Piştî 10 salan Hilbijartinên Encumenên Parêzgehên Iraqê hatin lidarxistin û encamên destpêkê diyar bûn. Bêguman dema ku em rastiya siyasî ya Iraqê dinirxînin, em dibînin ku hêz û aliyên siyasî yên Kurdistan û Iraqê û hetta hêzên herêmî bi çavê hilbijartinên giştî li vê hilbijartinê dinêrin û li gorî encamên hilbijartinê wê nexşerêyê xwe ya siberojê diyar bikin. Di vir de ya girîng helwesta hêz û partiyên Kurdistanî ye, bi taybetî jî helwesta gelê me ya der barê vê hilbijartinê de. Bi liberçavgirtina wan hemû pirsgirêk û wêraniyên ku di encama êrişên çeteyên DAIŞ’ê de, di encama senaryoya referandûmê û têkçûna siyaseta klasîk a Kurdan de hatine serê gelê me, berî her tiştî divê em bibêjin ku ya ku bi ser ket îradeya berxwedanê û helwesta neteweyî ya gelê Kurd bûye. Gelê Kurd tevî hemû qirkirin, dagirkerî, îhanet, zextên siyasî û leşkerî, peyama xwedîderketina li ax, çand û dîroka xwe ji her kesî re ragihand. Di vî warî de ev helwesta gelê me hêjayî rêzgirtin û pîrozkirinê ye.
Ev helwesta gel peyameke zelal e ji bo hemû hêz û aliyên ku bi siyaseta şovenîzma Erebî, faşîzma Tirk û neteweperestiya prîmîtîf a Kurdî hewl dane ku li ser hesabê gelê Kurd li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê berjewendiyên xwe pêş bixin. Tevî hemû zext û gefan gelê Kurd ax û welatê xwe neterikand, li hemberî guhertinên demografîk li ber xwe da û di derfeta yekem de karî îradeya xwe ya demokratîk eşkere bike, hem peyama pêkvejiyanê da û hem di nasname û hebûna xwe de israr kir. Gelê me li Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê li dijî sê zîhniyetan li ber xwe da û bi ser ket.
Yekem, zihniyeta şovenîst a Ereb ku bermahiya rejîma Bees e û li vir û wir di bin nav û rûyên cuda de hewl dide ku ne tenê mafên Kurdan ji dest wan bigire, her wiha hebûna Kurdan li van navçeyan ji holê rake û siyaseta erebkirinê pêş bixe.
Ya duyem dewleta Tirk a dagirker e. Bi zîhniyeta Osmaniya Nû ku qetlîam û sûcên xwe yên li dijî gelê Tirkmen nabîne, lê niha xwe wekî parêzvanê gelê Tirkmen dibîne, hewl dide nakokiyên di navbera pêkhateyan de kûr bike. Dewleta Tirk a dagirker xwest vê hilbijartinê wek rawestgehekê bi kar bîne da ku bigihîje xewn û xeyalên xwe yên Mîsaqa Milî û siyaseta xwe ya firawanxwazî, dagîrkerî, qetlîam û tirsandinê bidomîne û gelê Kurd li navçeyên madeya 140’î ji nav bibe. Bi gotineke din, çawa ku dixwaze li Behdînanê bi operasyonên leşkerî başûrê Kurdistanê dagir bike, bi heman awayî dixwaze li Mûsil û Kerkûkê jî bi operasyonên siyasî û îstixbarî bandor û desthilata xwe xurt bike.
Sêyem PDK ye ku ji 31'ê Tebaxa 1996'an û bi vir ve bi şovenîstên Ereb û faşîzma Tirk re hevpeymaniyeke stratejîk îmze kiriye, wekî pêwîstiya vê tifaqê û ji bo pêkanîna ajandayên wan beşdarî hilbijartinên parêzgehan bû. Tekane armanca wê ew bû ku Kurdan belawela bike û nehêle ku Kurd parêzgariya Kerkûkê bi dest bixin û nakokiyên Kurdan bi pêkhateyên din re kûrtir bike û rê li ber wê yekê veke da ku zîhniyeta şovenîst a Ereb û faşîzma Tirk li Kerkûkê serdest bibe. PDK'yê xwest ku li herêmên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê jî wekî ku li herêmên di bin kontrola xwe de kiribû, heman xizmetê ji nûnerên van her du zihniyetan re bike. Wekî ku tê zanîn PDK di bin navê siyaseteke qaşo neteweyî de, lê di esasa xwe de netewefiroşî û niştimanfiroşî ye, navçeyên di bin desthilata xwe de xistine bin kontrola wan hêzan ku nûnertiya van zihniyet û siyasetan dikin.
