Hilbijartina parêzgehan û binketina yekperestiyê

Yek lîste û bi hev re karkirin nîşaneya serkeftinê ye û encama yekperestî û xwemezindîtinê jî binketin e.

Tevî Kerkûkê, temambûna hilbijartinên 15 parêzgehên Iraqê û ragihandina encaman gelek rastî aşkera kirin ku demek bû ku di bin navên curbecur de xwe veşartibûn. Bêguman piştî deh salan lidarxistina Hilbijartinên Encumenên Parêzgehên Iraqê, her wiha derbasbûna 18 salan di ser hilbijartinên Encumena Parêzgeha Kerkûkê re, kir ku gelek kêmasî çêbin. Vê derengmanê di esasa xwe de rewabûna wan encumenan xistibû bin pirsyaran. Sîstema birêvebirina Iraqê piştî 2023’yan li ser bingeha federaliya parêzgehan hatiye avakirin. Lewma encumenên parêzgehan çi qas çalak bin, ew qas demokrasî pêş dikeve û birêvebirina demokratîk a civakê dikare bibe hêza biryarê.  Ew şêwaza ku ji bo hilbijartinê di destûra Iraqê de hatiye danîn, heta astekê çawaniya birêveçûn û şêwaza xebatên hilbijartinê zelaltir kiriye. Hêzên hegemonîst û dewletên herêmî bi şêwazên cuda cuda destwerdanê li proseya hilbijartinê dikin, bi taybetî Amerîka, Tirkiye û Îran. Ji aliyê din ve jî partiyên hegemonîst bi rêya hêz û pereyan her tim dixwazin hilbijartin bibin karekî zahirî û ew her tim bi awayekî misoger zêdetirîn kursiyan bi dest bixin û desthilata xwe pê bikin. Ew tedbîrên ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê digire, ji bo wê yekê ye ku hilbijartin rewabûna xwe ji dest nede. Her çend vê carê jî rêjeya beşdarbûnê %41 be jî, bi taybetî niha kartên elektronîk û şoptiliya elektronîk heta astekê baweriya hemwelatiyan bo hilbijartinan çêkiriye.

Ji damezrandina Iraqê heta hilbijartinên 2005’an li Iraq û Herêma Kurdistanê hilbijartin zêdetir kartonî bûn, bi hilbijartinan pozîsyona  desthilatdaran xurttir dibû. Partî û aliyên siyasî yên piştî 2005’an jî xwast ku heman senaryo berdewam bike. Lê belê wisa xuya ye ji ber ku bingeha Iraqa nû li ser federaliyê hatiye avakirin, pêwîst dike ku hilbijartin heta asteke baş bibe kevirê mîhengê ji bo birêvebirina welêt.

Ji ber ku ew nakokiyên li ser deverên veqetandî yên Kurdistanî çaresernekirî mane û ji hêla din ve ji ber kûrbûna neteweperestî û mezhebperestiyê û ji ber wê cudaxwaziya ku di nav civaka Iraqê de çêbûye, di hilbijartinên parêzgehan de çavên gelê Kurd zêdetir li ser deverên madeya 140’î bûn. Ji ber ku di hilbijartinên borî de Erebên Sunne kêmtir dihatin ser sindoqên dengdanê, lewma Kurdan li van deveran di asteke bilind de deng bi dest dixistin. Ji hinga ku Erebên Sunne rikaberiyeke tund dikin, dengên Kurdan li van deveran her ku diçe kêmtir dibin.

Partiyên Kurdan li deverên madeya 140’î bi çend lîsteyan beşdarî hilbijartinan bûn. PDK bi tena serê xwe dikeve hilbijartinên Iraqê. Di her du hilbijartinên borî de ji ber lawaziya YNK û aliyên din, PDK’yê bi fên û peredan û kirîn û firotina dengan, bi taybetî jî bi barimtegirtina xelkê aware piraniya dengan bi dest dixist.

Piştî têkçûna PDK’yê di referandûma 2016’an de û di heman demê de jidestdana %51’ê axa başûrê Kurdistanê û ji aliyekî ve jî ji ber sîxurîkirina xwe ya ji bo dewleta Tirk û rewakirina dagirkeriya li ser axa başûrê Kurdistan û Iraqê, rûyê PDK’yê aşkera bû. Lewma jî tiştê ku di vê hilbijartinê de aşkera bû, ew pozbilindiya PDK’yê têk çû û eger hêzên din bi lîsteyên hevbeş piştgiriya hev bikin, kabûsa PDK’yê ber bi hilweşînê diçe.

Hilbijarina li Kerkûk, Neynewa û Şengalê ji bo hêzên demokratîk bû tecrubeyeke nû ku bi yek lîste û bi yek helwestê dikarin di hilbijartinan de encamên baştir bi dest bixin. Ji aliyekî din ve jî, xuya bû ku li derveyî PDK’yê û yên ku wekî wê difikirin, dikare yekîtiyek bê avakirin. Bi gotineke din PDK’yê sînorên xwe baştir zanî. Lewma ew hêz û aliyên demokratîk û azadîxwaz ku baweriya wan bi xeta neteweya demokratîk heye, dikarin bi rêbazên xwe têkoşîna xwe bimeşînin û encamên baştir jî bi dest bixin. Eger heman rêbaz li parêzgehên Diyale û Selahedînê jî bihata şopandin, mumkun bû ku encamên baştir bihatina bidesxistin.

Serkeftina berbijêrê PADÊ û Rêveberiya Demokratîk a Şengalê di vê hilbijartinê de, peyameke zelal dide me. Ew jî ew e ku gelê Şengalê gav bi gav xwedî li wê têkoşîna keç û kuran derdikeve ku ji bo azadbûnê didin. Di gel vê yekê, ji bo cihgirkirina Rêveberiya Demokratîk a Şengalê û pesendkirina wê, êdî serdemeke nû ya xebat û têkoşînê û xebata hevbeş a li gelê aliyên demokratîk dest pê dike.

Peyama dawî ya hilbijartinên parêzgehan ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê bû ku ew ê di sibata sala bê de bên kirin. Hêz û aliyên demokratîk dikarin li ser bingeha lîsteya hevbeş a Kerkûk û Neynewayê pêşwaziyê li hilbijartinên Herêma Kurdistanê bikin û aliyên din jî li vê hevbeşiyê zêde bikin û bê ku ji dagirkeriya dewleta Tirk û paşverûtî û şovenîzma PDK’yê bitirsin, dikarin lîsteya xwe ya hevbeş ava bikin. Bi vî rengî dikarin encamên baştir bi dest bixin. Ji bo komkirina netewe û dînên cuda yên li başûrê Kurdistanê, pêwîstî bi zihniyeteke nû heye ku ciwan û jin pêşengiyê dikin. Wê demê em ê careke din biselmînin ku yek lîste û bi hev re karkirin nîşaneya serkeftinê ye û encama yekperestî û xwemezindîtinê jî binkeftin e.