'Ji bo azadiya jinê teorî, bername, rêxistin û çalakî divê'

Azadî û wekheviya jinê ne tenê azadî û wekheviya civakî diyar dike; teorî, bername, rêxistin û çalakiyê jî ferz dike. Nîşan dide ku bêyî jinê siyaseta demokratîk nabe, aştî û hawirdor nikare bê parastin.

NIRXANDINÊN ABDULLAH OCALAN

Têgîna femînîzmê bi Kurdiya xwe tê maneya ‘tevgera jinîtiyê’ (Tevgera ji bo mafê Jinan). Ji lewra bi temamî rengê pirsgirêka jinê nade û dijberê wê jî weke mêrîtiyê were tesewirkirin wê hê bêtir meseleyê sêr û stewr bike. Mîna ku bi tenê maneyeke weke ‘jina bindest a mêrê serwer’ nîşan dide. Lê rastiya jinê hê berfirehtir e. Ji cinsiyetê wêdetir şaxên wê yên berfireh ên ekonomîk, civakî û siyasî hene. Eger em têgîna mêtingeriyê ji çarçoveya welat û neteweyan derxin û daxin asta komên mirovan, mirov bi hêsanî dikare statuya jinê weke mêtingeha herî kevin pênase bike. Bi rastî, ti diyarde weke ruh û beden bi qasî jinê nehatiye mêtin û nebûye mêtingeh. Divê baş were fêhmkirin ku sînorên jinê di statuyeke mêtingehê de tê hiştin ku bi hêsanî mirov nikare diyar bike.

Çawa ku di tevahiya zanistan de heye, vegotina mêrtiyê mohra xwe li zanista civakî jî xistiye û rêzên vê zanistê yên behsa jinan dikin, bi nêzîkatiyên propagandîf ên hîç behsa rastiyê nakin, tijî ne. Çawa ku dîrokên şaristaniyê yên çînî, mêtinkarî, zordestî û êşkenceyê statuya rastî ya jinê dinixumînin, ev vegotin belkî jî çil qat ji wan zêdetir dinixumîne. Li şûna femînîzmê têgîna jineolojiyê (zanista jinê) belkî çêtir bersiva armancê bide. Diyardeyên jineolojî wê derxe holê bi herhalî wê der barê gelek beşên teolojî, eskatalojî, polîtîkolojî, pedagojî û welhasil heta sosyolojiyê de ji loji’yên wan kêmtir xwedî pareke rastiyê nebin. Hem ji aliyê fizîkî ve hem jî ji aliyê maneyê ve jin beşê herî berfireh ê xwezaya civakî pêk tîne û ev ne ya guftûgoyê ye. Hingê çima ev parçeyê herî girîng ê xwezaya civakî nebe mijara zanistê? Sosyolojî gelek beşên xwe hene û heta pedagojî jî beşek ji wê ye, û der barê perwerde û hînkirina zarokan de ye. Zanisteke evqasî hatiye dabeşkirin çima jineolijiyê pêk nayîne û gelo ev xusûs ji vegotina wê ya bi serweriya mêr û pêve bi tiştekî din tê ravekirin.

Heta xwezaya jinê di tariyê de bimîne, wê tevahiya xwezaya civakê rohnî nebe. Xwezaya civakî bi awayekî rastî û berfireh were rohnîkirin, hingê rohnîkirineke rastî û berfireh a xwezaya jinê mumkîn dibe. Ji dîroka mêtingehkirina jinê heta bi mêtingehkirina wê ya ekonomîk, civakî, siyasî û zêhnî statuya wê were zelalkirin, wê ev yekê bibe alîkariyeke mezin ji bo zelalkrina tevahî mijarên din ên dîrokê û civaka îroyîn.

Bêguman zelalkirina statuya jinê şaxekî meseleyê ye. Şaxê wê yê girîngtir der barê pirsgirêka rizgariyê de ye. Bi gotineke din çareserkirina pirsgirêkê hê zêdetir girîng e. Gelek caran tê gotin, asta azadiya giştî bi asta azadiya jinê re di weznekê de ye. Ev gotin rast e, lê ya girîng ew e, wê nava wê çawa were tijîkirin. Azadî û wekheviya civakî bi tenê wekhevî û azadiya jinê diyar nakin. Ji bo vê hewcedarî bi teorî, bername, rêxistin û mekanîzmayên çalakiyê heye. Ji vê jî girîngtir, xuya dike ku siyaseta demokratîk a bê jin nikare bibe, heta polîtîkvaniya çînî jî wê kêm bimîne, aştî û hawîrdor jî wê neyên parastin.

