'Ji krîza roja me ya îro, azadiya jinê dikare bi serketinê derkeve'

Azadî û wekheviya civakî ya giştî dibe ku ji bo jinê ne azadî û wekheviya yekser bin. Hewldan û rêxistiniya xweser esas e. Jin divê bi xwe bikeve nava hewldan, rêxistinî û armanca demokratîk.

NIRXANDINÊN ABDULLAH OCALAN

Tevî ku cewherê demokratîkbûyînê ye, yek ji rastiya ku divê em bi serê xwe li ser rawestin mijara jinê ye û nîzama nakokî û têkiliyên li hawîrdorê ye. Ilmên civakî çiqas kêm û dereng li ser mijarên komîn û demokratîk rawestiyane, ew çend jî û heta jê zêdetir dûrî mijara jinê mane. Mîna ku bûyerên li dora jinê û serhatiyên wê pir pêdiviyên xwezayî be û ev têgihîştin xwe di hemû zanistan de nîşan dide û di helwestên siyasî û exlaqî de wek pêşferaziyeyekê tê qebûlkirin. Ya herî mirov xemgîn dike, jin bi xwe jî hîn bûye vê paradigmayê xwezayî bibîne. Çewa ku statuyên bi hezarê salan li ser gelan hatine ferzkirin û pîrozkirin xwezayî têne dîtin, çend qat zêdetir li hemû zêhniyet û tevgera jinê jî mîna hatibe kolan û niqirandin.

Çendîn gelan dikin jin, jin jî dibin gel. Wexta Hîtler dibêje; "Gel mîna jinê ne" vê rastiyê destnîşan dike. Em dema hûrûkûr nêzî mijara jinê bibin, emê bibînin ji cinsekî biyolojîk wêdetir wek nijad, çîn û netewekî pê re hatiye danûstendin. Lê wek nijad, nifş û yan jî netewê herî zêde hatiye pelixandin. Divê mirov baş zanibe, ti nifş, çîn, an jî netew mîna jinê li koletiyeke sîstematîk nehatiye qewimandin. 

Dîroka koletiya jinê hînê nehatiye nivîsandin. Dîroka wê ya azadiyê jî li benda nivîsînê ye. Dîroka jinê ya di tariyê de hatiye hîştin, bi qasî koletiya jinê ya kûr, ji nêz ve têkiliya wê bi îqtîdara dewletparêz û hiyarerşiya di civakê de bilind bû, heye. Piştî ku jin hînî koletiyê hat kirin, di civakê de hiyarerşî hat damezrandin û di nav beşên din ên civakê de rê li ber koletiyê hat vekirin. Kolebûna mêran piştî koletiya jinê tê. Koletiya cins cudahiyên wê ji koletiya çîn û netewan heye. Koletiya cins tevî zordestiyeke hişk û nermik bi derewên hisbarkirî tê rewakirin. Cudahiya biyolojîk wek sedemek ji bo koletiya wê tê bi karanîn. Hemû karên dike bi gotina "karên pîrekî" sivik têne dîtin. Ketina jinê ya nav gelemperiya civakê ji aliyê dînî û exlaqî ve wek şerm tê qebûlkirin. Her ku diçe ji çalakiyên girîng ên civakî dûr tê xistin. Xebatên siyasî, civakî û aborî çendîn ketin destê hêza serdest mêran, qelsî û lawaziya jinê mîna saziyekê cih digire. "Cinsê qels" mîna baweriyekê tê parvekirin.

Piştî ku hemû derfetên maddî û manewî ketin destê mêr, êdî jin dibe ku li destê wî binere; carnan lavahiyan dike li ber digere; carnan hemû şerefa xwe binpê dike serî li ber çarenûsa xwe ditewîne û pirî caran jî dixeyide û xwe bi bêdengiyeke mezin dinixumîne. Bi gotineke din mirov jê re dikare bibêje miriya dijî. Em bi çend teşbîhan dikarin rastiyê hê berçav bikin. Teşbîha me ya yekemîn, çivîka di qefesê de ye. Çivîk carnan mîna kanaryayê bi xemil û xêz tê kirin, carnan mîna bilbil deng xweş tê kirin. Her kes li gorî xwe dişibîne çivîkekê. Pirî caran jê re çivîka serçe tê gotin. Teşbîheke din, mîna pisîkek ku timî dike miyaw miyaw û li binê bîreke bêbinî hatibe hîştin. Bi kurtêlan xwe xwedî dike û li ber destê xwediyê xwe baş kedî dibe. Dibe ku teşbîhên me hinekî çor bin, lê ji bo em bi awayekî ilmî kûrbûna vê koletiyê bibînin, hewceyî bi hewldanên wêjeyî û piralî hene. Civakeke mezin cinsparêz hatiye afirandin. 

Helwesta rastîn a çor û hişk di vir de ye; mêr bi awayekî yekalî dest diavêje jinê û ev yek mîna qehremaniyekê tê pêşkêşkirin. Mêr heta dawiyê bi vê kêfxweş dibe û serbilind e, jin jî bi kevirkuştinê heta hepiskirina di kerxanê de û heta careke din nikaribe derkeve nava civakê bi gelek helwestên bêrehim re rûbirû dimîne. Dîsa eger bi awayekî çor rave bikim, mêr bi penîsê xwe heta dawiyê serbilind e, lê jin ji ber yê xwe fedî dike. Cudahiyên pir basît ên bedenî li dijî jinê hatine bi karanîn. Jintî bi xwe bûye hebûnek jê were fedîkirin.

