ANALÎZ

Hespên Trûvayê yên nav Kurdan: PDK û Barzanî

Ew hêzên noker û komploger dixwazin careke din doza gelê Kurd a rewa bi bikaranîna PDK û Barzanî paşve bibin û bi vî awayî jî Kurdan bê pêşeng bihêlin. Lewma eger PKK darbeyê bixwe, hemû destkeftên gelê Kurd bi temamî ji nav diçin.

HESPÊN TRÛVAYÊ YÊN NAV KURDAN

Sala 2017’an her ku diçû Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi berxwedan û têkoşîna xwe ya canfedayane ber bi paytexta DAÎŞ’ê ya tirsnak nêzîk dibûn û roj bi roj serkeftin û pêşkeftin tomar dikirin. Hilweşîna keleha DAÎŞ’ê û xîlafeta wê li ser destên şervanên azadiyê ku fêrxwazên fikir û ramanên Rêber Apo bûn, tirs xistibû nav dilê neyarên azadiyê û bi taybetî nav dilê hevpeyman û hevkarên DAÎŞ’ê yên wekî dewleta Tirk a dagirker û çend dewletên herêmî û PDK û mala Barzaniyan.

Jinavçûna DAÎŞ’ê û xîlafeta wê di demeke wisa zû de, bê ku bi temamî bigihîjin armancên xwe, ji bo wan mîna têkçûnê bû. Lewma bi lez bi rêya PDK û mala Barzaniyan li başûrê Kurdistanê mijara referandûmê kirin rojeva Kurdan û alaya referandûmê dan destên Barzanî.

Di sala 2017’an de ev bûyer bi awayekî din dubare bû. Gava ku damezrînerên rasteqîne yên dewleta Tirk û hikûmeta AKP-MHP’ê dîtin ku şervanên Kurd “jin û mêr” ku mazîpişta Hêzên Sûriyeya Demokratîk in, dikin mezintirîn koma çete li Sûriye û Iraqê ji nav bibin, bi lez Barzanî û PDK wek karteke siyasî li hember gelê Kurd û bi taybetî li hember tevgera azadîxwaziyê ya gelê Kurdistanê û li hember felsefeya Rêber Apo xistin nav liv û tevgerê û referandûm wek alaya rizgariyê ji bo Kurdan zeq kirin. Wekî ku di çapemeniyên nefermî de jî hate belavkirin, wan aliyan ew soz dabû Barzanî û PDK’ê ku eger referandûmê bikin, wê demê ew ê rê nedin dewletên dagirker ên li ser Kurdistanê ku êrişî başûrê Kurdistanê bikin û bi balafiran û bi rêya bejahiyê ew ê başûrê Kurdistanê biparêzin. Ev yek ji bo xapandina raya giştî ya Kurdistanê bû. Ji bo meşîna vê planê, diviya Barzanî ew aliyên din ên siyasî jî razî bikirina. Lewma Barzanî û PDK bi wan re ketin nav danûstandinê û bi lez roja referandûmê diyar kirin.

Wekî ku Barzanî bi xwe jî lê mikur hat ku armanca wan ji referandûmê ne serxwebûn yan cudabûn bû ji Iraqê, tiştekî rast bû. Barzanî û PDK li ser xeta neyarên Kurd in ku ji hêla dagirkerên duh û îro yên Kurdan ve tên arastekirin. Armanca Barzanî û PDK’ê rizgarî û serxwebûna gelê Kurd û Kurdistanê nîn e. Barzanî û PDK ne xwedî aqil û mantiqeke wisa ne ku bikarin ji bilî malwêranî û koçberî û komkujiyê, ji bo Kurdan karekî bikin.

Çima ez vê yekê dibêjim, ji ber ku çend sedemên vê yekê hene. Niha jî atmosfereke wisa li Kurdistan û li Rojhilata Navîn û li cîhanê heye ku wekî atmosfera sala 2017’an e. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ’ê û ew dewletên ku me behsa wan kir, dixwazin bi bikaranîna PDK û Barzanî û bi hevkariya hêzên mezin ên cîhanê êrişî tevgera azadiyê ya gelê Kurdistanê bikin. Lê belê ji bo ku em naveroka meseleyê baş fam bikin, divê em hin armancên wê referandûma Barzanî ji gelê me re, ji rewşenbîr û dîrokê re zelal bikin.

