Dewleta Tirk ya dagirker û komên çete yên girêdayî wê ji 8’ê Kanûnê ve bi awayekî dijwar êrîşî Bendava Tişrînê û gundewarên wê dike. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê şervanên QSD, YPJ û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê pêngava 'Şehîd Ezîz Ereb' dan destpêkirin û derbên giran li dagirkeran xistin. Di çarçoveya pêngava bersivdanê de gundê Qijlê yê li bakurê bendava Tişrînê, Xirbêt Tuwêna û Mehşîtî Tewahîn yên girêdayî navçeya Ebû Qelqel ji çeteyan hatin paqijkirin.
Yek ji fermandarên eniya Bendava Tişrînê Hecî Hesekê berxwedana 22 rojana nirxand û diyar ku heta şervanekî bi tenê bimîne wê li ber xwe bidin. Hecî Hesekê got, "Em li hemberî êrîşên dagirkeriyê bi berxwedaneke dîrokî û bi moraleke mezin li ber xwe didin. Di şer de sekn û moralê me êrîşên dagirkeriyê têk bir. Çeteyên dagirkeriya Tirk kirin nekirin nekaribin bikevin Bendava Tişrînê. Gelê me baş zane ku dagirkeriya Tirk li kêleka êrîşên dagirkeriyê êrîşên psîkolojik jî dike. Berpirsên şerê dagirkeriya Tirk gelek gotegotan dikin ku li hemberî wê bersiva me ew e; heta ku em hebin yanî yek şervan jî bimîne wê berxwedana me dewam bike. Zanebûn û motîvasyona me xurt e, em ê bi vê baweriyê dagirkeriyê têk bibin. Ev ala berxwedanê wê timî li ba be. Bawerî û moralê me tam e. Em ê dagirkeran li bin bixînin. Çi teknîkê bi kar bînin jî şervan ji berxwedanê re amade ne. Em ê ji rêya berxwedanê venegerin.
Em sala nû li eniyên berxwedanê pêşwazî dikin. Em sala nû li tevahî gelên xwe û şervanên ku di eniyan de li ber xwe didin pîroz dikin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û em ê welatê xwe biparêzin."