Abdullah Ocalan: Birêz Gandhi; Jin, Jiyan, Azadî. Silav ji Kurdistanê.
Mahatma Gandhi: Heval Ocalan, nemstê û zînde bad ji Hîndistanê.
Abdullah Ocalan: Gelek spas ji bo bikaranîna peyva heval. Bala min kişand, te di silava xwe de got “zînde bad”. Gelo tu têkiliya vê peyvê bi azadiya jin û jiyanê re heye? Wekî wê têgeha ku li ba me heye; jin, jiyan, azadî?
Mahatma Gandhi: Erê, wisa ye. Dema ku ez dibêjim zînde bad, ango her bijî, jiyana te berdewam be. Piraniya tevgerên Hîndistanê ev gotin bi kar aniye û ez jî vê dawiyê her tim bi kar tînim. Ege ez şaş nebim, te peyva ‘jiyan’ê bi kar anî, wek peyva ‘cîvanî’ya Hîndî ye ku tê wateya jiyanê. Peyva ‘jin’ê jî di Kurdî de tê wateya ‘women’a Îngilizî, ne wisa? Balkêş e. Wê demê silava te bi ‘jin’ê dest pê kir, ne wisa?
Abdullah Ocalan: Bêguman wisa ye. Ji ber ku bêyî jinan hebûna jiyan û azadiyê jî nîn e. Lewma dixwazim behsa tiştekî bikim. Di van salên dûr û dirêj ên zîndanê de, min tiştek li ser vê yekê nivîsiye, lê nayê bîra min ku di kîjan kitêba min de ye. Nivîsa min wiha ye: Bêyî hebûna wekheviya zayendî hêviya azadî û wekheviyê nabe. Pêkhêneke herî girîng û giştgîr ji bo demokratîzekirinê azadiya jinan e.
Mahatma Gandhi: Way! Tu dizanî bi fikira min ez gelekî dereng ketim ku jinan wek navenda siwarjê bibînim. Lê belê tu bi temamî rast dibêjî. Lê belê guhdar ke, ya ku ez dixwazim bi te re nîqaş bikim, mijara tundûtîjî û netundûtîjiyê ye. Her ji ber vê yekê jî min xwest bi te re têkiliyê daynim û bi qasî ku ez dizanim dema te sînordar e ji bo têkiliya li gel derveyî zîndanê. Lewma li ser…
Abdullah Ocalan: Bibore, gotina te dibirim, birêz Gandhi. Lê ji kerema xwe gelo mimkin e tu peyva siwarj rave bikî, ya ku te bi kar anî?
Mahatma Gandhi: Belê, gotina min a herî xweşik. Li çend deran, bi taybetî min di kitêbeke xwe de ya bi navê Hînd Siwarj zelal kiriye. Rasterast ev gotin rewşeke exlaqî, siyasî, azadî û xwerêveberiyê ye. Bala wê li ser ravekirina pirsgirêka hêzê ye, ne ku di hikûmetê de, di nav takekesan de. Bala xwe dide ser hêza berxwedanê ya li hember desthilatdariya tundûtîj. Ev gotina xweşik bi awayekî tê de îtidalbûn heye da ku em piştrast bikin ku mirovên din jî dikarin daxwazên xwe pêk bînin. Her wiha bi awayekî hevsengiyê di navbera erk û mafan de jî ava dike.
Abdullah Ocalan: Balkêş e. Li Kurdistanê em hewl didin ku em pabendî wan prensîbên biryardanên xweser bin. Di heman demê em hewl didin ku pergaleke wisa damezrînin ku piraniya welatan li xwe bigire û min navê vê daniye konfederalîzma demokratîk. Bi rastî ez wisa difikirim ku em dikarin vê yekê wek bingehên destpêkê yên xwerêveberiya gelê cîhanê qebûl bikin, ji herî lokalê heta herî globalê. Paşê jî dikare yekîtiya konfederalîzma demokratîk a cîhanê pêk were ku dibe alternatîvê rêxistinên wek Neteweyên Yekbûyî ku rêxistineke wisa ye ku ji hêla hêzên mezin ên netewe-dewletan ve hatiye dagîrkirin.
Mahatma Gandhi: Himm. Ez dibêjim qey min di cihekî de behsa wan xelekên giravî kiriye ku navçeyên berfirehtir ên siwarjê ne û bê ku di navbera wan de hiyerarşiyek hebe, pabendî wê biryadanê ne ku ji hêla rêxistinên kesî yên xweser ve hatine dayîn. Li gorî min her kes dikare xwerêveberiyeke global li ser vê bingehê ava bike. Lê belê ez dubare ji bo piştgirîkirina fikira federasyona neteweyên azad bangewaziyê dikim. Bi baweriya min nêzîk e ku em aştîxwaziyeke global bînin meydanê.
Abdullah Ocalan: Divê em li ser hêza netewe-dewletê nîqaşê bikin. Bi baweriya min yek ji bingehên kolonyalîzma global e. Kêfa min ji wê gotina te re hat, ew gotina xelekên giravî. Bi rastî şaîrane ye. Lê belê te got ku tu dixwazî li ser netundûtîjiyê bi min re biaxivî. Ez jî dixwazim li ser vê yekê çend pirsan ji te bikim. Her wiha min hin fikirên te xwendine, yên di kitêba Stanley Wolpert de, ya bi navê Daxwaza Gandhi, Jiyan û Mîrasa Gandhi. Parêzerên min ji bo min anîbûn zîndanê. Ez gelek mam heyirî bi wan fikirên te.
Mahatma Gandhi: Tu dizanî heval Ocalan, jiyana me li vir, di vê jiyana piştî mirinê de, ji rewşa te cudatir e. Hemû kitêbên cîhanê peyda dibin. Bo agahiya te, Martin Luther King û Îsa Mesîh jî li vir in. Îca min çend tişt li ser tevgera te ya dilêr xwendine. Bi baweriya min, îdeolojiya te, neteweya demokrat û konfederalîzm û civaka ekolojîk ku gelek xalên wê yên hevbeş bi siwarjê re hene, lê belê çênabe ku li tu devereke siwarjê tundûtîjî hebe. De baş e, çima artêşa tevgera te heye, hetta artêşa jinan jî? Gelo ev ne nakokî ye?
Abdullah Ocalan: Rast e. Tenê demokrasî nîn e ku min bi ser pêyan xistiye, di heman demê de, jinolojî jî heye, zanista azadiya jinan ku cext li ser aştî û harmoniya bi cîhanê re dike. Lê belê bi fikira min parastina rewa yek ji girîngtirîn pêwîstiyan e ji bo her zindîyekî, mirov jî tê de. Hetta min gotiye ku ji artêşê zêdetir parastina rewa der heqê parastina nasnameyê de ye, parastina hişmendî, siyasî û demokratîzekirinê ye. Lê belê birêz Gandhi, tundûtîjî û hêzên leşkerî yên xwedî konteksteke dîrokî ji dewletê berfirehtir e. Wê jiyana me dagîr kiriye. Îşkence, tundûtîjî, qirkirina ermen, aşûrî, rom, yûnan û gelek qirkirinên din li Kurdistanê çêbûne. Stratejiyek e ji bo ku rê li ber qirkirina çandî bigire ku ji hêla dewleta Tirk ve tê kirin. Gelek salan me hewl da ku em bi wan re gotûbêjên aştiyane bikin. Hetta di gelek rewşan de me agirbestên yekalî ragihandin. Piştî demeke kurt derketiye ku tu carî ev cure çareserî ji bo wan ne girîng e. Ew nikarin li gel fikira xweseriya Kurdan li hev bikin. Her çend em razî bûn ku di nav sînorên wan de jî bijîn û daxwaza dewletê nekin jî, lê hîna jî me topbaran dikin, hevalên me şehîd dikin û şerê me dikin. Di rewşeke wiha de ew vebijêrka me hebû ku em bi hêza xwe parastina xwe bikin yan jî ew ê me ji nav bibin.
Mahatma Gandhi: Lê belê gelo tu piştrast î ku we hemû hewla xwe daye da ku netundûtîjî bi temamî xwe îfade bike? Bi baweriya min hûn kesên wisa ne ku bi temamî ji bo netundûtîjiyê amade ne û dikarin bi ser tundûtîjiyê de zal bibin. Lê belê rewşa amadekariyê ji bo vê yekê tiştekî gelekî girîng e.
Abdullah Ocalan: Divê ez li wê yekê mikur werim ku ez bi temamî şarezayî têgeha netundûtîjiyê nîn im, min pir baş li ser wê nexwendiye. Tevî ku divê ez ji bo wê amadekariyê bikim û fam bikim û bixwînim, îcar eger qonaxa fikirî û pêşveçûna çandî ya civaka me be yan cureyek ji tundûtîjiya dûr ji ya netewe-dewletan be, wê demê divê em rû bi rûyî wê bibin. Diyar e ku dijehêzê em parastine. Her tim em li ser avakirina hizreke wisa dixebitin ku rewatiyê nade tundûtîjiyê. Hizreke wisa ye ku banga aştiyê dike û dubare avakirinê dike.