Divê mirov jinê ji statuya ‘dayika pîroz, namûsa esasî, ya dest jê nabe, hevaleke bêyî wê nabe’ derxe û weke tevahiya obje-sûbje bixe ber lêkolînê. Bêguman beriya her tiştî divê mirov van lêkolînan ji qeşmertiyên bi navê eşqê biparêze. Heta şaxê herî girîng ê lêkolînê divê rezîliyên mezin ên di bin navê eşqê de (di serî de destavêtin, kuştin, lêdan, dijûnên yek ji ya din sosrettir) hatine veşartin, pêşkêş bike.
Gotineke Heredot heye dibêje “Tevahiya şerên Rojhilat-Rojava seba jinê derketine.” Ev gotin bi tenê dikare rastiyekê rave bike. Ew jî ev e, weke mêtingeh bi nirx bûye, ji lewra jî dibe sedema şerên girîng. Jixwe dîroka şaristaniyê welê bû, lê modernîteya kapîtalîst hezar qatî ji wê girantir û bi awayekî pirralîbûyî mêtingehkirineke jinê temsîl dike. Mêtingehkirin li nasnameya wê kola ye. Dayika tevahiya kedan, xwediya keda bêheqdest, karkera xwedî heqdesta herî kêm, ya herî zêde bêkar, çavkaniya bê sînor a arezû û zordestiya mêr, makîneya zarokanînê ya nîzamê, pîrika mezinkirina zarokan, amûra reklamê, amûra seks û pornoyê, bi vî awayî mêtingehkirin dûvdirêj diçe. Kapîtalîzmê bi qasî ku di ti mêtinkariyê de mekanîzme pêşde nebiriye di mêtinkariya jinê de mekanîzma bi pêşxistiye. Herçiqasî bi dilê me nebe jî her û her em li statuya jinê vedigerin û ev êşê dide me. Lê ji bo yên mêtinkarî li ser wan dimeşe zimanê rastiyan bi awayekî din nabe.

Tevgera femînîst li ber rohniya van rastiyan bêguman divê tevgera herî radîkal a dijberê sîstemê be. Tevgera jinê bi rewşa wê ya modern em dikarin reh û kokên wê bibin bisipêrin Şoreşa Franseyê û piştî çend qonaxan karîbûye heta roja me ya îro bê. Di qonaxa pêşî de li pey wekheviya huqûqî beziyaye. Ev wekheviya zêde maneyê îfade nake di roja me ya îro de bi awayekî berfireh pêk hatiye. Lê divê mirov baş zanibe ku naveroka wê vala û pûç e. Mîna mafê mirovan, ekonomîk, civakî û mafên siyasî di mafên din de jî pêşketineke şeklî heye. Bi awayê xuya dike jin jî bi qasî mêran xwedî azadî û wekheviyê ye. Lê ya rastî, xapandina herî girîng jî di vî şêwazê azadî û wekheviyê de veşartiye. Ne bi tenê di dema modernîteyê de, di tevahiya demên hiyerarşîk û şaristaniyan de jin di hemû çaviyên civakî de ji aliyê zêhnî û bedenî ve dîl hat girtin û bi koletiyeke pirr kûr hat xebitandin. Ji bo azadî, wekhevî û demokrasiya vê jinê hewcedarî bi xebatên teorîk ên berfireh, têkoşîna îdeolojîk, xebatên programatîk û rêxistinî, ji van jî girîngtir pêdivî bi çalakiyên bi hêz heye. Bêyî van, xebatên jinê û femînîzmê wê ji xebatên jinê yên lîberal ên ber dilê sîstemê xweş dikin wêdetir, ti maneyê îfade nekin.

