Girîngiya dîrokî ya yekîtî û rêxistinbûna Kurdan

Niha Şerê Cîhanê yê 3'emîn didome, ev jî wekî Şerê Cîhanê yê 1'emîn li Rojhilata Navîn pêk tê. Armanca wê guhertina statukoya heyî û afirandina pergaleke nû ye. Ev şer bi giştî li ser du îdeolojî û sê têkoşînên stratejîk a siyasî didome.

Em gelekî baş dizanin ku erdnîgariya siyasî ya Rojhilata Navîn di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de û piştî wê teşe girt. Di navbera Îngîltere, Fransa û Rûsyayê de di 16’ê Gulana 1916’an de peymana Sykes Pîcot hatibû çêkirin û bi vê peymanê re pêşnûmaya pêşîn a vê nexşeyê çêbûbû. Piştre Îngîltere û Fransa ya ku di vî şerî de bi ser ketibûn, sînorên heyî çêbûbû. Bi vê re avadaniyên netewe-dewletê bi destûr, piştgirî û daxwaza Îngîltere û Fransayê hate avakirin.

Avadaniya siyasî ya heyî ya herêmê di bin kontrola Îngîltere û Fransayê de teşe girt lê li herêmê dewletên hegemon TC û Îran bûn serwer. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn dewleta Îsraîlê li vî tiştî zêde bû lê vê gavê hegemonya û serweriya derve neguherand. Li ser vî esasaî civaka Ereban bûn bîst û du netewe-dewlet û bûn hêza siyasî û leşkerî ya duyemîn a li herêmê. Kurdên ku kirin çar parçe jî li ser wan pergaleke qirkirinê hate avakirin. Ermen û Asûr ên ku gelên qedîm ên herêmê ne, jixwe di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de û piştî wê qirkirin li ser wan hatibû kirin.

Bi awayekî xwezayî Ereb û Kurdan ev statukoya siyasî qebûl nekirin. Ji ber vê jî Ereban avadaniyên xwe yê netewe-dewletê xwestin nêzî Yekîtiya Sovyetê bikin a ku îddîa dikir ew alternatîfa pergala kapîtalîst a cîhanê ye. Kurdan jî li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî pergalan dest bi têkoşînê kirin. Ev berxwedanên di bin rêxistinên Cemîyeta Kurt Tealî û Xoybûnê de nekarîn xwe ji têkçûnê rizgar bikin. Tevgerên berxwedanê yên li Amed, Serhed, Dêrsim, Mehabad, Silêmanî û Behdînanê nekarîn yekîtiyeke neteweyî ava bikin û di warê avadaniya rêxistinî û asta şer de jî bi pêş neketin. Di qada navneteweyî de jî piştgirî wernegirtin û nekarîn bibin netewe dewlet.

Niha Şerê Cîhanê yê Sêyemîn didome, ev jî wekî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li Rojhilata Navîn pêk tê. Armanca wê ev e ku statukoya siyasî ya heyî were guherandin û pergaleke nû were derkeve holê. Ev şer bi giştî li ser du îdeolojî û sê têkoşînên stratejîk a siyasî didome. Di warê global de jî ev serê du sed salan e, têkoşîna îdeolojîk a kapîtalîzm û sosyalîzmê, di nav Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de xwe ava dike û gihiştiye asteke girîng. Di nav Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li ser esasê fikrên V.Î.Lenîn û li ser xeta netewe-dewlet têkoşîan sosyalîzmê ya li Rûsyayê û di nav Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de jî li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan û li ser xeta neteweya demokratîk didome. Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê ya ku xwe dispêre azadiya jinan û ekolojiya civakî, ji bo mirovayetiyê dibe roniyeke hêviyê ya nû.

Îro dema em li stratejiya siyasî ya li Rojhilata Navîn binihêrin, tê dîtin ku yek ji wan statukoya netewe-dewletê ye ya ku TC û Îran serê wê dikişîne. Diyar e ku ev stratejî li dijî Kurdan e, dixwaze Kurdan qir bike û li ser qada Ereban jî bibe xwedî bandor û stratejiyeke hegemon a herêmî ye. A rast hemû zingar û qirêjiya pergala modernîteya kapîtalîst a di sedsala dawîn de, di nav vê stratejiyê de derketiye pêş. Ji ber vê jî paşverû ye.

DYE, Îngîltere û Îsraîl a ku pergala sermayeya global e û her dem çavê wê li karê ye, armanca wê ev e ku di nav avadaniya siyasî ya herêmê de jî hin guhertinan bike. Kara vê sermayeya global ev e ku herêm li ser bingeha sînorê netewe-dewletê parçe bibe, ji hêzê bikeve û ji mêtingerî û koletiyê re amade bibe. Avadaniyên siyasî yên Ereban ên ku li hemberî vî tiştî asteng in, di nava sî salên dawîn de yan hatine hilweşandin û yan jî hatine guherandin. A niha Iraq û Sûriye herî kêm bûye sê parçe. Her kes diyar dike ku ew qala yekîtiya sînorên van dewletan dikin jî lê ev rewş propagandayeke xapînok a rojane ye. Niha jî dor hatiye mudaxelekirina li ser Tirkiye û Îranê, zêde ne zelal e ku wê ev çiqasî parçe bibin.

