‘Ji bo ku em armancên şehîdên xwe pêk bînin’

Tişta ku wê di 14’ê Gulanê de were kirin, ne bi tenê dengdan e, ji wê wêdetir çalakiyeke siyasî ye. Divê mirov wisa nêzî dengdana di 14’ê Gulanê de bibe.

Di 6’ê Gulana 1972’an de rêveberiya darbeya faşîst a 12’ê Adara 1971’ê de şoreşgerên pêşeng Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan dar ve kiribû, em di salvegera 51’emîn a şehadeta wan de ne. Di serî de em di şexsê van pêşengên şoreşger de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Di salvegera 51’emîn a şehadeta wan de em diyar dikin ku em gelekî nêzî armancên wan in.

Wekî ku tê zanîn Komara Tirkiyeyê ya ku di destpêka salên 1920’an de hat damezrandin, di salên 1970’î de ku dibû salvegera 50’emîn a damezirandina wê, di nav krîzekê de bû. Ya rast pêvajoya krîzê ya ji ber sedemên avadaniyê û geşedanên heyî di salên 1970yî de dest pê kir. Ev rewşa krîzê ya ku di sala 50emîn ya Komarê de dest pê kir, di sed saliya xwe de êdî veguheriye kaos û pêvajoyeke giran.

Bi kurtasî, di destpêka salên 1970yî de, pirsa ‘Wê Tirkiye wê bi ku ve here’ bi giranê hate rojevê. Wê demê derdorên cuda du bersivên bingehîn dan vê pirsê. Olîgarşiya ku ji aliyê burokrasiya aborî, leşkerî û siyasî ve hatiye avakirin, bersiva ‘Wê Tirkiye bibe dîktatoriya faşîst û oligarşîk’ da. Bi darbeyên faşîst û leşkerî yên 12'ê Adara 1971'an û 12'ê Îlona 1980'î pêdiviya vê pirsê hatin pêkanîn. Tevgera Şoreşger a ji aliyê kedkar, karker, rewşenbîr û ciwanan ve hatiye avakirin, bersiva pirsa ‘Tirkiye wê bibe komara demokratîk’ da. Berxwedana şoreşgerî ya ku bi pêşengiya Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya hat kirin, dixwest vê armancê bi ser bixîne.

Darbeya faşîstû leşkerî ya 12'ê Adara 1971'an beşeke vê erkê bi cih anî û dûmahîka wê ji darbeya faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an re hişt. Darbeya faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an li ser vî esasî xwe wekî ‘îradeya nû ya avakar’ pênase kir û li ser bingeha leşkerî dest bi avakirina olîgarşiya faşîst kir. Hinekan jê re digotin "Komara Duyem". Avadaniya dîktatoriya faşîst a navborî bi şerê taybet ê qirkirinê yê li Kurdistanê kûrtir bû û di encamê de xwe weke dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê da xuyakirin.

Berxwedana gerîla ya şoreşger a ku bi pêşengiya Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya de hat destpêkirin, di dawiya salên 1970’î de berê xwe da Kurdistanê û di 15’ê Tebaxa 1984’an de weke Pêngava Gerîla ya Şoreşger pratîze bû. Ev berxwedana bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan û li ser esasê berxwedana bi hezaran şehîdan hate domandin, li Kurdistanê ne tenê ruhê azadî, hişmendî, îrade û rêxistinbûnê afirand, di heman demê de bersiv demokratîkbûna Tirkiyeyê wê çawa bibe û li ser esasê azadiya Kurdan bingeha avakirina demokratîkbûna Tirkiyeyê ava kir.

Gelo tesadufeke mezin e ayn jî diyalektîka jiyanê ye, em nizanin lê di meha Gulanê de Tevgera Apoyî biryara partîbûnê û berxwedana çekdarî da. Di18’ê Gulana 1977’an de yek ji pêşengên Koma Apoyî Hakî Karer ji aliyê MÎT û kontragerîlayan li Dîlokê hate qetilkirin û ev jî bû sedem ku Tevgera Apoyî biryareke wisa bide. Piştre jî di 19’ê Gulana 1978’an de li Hîlwanê milîtanê Apoyî Halîl Çavgun hate qetilkirin û vî tiştî jî Berxwedana derxist holê. Di êvara 17’ê Gulana 1982’an de berxwedana lehengî ya ‘Çar Şoreşgeran’ tarîtiya zindana Amedê ronî kir.

Mirov bala xwe bidiyê, di meha Gulanê de yekemîn şehadetên mezin ên berxwedana azadiyê ya ku di bin navê PKK’ê de li Kurdistanê hat organîzekirin, pêk hatin. Ji ber vê jî meha Gulanê ji aliyê PKK’ê û gelê Kurd ve weke ‘Meha Şehîdan’ hate pênasekirin. Niha meheke nû ya şehîdan pêk tê û em di salvegera şehadetan de ne. Meşa Azadiya Kurdan a li ser xeta şehîdan ku bi Hakî Karer dest pê kir, weke şehîdên me yên herî dawî bi Gulçiya Gabar, Pelşîn Newroz û Dilxwaz Gabar berdewam dike. Bi vê wesîleyê em hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Di encamê de  bersiva pirsa ‘Wê Tirkiye ber bi ku ve biçe’ ya ku 50 sal berê di pêncî saliya komarê de ket rojevê, diyar e ku wê di sedsala duyemîn a komarê de were dayîn. Hilbijartinên 14’ê Gulanê di warê dîrokî de li ser geşedaneke wisa ava dibe û dikeve pozîsyona ku bersiva pirsa pêncî salan bide. Tişta ku van hilbijartinan girîng dike ew e ku li ser bingeheke wiha dîrokî ye û karakterê pêvajoya nû diyar dike. Rastiya ku têkoşînek dîrokî ya bi vî rengî qonaxeke pir girîng e, wê jî wisa girîngtir dike.