Eger zanista jinê pêş bikeve, mirov çareserkirina pirsgirêkan bi mînakekê rave bike wê têra xwe me hîn bike: Divê mirov zanibe ku xerîzeya hundir a cinsîtiyê yek ji şêweyên herî kevin a hînbûnê ye. Bersivê dide pêdiviya cinsê mirov ji bo zurriyeta xwe dewam bike. Ji ber ku derfet û îmkanên ferd ê jiyana bêserûbinî nîne, xwe neçar dibîne weke potansiyela zêdebûnê xwe dubare di yekî din de pêk bîne. Ya jê re xerîzeya cinsî tê gotin, ev e. Kengî ev potansiyel şert û mercên di cih de dibîne xwe zêde dike û jiyanê dewam dike. Bi awayekî li beramberî tehlûkeya qirbûn û mirinê dibe çare. Mîna dabeşbûna pêşî ya şaneyê ye. Şaneya yek e, xwe pirr dike û bi vî awayî xwe bê mirin dike.

Eger em hê bi awayekî giştî bibêjin bûyer ev e, gerdûn li dijî valatî û tinebûna dixwaze wê daqurtîne, xwe timî bi cûrbicûrkirinê zêde dike û bi vî awayî meyla xwe ya bêserûbinîbûnê di jiyana zindî de dewam dike.

Fer an jî ferda ev bûyera gerdûnî ya bi cinsê mirov dewam dike, zêdetir jin e. Zêdebûn û pirrbûn di bedena jinê de pêk tê. Rola mêr di vê bûyerê de têra xwe talî ye. Ji lewra di dewamkirina zurriyetê de bi tevahî berpirsiyarî ya jinê ye û ev ji aliyê zanistî ve jî xusûsek e, tê fêhmkirin. Jixwe jin bi tenê cenînê di zikê xwe de hilnagire, mezin nake û nazê. Hema hema heta bi mirina xwe jî li zarokên xwe miqate dibe û bi awayekî xwezayî bi vê berpirsiyariya xwe radibe. Hingê encama pêşî ya divê em ji vê bûyerê derxin ew e, divê di tevahiya mijarên têkiliyên cinsî de ji sedî sed jin xwediyê gotinê be. Ji ber ku her têkiliya cinsî ji bo jinê bi awayekî potansiyel rê li ber pirsgirêkên giran ên nikaribe ji binî rabe vedike. Divê mirov baş fêhm bike ku jineke deh zarokan bîne ji aliyê fizîkî ve heta ji aliyê rûhî ve dikeve rewşeke heft xwezî bi mirinê.

Nêrtina zilam li seksualîteyê hê zêdetir berevajî û bêberpirsiyarî ye. Di vê de korkirina desthilatdariyê û cehalet di dereceya yekê de diyarker in. Herweha bi hiyerarşî û dewleta xanedaniyê re bûyîna xwediyê pirr zarokan ji bo mêr tê maneya bi hêzbûneke dest jê nabe. Pirrzarok ne bi tenê dewamkirina zurriyetê, her weha weke desthilatdarî û dewletmayînê jî misoger dike. Bi awayekî, ji bo dewleta tê maneya yekdestdariya milk ji dest neçe, divê xanedanî mezin be. Bi vî awayî, hem ji bo hebûna biyolojîk, hem jî ji bo hebûna desthilatdarî û dewletê, jinê dikin amûrê anîna pirr zarokan. Ji bo jinê bingehê xeternak ê mêtingehkirinê bi yekemîn û duyemîn xwezayê ve girêdayî bi vî awayî tê amadekirin. Mirov hilweşîna jinê bi van herdu xwezayan ve girêdayî analîz bike gelekî girîng e. Hewce nake ku mirov zêde rave bike, di bin statuya vê xwezaya duber de mumkîn nîne ku jin ji aliyê rûhî û bedenî ve demeke dirêj zindî û nehilhilî li ser piyan bimîne. Hilweşîna rûhî û bedenî di zikhev de pêk tên û ev jî dihêle ku jin ji bo jiyana yên din dewam û têkûz bike, di berdêlê de jiyanê bi qehr, kin û bi cefa bi dawî dike. Gelekî girîng e ku mirov dîroka şaristanî û modernîteyê li ser bingehê vê rastiyê analîz bike û bixwîne.

Em wehameta pirsgirêkê ji aliyê jinê ve li aliyekî bihêlin. Şaxekî din ê pirsgirêkê heye ew jî pirsgirêka zêdebûna şêniyan e. Polîtîkaya piranîna zarokan bandora xwe bi awayekî giran li ser tevahiya xwezaya civakî û hawîrora ekolojîk dide hiskirin. Çi ji aliyê zanista jinê ve, çi jî ji aliyê tevahiya zanistên civakî ve yek ji dersên herî bingehîn ên divê were girtin ew e, divê şênî bi rêbaza ‘hînbûna xerîzeyên hundir’ dewam neke, neyê mezinkirin û ji bilî hin rewşên îstîsnayî neyê piçûkkirin. Bi rêbazên zanistî yên ku tevahiya dîroka şaristaniyê hatine pêşdebirin, destekkirina bi rêbazeke herî paşvemayî ya mîna xerîzeyên hundir dewamkirina zurriyetê, sedema sereke ya zêdebûna bêhed a şêniyan e. Cinsê mirov weke xwezaya civakî, bi tenê bi rêyên xerîzeyên hundir, nexasim jî bi ajoyên cinsî hebûna xwe dewam bike, rewşeke gelekî paşvemayî îfade dike. Asta mejî û çandê ji bo hebûnên civakî bi naverokên pêşketîtir bên dewamkirin potansiyelên hînbûnê pêşkêş dike. Ferd û kom bi mejî û çandên xwe, bi saziyên xwe yên felsefî û polîtîk xwedî wan îmkanan in ku xwe demeke dirêj dewam bikin. Ango bi rêya xerîzeya hundir dewamkirina zurriyetê û pirrbûna mirov bi vî awayî maneya xwe namîne. Mejî û çanda mirov ji mêj ve ji vê rêbazê bihuriye. Ji lewra ji vê paşvemayînê bi awayekî bingehîn şaristanî û prensîba karê ya modernîteyê berpirsiyar e. Hîç şik û guman têde nîne ku pirrbûna zêde ya şêniyan DESTHILATDARÎ Û YEKDESTDARIYA ZÊDE ye; ew jî tê maneya KAR’a herî zêde û mezin. Tevahiya dîrokê cinsê mirov bi pirr zêdebûna xwe ne bi tenê civak, hawîrdor û xwezaya xwe jî aniye ber tinekirinê û ji sedî sed ev encama DANEHEVA DESTHILATDARÎ Û SERMAYEYA KUMULATÎF e, û ev jî tê wê maneyê encama QANÛNA KARA ZÊDE ye. Sedem û tesîrên din hemû di dereceya talî û duyemîn de rol digirin.

Wê wextê ji bo çareserkrina pirsgirêka jinê ya ji niha ve bi qasî çiyayan mezin bûye û pêşîgirtina li hilweşîna ekolojiyê, berê pêşî divê pirsgirêka demografiyê were çareserkirin, û di vê de berpirsiyariya bingehîn divê ya jinê be. Ji bo vê jî şertê pêşî divê jin tam azad û wekhev be; mafê wê yê tam ê siyasetkirina demokratîk hebe; di tevahiya têkiliyên bi cinsiyetê re pêwendîdar de gotin û îradeyeke tam heqê wê ye. Li derveyî van rastiyan, bi temamî wekhevî, azadî û rizgariya jinê, civakê û hawîrdorê pêkan nîne. Bi heman awayî bigewdebûna siyaseta konfederatîf û siyaseta demokratîk jî mumkîn nîne.

Jin her weha weke hêmana bingehîn a civaka exlaqî û polîtîk, li ber rohniya azadî, wekhevî û demokratîkbûyînê ji aliyê etîk û estetîka jiyanê ve bi roleke heyatî radibe. Zanista etîk û estetîkê parçeyekî zanista jinê ye ku jê nabe. Ji ber berpirsiyariyên wê yên giran ên di jiyanê de jin ê di tevahiya mijarên etîk û estetîkê de hem weke hêza fikir û hem jî weke hêza bicihanînê rê li pêşketin û gavavêtinan veke û guman ji vê nayê kirin. Têkiliya jinê bi jiyanê re li gorî mêr hê bêtir berfireh e. Asta pêşketina mejiyê hisî têkiliya xwe bi vê re heye. Ji lewra estetîk weke bedewkirina jiyanê ji aliyê jinê ve mijareke hebûnî ye. Ji aliyê etîkî ve jî (Teoriya exlaq, teoriya estetîk = bedewî) berpirsiyariya jinê berfirehtir e. Aliyên çê û xirab ên perwerdeya mirov, girîngiya jînê û aştiyê, xeternakî û xirabiya şer, nirxandina pîvanên mafdarî û dadê, diyarkirin û gihiştina biryarê, ji aliyê civaka exlaqî û polîtîk ve jin ê bi awayekî hê rasttir û bêhtir bi berpirsiyarî tevbigere. Ji ber ku ev li gorî xwezaya wê ye. Bêguman ez behsa jina lîstok û siya mêr nakim. Li vir a ez behsa wê dikim ew jin e ku azadî, wekhevî û demokratîkbûyîn dawerivandiye hinavê xwe û qebûl kiriye.

