Li Reqayê şehîdên Tişrîn û Qereqozaxê hatin veşartin
Cenazeyên şehîd Feysel Samir El Mûsa û Qasim Mehmûd El Marûf ên li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê şehîd bûn, li Reqayê hatin veşartin.
Cenazeyên şehîd Feysel Samir El Mûsa û Qasim Mehmûd El Marûf ên li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê şehîd bûn, li Reqayê hatin veşartin.
Cenazeyên şervanên QSDˈê Feysel Samir El Mûsa û Qasim Mehmûd El Marûf ên ku 25ˈê Kanûna 2024ˈan di berxwedana li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê de şehîd bûne, li Pakrewangeha Şehîdan a li bajarokê Hikumiyê yê bakurê Reqayê hatin definkirin. Di merasîmê de şervana YPJˈê şehîd Jînda Botan a di heman dîrokê de şehîd bûbû jî, hat bibîranîn.
Bi sedan şêniyên kantona Reqayê, endamên saziyên sivîl, leşkerî, Kombûna Jinan a Zenûbiya, endamên meclis û komînan beşdarî merasîmê bûn.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji fermandarên YPJˈê Roşîn Efrîn axivî û got: "Bi navê YPJˈê em sersaxiyê ji xwe, ji malbatên şehîdan re, ji dayikên şehîdan ên ku kezeba xwe dane, ji welatê ku bi xwîna şehîdên leheng re hatiya avdan re dixwazin."
Roşîn Efrîn bi domdarî got: "Îro roja berxwedana me û şehadeta me ye. Şehadeta hersê hevalên me li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê îsbat dike ku em xeta şehîdan dişopînin. Her şehadetek destpêkeke nû ye. Em kelemek di çavê dijmin de bin. "
Roşîn Efrîn soza domadina xeta şehîdan ta bidestxistina serkeftinê da.
Hevserokê Meclisa Gelan a Kantona Reqayê Xedîm Îdan jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û hin ayetên Quranê yên der barê şehîdan de xwendin. Îdan anî ziman ku ew bi şehîdan serbilind in û dê xwîna wan vala neçe. Her wiha soza domandina xeta şehîdan da.
Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîd Feysel El Mûsa û Qasim El Marûf bi dirûşmên "Şehîd namirin" hatin definkirin.