Ji ber vê yekê pêwîst e divê mirov bi nêrîneke basît nêzî hilbijartinên 14’ê Gulanê nebe, divê mirov hilbijartinê wekî parçeyekî girîng ê têkoşîna şoreşa demokratîk a antîfaşîst bibîne. Ev çend roj in li Ewropayê deng tên dayîn û hin hilbijêr bi gotina ‘Dengek ji Kiliçdaroglû re û dengek ji Partiya Çepên Kesk re’ helwesta xwe ya siyasî datînin holê. Di rastiyê de ev tê wateya ‘Dengek ji bo hilweşandina qesra faşîst û dengek jî ji bo avakirina demokrasiyê’. Wateyeke wê ya siyasî ya kûr heye û tê de têkoşîneke tûj heye. Ji ber vê yekê, ya ku di 14ê Gulanê de qewimî, ne tenê dengdan e, ji çalakiyeke siyasî ya pir girîng wêdetir e. Di hilbijartina 14'ê Gulanê de divê mirov bi vî rengî nêz bibe. Ji bo em armanca pêncî hezar şehîdên xwe yên ku me di pêncî salan de dane, divê em vî tiştî wekî destpêkirina çalakiyeke dîrokî bibînin û têkoşîna hilbijartinê li ser vê bingehê bide meşandin.

Em hay ji xwe hebin, dema ku ji bo em armanca şehîdên xwe pêk bînin biçin ser sindoqan, faşîzmê hilweşînin û demokrasiyê ava bikin, olîgarşiya faşîst jî wê nesekine. Wekî di darbeyên 12'ê Adarê û 12'ê Îlonê de, berdevkên faşîst ên AKP-MHP'ê jî darbeyên nû bi bîr tînin. Gotinê dibin ser vî tiştî ku wê bi hêsanî dev ji rêveberiyê bernedin û dixwazin hin derdorên demokratîk bitirsînin. Dema ku dît wê hilweşe, li ser esasê mudaxelekirina pêvajoya hilbijartinê, zext û girtinên xwe zêde kiriye. Zext û girtinên di hefteyên dawîn de li ser vî esasî ne. Bi taybetî êrîşên li dijî çapemeniya azad, tê wateya ku dengê tevgera demokrasiyê bibire.

Weke ku me berê jî diyar kiribû, êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê encama dîtin û têgihiştina têkçûna wê ya di hilbijartinê de ye. Eşkere ye ku di hilbijartineke demokratîk, adil û wekhev de wê serokê faşîst Tayyîp Erdogan nikaribe bi ser bikeve. Ev tirs ji niha ve veguheriye zexta zêde ya li ser derdorên demokratîk. Eşkere ye ku faşîzma AKP-MHP’ê wê heta radeyekê li ber xwe bide. Ew ê nexwaze wisa bi hêsanî dev ji desthilatdariyê berde û wê hewl bide bi dek û dolaban li ser rêveberiyê bimîne. Dibe ku di demên pêş de alozî û şîddetê zêdetir bike û di pêvajoya pêş de bêtir êrîşan bike.

Wê demê em weke hêzên şoreşger û demokratîk divê em çi bikin? Pêşî divê em girîngiya dîrokî ya hilbijartina 14’ê Gulanê bibînin, li gorî wê nêzîk bibin,  hemû kesan bibin ser sindoqan da ku dengê xwe bidin. Lê belê li gorî hin agahiyên ku di çapemeniyê de cih girtine, wekî mînak li Ewropayê nêzîkatiya ji bo hilbijartinan ne wisa ye. Tê diyarkirin ku 'rêjeya dengdayînê qels e’ û ev tişt nayê qebûlkirin. Ji ber ku dema dengdayînê ber bi dawîbûnê ve diçe û bang li her kesî tê kirin ku bi lez tevbigerin. Em jî bi van bangawaziyan re ne û diyar dikin ku pêwîst e ji bo hilbijartinê seferber bibin.

Ya duyemîn jî, faşîzma AKP-MHP'ê ne tenê niha êrîş dike, berê jî êrîş dikir, heta sax be jî wê êrîş bike. Jixwe faşîzm tê wateya êrîşkariyê. Ji ber vê yekê li şûna gazindan ji êrîşan re, pêwîst e li hemberî her êrîşan amade bin û li ber xwe bidin. Pêvajoya hilbijartinê ev serdem e ku wê berxwedana antîfaşîst gelekî zêde bibe. Eger faşîzm êrîş dike, tê wateya ku wê têk biçe û ji vî tiştî ditirse. Nexwe ji her demê zêdetir, berxwedana niha wê bi ser bikeve. Ev tê vê wateyê ku divê em li hemberî her cure êrîşan li ber xwe bidin û têbikoşin. Divê em cihê her rojnamevan û propagandavanên girtî tijî bikin û deh qatan mezin bikin. Divê xwevekişandin û tirs tunebe, divê em em her dem biçin ser faşîzmê û wê hilweşînin. Bê guman divê em hemû bi vî rengî tevbigerin. Divê em şoreşa demokratîk a ku 50 sal berê Mahîr, Denîz, Îbrahîm û Hakî dane destpêkirin, bi nirxandina hilbijartinên 14’ê Gulanê zêdetir pêş bixin û temam bikin. Divê teqez em armanca mezin a şehîdên xwe bi ser bixînin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka