Israra Şehîd Helmet a li ser xeta jiyana bi hev re ya gelan a demokratîk

Hevrê Helmet (Diyar Xerîb) piranî wextê xwe bi perwerdekirina hevrêyên xwe dewam kir. Armanc û hewldanên wî ji bo avakirina jiyaneke bi hev re ya gelan a demokratîk bû.

Berî niha bi 4 salan di 26'ê Hezîrana 2019'an de bi êrîşa balafirên bêmirov ên bi çek û balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya xiyanetkarên navxwe, Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê, Endamê Konseya Giştî ya Serokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) hevrê Helmet (Diyar Xerîb) li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Dola Şaruşî ya girêdayî gundê Sûredê ya ser bi Binarê Qendîlê tevî du hevrêyên xwe yên bi navê Şahîn û Dewran şehîd bûn. Di serî de bi rêzdarî hevrê şehîd Diyar Xerîb Mihemed û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînim, soza şopandina rê û xwedîderketina li bîranînên wan dubare dikim.  

Hemû hevrêyên ku li ser Şehîd Helmet nivîsîn, hevrêtî kirine, yan jî ên ku berhemên wî xwendine, bêguman asta hizir, felsefe, îdeolojî û siyaseta wî ji bo wan zelal bûye. Ev yek jî wisa kiriye ku şopa wan a pêşengtiya ji bo Şoreşa Azadiya Kurdistanê tim diyar bibin li hemû qadên têkoşînê. Ji ber ku pir bawerî bi xwe hebû, ji bo wê bi zimaneke pir sade û hêdî ji bo hizrê xwe bide erêkirin li ser ya xwe bi israr bû. Yanî tenê hema gotin ne dikir, hizir, raman û têbînî jiyanî dikir. Ji bo wê yekê gotin û kiryarên hevrê Helmet yek bû. Piranî hevrêyan, hevrê Helmet li qadên têkoşînê di nava perwerde, semîner û civînan de nas kirine. Her wiha bi kêfxweşî û coş di hemû astên perwerdehiyê de tevlîbûn esas girtiye. Mînak; piranî wextê xwe bi perwerdekirina hevrêyan ve diborand, bi perwerdekirinê ve mijûl bû. Bi heman rengî, li hemû akademiyên perwerdehiyê yên kadroyan bi heman astê beşdarî bû. Divê vê rastiyê jî bi bîr bixim, berî ku hevrê Helmet şehîd bibe, di civînekê de amade bû ku bi armanca perwerdekirinê û li ser girîngiya dilsozî û welatparêziyê bi Pêşmergeyên Dêrîn re bû. Heman demê roja din dixwest xwe bigihîne akademiya kadroyan, ji ber ku li wir waneya wî ya dîroka Kurdistanê jî hebû.  

Yek ji aliyê din ê têkoşînê yê hevrê Şehîd Helmet ew bû ku baweriyeke zêde li xeta têkoşîna bi hev re jiyana demokratîk a gelan a li Rojhilata Navîn dianî. Dema ku waneya dîroka Kurdistanê dida ya ku di pirûka ‘Xwendineke nû ya ji bo dîroka Kurdistanê’ de berhev kiribû, li vir li şûn kûrkirina pirsgirêk û pêşxistina ruhê netewperestî ya paşverû, hewl dida li ser bingehê felsefeya bi hev re jiyana demokratîk û xeta neteweya demokratîk ya Rêber Apo ku weke rêbaza xebatê destnîşan kiribû, dida. Rêya çareseriya demokratîk pêşkêş dikir. Di serdema xebatên siyasî û civakî de jî bi heman nefesê  têkoşiya. Nimûne; sala 2005’an hevrê Helmet Berpirsê Mekteba Têkiliyên Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) bû, ew qonax destpêka avakirina Iraqê ya piştî hilweşandina rejîma Baas bû. Ji bo wê pêwîstî bi hêz û baweriyeke mezin a di navbera şovenîzma mezhebî ya Şîa û Sine, hişmendiya neteweperestiya klasîk a Ereb û miletgeriya destpêkê ya Kurd de dikir. Hevrê Helmet hemû hêz û kêrhatiya xwe dixiste tevgerê ji bo ku xeta neteweya demokratîk a PÇDK’ê nîşan bide. Her çendî destpêkê di warê axaftina bi zimanê Erebî de hevrê Helmet baş jî nebe, ji ber asta kûrbûna wî ya li ser xeta neteweya demokratîk, felsefeya bi hev re jiyana demokratîk a gelan bi hêz bû, karî ew pilan û zextên PDK û dewleta Tirk a dagirker vala derxe. Wê demê PDK’ê ji bo ku PÇDK’ê destûra siyasî li Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê bi dest nexe, rêgiriyê bike, rê nede tevlî proseya hilbijartina herêma Kurdistan û Iraqê bibe gelek astengî û zext kiribû. Di encamê de li ser israra şehîd Helmet û hevrêyên wî ew hemû zext û pilan hatin têkbirin.

Ji bo gelê Ereb, Tirkmen û Asûrî, bi heman rengî û baweriyên cuda bi taybetî li gel civaka Êzidî, Kakayî, Şebek û hwd. bikarin bi awayê herî baş bi hevre bijîn, di nava têkiliyên kûr de bû. Heta ku hevrê Helmet bû serok û hevserokê PÇDK’ê. Ji baweriyên cuda endam di meclîsa seroktiyê de anîbû cem hev, xwedî rolek bi bandor bû di nava xebat û têkoşînê de. Ji bo careke din xeta şovenîzma mezhebî û netewperestiya Ereb a kevneperest li Iraqê serî hilnede, ji bo dîsa xeta Îslamî di şexsê rêxistinên tundrew ên weke El Qaîde, El Nûsra û DAÎŞ’ê de bi hêz nebe, Iraq nevegere sîstema navendîbûn û dîktatoriya rejîma Baas, her wiha ji bo xeta bêçare û kevneperest a miletgeriya desthilata Herêma Kurdistanê weke derfeteke din ev derfete jî ji destê Kurdan neçe, ji bo gelê Kurd bigihêje mafê xwe, ji tevahiya gelê Iraqê re pêşengî kiriye. Li gorî hişmendiya şehîd Helmet heta guherîna zîhnî ya civakê pêk neyê, demokratîkbûn jî pêk nayê; gelê Iraqê jî demokratîk nabe û pirsgirêka Kurd jî li Iraqê li ser bingeha demokratîkbûnê çareser nabe. Ji bo wê xebateke pir mezin ji bo nivîsandina Destûra Bingehîn a Iraqê da. Hemû metirsiyên hevrê Helmet ew bu ku Iraq nevegere sîstema navendîbûnê û 80’î ku civak bê çewisandin. Careke din dikarin sûdê ji proje û planên PÇDK’ê bê girtin ku bi pênûsa şehîd Helmet hatibûn nivîsandin û pêşkêşî Komîsyona Nivîsîna Destûra Bingehîn a Iraqê hatibû kirin.  

Ji bo ku Herêma Kurdistanê bibe xwedî destûreke demokratîk ku bikare pîvanên jiyana demokratîk ji bo gel û netewe, bawerî, ol û ayînan misoger bike, ji aliyê Koma Goran ve bi rêya parlamentê pêşniyarek pêşkêşî Parlamenta Herêma Kurdistanê hate kirin. 

Di roja îro de jî desthilatdariya Başûrê Kurdistanê ji bo pere, kursiyek zêdetir bi dest bixe û asta desthilatdariya xwe bilind bike, hemû çavkaniyên xwe pêşkêşî Bexdayê dike. Eger sala 2005’an desthilata miletgerî ya kevneperestî ya Herêma Kurdistanê li şûna ku şehîd Helmet û hevrêyên PÇDK’ê weke ‘zilmkar’ binav bikirina, guh bidabanê; îro rewşa Başûrê Kurdistan û Iraqê wê di rewşeke din de ba. Başûr dikarî pêşengtiyê ji yekîtiya neteweyî ya demokratîk a Kurdistanê re bikiribana, heman demê wê Iraqê jî pêşengtî ji bo konfederalîzma demokratîk a Rojhilata Navîn bikirana. Eger îro jî Herêma Kurdistanê û Iraq guh bide hevrê, rêxistin û modela şehîd Helmet, dîsa jî Herêma Kurdistan û Iraq dikare xwedî heman rolê be. 

Di temenê 20 salên Iraqê yên piştî rejîma Baas de, desthilatdarên Iraqê bi pêşengtiya hêz û aliyên Şîa bi aliyên cuda re, roj bi roj bi rêya sazî û dezgehên dewlet û destûrê cihê xwe xurt dikin. Di vê demê de bi erêkirina proje yasaya budçeyê ya 3 salan ku hate pejirandin, niha bi xurtir qada xwe ya siyasî mayînde dike. Desthilatdarên Herêma Kurdistanê bi serokatiya PDK’ê her roj bi kabûseke nû ya Dadgeha Federal a Iraqê şiyar dibin. Gotineke Kurdewarî heye dibêje; ‘Sifir jî li ser bihelînî wê her dawî Dadgeha Federal û Serokê wê Mehdhet Mehmûd dervikeve’. Bê serketin û projeyekê bi referandûmê winda kir. Bi projeya aboriya serbixwe û neftê winda kir. Hemû tişt xiste xizmeta desthilata Erdogan, hemû xema wan bû domandina desthilata şovenîzm, dagirker, qirker a AKP-MHP’ê, HUDA-PAR (Hîzbûlah-Kontra). Bi qasî dijminahiya li gerîlayên Azadiya Kurdistanê, PKK’ê, Rêveberiya Xweser a Şengalê, Penaberên Bakur yên li Mexmûr, Xelkê Silêmanî û Rojayayê Kurdistanê, bi qasî çarêka çarêka wê li ser rêbaza çawa xizmet û çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya demokratîk a pirsa Kurd û demokratîkkirina Iraqê bikirina niha wê rewş di asteke din de ba.