'Heta ku şerekî xurt neyê kirin, jiyaneke azad nayê afirandin'

Bi rengekî şênberî têkoşîna azadiyê ya jinê ji avakirina partiya xwe heta bi tevgera jinê ya girseyî, birêxistinknirina civaka sivîl û siyaseta demokratîk divê di zikhev de bimeşîne.

NIRXANDINÊN ABDULLAH OCALAN

Trajediya civakî ya bi bêrehmiya siyasî û neçariyê diyar dibe, herî zêde em dikarin di rastiya jinê de bibînin. Wek êsîra kevneşopiya hiyarerşî û dewleta pênc hezar salî, di roja me ya îro de ji jinbûnê zehmetir mirov nikare jiyanekê bifikire. Zehmetî ne tenê ji kevneşopiyê ye. Nirxên jinê yên şaristaniya Ewrûpayê afirandine herî kêm bi qasî kenveşopiyên dogmatîk texrîbkar in. Jin di navbera çanda ku gihîştiye pornoyê û çanda çarşefa reş de, matmayî sekinî ye.

Jina Rojhilata Navînî ji dewletê jî kevintir fîgureke lihevçêkirî ye. Hemû fazîletên jinbûnê hatine berovajîkirin. Çi tişta wê ya hêjayî şanazî û parvekirinê hebe, di bin tehekuma qanûnên exlaqî de ye. Jina kevneşopiya dînî, ew ji ewbûnê derxistiye û kiriye mulkê herî hêja yê mêr, tenê wezîfeyeke wê ya girîng heye, ew jî bi awayekî mutleq divê li gorî daxwazên mêrê xwe biçe. Ji bo dewletê împarator çi be, bi giştî mêr û bi taybetî jî zilam ji bo jinê heman tişt e. Di ferhenga mêrtiyê de gotinên wek "biryar bi jinê re girtin" şerm e. Ji bo jinê mezinbûneke exlaqî û fazîletek e, bêpîvan û bêsînor bi zilamê xwe ve girêdayî be. Nikare bi awayekî azad bîne ziman ku ew jî xwedî ruh û bedenekê ye. Ji aliyê hucreyên civakî, siyasî û aborî ve wer li der ve hatiye hîştin û qelskirin, bi çarçavan li mêrekî digere ji bo wek koleyan pê re dilsoz be. Ji mirin û kuştinê xirabtir lê hatiye kirin. Ji ber ku hemcinsên wê jî mîna wê ne, bi rastî yên wan fêm bikin û ji bo jiyaneke însanî hêvî bidin, hema bêje nînin. Ev dorgirtina çandî timî jinê neçarî teslîmiyetê dike. Her çiqas li ber xwe bide jî, eger întîharê nefikire, ji sedî sed dişikê. Pişt re hemû qulpên jintiyê yên piçûk dixînin bi xwe ve dike. Ji van qulpan li her devera xwe dixîne mîna îşaretan. Ya rastî jintî zenaet û pîşeyekî pir zehmet e. Pêvajoya bakîretiyê mîna li ser sifra gurên birçî derbas dibe, pêvajoya dayiktiyê bi anîna gelek zarokan bi êş û azarên bêhesab tijî dibe. Mezinkirina her zarokekî dibe mîna êşkenceyek rastîn. Her weha dunyayeke hêvî nade, xeyalên dayik ji bo zarokê xwe datîne timî hildiweşîne. æş li êşan zêde dibe. Statuya civakî ya jinê li Rojhilata Navîn di serê kiryarên zalimane de tê. Koletiya mîna ya gelan berê li ser jinê tê ceribandin.

GAVA DESTPÊKÊ DIVÊ EW BE KU JIN BIBE HÊZA ÇALAKIYA XWE

Rastiya jinê bi giranî rastiya civakî destnîşan dike. Ev tespîteke rast e. Di civaka Rojhilata Navîn de jintî û mêrtiya zêde dualîteyeke diyalektîk e. Di şêwazê vê têkiliyê de taybetiyên li zilam vedigerin mêrtiyeke hundurê wê pûç e. Serweriya îqtîdar li ser mêr dike, mêr jî li ser jinê û ew jî li ser zarokan dike. Bi vî awayî serwerî ji jor heta jêr tê dawerivandin. Di vê mekanîzmayê de asta koletiya jinê rê li ber rewşeke neyînî vedike. Ji ber pozîsyona jinê ya di nav civakê de jin timî asta koletiyê ya civakê pêş de dibe. Bi vî awayî, civaka dibe mîna pîrekê, îqtîdara jor gem û qayişên wê dişidîne û bi hêsayî rêve dibe. Tevî ku jin li derveyî îradeya xwe zilma herî mezin dibîne, ji bo zilmeke hînê zêdetir li ser civakê tê bi kar anîn. Bi qasî têkiliyên ji der ve teslîmiyetê li ser Rojhilata Navîn ferz dikin, têkiliyên ji hundur ve jî jinê tengav dikin. Ji lewra tevgera xwe nespêre çalakiya azadiyê ya jinê şensê wê pir bi sînore ji bo karibe azadiyeke mayînde û cewherî bigihîne civakê. Bi vê sedemê, di serî de îqtîdarê, sosyalîzm, rizgariyên netewî û hwd. nekarîn bersivê bidin hesret û hêviyên her kes li bendê bû. Xebata azadiyê ya jinê, ji wekheviya cinsan jî wêdetir, cewherê xebateke giştî ya demokratîk, mafê mirovan, hawîrdor û wekheviya civakê îfade dike.

Gava yekemîn a divê di warê azadiya jinê de were avêtin ew e ku jin bibe xwediyê hêza çalakiya xwe û ji helwesta mulkiyetê ya li ser, dûr bisekine. Eşqên moda yên bi hisên mulkiyetê tijî di himbêza xwe de gelek xeteran dihewînin. Di civaka kevneşop a dewlet û hiyarerşiyê de eşq xapandina herî mezin e. Gunehê tê kirin bi eşqê tê nuxumandin û veşartin. Destek ji bo azadiya jinê û hurmeta ji bo wê, beriya her tiştî bi mikur hatina li rastiyê û paşê jî ji bo ew rastî li dawiyê were hîştin, bi tevgereke ji dil û samîmî dibe. Kesê serweriya xwe ya mêrtiyê - navê wê çi dibe bila bibe - li ser jinê bijî ji wî nirxekî têkûz ê azadiyê nabe. Hewldanên ji bo xurtkirina jinê ji aliyê bedenî, derûnî û zêhnî ve, bawer dikim ji hewldanên herî hêja yên şoreşgerî ne. Jina ku di çanda Rojhilata Navîn de çaxekê ji çanda xwedawendên dayik re bû navend, hewceyî pê heye ji nû ve, bi nirxên civakî yên pêşketî re karibe biryarên serbixwe bide, bigihîje hêza tercîh û hilbijartinê. Alîkariya wê ya di vî warî de qehremaniyeke rastîn a azadiyê dixwaze.

BERIYA ÇÎNÎTIYÊ DIVÊ ESÎLTIYA JINÊ BÊ NIRXANDIN

Di şaristaniya Rojhilata Navîn de li navenda hemû çareseriyên pirsgirêkan pirsa jinê heye. Emê vê carê bûyerên dîrokî dubare nekin û ji bo dema pêş wê slogana me vê carê welê be; sêyemîn şikestina cinsî ya mezin li gorî mêr nebe. Heta di nava civakê de wekheviya cinsiyetê pêk neyê, ti daxwaza wekhevî û azadiyê wate û cih nabîne. Ji bo demokratîkbûyîneke mayînde û berfireh dîsa azadiya jinê hêmana bingehîn e. Ev sîstema jin kiriye mîna mal û mulkekî, neksa wê jî dîsa pirsgirêka jinê ye. Demekê dihat gotin çîna karker, îro divê şûna vê gotinê nifşê jinê cih bigire. Beriya çînayetiyê divê nifşê jinê were çareserkirin ku mirov karibe netewiyet û çînayetiyê jî baş fêm û çareser bike. Eger ji ser jinê his û îradeyên koleker ên mîna zilam, bav, evîndar, bira, dost û hwd. rabin wê azadiyeke rastîn a jinê mumkîn bibe. Evîna herî baş mulkiyetbûneke herî xeter e. Eger jin hemû berhemên serweriya mêr afirandine wek raman, dîn, zanist û qalibên hunerî hûrûkûr di moxila rexneyan re derbas neke, wê nasnameya jinê dernekeve holê. Beriya her tiştî divê jin bibe ya xwe, êdî nebe mulk. Jina bûye mal û mulk wê nehêle mêrekî baş û bi fazîlet jî çêbe. Bi jinek bi vî rengî re rabûn û rûniştin li pêşiya mêrê azad jî asteng e. Jinek ev çend piçûk hatibe xistin, berovajî maneya xwe mêrekî piçûk ketiye.

Tespîteke raste ku tê gotin; asta azadiya civakan, asta azadiya jinê diyar dike. Wexta em ji aliyê estetîkê ve jî li mijarê binerin, em dikarin bibêjin kesê azad nebe wê estetîka wan jî nebe. Ji lewra jiyaneke estetîk nebe, wê tenê di nav sînorên prîmatan de pêk were. Eger mirov wek mijareke hunerî li dabaşa jinê binere wê rastir be û girîng e. Divê mirov wê ne wek mal û mulk, ne jî wek karker- gundiyan bibîne. Pêwîste mirov jinê wek parçeyekî xwezayê herî hişyar û hestyar bibîne; lê hayil bibe hin pîroziyên wê hene, bi zimanê mêrê serwer pê re nepeyive, hewl bide bi zimanê jinê yê bi gelek siran barkirî wê fêm bike. Ev ji bo jiyaneke estetîk pir girîng e. Di jiyanê de pratîka herî xirab, serweriya mêr a li ser jinê hatiye ferzkirin û xweperestiya wî ye. Ti helwest mîna ya mêr a li ser jina neçar hatiye hîştin, bêhurmet û çarenûswarî nîne. Li gorî min civak û mêrekî xurt, têgihîştî, hestyar, wekhevîxwaz û li azadiyê serwext, dikare bi pîvanên me destnîşankirîn û erkên wan, rabin û bizanibin. Civaka di koletiyê de pir çûye xwarê ew civak e, ku jina xwe piçûk xistiye. Civaka ji jiyanê jî fêm nake ew civak e, ku rasterast bi jinê re jiyan qebûl kiriye. Dîsa jiyana herî bê heyecan, xirab, tevizî û ji maneyê dûr, jiyana bi jina kole re ye.

HETA KU LI DIJÎ ÎDEOLOJIYA SERWER A MÊR ŞER NEYÊ KIRIN JIYANEKE AZAD BI DEST NAKEVE

Em wexta bi rohniya van tarîfan li civaka Rojhilata Navîn binerin, emê hînê baştir fêm bikin ka çima jiyaneke bê mane, zalim, krêt û bêhurmet dewam dike. Civakeke mêran a pir bi sivikî nêzî jinan dibe, wan ji estetîkê bêpar bihêle, mîna mal û tiştekî bêqîmet a divê xwe jê xilas bike bibîne, eşkere ye, ev civakê ji aştiyê bêpar û krêt bijî. Civakeke mêran a bi vî rengî nikare jiyaneke pîroz a civakî, meznahiya welat, fazîleta rastîn û têgihîştina xwezaya zindî biafirînin. Wexta nikarin biafirînin jî wek bahane tim û tim "jinê şeytan" nîşan didin. Jina jê re tê gotin kêm e, û şeytan e, ya rastîn dereweke herî rezîl a civaka mêrên têkçûyî ye. Eger li dijî îdeolojiya serwer a mêran, exlaq, hêza civakî û ferdan şerekî mezin neyê meşandin jiyana azad nayê bi destxistin; civakeke demokratîk a rastîn nayê afirandin. Ji lewra wek yeksaniyê sosyalîzm pêk nayê. Alternatîfa polîtîk a gelan ne tenê demokratîk e, her weha civaka demokratîk û azadiya cinsiyetê ye.

Têkoşîna azadiyê ya jinê divê bi awayekî berçav ji avakirina partiya xwe heta tevgera jinê ya girseyî, hemû rêxistinên xwe yên civakî di nav hemû avahiyên siyasî û demokratîk de xebatên xwe bimeşîne. Jin çendîn xwe ji destê serweriya mêr û civaka wî xilas bike û bi însiyatîfa xwe ya serbixwe tevbigere, ew çend wê bibe kesayeteke azad û bibe xwediyê nasnameyê. Sergirtineke pir zû koletiyeke herî zalimane ye. Hîç sernegirtin - aqilê xwe - helwesteke bi şeref e. Em ji çarşefê bigirin heta dolbendê û pornoyê kiryarên bi destê mêr li ser jinê têne ferzkirin, xirabiyek ew çend rezîl e, li ti netew û çînê nehatine kirin. Ji lewra destekdayîna ji bo hêrsa jinê, têgihîştina azadiya wê û tevgera wê, nirxeke mezin a hevaltî û mirovatiyê ye. Rojhilata Navîn bi kulta xwedawendiyê ya herî mezin û di heman demê de bi koletiya herî kûr a jinê, herêmeke ji aliyê şaristaniyê ve tê naskirin. Divê sêyemîn şikestina mezin a cinsî bike û li gorî jinê meşekê bide destpêkirin ku hêjayî dîroka wê be. Ketina mezin bi rabûna mezin dibe. Eger em li ser vî hîmî wek bawermendên dînê xwedawendeke nû rabin, emê karibin xwe bigihînin dayiktiya pîroz û jintiya evînê.

* Ji pirtûka 'Parastina gelekî' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye berhevkirin.