Li Tirkiyeyê dewlet girtîgehan weke qadên refleksên îdeolojîk ên dewletê, zihniyeta ewlekariyê û bikare krîzên siyasî lê derbas bike, bi kar tîne. Bi taybetî dema girtiyên siyasî dibin mijara gotinê, ev qad yek bi yek vediguherin “qada dîlgirtiyan” û normên hiqûqî, tenduristî û mafên mirovan gelek caran tên taloqkirin, cihê xwe ji mantiqa kontrola mutlaq a dewletê re dihêle. Di salên dawî de astengkirina mafê tedawiyê yê girtiyên nexweş û gefa li ser jiyana wan, vê polîtîkayê bi rengekî herî zelal nîşan dide.
Li gorî belgeyên mafên mirovan a navneteweyî, girtî jî weke endamên din ên civakê di aliyê mafê xizmetên tenduristiyê de xwedî mafên wekhev in. Madeya 3’yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) êşkence, muameleya dermirovî û biçûkxistinê teqez qedexe dike. Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) a girêdayî Konseya Ewropayê bi salane bal dikişîne ser pirsgirêkên sîstematîk ên li girtîgehên Tirkiyeyê. Bi taybetî binpêkirina mafên tedawiyê yên girtiyên siyasî, bi raporên Saziya Tiba Edlî domandina rewşa girtîbûnê ya girtiyên bi nexweşiya giran di sîcîla mafên mirovan a Tirkiyeyê de weke lekeyeke reş disekine.
Lê belê li vir tenê îhlalek teknîkî ne mijara gotinê ye. Ev nêzîkatiya dewletê ya li dijî girtiyên siyasî, weke parçeyekî “siyaseta dîlgirtiyan” şêwe digire. Ev rewş, hiqûqa cezayê klasîk derbas dike. Ne berdana wan tenê îhmaleke şexsî nîne, rasterast cezakirineke kolektîf e. Her girtiyek nexweş ê li girtîgehê, hem ji bo xwe hem jî ji bo tevgera siyasî ya girêdayî wê, tê veguherandina nesneyeke peyamê. Dewlet bi vê rêyê şantajeke vekirî li dijî muxatabên li hemberî xwe pêk tîne, nîşan dide ku heta îtaet neke gariya mafê wî/ê yê jiyanê jî tune ye.
Ev polîtîka ne nû ye. Di pêvajoya ku sala 2013’an hate destpêkirin û di raya giştî de weke “pêvajoya çareseriyê” jî tê zanîn de, meseleya girtiyên nexweş hatibû rojevê. Bi banga Rêber Apo re mijarên mîna vekişîna hêzên çekdarî, berdana girtiyên siyasî û gavên demokratîkbûnê hatibûn nîqaşkirin. Lê belê hikûmeta AKP’ê ya demê, bi taybetî di meseleya girtîgehan de ti gaveke şênber neavêtibû. Tevî ku girtiyên nexweş weke testa baweriyê ya herî hêsan a pêvajoyê dihatin dîtin, ev test jî nehatibû derbaskirin.
Wê demê bêeleqetiya li hemberî girtiyên nexweş hatî nîşandan, nîşan dabû ku pêvajoyeke çareseriyê di rastiyê de ne ‘demokratîkbûn’, stratejiyeke dem qezenckirinê û bi rengekî bi kontrol bêçekhiştin bû. Îro jî heman aqlê dewletê tenê rêbazên xwe na, vê zihniyeta xwe ya esas jî didomîne.
Di bin vê israra dewletê de tenê refleksên ewlekariyê na, di heman demê de hesabeke îdeolojîk a kûr jî heye. Komara Tirkiyeyê tenê weke pirsgirêkeke ewlehiyê na, di heman demê de weke “gefeke meşruiyetê” nêzî tevgera Kurd dibe. Lewma, berdana siyasetmedarên Kurd ên li girtîgehan, rewşenbîr, akademîsyen yan jî kesên berê gerîla, li gorî dewletê tenê efûyek na, di heman demê de wê bê wateya “teslîmiyeteke îdeolojîk”. Bi taybetî dema ku girtiyên bûne sembol dibin mijara gotinê, ev feraset hîn hişktir dibe; nexweş jî bin berdana van kesan weke lewaziyekê tê dîtin.
Hedefa yekser a vê polîtîkayê tenê girtî nînin. Di heman demê de tê xwestin ku çavê civakên siyasî jî bitirsînin. Her mirin, her tedawiyeke ku dereng dikeve, her bersiveke redê, di rastiyê de peyameke kolektîf e. Dewlet vê dibêje: “Hûn nikarin bi min re li ser maseyê rûnin. Daxwazên we rewa nînin. Razî mirinê bin.” Ji bo belavkirina vê peyamê, ev siyaset li ser bedena girtiyên nexweş tê domandin. Ev siyaset tenê derhiqûqî na, di heman demê de îflasbûna exlaq jî ye.
Li hemberî vê rewşê wezîfeya raya giştî ya demokratîk tenê pêşxistina “hestiyariyê” na, aliyê polîtîk ê vê meseleyê jî bi eşkere teşhîr dike. Berdana girtiyên nexweş ne bangeke rehmê ye, lê têkoşîneke heq e. Ev têkoşîn tenê bi rêya qenalên hiqûqî na, di heman demê de di aliyê civakî û navneteweyî de zexteke polîtîk a xurt tê avakirin. Azadiya girtiyên nexweş, tenê ji bo mafê wan ê jiyanê na, di heman demê de ji bo ku li Tirkiyeyê asta hiqûq, edalet û demokrasiyê jinûve were avakirin jî girîng e.
Dibêjin, “girtîgeh neyniya civakekî ne.” Eger ku Tirkiye dema li vê neynikê dinêre nayê şermê, ev bi saya wan e yên ku hewl didin wê neynikê bişikînin. Girtiyên nexweş kaxezeke tûrnûsol in ku tenê bangê li zilmê nakin, di heman demê bang li wijdana gel jî dikin. Heta ku ev deng neyê bihîstin, tesîsa azadî, edalet û aştiyeke rast mimkun nîne.