Zanista ekonomiyê weke parçeyekî zanista jinê were pêşdebirin wê hê zêdetir rast be. Ekonomî hê ji destpêkê ve şêweyekî xebata civakî ye ku jinê bi awayekî bingehîn têde rol girtiye. Ji ber ku xwedîkirina zarokan li ser pişta jinê ye, ekonomî ji bo jinê maneyeke heyatî îfade dike. Jixwe maneya peyva ekonomiyê “qanûnên malê, pîvanên debara malê” ye. Bi vê jî eşkere ye ku ekonomî karê bingehîn ê jinê ye. Ekonomî ji destê jinê hatiye stendin û ketiye destê tefekar, bazirgan, pere, sermayedar, desthilatdar-dewlet û rayedarên mîna axayan tevdigerin. Ev bûye derbeke mezin li jiyana ekonomiyê ketiye. Ekonomiya ket destê hêzên dijberê ekonomiyê, bi lez bû hedefa bingehîn a desthilatdarî û mîlîtarîzmê û tevahiya dîroka şaristanî û modernîteyê bû sedema sereke ya şer, pevçûn, pêxîrtengî û bihevketinên bê sînor. Di roja me ya îro de ekonomî, ji aliyê kesên têkiliya xwe bi ekonomiyê re nînin, bi lîstikên kaxizan, ji rêbazên qumarê xirabtir kirine qadeke lîstikê, bi awayekî bê sînor nirxên civakî desteser dikin. Pîşeyê pîroz ê jinê ku ew bi xwe bi temamî li derveyî vê qadê hiştine, veguherandine pîşeyê makîneyên şer, amûrên trafîkê yên ku kirine jiyan li hawîrdorê nebe, îmalatxaneyên berhemên bêkêr ên ji bo karê û ti têkiliya xwe bi pêdiviyên bingehîn ên mirovan re nînin, lîstikên borsa, buha û faîzê.

Tevgera azadî, wekhevî û demokratîk a jinê ya xwe disipêre zanista jinê û femînîzmê jî digire nava xwe, eşkere ye ku wê di çareserkirina pirsgirêkên civakî de bi rola sereke rabe. Divê mirov qîma xwe bi rexnekirina tevgerên jinan ên rabihuriya nêz neyîne, bêtir bi ser dîroka şaristanî û modernîteyê de biçe, lewra wan jin kir rewşekê weke nasnameyeke tinebe. Eger di zanistên civakî de mijara jinê, pirsgirêka wê û tevgerên wê hema hema tine bin, berpirsê vê yê bingehîn avahiyên çandî yên maddî û zêhnî yên hegemonîk ên modernîte û şaristaniyê ne. Bi nêzîkatiyên teng ên wekheviyê yên huqûqî û siyasî belkî alîkariya lîberalîzmê were kirin; lê bi nêzîkatiyên bi vî rengî çareserkirina pirsgirêkê bidin aliyekî, weke diyarde jî çareseriya wê nabe. Mirov îddîa bike ku tevgerên femînîst ên heyî ji lîberalîzmê qut in, û bûne hêzên dijberê sîstemê, ev ê bibe xwexapandin. Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên femînîzmê ew e, eger weke tê gotin radîkal e, wê wextê divê beriya her tiştî xwe ji binî ve ji hînbûnên lîberal, ji jiyan û şêwazên fikir û hisên wê qut bike, şaristanî û modernîteya dijminê jinê ya li pişt wan analîz bike û li ser vî bingehî giraniya xwe bide rêyên çareseriyê yên manedar.

Modernîteya demokratîk divê xwezaya jinê û tevgera wê ya azadiyê weke yek ji hêzên xwe yên bingehîn zanibe û di vê çarçoveyê de hem pêşdebirina wê û hem jî weke hevgirtiyê xwe di serê erkên xwe de bihesibîne û di xebatên jinûveavakirinê de wê binirxîne.

* Ji pirtûka 'Sosyolojiya Azadiyê' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye berhevkirin.