Hilweşandina desthilatdariya AKP’ê

Hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re nehat kirin û vê yekê nîşan da ku helwesta li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst çi ye. Peyam eşkere û zelal e; hilweşandina vê desthilatdariyê ye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hema bibêje kêliyek nîn e ku hilbijartin nayê nîqaşkirin. Tifaq, peywendî, guman, reşkirin, îhtîmal, pêşbînî …

Her kesê bala xwe daye ku wê desthilatdariya Erdogan-Bahçelî hilweşe yan ne. Agahiyên tifaqên hatine çêkirin û belav bûne, di kêliyê de tên guhertin. Rastiya ku nayê guhertin ew e ku her kes dixwaze bi dengê Kurdan şekil bide lîstoka xwe.

Kurd wê piştgiriyê bidin kê, nadin kê, wê çima piştgiriyê bidin yan jî nedin, şîrove, texmîn û tahlîl. Tişta balkêş ne tenê pispor, her kes têkildarî rojevê şîrove û texmînan dike.

Ev qasî bala xwe dane dengên Kurdan û ev yek nîşan dide ku Kurd hêmanê bingehîn ê vê erdnîgariyê ne, hêza herî dîmanîk e û çarenûsê tayîn dike. Kurd di heman demê de di tayînkirina çarenûsa sedsala nû ya Tirkiyeyê de, xwedî rolê esas e. Di sedsala 20’an de wisan bû. Rastiya Kurd hebû ku çarenûs tayîn dikir. Lê ev çarenûs; li ser tasfiye, qirkirin, bişaftin û koça komî ya Kurdan hatibû tayînkirin.

Xayîn, hevkar, populîst bi awayek çalak ketine dewrê. Her kes li cihekê di wê derdê de ye ku ‘em ê Kurdan çawa bixapînin, mejiyê wan çawan filo bikin, bîra wan çawa berovajî bikin’. Rastiya ku ji sedsala borî nehatî guhertin jî hêrs û êrîşên li dijî tevgera azadiya Kurd e.

Destpêkê rastiya ku fêm nekirine ew e ku pirsgirêka Kurd ne bi hilbijartinên meclîsa Tirk ne jî ka serokkomar wê bibe kê, nayê çareserkirin. Ya ku Kurdan azad bike rêxistibûna cewherî ya Kurdan e û têkoşîna civakî, siyasî, leşkerî, dîplomatîk û çandî ya li ser esasê hêza cewherî ye.

Li Tirkiyeyê bi sîstema parlamenter, serok yan jî sîstemek cuda pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. Di nava van sîsteman hemûyan de, tişta ku pirsgirêka Kurd çareser bike têkoşîna çalak û kolektîf a Kurdan e.

Tişta ku Kurdan di rastiya siyaseta Tirkiyeyê de diyar bike, îrade û berjewendiyên kolektîf ên hevkar in. Bersiva herî baş a ku ji kesên pişgiriyê didin deshilatdariya Erdogan re bê dayîn ew e ku mirov siyaseta ku deshilatdariya faşîst a Erdogan-Bahçelî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne, nîşanî wan bide. Gelo mane desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst e ku ev du sal in destûr nade ku hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re were kirin û di bin tecrîda giran de hiştiye (ku 25 sal in ev tecrîd dewam dike), li dijî gerîlayên Kurd her cûre êrîşan dike û bi awayek nemerdane çekên kîmyewî bi kar tîne?

Îcar çawa bang li Kurdan dikin ku vê desthilatdariyê ser piyan bihêlin? Bi kîjan rûyî, bi kîjan exlaqî, ji bo kîjan nirxê netewî vê yekê dikin?

Desthilatdariya faşîst a AKP- MHP’ê dijminê Kurdan, şeklê herî safî yê zîhniyeta sedsalê ya antî Kurd e. Nêzîkatiya vê bloka faşîst a li hember Rêber Abdullah Ocalan nêzîkatiya wê ya li gelê Kurd e.

Tevî ku du sal derbas bûn jî rê nadin ku Rêber Abdullah Ocalan peyamekê bide gelê Kurd. Ne malbat û ne jî parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Ev tê wê wateyê ku Rêber Abdullah Ocalan ferzkirina desthilatdariyê nepejirandiye. Li ser astengkirina hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re, divê helwestek çawa li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bê nîşandin, diyar e. Peyam zelal û eşkere ye; Têkbirina desthilatdariyê ye. Wê demê kîjan tifaqê çi gotiye, divê nebe rojeva Kurdan. Divê Kurd ji bo bibin hêz nîqaşan bikin û rojeva xwe bi vê yekê dagirin.

Di sîstemên qanûnî yên parlamenteriyê de jî bêguman hesabê wezaretê û hesabkirina bûyîna desthilatdariyê jî tê kirin. Lê belê dema azadiya gel, têkoşîna gel a bûyîna netewe li navendê be, rojevê bi wezaretan dagirtin, teqez ji rojevê dûr dixe.

Ji rastiya ku di mejiyê dewleta Tirk de cihê Kurdan tune ye, zelaltir ti tiştek nîne. Ev di zihniyeta kemalîst a kevneperest de jî wisa ye, di îtîfaqa netewperest-olperest a Erdogan-Bahçelî de jî wisa ye.

Ji ber vê yekê, ji bo têkbirina vê desthilatdariya ku ev 20 sal in li Kurdistanê qirkirinê pêk tîne, bi sazî dike, bi kîmyabaranê Kurdan qetil dike, hewl dide fuhuş û îdareya narkotîkê pêk bîne û hewl dide ciwanan bike sîxûr, dem hatiye.

Li şûna vê divê em xeyal nekin ku desthilatdariya ku bê wê pirsgirêka Kurd bi rêbazên herî demokratîk çareser bike, ziman, çand û hebûna Kurdan nas bike û destûrê bide rêveberiya wan a xweser.

Ji ber ku ev hemû ancax bi têkoşîneke civakî ya bi zanebûn a rêxistinkirî di rastiya Kurdistanê de pêkan e.

Meclîs di nava hemû çeperan de di navbera Kurdan û têkoşîna demokrasiyê de tenê çeperek e. Divê em rol û misyona wê ne mezin û ne jî biçûk bikin û ne rast e ku em wan bi çeperên din re bidin ber hev. Jixwe her çeperek bi hêz tenê karê pozîsyona din hêsan dike û destê wê xurt dike.

Ji wî alî ve divê em bi kesên ku li ser navê Lurdan diaxivin neyên xapandin ku dibêjin Kurdan wezaret negirtine, nebûne tiştek. Ji ber ku tenê tişta ku ew dizanin û dixwazin ketina rêveberiyê ye. Weke elîtên Kurd tu berdêl nadin, li ser bedelên ku gel didin, li pey rantê digerin.

Ji bo Kurdan pîvan nêzîkatiya li Rêbertiyê ye. Berpirsiyarî û erka herî mezin ew e ku kesên bêhna Rêbertiya wan dibire, ceza bikin. Li dijî kesên ku li girtîgeha Îmraliyê êşkence li Rêbertî dikin, divê di hilbijartinê de dersa tê xwestin bê dayîn. Ji bilî vê divê em dema xwe ji bo hevkarên AKP-MHP’ê û kesên dixwazin hawirdorê şêlo bikin veneqetînin. Divê bên dîtin ka çiqas qirêj û xeternak in.

Ya herî girîng jî têkbirina van kesan di heman demê de têkbirina lîstika dîrokî ya dewleta Tirk a bikaranîna Kurdan li dijî Kurdan e. Dîroka hilbijartinê ji bo Kurdan ji vir tê. Di vê hilbijartinê de divê Kurd derseke baş bidin qirkeran û hevkarên wan ên xayîn û bûrjûvaziyên biçûk.