Bi kurtasî DYE, Îngîltere û Îsraîl a ku mudaxeleyî herêmê dikin, dixwazin avadaniya netewe-dewlet a li Rojhilata Navîn parçe bikin. Heke di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de bi ser bikevin wê encameke siyasî ya wisa pêk bînin. Li ser vî esasî peymaneke wekî ya di salên 1916’an de di navbera Îngîltere, Fransa û Rûsyayê hatibû kirin, gelekî zelal e ku peymaneke wisa di navbera DYE, Îngîltere û Îsraîlê jî hatiye kirin. Tê dîtn ku dewletên Yekîtiya Ewropayê jî li gorî vê stratejiyê tevdigerin. Tifaqa DYE, Îngîltere û Îsraîlê li ser esasê vê stratejiyê bi rêveberiya Rûsyayê re li hev kirine. Vê pratîka şer a ku di serî de Sûriye li Rojhilata Navîn tê kirin, vî tiştî bi zelalî nîşan dide. Dewletên wekî Çîn, Japonya û Hindistan dimîne, wisa dixuye hewl tê dayin van jî ji rewşa dijberiyê derxînin.

Stratejiya siyasî ya sêyemîn jî pergala konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ev pergal li gorî îdelojîya sosyalîzma demokratîk e jî û ji bo çareseriya pirsgirêkên siyasî û civakî formula wê ev e ku dewlet û pê re jî divê demokrasî hebe. Li dijî avadaniya netewe-dewlet, mêtinger û hegemonîk a stratejiya yekemîn e, li gorî wê divê hemû beşên cihê karibin xwe bi rêxistin bikin û pergaleke demokratîk a xweser ava bike. Li dijî stratejiya duyemîn a ku li dijî herêmê bike netewe-dewletên biçûk. Dixwaze hemû beşên cihê karibin xwe bi azadî bi rêxistin bikin û yekîtiya konfederal ademokratîk a ku xwe dispêre xweseriyê ava bike. Doza Kurdan, doza jinan di serî de wekî xeteke çareseriyeke demokratîk a ku pirsgirêkên civakî bi azadî çareser dike, xwe digire dest. Li ser vî esasî armanca wê Yekîtiya Rojhilata Navîn a Demokratîk e.

Her du stratejiyên pêşîn ji ber dijberiya îdeolojîk li hemberî stratejiya sêyemî di nav yekîtiyeke îdeolojîk de ne û ev rewş gelek caran wekî tifaqa siyasî û leşkerî derdikeve pêş. Stratejiya duyemîn û sêyemîn ji bo guherandina statukoya herêmê ya heyî, li dijî stratejiya yekemîn e û car caran tên ba hev. Lê li ser bingeha îdeolojîk û pergala nû de, ji ber ku li dijî hev in, di heman demê de li hemberî hev jî têdikoşin.

Di vî warî de rewş û helwesta Kurdan jî girîng e. Bêguman Kurd dixwazin statukoya heyî were guherandin û pergaleke nû ya hay ji Kurdan heye were avakirin. Di bingehê de li dijî stratejiya yekemîn e, hêza dînamîk a stratejiya sêyemîn e. Parçebûna di navbera Kurdan de di vî warî de derdikeve holê.Partiyên Kurdan ên wekî PDK û YNK’ê stratejiya siyasî ya duyemîn ji xwe re dikin esas, PKK û partiyên nêzî wê jî stratejiya sêyemîn ji xwe re dikin esas. Di vî şerî de DYE, Îngîltere û Îsraîl li dijî yekîtiya Kurdan e. Bi soza ‘netewe-dewleteke cihê’ PDK û YNK’ê ber bi xwe ve dikişîne. Ev serê deh salan e ku heman qewl daye, lê tu carî ev tişt pêk neaniye. Berevajî wê ji bo berjewendiyên xwe Kurd bera ber hev dane. Niha jî li ser navê netewe-dewletê Kurdan parçe dikin, dixwazin hêza wan kêm bikin, wan û cîranên wan bera ber hev bidin û wan mecbûrî xwe bikin.

Lê xeta PKK’ê van rewşên hene derbas dike, tê de him azadî û xurtbûn heye. PKK bi formula dewlet û demokrasî avadaniyên neteweyî yên demokaratîk dixwaze di çarçoveya siyaseta demokratîk de bîne ba hev. Divê partiyên Kurdan ên wekî PDK û YNK’ê vî tiştî fêm bikin. Îro yekîtî û rêxistinbûna Kurdan ji bo hemû kesan girîng e. Divê siyaseta Kurdan jî vê rastiyê bibîne, yekîtî û rêxistinbûnê jî bi serkeftî pêk bîne. Li Rojhilata Navîn ji bo ku statukoya netewe-dewletê were derbaskirin, girêdayî azadiya Kurdan e û ew jî bi têkoşîna yekîtî û rêxistinbûna Kurdan dikare pêk were.

Ji ber vê jî azadiya Kurdan ne bi tenê bi kêrî Kurdan tê, di heman demê de ji bo hemû gelên herêmê û mirovayetiyê ye. Di şertên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de bidestxistina azadiyê jî pêkan e. Lê ji bo vî tiştî yekîtiya neteweyî û rêxistinbûn jî pêwist e. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de û piştî wê qelsbûna yekîtî û rêxistinbûnê siyaset û feraseta qirkirinê derxistibû holê. Divê ev rewş di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de dernekeve holê. Ji bo vê jî divê feraseta ‘Bila biçûk be, bila ya min be’ ya xizmetê ji hêzên derve re dike, were derbaskirin û li ser bingeha ‘Bila mezin be, bila ya me hemûyan be’ divê yekîtî û rêxistinbûnek were avakirin. Îroj pîvana welatparêzî û demokratbûna Kurdan jî ev e.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka