser şopa wî, bi hurmet bi bîr tînim û diyar dikim ku di sala çil û çaran de em ê bi xurtî bimeşin.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka