Hilbijartina parêzgehên Iraqê û çûna Fûad Hisên a Tirkiyeyê

Piştî fermana 2014’an, em dikarin bêjin ku cara yekem e ku civaka Êzîdî bi gelê Ereb û pêkhateyên din re mil dan hevûdû û namzetekî gel şandin encûmena parêzgeha Mûsilê.

18'ê Kanûnê li 15 parêzgehên Iraqê hilbijartinên encûmenên parêzgehan çêbû. Ev hilbijartin li ser derxistina parlamenterî nebû. Mirov dikare bêje ku ji bo hilbijartina parlamentê jî gav û bingeheke giring bû. Bi vê hilbijartinê re wê walî, qeymaqam û midûr nehya ji aliyê encûmena parêzgehê ve werin hilbijartin. Ji ber vê jî pêwist bû li ser wê baş bihata sekinandin.

Li Iraqê mafê derdora 16 mîlyon dengdêran hebû ku biçin ser sindoqan û dengên xwe bi kar bînin. Lê belê civakên Rojhilata Navîn ji ber dek û dolabên desthilatdaran ji encamên sindoqan zêde bawer nakin. Ji ber vê yekê jî di nav 16 mîlyon de 6 mîlyon kes rûxmê her tiştî hilbijartin weke çeperekê dîtin, berpirsiyariya xwe bi cîh anîn û çûn dengê xwe bi kar anîn. Ev hejmar teqabûlî ji sedî 41 ê dengdêran dike. Ev mijar bi serê xwe cihê fikarê ye. Di sedsala 21’emîn de yek ji welatên ku civakên herî heterojen lê ne, Iraq e. Lê belê neçûna rêjeyek ewqas bilind a li ser sindoqan ji bo hemû hêzên Iraqê mijara lêhûrbûnê ye. Hinek derdor 20 sal berê li ser gotinên ‘Demokrasî û azadî anîna li Iraqê’ xwestin xwe rewa nîşan bidin. Lê belê piştî 20 sal şûn ve tiştên ku anîne Iraqê çiqas demokrasî û azadî ye, ev cîhê nîqaşê ye.  

PDK LI IRAQÊ JÎ LI ŞENGALÊ JÎ LI BIN KET

Di vê hilbijartinê de yek ji xalên girîng jî bêguman binketina PDK’ê û hinêk hêzên derdora wê bû. PDK hewl dide xwe di asta Iraqê de yekem nîşan bide û encamên bidestxistine jî weke serketinê dide nîşandan, lê belê rastî weke ku PDK dibêje nîne. Li tevahiya Iraqê û bi taybet jî li Şengalê dek û dolabên PDK’ê zêde çêbû. Ji xwe PDK di hîle û qurnaziyan de ‘birayê xwe yê mezin’ dewleta Tirk a dagirker wekî mînak dibîne. Kirîna dengan, sond xwarin, tiştê teknîkî belav kirin û hwd. Her wiha hinek însan şandibûn Şengalê da ku bi hin karên pîs û qirêj serê ciwanên Êzidî tevlihev bikin. Ên ku van karên bê ehlaq dikirin bi tundî rastî nerazîbûna gel hatin, hatin girtin û qewitandin. Rûxmê hemû lîstikan jî PDK ne li kampên Başûrê Kurdistanê ne jî li Şengalê nekarî pîlanên xwe yên qirêj li ser civaka Êzidî pêk bîne. PDK li tevahiya Iraqê tiştê ku jê hêvî dikir bidest nexist, hêviya wê têk çû û derbên mezin di van hilbijartinan de xwar. 

HEVGIRTINA GELÊN NÎNOWAYÊ BI SER KET

Lîsteya ‘Hevgirtina Gelên Nînowayê’ ku bi pêşengtiya civakên qedim ên deşta Nînowayê ketin hilbijartinan, bi taybetî li Şengalê û li piraniya bajarên Iraqê serketineke girîng bidest xist. Bêguman di nav vê hevgirtinê de serketina PADÊ şênber bû. Bi taybetî serketina namzetê Rêveberiya Xweser a Şengalê Qasim Keşko, di nav civaka Êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê de coşeke mezin çêkir, ev serketin bû sedema şahî û pîrozbahiyên li seranserê Şengalê. Pêwist e em nebêjin di nav 29 kûrsiyên Mûsilê de bi serketina namzetekî em dikarin çi bikin, çi bi ser bixin. Ev nêrîn ne di cih de ye ku wê demên pêş xeteriyên mezin di nav xwe de bihewîne. Li gorî heqîqeta parçekirî serketin a namzetekî ye, di nav 29 kursiyan de ti guhertin nikare çêbike. Lê belê em baş fêr bûn ku heqîqet bi ti awayî û bi ti carî nikare were perçe kirin. Heqîqeta civaka Êzîdî jî wek heqîqeta Apogerî yekpare ye, perçe nabe.

BI HEVGIRTINA GELAN QASIM KEŞKO HATE HILBIJARTIN

Bi ser civaka me ya Êzidî de herî dawî fermana 2014’an derbas bû. Piştî vê fermanê çend hilbijartin çêbûn lê serketineke berbiçav nedihat bidestxistin. Piştî fermana 2014’an, em dikarin bêjin ku cara yekem e ku civaka Êzîdî bi gelê Ereb û pêkhateyên din re mil dan hevûdû û namzetekî gel şandin encûmena parêzgeha Mûsilê. Qasim Keşko li Şengalê di nav hemû pêkhateyan de bi rêjeyeke bi wate deng wergirt û hat hilbijartin. Ev deng jî, hejmar jî, tevlêbûn jî bêguman têrê nake. Divê ji niha ve ji bo hilbijartinên pêş dest bi amadekariyan were kirin. PADÊ pêwîst e pêkhateyên xwe hê berfirehtir û dewlemendtir bike. Ev mil hêj jî kêm e. Çi li hûndir çi li derve; PADÊ jî, Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî, hêzên dîtir jî pêwîst e bingeha tifaqên xwe mezintir û kûrtir bikin. 

Bêgûman serketina Qasim Keşko serketina pêkhateyên Şengalê bû. Ji ber vê jî ev serketina fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e ku ev fikir civakên Şengalê ji fermanê rizgar kir. Ev serketin serketina 12 siwariyên hemdem e. Serketina Derwêş û Edûlêyên hemdem e. 

ÇÛNA FÛAD HISÊN A TIRKIYEYÊ NE JI XÊRÊ YE

Li gel vê rewşê, pir balkêş e ku hê encamên hilbijartinan bi temamî nehatiye eşkere kirin, bi lez û bez Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên ê PDK'yî û şandeyek çûn Tirkiyeyê. Herkes dizane ku PDK û dewleta Tirk a dagirker wekî dijminên gelan tenê li ser pirsgirêkê avê nîqaş nekirin. Lihevkirina li ser ferman û peymanên derveyî pêkhateyan hatin nîqaşkirin û biryarê wan bê ku îradeya gel tê de hebe, tên girtin. Ev nêzîkatî bi serê xwe xeterî û şaşitiyên mezin di nav xwe de dihewîne. Pêwist e destpêkê dewleta Iraq û dewleta Tirk û hemû hizb û rêxistinên Iraqî, bi taybetî jî berjewendîperestên Şengalê baş bizanin ku ti plan û peymanên ku gel tê de nebe nayê pêkanîn. Şengal jî, Iraq jî, Nînowa jî yên wan kesan e ku ji bo ax û gelê xwe li ber xwe didin. Ev ax û erd ji bo hemû gel û baweriyan e.