Helwesta rast a welatparêziyê rabûna li ber PDK'ê ye

Tevî ku ewqas bang tê kirin, ji ber ku pirsgirêk bi rengekî rast nayê destnîşankirin, rêbazên çareseriyê jî bêencam dibînin. Halbûkî di rewşa heyî de ku weke pirsgirêkê tê pênasekirin, PDK û PKK li heman cihî û astê nînin.

Ji bo pirsgirêkek bi rengekî rast bê çareserkirin, beriya her tiştî divê pirsgirêk bi rengekî rast û têrker were fêhmkirin û li ser vê bingehê bê pênasekirin. Baş e formula vê yekê li Kurdistanê di vê demê de çawa dikare bi cih bê anîn?

Pirsgirêka ku li çareseriya wê tê gerîn, rewşa li nava siyaseta Kurd e. Dibetiya şerê navxweyî û rageşiya li nava siyaseta Kurd e. Bêparmayina siyaseta Kurd ji yekîtiya demokratîk e. Dibetiya şer û rageşiya nabera PDK û PKK'ê ye. Ew rewş e ku piştî PDK'ê hêza leşkerî li Zînî Wertê bi cih kir, dest pê kir û herî dawî 5'ê Hezîranê bi şandina hêza xwe ber bi Metînayê dewam kir, ku ev yek bû sedema rûdana bûyerekê.

Rast an jî şaş; ji bilî dewleta Tirk her kesên ku qala vê pirsgirêkê dikin dixwazin ku şer rû nede, rageşî bi dawî bibe, jê jî wêdetir dixwazin ku di nava siyaseta Kurd de yekîtiya neteweyî-demokratîk pêk were. Bêguman hin mirov bi rastî jî vê dixwazin, hinekî jî weke ku dixwazin xwe nîşan didin. Lê belê bi dîmen jî be di vê mijarê de yekîtiyeke giştî heye.

Baş e, ji bo pêkanîna vê rêya çareseriyê divê çi bê kirin? Li pêşiya raya giştî gelek daxuyanî tên dayin. Di van daxuyaniyan de çi tê gotin? Gotina herî zêde tê bikaranîn jî wiha ye; "Em bang li aliyan dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin û rageşiyê bi dawî bikin." Yanî PDK û PKK di heman astê de dibîne, ji rewşa heyî herduyan berpirsyar dibîne, bi gotina herî zêde tê bikaranîn' weke ku 'bê alî ne' bang li her du partiyan dike ku çareseriyê peyda bikin.

Encamên van bangan li pratîkê çi ye? Encamê bi dest dixin? Na. Bi mehan e, bi salan e heman bang tên kirin, lê heta niha bi xwe re çareseriyek neaniye. Berevajî, ev rewş êrişkariya PDK'ê zêdetir dike. Rêveberiya PDK'ê ku dibîne; çi bike jî wê bi PKK'ê re di heman astê de bê dîtin, têkiliyên xwe yên metirsîdar û helwesta xwe ya êrişkar a dibe sedema vê rewşê mezintir dike.

Tevî ku ewqas bang tê kirin, ji ber ku pirsgirêk bi rengekî rast nayê destnîşankirin, rêbazên çareseriyê jî bêencam dibînin. Naxwe ji bo partiyên Kurd rabûna li ber rageşiyê û şer, daxwaza pêkhatina yekîtiya neteweyî-demokratîk ji bo civakeke neteweyî tiştekî gelekî baş e û normal divê bi cih bê anîn. Eger encameke bi vî rengî bi dest neketibe hingî pirsgirêk bi rengekî rast nehatiye destnîşankirin.

Gelo şaşî li ku ye û pirsgirêk çawa dikare bi rengekî rast bê destnîşankirin? Eşkere ye, şaşitî ew e ku herdu partî weke hev têne dîtin, di heman astê de berpirsyar têne dîtin û bi vî rengî banga ji bo çareseriyê tê kirin. Halbûkî di rewşa heyî de ku weke pirsgirêkê tê pênasekirin cihê PDK û PKK'ê ne weke hev e.

Weke ku her kes dibîne, dewleta Tirk û tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê bi hêza ji NATO'yê werdigire êrişî PKK'ê dike û bi awayekî eşkere radigihîne ku bi şer wê PKK'ê tune bike. Bi rengekî xwezayî, PKK jî li dijî vê êrişkariya qirker heta jê tê li ber xwe dide û dixwaze bi vê berxwedanê siyaset û zîhniyeta qirker-mêtinger a Tirk bişikîne û Kurdan azad bike. Şerê bêeman ê navbera herdu hêzan ku li Bakurê Kurdistanê giran bûye, êdî li tevahiya Kurdistanê belav dibe û bandorê li her kesî dike. PDK jî yek ji van hêzan e ku ketiye binê vê bandorê.

Mijar ji vir û pê ve girîng e. Dewleta Tirk tevî piştgiriya derve û seferberkirina derfetên Tirkiyeyê jî ji sala 1979'an û vir ve yanî zêdeyî 40 sal in dike nake nikare armanca xwe ya 'tunekirina PKK'ê' pêk bîne. Çi dike jî li hemberî berxwedana PKK'ê her tim bêencam dimîne. Ji bo dawî li vê rewşê bîne pêwîstiyê bi hêzên nû dibîne ku li dijî PKK'ê şer bikin. Li ser vê bingehê salek piştî Pêngava Gerîla ya 15'ê Tebaxê, yanî ji payîza 1985'an û vir ve hewl dide li Kurdistanê 2 hêzan bi rê û rêbazên cuda li dijî PKK'ê bide şerkirin. Ev hêz jî; li Bakurê Kurdistanê çeteyên bi navê 'cerdevan' e, li Başûrê Kurdistanê jî PDK ye. PDK ji payîza sala 1985'an û vir ve li dijî PKK'ê şer dike. Ya rast, destketiyên xwe hemû jî bi saya vî şerî wergirtiye û li dijî PKK'ê 'prîma şer' werdigire.

Şerê navbera dewleta Tirk û PKK'ê ji her demê mezintir e, lewma ev jî tê wateya 'Şerê li dijî PKK'ê' hîn bêhtir pere dide qezençkirin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku rêveberiyeke bazirgan e, vê bazarê jî bi hostatî dike. Rêveberiya heyî ya PDK'ê ji bo vê qezenca şerê li dijî PKK'ê werbigire bi dewleta Tirk û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê re ji gelek aliyan ve peymanan dike, têkiliyan çêdike. Di berdêla prîma wergirtî jî dewleta Tirk jê re dibêje, 'Tevlî şerê li dijî PKK'ê bibe'. Ew jî bi rê û rêbazên cuda tevlî dibe, ji dewleta Tirk re îxbara gerîlayên PKK'ê dike û ji pişt ve dorpêç dike. Dibetaiya şer û rageşiya navbera PDK û PKK'ê bi vî rengî rû dide.

Di vê rewşê de asta herdu partiyan weke hev e? Eşkere ku mirov bêje 'weke hev e' ev ê bibe derew û bêwijdanî. Ji xwe rêveberên PKK'ê dibêjin, 'Em li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dijminê mêtinger li ber xwe didin, werin em bi hev re li ber xwe bidin, tu neyê jî qet nebe xwe danîne ber dijmin û ji pişt ve li me nexe'. Li hemberî vê yekê jî Rêveberiya PDK'ê dibêje, 'Berpirsyarê van hemûyan PKK ye, divê PKK ji Kurdistanê derkeve û biçe'. Rêveberiya PDK'ê têkiliyên heyî yên bi dewleta Tirk re rast dibîne, hîn mezintir dike û ji bûyerên diqewimin jî dewleta Tirk qet sûcdar nabîne.

Gelo ji aliyê welatparêziyê ve aliyekî rast ê vê siyaseta rêveberiya PDK'ê heye? Eger PKK rabe bêje, 'Bila PDK ji Kurdistanê derkeve û biçe, naxwa ez ê wê derxînim' wê çi bibe? Eger PDK vê dibêje, wê demê mafê PKK'ê jî heye ku heman tiştî bêje. Diyar e rageşiya heyî ne ji ber siyaseta PKK'ê ye, bi temamî ji ber zîhniyet û siyaseta PDK'ê ye. Têkiliyên PDK'ê û dewleta Tirk, dijberiya li PKK'ê gihîştiye asteke welê ku ji hevkarî û xiyanetê jî wêdetir e.

Li gel vê rastiyê, hin derdor çima hîn jî PDK û PKK'ê di asteke wekhev de ji rewşa heyî berpirsyar nîşan didin? Ji ber ku ditirsin gotinekê bi tenê ji PDK'ê re bêjin. Naxwe kes nikare vê rastiyê ji nedîtî ve bê. Ev hêz û derdor ji bo karibin gotineke biçûk ji PDK'ê re bêjin, radibin PKK'ê jî dikin hevpar. Naxwe eger PKK di rewşa heyî ya PDK'ê de bûya, ev hêzên navborî wê mîna 'şêr'an gotin ji PKK'ê re bigotina. PDK di vê astê de çavê civaka Kurd ditirsîne. Ji ber ku yekser zext û zilmê dike.

Di vê nuqteyê de tê dîtin ku hin hêz ji ber hurmeta li PDK'ê bi vî rengî tevdigere. Ev hêz û derdor ji ber ku dîrok û rastiya PDK'ê baş nizanin şaşitiyê dikin, bi gotina PDK 'partiya destpêkê ya Kurd e' hurmetê nîşan didin. Halbûkî PDK a îro ne ew PDK ye ku li Mahabadê ji aliyê Qazî Mûhammed û hevalên wî ve hate avakirin. Her wiha ne ew PDK ye ku li Silêmaniyeyê ji aliyê rewşenbîrên Kurd ve hatiye avakirin. Ev partî bûye partiya Barzanî ku ji aliyê Mûstafa Barzanî ve bi darbeyê hatiye desteserkirin û xwe dispêre hêzên derve.

Ya rast zehmet e ku mirov ji PDK a heyî re bêje partî. Veguheriyiye rêxistineke eşîrî û malbatî. her tiştî ji bo berjewendiyên eşîrê û malbata Barzanî dike. Xaka ku li ser sînor firotine dewleta Tirk ji ber ku xaka eşîreke cuda ye hatiye firotin. Bi firotina xakê dixwaze eşîrên cuda lawaz bike, bi vî rengî Barzanî bi ser dikeve û faşîzma AKP-MHP'ê bi ser dikeve. Bi kurtasî yê dikire kêfxweş e, yê difiroşe kêfxweş e. Divê mirov li ber vê bazarkirinê rabe. Eşkere ye ku welatparêziya rastî ya Kurdistanê rabûna li ber polîtîka û zîhniyeta PDK'ê ye.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA