HDP partiya têkoşîna mezin e

Dîktatoriya Erdogan-Bahçelî dixwaze rejîma xwe ya faşîst heta sala 2023'an bi temamî ava bike.

Eger dîktatoriya faşîst bi têkoşîneke xurt a demokrasiyê ji holê neyê rakirin wê di sala 2023'an de komara duyemîn ava bibe. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê derfetên dewletê hemû xistiye xizmeta avakirina komara duyemîn ku berhema faşîzma reş-kesk-spî ye.

Êrişên qirkirina fîzîkî, çandî û siyasî yên li dijî Kurdan tên kirin, polîtîkayên qirkirinê yên li dijî jinan-civakê tên meşandin, talankirina xwezayê ya bêsînor, êrişên dagirkeriyê yên li Rojava û Başûr, ew zemînên bi xwîn in ku rejîma faşîst li ser tê avakirin. Yanî hevîrê komara duyemîn a faşîzma reş-kesk-spî jî bi xwîna Kurdan, jinan, gelên bindest û kedkarên Tirkiyeyê tê strandin.

Dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî, li pêşiya avakirina rejîma xwe Kurdan, têkoşîna wan a demokrasî û azadiyê û hêzên demokrasiyê ku vê têkoşînê xwedî dikin, weke astengiyê dibînin. Lewma bêyî ku nirxekî mirovî û exlaqî li pêş çavan bigire, bi hêrsa hovane êrişê dibe ser pîrozmendî û nirxên Kurdan. Bombeyan li goristanan dibarîne, cenazeyan direvîne, kêlekên rê dikin qadên gorên komî yên zarokên Kurdan.

Ev mejiyê namerd ku ji heywantiyê jî paşverûtir e, Kurdan diêşîne, êşkenceyê lê dike û bi vî rengî dixwaze îradeya wan têk bibe û teslîm bigire. Li aliyê din, ev zîhniyeta qirker û kujer li dijî HDP'ê êrişên qirkirina siyasî dike û hewl dide partiyeke siyasî ya ku deng û îradeya gelên Tirkiyeyê ye tasfiye bike. Şaredariyan desteser dike, hilbijartiyan digire, îradeya hilbijêran tune dihesibîne û heqaretê dike. Weke dewama êrişên qirkirina siyasî di 4'ê Hezîranê de parlamenteriya wekîlên HDP'ê Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari bi darbeyekê betal kir û girt.

Leyla Guven bi gotina 'Berxwedan jiyan e' helwesta berxwedêr a gel û jinan nîşan da. Sekneke bi rûmet nîşan da ku lê û jê dihat. Mûsa Farisogûllari yê hêja jî bi sekna xwe nîşan da ku jiyana bi rûmet û azad bi berxwedanê dibe. Ev her du berxwedêrên Kurd ku îradeya gel temsîl dikin, nîşan dan ku li dijî faşîzmê ji bilî berxwedan û têkoşînê rêyeke din nîne. Bang li her kesî kirin ku berxwedanê mezin bikin. Bêguman xwedîderketina li van berxwedêrên mezin jî bicihanîna vê bangê ye, bilindkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê ye.

Bi nêzîkatiya CHP'ê ya bêdeng, dûrxistina mirovan ji kolan û qadan û tenê tevlîbûna li hilbijartinê faşîzm ji holê ranabe. Bi dagirtina kolan û qadan, bi meşandina têkoşîna demokrasî, edalet û azadiyê faşîzm dikare bê hilweşandin. CHP bi vê helwesta xwe ku cesaretê dide faşîzmê, di ehman demê de ji avakirina komara duyemîn re dibe alîkar. Berdana Enîs Berberoglû heman piştî girtinê, nîşan dide ku dîktatoriya faşîst mîna ku gelek caran kir, careke din CHP'ê ber bi xwe ve dikişîne û dike ku li dijî HDP'ê helwestê nîşan bide.

Armanca bingehîn a êrişên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê, bi krîmînalîzekirin û bi tenêhiştinê re têgihiştina 'HDP tenê partiyeke Kurdan e' biafirîne û ji partîbûna Tirkiyeyê derxîne û tasfiye bike. Ji ber ku HDP partiyeke rasteqîn a Tirkiyeyê ye, dîktatoriya faşîst gelekî ditirse. HDP ji ber ku gelên Tirkiyeyê, kedkaran, jinan û hemû bindestan hembêz dike, bûye tirsa dilê dîktatoriya faşîst. Polîtîkaya tenêhiştina HDP'ê û nîşandana wê weke dijmin, hewldana dîktatoriya faşîst a ji bo astengkirina yekîtiya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ye, hewldana ji bo avakirina rejîma faşîst e. Ji ber ku kabûsa herî mezin a faşîzmê, HDP ye ku yekane partiya yekîtiya gelan e. Mezinbûna yekîtiya gelan di bin sîwanê HDP'ê de faşîzmê dihejîne û tirsê berdide dilê faşîzmê.

Her kesên alîgirê demokrasî, azadî, wekhevî, edalet, hiqûq û aştiyê, her kesên ku yekîtiya gelan diparêzin divê bi xurtî xwedî li HDP'ê derkevin. HDP partiyeke mezin e ku nûnerê van nirxan e, misogeriya wan e û astengiya herî mezin li pêşiya avabûna faşîzmê ye. Desthilatdariya faşîst polîtîkaya 'parçe bike, bi rê ve bibe, dîktatoriya faşîst ava bike' dimeşîne. Hêzên demokrasî û azadiyê tenê bi yekbûnê dikare vê polîtîkayê têk bibe. Tenê bi xwedîderketina li nirxên ku HDP temsîl dike Tirkiye dikare ji nava penceyên bi xwîn ên faşîzmê bê rizgarkirin.