Sala 2017’an li hemû cîhanê wêrekî lehengiya şervanên azadiyê , bi taybetî ya jinên şervan ên ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe ava kiribûn, bûbû rojeva hemû raya giştî ya cîhanê, bi taybetî gava ku tirsnaktirîn komeke çete ya wekî DAÎŞ’ê li Kobanê û Hesekê û Şengal û Serêkanî û Tiltemir û Heleb û li gelek cihên din bi dawî anîn. Bi gotineke din hem şervanên Kurd û hem felsefeya Rêber Apo û hem gelê Kurd dibûn rojeva raya giştî ya cîhanê. Lewma jî karta referandûmê bi rêya Barzanî û PDK’ê xistin rojevê ku qaşo Barzanî dixwaze ji bo Kurdan dewletekê damezrîne û serxwebûnê ji wan re bîne.

Li başûrê Kurdistanê êdî dek û dolabên siyasî yên aliyan ên ji bo dirêjkirina wexta desthilatdariya Barzanî bê encam bûn û kursiyê Barzanî bûbû rojeva hemû aliyan. Lewma Barzanî dixwest bi karteke şewitî, bi reşnivîseke kevn  ku ji bo destûra başûrê Kurdistanê hatibû amadekirin, wexta serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo heşt salên din dirêj bike. Lê belê vê yekê serî negirt û di nav kolana siyasî ya Kurdî de hetikî. Armanca din a referandûmê nefesdan û zindîhiştina DAIŞ û hevfikirên vê koma çete bû. Çinku wan hêzan DAIŞ ji bo tunekirina destkeftên gelê Kurd bi kar dianî ku li ser fikir û ramanên Rêber Apo hatibûn bidestxistin.

Komkujiya Êzidiyan hem di nav Kurdan de û hem li ser asta dinyayê bûbû rojeveke germ û şermezarkirin û mehkemekirina wan kesan ku bûbûn sedema komkujiya Êzidiyan mijareke din bû ku PDK û Barzanî û dewleta Tirk û hêzên din hêrs kiribûn û xistibûn nav fikaran. Çinku wan hêzan li Urdinê li gel DAÎŞ’ê hevpeymanî û peyman îmza kiribû.

Bi giştî ew qenaet û bawerî li ba gelê Kurd çêbûbû ku tekane hêviya wan PKK û Rêber Apo û şervanên azadiyê ne, ew dikarin rûmet û kerameta wan biparêzin û mafên wan misoger bikin. Ev yek jî li xweşa wan hêzan nediçû. Lewma di wê demê de tecrîd li ser tecrîdê bi ser Rêber Apo de sepandin û hemû hevdîtin pê re qedexe kirin. Ji hêla din ve li bakurê Kurdistanê di wan salan de şerê şoreşgerî yê gel û ragihandina xweseriya demokratîk bûbû rojev û tevgera azadîxwaziyê ya gelê Kurdistanê û hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk bi giştî di nav şerekî dijwar de bûn. Di heman demê de hikûmeta AKP-MHP’ê ji bo ku di qanûna serokkomariyê de guherînê çêkin, pêvajoyeke referandûmê dan destpêkirin.

Xaleke din ku divê bê destnîşankirin ew e ku li Rojhilata Navîn dewletên Ereb û gelek dewletên Îslamî û Îran jî di nav de her tim bi guman li dewleta Îsraîlê û gelê Cihû dinêrîn. Lê belê di destpêka 2016-2017’an de têkiliya dewleta Îsraîlê bi gelek weletên Ereb re heta astekê asayî bûbû û Projeya Îbrahîmî ku di van demên dawî da di navbera Îsraîl û hin welatên Ereb de bûye rojev, encama wan hewlan bû ku di wan salan de hatibû destpêkirin.

Mijareke din jî têkildarî neft û gaz û pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de bû. Aboriya serbixwe û hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê  û peymanên şîrketên neftê û giliyê Hikûmeta Iraqê yê li hember Herêma Kurdistanê bi tometa talankirin û dizîna nefta Iraqê, hêdî hêdî Barzanî û PDK û Tirkiye tengav kiribûn. Ev tenê çend sedem bûn ku Barzanî û dewleta Tirk û dewletên din ên Rojhilata Navîn ji bo manîpulekirina wan pirsgirêkan û tunekirina destkeftên gelê Kurd û Kurdistanê li başûrê Kurdistanê referandûm li dar xistin û vê carê gelê Kurd bi giştî wek metirsî li ser ewlehî û asayişa welatên cîran hatin hesibandin û Îsraîl ji rojevê ket.

Em wê yekê jî ji bîr nekin, wê demê li rojavayê Kurdistanê û li bakur û rojhilatê Sûriyeyê sîstema Rêveberiya Xweser a Demokratîk, Encumena Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk rêveberiya herêmê girtibûn destên xwe û herêma wan di nav ewlehî û asayişê de bû û sîstemê jî hêdî hêdî rewabûn bi dest xist.

Niha jî careke din rewş bi temamî wekî 2017’an nebe jî, lê belê komek faktor û hevsengiya siyasî, leşkerî û hwd. hene ku ew hêz dixwazin komployeke wekî wê bi hevkariya xeta xiyanetê “Barzanî û PDK”, li hember tevgera azadîxwaziyê ya gelê Kurdistanê û Rêber Apo û gelê Kurd bimeşînin.

Li gorî wê trafîka dîplomasiyê ku heye, di van çend mehên dawî de dewleta Tirk a dagirker ji ber wan darbeyên ku gerîlayên azadiyê li herêmên Avaşîn, Zap, Metîna û Garê li wan dide, lewma niha stara xwe biriye ber Îran, Iraq, NATO, Amerîka, çeteyên DAÎŞ’ê, PDK û Barzanî. Tenê di nav du mehan de piraniya berpirsên pilebilind ên dewleta Tirk serdana Bexdadê kirin û wisa xuya ye ku di meha nîsanê de jî Receb Tayib Erdogan ê jî serdana Bexdadê bike. Di heman demê de bi dehan caran li gel berpirsên PDK’ê û Barzaniyan kom bûne da ku li hember tevgera azadîxwaziyê ya gelê Kurdistanê hevpeymaniyekê pêk bînin.

Tevî hemû propagandayên dewleta Tirk ku qaşo gerîla nikare li hember artêşa Tirk û noker û komên wê yên çete şer bike, lê gerîla tenê di werza zivistana îsal de mezintirîn darbe li artêşa Tirk xistin.

Rêber Apo tevî ku di tecrîdeke giran de ye, lê di nav berxwedaneke bêhempa de ye û kampanyaya azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd ku ji hêla dost, rewşenbîr, akademîsyen, ciwan, ekolojîst û çalakvanên mafên jinan ve hatiye destpêkirin û felsefeya jin, jiyan, azadiyê li dinyayê deng vedaye.

Ew hêzên noker û komploger dixwazin careke din doza gelê Kurd a rewa bi bikaranîna PDK û Barzanî paşve bibin û bi vî awayî jî Kurdan bê pêşeng bihêlin. Lewma divê her kes bizane ku eger PKK darbeyê bixwe, hem ew destkeftên gelê Kurd bi temamî ji nav diçin û hem Kurd li ser asta dinya û herêmê ji rojevê derdikevin. Çinku ev hêz dixwazin mîna gelê Filistînê gelê Kurd jî qir bikin, dixwazin beşekê bi rêya komên çete, beşekê bi rêya dewletên dagirker ên li ser Kurdistanê û xeta xiyanetê û beşekê jî bi destên dewletên mezin ên herêmî û navneteweyî gelê Kurd qir bikin.