Hisa evînê goya pîroz e, mêr bi awayekî yekalî û çavsor li ser jinê ferz dike. Zarokên keçik her tim bêqîmet û heqîr hatine dîtin. Pirsa divê were kirin ev e; gelo çima ev çend koletiyeke kûr? Bersiva wê ji sedî sed bi rastiya îqtîdarê ve girêdayî ye. Îqtîdar bi awayekî xwezayî koletiyê dixwaze. Eger sîstema îqtîdarê di destê mêr de be, ne tenê beşek ji cureyê mirov, divê tevahiya cins li gorî îqtîdarê reng bigire. Xwediyên îqtîdarê çawa sînorên dewletê mîna yê xaneyê dibînin û her kirinê di navê de ji xwe re heq û rewa dibînin, îqtîdara mêr a di nav sînorên malê de ku mîkro modela dewletê ye, ji bo xwe her kirinê - hewce bibîne mirin jî di navê de - heq û rewa dibîne. Jina malê jî ew çend milk û malekî kevin û kûr e, bi hiseke bê sînor a mulkiyetê dibêje; "pîreka min e." Jin - li ser navê zewacê jî - nikare îdîayeke piçûk a heq jî li ser mêr bike. Lê mêr bê sînor dikare li ser jinê û zarokan doza heq bike. Divê mirov dîsa li çavkaniya mulkiyetê di nava malê de bigere û di tasarufa li ser jinê de bibîne. Di çavkaniya mulkiyetê de jina kolekirî heye.

Koletî û mulkiyeta li ser jinê hatiye danîn pêl bi pêl li tevahiya civakê tê belavkirin. Bi vî awayî her his û ramana koledar û mulkparêz di tevger û zêhniyeta ferd û civakê de tê bi cihkirin.  Di vê çarçoveyê de civak tê wê astê ku li gorî avahiyên dewletparêz û her cure hiyarerşîk, amade bibe. Ev jî tê wê maneyê ku her cure avahiyên ji wan re şaristaniya çînî tê gotin bi awayekî hêsa û rewa dikarin hebûna xwe dewam bikin. Ji lewra ya tenê wenda dike jin nîne. Ji bilî kulm û misteke dewletparêz û hiyarerşîk, hemû civak wenda dike.

Ji bo jinê demên krîzê yên taybet pir girîng nînin. Jixwe jin timî di nav krîzê de ye. Wexta jin were gotin, yanî nasnameya bi krîz tê îfadekirin. Roja me ya îro di kaosa sîstema kapîtalîst de jina tenê hêvî dide, hindik be jî rastiya wê hatiye rohnîkirin. Femînîzm kêm be jî rastiya jinê di dawiya çaryeka sedsalê de eşkere kiriye. Di kaosê de, bi rohnîkirinê şensê guhertinê yê her rastiyê heye, lewma her gava ber bi azadiyê ve were avêtin dikare rê li ber pêşketinên hêja veke. Ji krîza roja me ya îro, azadiya jinê dikare bi serketinê derkeve.

Azadiya jinê, divê li gorî tarîfa xwe, çarçoveyeke rast bibîne. Azadî û wekheviya giştî ya civakî dibe ku yekser ji bo jinê nebe azadî û wekhevî. Hewldan û rêxistiniyeke xweser şert e. Tevgera giştî ya demokratîkbûyînê dikare ji bo jinê derfet û îmkanan bide, lê xweber demokrasiyê nayne. Divê jin bi xwe, ji bo armancên demokratîk û rêxistiniyê hewl bide. Beriya her tiştî hewceyî bi tarîfeke azadiyê heye ji bo bersivê bide koletiya bi jinê hatiye daqurtandin. Sîstema kapîtalîst ew çend vîzyoneke mezin û cîhaneke faraziyan xistiye şûna rastiyê, çalakiyeke herî zêde jinê piçûk bixîne (mînak pornografî) bi azadiyê re heman tişt û wekhev dibîne. 

Her çend di hewldan û xebatên femînîstan de nuqteyên girîng hebin jî, hê nikarin ji mejiyê demokrasiyên ku navenda wan Rojava ne, derbas bikin. Şêweyê jiyanê yê di bingeh de kapîtalîzm heye baş fêm nekirine. Lewra nikarin li dawiyê jî bihêlin. Rewş, têgihîştina şoreşa sosyalîzmê ya Lenîn bi bîr dixîne. Tevî ew çend hewldan û gelek destketiyan, Lenînîzmê nekarî xwe xilas bike ji bo li baskê çepê nebe alîkarekî baş ê kapîtalîzmê. Heman tişt dibe ku bi serê femînîzmê de jî were. Ji ber ku bingehekî xurt ê rêxistinî nîne, felsefeya xwe pêş de nebiriye û zehmetiyên mîlîtaniya jinê, îdîaya wê qels û lawaz dike. Dibe ku nikaribe "sosyalîzma reel" a jinê jî pêk bîne. Lê ji bo balê bikişîne ser pirsgirêka jinê gavavêtineke ciddî ye. 

* Ji pirtûka 'Parastina gelekî' ya Abdullah Ocalan hatiye berhevkirin.