Ji aliyekê ve hemû Beesiyên berê, DAIŞ’iyên berê û caşên berê niha li navçeyên di bin kontrola PDK’yê de di nav luksê de dijîn û li gorî berpirsên PDK’yê bi xwe şert û mercên herî baş ji wan re hatine dabînkirin û ji aliyekî ve artêş û dezgeha sîxurî ya dewleta Tirk a dagirker li çiya û bajarên Behdînan û Soranê lotiklotika wan e û bûye xwedî desthilateke defacto li ser van deveran.
Helwesta xelkê di Hilbijartinên Encumenên Parêzgehan de helwesteke li dijî vê nêzîkatiya PDK’yê bû. Ji 16’ê Cotmehê ve PDK di hemû axaftin û kiryarên xwe yên siyasî de partiyên din ên Kurdistanî bi xiyanet û firotina Kerkûkê tometbar dike. Encamên hilbijartinê bi zelalî nîşan da ku gel baş dizane kî xayin e. Di vê hilbijartinê de tifaqa PDK-MÎT-Bees ku li ser esasa pêşîgirtina li vîna Kurdan hatibû avakirin, derbeyeke mezin xwar. Hêjayî bibîrxistinê ye ku piraniya dengên ku vê hevpeymaniyê bi dest xistine, di encama kirîna dengên serokên eşîran, dengên koçberên li kampan û sextekariyê de hatine bidestxistin.
PDK piştî ku du caran ji Şengalê reviya û rê li ber komkujiya gelê Êzidî vekir, bi berdewamî pozîsyona Herêma Kurdistanê di hevkêşeyên navçeyî û navneteweyî de bi kar tîne da ku vê rastiyê bide jibîrkirin û rastiyeke sexte ferz bike. Ji ber vê yekê bi zextxistina li ser îradeya berxwedan û xwerêveberiya gelê Êzidî ya li Şengalê û bi bikaranîna karta penaberên Êzidî, dixwaze xwe wekî nûnerê gelê Êzidî nîşan bide. Lê belê îradeya demokratîk a gelê Şengalê tevî van zext û gefan jî karî nûnerên xwe yên rasteqîne hilbijêre.
Em dikarin ezmûn û peyamên vê hilbijartinê di du xalan de kom bikin. Yekem ew e ku her hêzeke siyasî ya Kurd ku li ser hebûn û azadiya gelê Kurd bi dijmin û dijberên gelê me re peyman û tifaqan çêke û bixwaze nav mala Kurd belawela bike, di encamê de bi helwesta gel re rû bi rû dimîne. Ya duyemîn, vê hilbijartinê nîşan da ku hêz di yekîtî û tifaqa partiyên welatparêz û demokrat de ye. Yanî gelê Kurd tenê bi xurtkirina yekîtiya neteweyî û bi pêşxistina yekîtiya demokratîk a bi gelên herêmê re dikare bigihîje mafên xwe yên rewa.
Ev encam girîng e û divê bi helwesteke demokratîk û welatparêz bê domandin û pêşxistin.
Ya ku dê pirsgirêka navçeyên veqetandî yên Kurdistanî çareser bike, berî pêkanîna madeya 140'î, avakirina eniyeke neteweyî ya demokratîk e ku çanda pêkvejiyana gelan esas digire, tu civakekê înkar nake û hewl dide ku hemû pêkhate bikarin bi awayekî azad nasname û hebûna xwe derxin holê û bikarin bi awayekî rasteqîne beşdarî birêvebirinê bibin. Ev yek bi zihniyeta neteweya demokratîk dikare pêk were ku tekane rêya çareseriya pirsgirêk û nakokiyan e û rê li ber destwerdana derve digire.