Hezîran meha Zîlan e

Di dîroka Tevgera Azadiyê ya Jinê û Tevgera Azadiyê ya Kurd de Hezîran meha Zîlan e. Em Hezîraneke nû bi rengê Zîlan pêşwazî dikin.

Weke jinên Kurdistanî em Hezîranê weke meha Zîlan pêşwazî dikin. Diyar e ku meha Hezîranê tenê bi rengê Zîlan bi wate, dijî û wêrek dibe. Tenê bi rengê Zîlanê ye ku mirov xwe bi vî rengî li demê bineqişîne, bibe ruh, reng û pênaseya demê. Zîlan hebûna jinê bi xwe ye. Navê dilsoziya bi xakê re ye, îradebûn e, veguherîna rêxistinî ye, têkoşerî ye, pratîkkirina van hemûyan li gorî qanûnên bedewiyê ye. Hezîran dema Zîlan e. Zîlan qibleya jinê ya ber bi azadiyê ve ye, Hezîran dema bazdana ber bi vê yekê ve ye.

JI BO BERÊ ME, DILÊ ME BI ZÎLAN RE BE

Wateya dema Hezîranê ya li Zîlan ku xwe bi wate û tacîdar kir, gelo ma ne ew yek e ku haya xwe ji vê cudahiya bi heybet heye? Ma ne ev têgihiştine, kir ku Sema ji Adarê heta Hezîranê 80 rojên nû li ber xwe bide. Sema tevî ku çalakiya xwe meha Adarê kir û di asteke jiyanî de şewitî, 87 rojan li ber xwe da, di 17'ê Hezîranê de xwe gihand Zîlan û tevlî karwanê nemiran bû. Weke jinên ku hêza xwe dispêrin vê maraton û berxwedêriya Sema, weke dilxwazên azadiyê, em vê yekê wekî din dikarin çawa îzah bikin? Peyama Sema çi ye, ku xwe gihand Zîlan û çavên xwe li jiyanê girt? Eşkere ye ku yekane tişta ji şewatê girantir ew e ku jiyana bi rengekî şewitî ye. Tevî ku şewitî bû, ji Adarê heta Hezîranê li ber xwe da. Ev yek peyameke bi rengê Sema ye û her kesên ku Sema nas dike, ji heman eşqê xwe xwedî dike, bi vê rewşê zanin. Gelo Sema bi vê rastiya xwe berê me jinan da ku derê? Eşkere ye ku da Zîlan. Ji bo berê me, çavên me, dilê me bi Zîlan re be 87 rojan bi rengekî şewitî di 17'ê Hezîranê de tevlî karwanê nemiran bû.

ZANE, ENTELLEKTÛEL Û XWEDÎ BAWERÎ BÛ

Gelek dikare vê yekê welê fêhm bike ku gelekî îdaelîst dikin, bi nêta herî baş weke edebî pênase dike. Lê belê bi navê xwe dikarim bibêjim ku min tenê hewl da ku tişta jê bawer dikim, rastiya ku hîs dikim û pê zanim bi rengê herî şênber vebêjim. Bêguman jineke pêşeng a weke  Sema Yuce ku zane, têgihiştî, kûr, entellektûel û bawerî, xwedî îdeolojî û felsefeyekê ye, xwedî armancekê ye. Kûrbûna wê ya li ser îdeolojiya rizgariya jinê, wasiyeta wê ya ji bo partîbûna jinê, kûrbûna wijdanî û hişmendî ya li nava têkoşîna azadiyê ya jinê, çalakgeriya wê, ya herî girîng jî têgihiştina wê ya li Rêbertî ferz dike ku di vê astê de bê nirxandin û pênasekirin.

ÇALAKIYA KU LI BER HEMÛ SÎNORAN RABÛ

Bi qasî navê xwe pê zanim ku eger derfet hebûya wê Sema jî mîna Zîlan li dijî paveşrûtî, tarîtî, serwerî, mêtingeriyê yanî wê bixwasta xwe di nava dijmin de biteqîne. Di nava sînorê xayin ê zindanê de rabûna li ber hemû sînoran û parçekirina wan, şêweyekî çalakiyê ye. Ya ku di kesayetiya Sema de pêk hat ev bû. Di n ava wan sînoran de li dijî xiyaneta ku di şexsê Şemdîn de şênber bû dilsoziya bi Rêbertî û gel, di bîrdoziya Mazlûm de, di berxwedana Newrozê de berz kir. Sema ev yek kir. Sema Yuce li dijî tarîtiya xiyanetê ya ku Şemdîn li ser pîrozmendiya Newrozê û gelê me ferz dikir, bi têgihiştina 'Asta xwe çi dibe bila bibe xiyanet bi qasî dilsoziyê nikare bi bandor bibe' tevgeriya, bi çalakiya xwe rê da ber Newroza 98'an. Ji bo xatir ji jiyanê bixwaze, tevlî karwanê nemiran bibe, bi bedena xwe ya şewitî heta Hezîranê li ber xwe da û xwe gihand Zîlan. Yanî Sema wezîfeya xwe ya milîtaniyê ya li dijî xiyanetê, di meha Adarê de kir lê belê lêgerîna xwe ya ji bo ebedîkirina xeyalên xwe û kêfxweşiya mezin di meha Hezîranê de bi xwegihandina Zîlan pêk anî. Fêhmkirina vê çalakiya mezin, kûrahiya bi heybet, fêhmkirina vî mejî, dil û wijdan, bi kasapîte û asoyê me ve girêdayî ye.

ZÎLAN RUHÊ HEZÎRANÊ YE

Zîlan xwedawendîbûna wêrekiyê ye. Û Hezîran dema Zîlan e. Li hemberî mejiyê baviksalar, sîstema dewletperest û desthilatdariya serwer a ku bi rengekî nemerdane û xayintî êrîşê dibin ser civakîbûn, welatparêzî, lêgerîna li jiyana bi wate û dilxwaziya azadiyê ya jinê,  bi dil û mejî serhildan e. Wêrekî nîşaneya pêkhatina vê çalakiyê û wergirtina encamê ye. Wêrekiya ku di şexsê Zîlan de afirî û bi rêxistin bû, xwedawendî ye. Eger ruhekî demê hebe -ku heye- teqez Zîlan ruhê Hezîranê ye. Ev ruh bi navê azadiyê bi navê wekheviyê ruhê fedaî ye. Ruhê çalakiya mezin a bi navê lêgerîna li jiyana bi wate ye. Bi navê hezkirina mirovahiyê, hezkirina jinê, dilxwaziyê ruhê eşqê ye. Ruhê dilsoziya bi rengê jinê ya li Rêber Apo ye ku hîndekarê azadiyê, pêşengê karkeriya eşqê û felsefeya rizgariyê ye. Ev ruh ruhê milîtaniya Tevgera Azadiyê ya Jinê ye ku di şexsê Bêrîtan, Bêrîvan, Zekiye, Viyan, Nûcanan de xurt bûye. Zîlan ruhê Hezîranê ye. Hezîran dema wateyê ye. Zîlan nuqteya xwedawendîbûnê ya di lêgerîna wateyê de ye.

Weke jin, weke mirov, weke Kurd em bi qasî bendewarî û têkoşîna xwe, encamên têkoşîna xwe hene. Bi qasî îdeolojî, spartiya xwe ya felsefî ya vê hebûnê em bi wate ne. Em hemû, gelek ji me bi pênaseyeke rasteqîn li bersiva pirsa 'Divê çawa bê jiyîn?' digerin. Hinek ji em ew çalakger in ku hewl didin bersivê bikin rastî. Dem rewşeke welê ye ku tenê bi wateya lê tê barkirin şênber dibe. Eşkere ye ku di lêgerîna li jiyana nû de bi qasî keda ku em di têkoşîna azadiyê didin, bi navê dilsoziyê, wêrekiyê, têgihiştinê bi kurtasî bi navê çalakiyê bi qasî wateya ku em didin demê, ji aliyê gel, jin û hevrêyên xwe ve têne qebûlkirin. Eger bi vî rengî be hingî di lêgerîna me ya wateyê de ya bi navê jiyana nû, Zîlan weke çalakgera herî mezin û bi wate ya jiyanê, di dema xwe de pêk hatiye. Her wiha eşkere ye ku dema vê çalakiyê meha Hezîranê jî bûye Zîlan. Zîlan weke îradebûna milîtan bilindbûna îradeya mirov e. Hezîran dema vê bilindbûnê ye.

FEDAÎTÎ DI ŞEXSÊ WÊ DE BI RÊXISTINÎ BÛ

Fedaîtî îradebûna şexsî ya dilsoziya ji dil û mejî ya bi nirx û hincetên têkoşînê ye. Feraset û kesayetî ye ku dilsoziya bi nirxên mirovahiyê, gel û azadiyê bi cih bîne, dîrektîf û fermanê bi xwe werbigire û berpirsyariya vê yekê ye. Lewma Zîlan sekan milîtaniya pêşeng e ku di kesayetiya fedaî de, di şexsê xwe de di asta herî bilind de veguherandiye rêxistiniyê.

QETILKIRINA GULAN A BI XAYINTÎ

Hezîran navê dema çalakîbûna fedaîtiyê ye. Gulan jî pêşengiya birêxistinkirina Zîlan e, bicihanîna Zîlan e, pêkanîna fedaîtiyê weke rêbazeke jiyanê, têkoşîn û kar e, birêxistinkirina çalakiya dilsoziya bi rengê jinê ye. Hezîran qetilkirina hevrê Gulan bi rengê xayintî ye. Gulan ji xwe re kiribû esas ku bi rengê Zîlan bimeşe, lewma armanca ji qetilkirina wê jî eşkere ye. Di şexsê Gulan de mejiyê mêr û desthilatdariyê yê ku dixwaze jinê di nava tarîtiyê de mehkûm bike, bi zanebûn xefikeke mezin danî pêşiya Tevgera Azadiyê ya Jinê. Hezîran dema vê qetilkirinê ye. Di 17'ê Hezîranê de Sema xwe gihand Zîlan, di 30'ê Hezîranê de Zîlan bû xwedawend û meha Hezîranê bi vî rengî bû meha fedaîtiyê, îradebûnê, wêrekiyê. Qetilkirina Gulan a di vê mehê de jî bi wê armancê hate kirin ku wateya Hezîranê berevajî bike. Bi gotina Rêber Apo, 9'ê Hezîranê lîstika bi jin-mêr a çetetiya desthilatdariyê û mejiyê tarî ye ku nekarî xwe li 'Fermadarîbûna jinê ya di şexê Zîlan de û mêr ê di bin fermana wê de' rabigire. Gulan qurbana 9'ê Hezîranê ye. Qetilkirina hevrê Gulan encama hewldana mehkûmkirina Hezîranê li tarîtiyê ye, xistina xefikên tirsê ye, fetisandina di nava derya bêbaweriyê de ye, kuştina bi nexweşiya bêwateyê ye. Tenê bi êrîşa li Gulan, bi qetilkirineke bi vî rengî xayintî derb li Zîlan, li têkoşîna Zîlan, li îradebûna Zîlan dikarîbû bihata xistin. Gulan nîşaneya hêza jinê ya rêxistiniya fedaî ye. Gulan di wê baweriyê de bû ku dema fedaîtiyê veguherînin rêxistiniya jiyanê û rêxistiniya çalakiyê, hingî pîvanên jiyanê yên jinê wê ewqasî bilind bibin ku rê nede reforma civakî. Fedaîtî wê jin bikira mîna Zîlan, mêr jî bikira yên di bin fermana wan de ne. Yanî wê rêxistineke mîlîtan û kadroyên wê yên mîlîtan bihata afirandin.

HEZÎRAN JI DESTPÊKÊ HETA DAWIYÊ RAPERÎN E

Zîlan wê bibe ziman, çalakî û kesayetiya jiyanê, jin hemû bigihîne derveyî paşverûtiyê. Yanî kêlî hemû, dem hemû wê bibûya Hezîran, her kes wê bibûya Zîlan. Kî dikare înkar bike ku 9'ê Hezîranê xefikek li hemberî van hemûyan bû? Hezîran ji destpêkê heta dawiyê raperîn, Zîlan çalakgera bi rengê jinê ya di raperînê de ye. Me bi rengê Zîlan dest bi Hezîrana îsal jî kir. Bêhna raperînê ji her derê tê. Tevî ku havîn hatiye ba mîna bahozê ye. Encamên ku ji ber sedemên siyasî rû dan zimanê me cuda bike jî di hevrêtiyê de fedaîtî dibe milîtan û çalakî. Hevrêyên ku bi dirûşma 'Jiyanek bêyî Rêbertî nabe' çalakiyan dikin, kî çi dibêje bila bibêje rê didin pêvajoyê. Di nava atmosfera giran a siyasî ya Rojhilata Navîn de ku navenda cîhanê ye, çalakiya ku derbê li mejiyê klîkbûyînê, tifaqên heyî û hevsengiyên desthilatdariyê bixe, li ku dibe bila bibe di tevlîbûna bi rengê fedaîtiyê de ye.

PARTIYA XURT, MILÎTANIYA BI BANDOR

Weke Tevgera Azadiyê ya Jinê û partiya wê ya pêşeng, dema pêşwazîkirina Hezîranê bi rengê Zîlanê ye, jiyana bi rengê Zîlan e, Zîlanbûyîn e. Me fêhm kiriye ku bi tecrûbeyên ji salên derbasbûyî wergirtî, em neçar in ku meheke nû ya Zîlan bi rengê Zîlan pêşwazî bikin, azadîparêziyeke cuda ya ji bo jinê, mirovahiyê û nirxên pêşvebirinê nînin. Mîna ku Sema Yuce di wasiyeta xwe de got, beriya nan û avê weke jin divê em îdeolojiya xwe ya rizgariyê, rêxistiniya wê, nirxên partîbûna xwe fêhm bikin, li gorî wê bijîn, li ser bingeha îdeolojiya rizgariya jinê bibin partiyeke xurt, milîtanên bi bandor, çalakger, berê xwe bidin Zîlan û bi rengê Zîlan pêk bînin.