Hêviya herî mezin a xelkê Başûr serketina gerîla ye

Hêviya herî mezin a gelê Başûrê Kurdistanê ew e ku gerîla di vî şerî de bi ser bikeve.

XELKÊ BAŞÛR, ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ Û GERÎLA

Tirksa herî mezin a PDK'ê ew e ku hêrsa xelkê Başûrê Kurdistanê ya ku her roj mezin dibe, veguhere hêzeke rêxistinbûyî. Ji ber ku bi kevneşopiya berxwedanê ya gel zane.

Dewleta Tirk plana xwe ya dagirkeriyê bi piştgirî û hevkariya PDK'ê ya bi her şêweyî dewam dike. Ji ber rola ne bi xêr a PDK'ê ya di vî şerî de ne sebra gerîla ne jî ya gel ma. Şêniyên Amediyê ku konvoyên artêşa Tirk di nava bajarê wan de derbas dibe, gundiyên Guherzê ku her roj obus û topên hawanê li bax û baxçeyên wan dikeve, gundiyên bi darê zorê ji gundên Mijê û Spîndare hatine derxistin, gundiyên Sergelê ku hîn zeviyên wan dişewite, li benda wê rojê ne ku ji PDK'ê û artêşa Tirk a dagirker rizgar bibin. Hêviya herî mezin a gel jî serketina gerîla ya di vî şerî de ye.

Tirsa herî mezin a PDK'ê ew e ku hêrsa gel a ku her roj hîn mezin dibe veguhere hêzeke rêxistinbûyî, ji ber ku PDK jî baş zane; xelkê Başûrê Kurdistanê serhildêr e, ji kevneşopiya serhildanê ye. Em ji hilbijartinên ku bi salan e tê taloqkirin zanin bê PDK ji îradeya gel çiqasî ditirse. Hilbijartin ku şertê destpêkê yê demokrasiyê ye, bi salan e nikare bê birêxistinkirin. PDK ji hilbijartinê jî ditirse. Bêguman di vê dema ku êrişên dagirkeriyê gihîştiye asta herî bilind PDK wê ne bi gel re be, wê li kêleka dagirkeran be.

GELO LEŞKERÊN TIRK TÛRÎST IN?

Medya PDK'ê piştî êrişên 3'ê Tîrmehê yên artêşa Tirk ji bo nerazîbûna gel kêm bike dest bi derewan kir û herêm welê nîşan da ku her tişt bi xêr û xweşî ye.

Medya ti welatî ji bo asayîkirina dagirkeriya li ser xaka xwe ti carî ewqasî hewl neda.

Dema ku me li nûçeya qenala bi navê K24 a li bajarê Amediyê temaşe kir, careke din fêhm kir ku çapemeniya PDK'ê di derewan û şerê taybet de sînoran nas nake.

Nûçegihanê K24 dibêje bajarê Amediyê gelekî tûrîstan ber bi xwe ve dikişîne, qala heybetî û xweşiya xwezaya herêmê dike. Gelo leşkerên Tirk ên dagirker ku li bajarê Amediyê û derdora wê digerin, li ber çavê wan mîna tûrîstan e? Gelo qala kîjan xweşiyê dikin? Li ser Girê Amediyê ku nêzî bajêr e, gelo dûyê çekên kîmyewî yên li dijî gerîla têne bikaranîn bi wan xweş tê? Yan jî daristana li Sergelê û gundên din ên Amediyê ya ku dişewite bi xweşiya wan ve diçe? Kîjan xweşî? Gelo bedena şewitî ya zarokên Kurd bi xweşiya wan ve diçe, ku ji ber obus û hawanên artêşa Tirk şewitî ye?

Nûçegihanê K24 piştre ji bo nîşan bide bê bajarê Amediyê çiqasî aram e, dîmenê çend kolanan dikişîne. Halbûkî berê kameraya xwe hinekî bizîvirîne wê qada ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin bê dîtin. Eger kamera xwe hinekî berjor bike wê Girê Amediyê bibîne bê çawa ji aliyê artêşa Tirk ve tê bombekirin. Ji bo neyê dîtin berê kameraya xwe dide cihekî teng, du sê kesên ku li dikanekê bazarê dike, nîşan dide. Pişte jî çend hevpeyvînan nîşan dide ku berê amade kiribûn. Kesê ku di roportajê de diaxive dibêje bajarê Amediyê rojê bi hezaran tûrîstan ber bi xwe ve dikişîne, rewşeke awarte nîne û gelekî aram e.

Tîma şerê taybet a PDK'ê ji aliyê lîstina rola sê meymûnan bi têra xwe bûye pispor.

HEWLDANA JI BO REWAKIRINA DAGIRKERIYÊ

Halbûkî xelkê Amediyê guhê xwe bigire jî nikare dengê wan teqînan nebihîze. Ji mala xwe qet dernekeve jî nikare tîna şewata li wan daristanan hîs neke. Maskeyan bide ber rûyê xwe jî wê nikaribe bêhna çekên kîmyewî yên ji Girê Amediyê belav dibe bêhn neke. Ma wê çawa nebînin, derbasbûna dagirkeran ji nava bajarê xwe.

Sermeselê nabînin, nabihîzin û îdîa dikin ku di nava aramiyê de ne. Ma ev ne saya gerîla ye ku du sal in li wê herêmê li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin? Ma ne saya wan lehengan e ku 2 sal in li ser Girê Amediyê rê nadin artêşa Tirk ku xwe berde nava bajêr û dagir bike? Bêguman eger gerîla 2 sal in li wê derê bi fedakirina canê xwe şer nekiribûya kesî nikarîbû îdîa bikira ku li bajarê Amediyê mirov di nava aramiyê de ye. Eger aramî hebe hemû jî bi saya xwîna gerîla ye ku li ser girên wî bajarî dirije.

ARAMÎ NÎNE, ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ HENE

Li qada Amediyê aramî nîne, li Amediyê êrişa dagirkeriyê ya herî mezin a dîroka Başûrê Kurdistanê neye. Leşkerên Tirk ne ji bo temaşekirina li bedewiya bajarê Amediyê hatine. Li Rojhilata Navîn li her cihê ku gav lê avêtine ji bilî xwîn, rondik, mirin, destavêtin û komkujî neanîne. Wê tiştekî din nînin Amediyê. Ji ber vê jî yên ku îdîa dikin ku şêniyên Amediyê di nava aramiyê de ne, yên ku hewl didin dagirkeriya artêşa Tirk rewa nîşan bidin, eger êrişa dagirkeriyê nikaribe bê rawestandin wê ji êşên wî gelî berpirsyar bin.

GERÎLA PARÊZVANÊN RÛMETÊ NE

Rêber Apo di nirxandinên xwe yên bi navê perspektîfên Başûr de gotibû, "PDK hêza noker e û bi îradeyeke serwer ve girêdayî ye. Dema ku îradeya serwer xwest, bi rê û rêbazên cuda tevlî nava vî şerî tê kirin. Ji xwe tevlî bûye. Yanî hêzeke girêdayî ye, tiştekî din jê nayê. Rejîma Tirk jî li ser vê bingehê hem piştgirî da dewleta Kurd a federe hem jî parast. Armanc ji vê yekê ew e ku PKK'ê ji Başûr tecrîd bike, gav bi gav hêzên noker ên Kurd ên li Başûr li dijî PKK'ê bide şerkirin." Karakterê hevkar û noker ê PDK'ê beriya niha bi dehan salan analîz kiribû.

Analîz û pêşdîtinên Rêber Apo yên li ser avaniha civakî, leşkerî û siyasî ya herêmê, piştî bi dehan salan jî ji têkoşîna gerîla de dibin perspektîf. Ji ber vê yekê hêza ku karakterê dagirkeriyê yê dewleta neteweya Tirk baş fêhm dike, hêza ku kiryarên dewleta Tirk ên li wê derê baş analîz dike, hêza ku parêzvanê rûmeta gelê Başûrê Kurdistanê ye Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ye.

Medya PDK'ê bi gotina 'Li Amediyê aramî heye, li Amediyê tûrîzm bi pêş dikeve' tenê dikare xulamên Malbata Barzanî bixapîne, gelê Kurd ê welatparêz ê ji kevneşopiya raperînê tê, ti carî nikare bixapîne. Qet û qet nikare Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bixapîne.