Mahatma Gandhi: Ez dikarim vê fam bikim. Civakek ku bixwaze bi temamî ji bo bikaranîna netundûtîjiyê wek sedemeke berxwedanê amade bibe, pêwîstiya wan bi rahênaneke hizrî û ruhî heye. Ez dibêjim qey dema pêwîst a civaka Kurd ji bo vê amadekariyê çênebûye. Lê belê guhdar be, ez dixwazim zelal bikim ku mebesta min ji netundûtîjiyê ew nîn e ku reftareke zordarane be, berevajî vê yekê, ez wek prensîbeke bingehîn li ser xeber didim. Her wiha min ew yek jî gotiye. Dema ku rûniştvan xwe ji bo netundûtîjiyê amade dikin, dibe ku pêwîstiya wan bi hêzeke çekdarî ya biçûk hebe. Ji vê hêlê ve silavê li leşkerên we dikim, bi taybetî li wan jinan ku bedenên xwe dixin xeta agir a pêşîn.
Abdullah Ocalan: Spas ji bo famkirina te. Tu dizanî ez dixwazim ku tevgera Kurd carekê gazî te bike da ku tu behsa prensîbên netundûtîjî û siwarj û rêbaza xwe bikî. Bibore, hemû nav nayên bîra min. Her wiha fikirên te yên kûr ên li ser pirsên jîngehê dikarin alîkariya me bikin da ku em li ser netundûtîjiyê israr bikin.
Mahatma Gandhi: Ez ê jî kêfxweş bibim bi serdana Kurdistanê. Bi qasî ku dizanim hûn jî hin rêbazan dişopînin ku nêzîkî yên min in. Bi rastî ez ji kesên din fêrî van tiştan bûm. Ya rast heval Ocalan, ez wisa difikirim ku pêwîst e ez ji bo azadbûna te bikevim greva birçîbûnê.
Abdullah Ocalan: Cihê şanaziyê ye ji bo min. Tu dizanî, birêz Gandhi, di sala 2019’an de çend hevalên min ketin greva birçîbûnê, wekî Leyla Guvenê ku li ser azadbûna min israr dikir. Divê em li ser greva te lêkolînan bikin. Bi taybetî der barê wê yekê de tenduristiya derûnî û bedenî ya mirovan çawa dikare li hember van cure karan li ber xwe bide ku gelek girîng e ji bo çanda berxwedana siyaseta demokratîk.
Mahatma Gandhi: Te gelek baş got. Bi rastî wisa ye. Ji bo min greva birçîbûnê taktîkî nebû, berevajî vê yekê beşek bû ji berxwedana min. Lê bi awayekî reftareke xwepaqijkirinê jî bû. Her tim min gotiye ku greva birçîbûnê qeyraneke birçîbûnê nîn e. Berevajî vê çendê, bilindkirina hişyariya giştî ye. Ev yek jî amûra herî bihêz e.
Abdullah Ocalan: Birêz Gandhi, bi rastî şanaziyeke mezin bû. Ez dibêjim qey min niha fam kir bê ka çima tu wek Mahatma Gandhi têyî binavkirin. Bi rastî tu xwedî ruhekî mezin î.
Mahatma Gandhi: Heval Ocalan ji kerema xwe gotinên wisa nebêje.
Abdullah Ocalan: Bibore, min jî heman hest hene. Lê pasevanên zîndanê gazî dikin. Dema min a têkiliya li gel derve bi dawî bû. Ji dil hêvî dikim ku di demeke kin de dîsan wexta me çêbe. Ez dixwazim li ser bîrsa û reftarên te yên din jî bi te re xeber bidim. Bi taybetî der barê wê yekê de ku tu jê re dibêjî satyagraha.
Mahatma Gandhi: Belê, bêguman. Gelê te hewla siwarjê dide, her wekî hewla demokrasiyê dide li ser bingeha tezên te yên der heqê konfederalîzma demokratîk de, ez dixwazim ji wan hîn bibim. Ez ê hewl bidim ku agahiyên zêdetir der heqê hevalên te yên şehîd de hîn bibim ku navê wan li vir (mebesta wî jiyana piştî mirinê ye) û li her derê heye. Bi taybetî wan jinên ku artêşa xwe çêkiriye, divê ez bi wan re gotûbêjê bikim li ser tundûtîjî û netundûtîjiyê. Ez hêvî dikim ez bikarim prensîbên te yên li ser demokrasiyê veguhêzim nav wê berxwedana ku ji bo azadiyê li Hîndistanê tê dayîn. Her du gelên me li hember rejîmên desthilatdar di nav berxwedanê de ne, lewma pêwîst e em ji hev hîn bibin.
Abdullah Ocalan: Ez bi van peyvan silava xwe ya dawî li te dikim: Jin, Jiyan, Azadî û Zînde bad.