Faşîzma qirker li ber bidawîbûnê ye

Faşîzma AKP-MHP'ê li ber bidawîbûnê ye. Êrişên qirkirinê yên li ser Kurdan, operasyonên dagirkeriyê yên li Sûriye, Iraq û Lîbyayê û nebaşiyên li gelan dike, wê vê desthilatdariya faşîst ji hilweşînê xelas neke.

Konsepta tasfiyekirinê ya li ser gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bi tundî didome. Asta konsepta tasfiyeyê roj bi roj eşkeretir dibe. Tê xwestin ku bi tasfiyekirina gerîlayên azadiyê qirkirina Kurdan bibin serî. Gelê me û gerîla li dijî faşîzma qirker mêtinger bi ruhê 14'ê Tîrmehê û bi rêbaza wê ya berxwedanê li her deverê li ber xwe dide. Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînim.

Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, êrişên qirkerî-dagirkeriyê yên li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê aliyê pratîkî yê kûrbûna komploya navneteweyî ye. Rêveberiya DYE'yê mîna di komploya 9'ê Cotmehê de kir niha jî destekê dide polîtîkayên qirkerî-dagirkeriyê yên desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst. Ji xwe şêwirmendê berê yê Trûmp Bolton di pirtûka xwe de bi rengekî eşkere li rola DYE'yê ya di êrişa dagirkirina Rojava de mikur hatibû. Bolton piştgiriya rêveberiya DYE'yê ya ji bo dagirkeriya TC'ê piştrast kr ku rêveberên PKK û KCK'ê balê dikişînin ser.

Mîna li Rojava êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûr jî bi destûra rêveberiya DYE'yê pêk hatin. Iraqê hin hêzên xwe şand hin nuqteyên li sînor. Ev yek mijareke hêjayî fêhmkirinê ye ku bi daxwaza DYE'yê weke parçeyek ji vê planê ev kiriye yan bi biryara xwe kiriye. Çend roj piştî ku Iraqê hêzên xwe şand herêmê, PDK'ê jî pêşmerge şand Metînayê. PDK a ku piştgiriya dagirkeriyê dike, gelo bi hinceta dagirkeriya TC'ê û şandina hêzên sînor ên Iraqê dixwaze bi vê gavê pêşmergeyan li qadên gerîla bi cih bike? Bicihbûna pêşmergeyan li qadên gerîla dibe ku parçeyek ji plana hevpar a PDK'ê ya bi TC'ê re be.

Şerê qirkirinê ku 20'ê Çileya 2018'an bi êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrînê dest pê kir, di 9'ê Cotmeha 2019'an de bi êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê, Gigrê Spî û Xakurkê dewam kir û îsal bi êrişa dagirkeriyê ya li ser Heftanînê gihîşt asteke bilindtir, şêweyekî nû yê komploya navneteweyî ye. Bi rêya vî şerî tê xwestin ku destektiyên Kurdan hemûyan tasfiye bikin û plana qirkirina Kurdan bibin serî. Îfadeya vê planê ya li Başûrê Kurdistanê dagirkirin û desteserkirina Başûrê Kurdistanê û tunekirina sîstema federal e. Ji xwe TC her gavê qala Mûsil û Kerkûkê dike û vê armanca xwe nîşan dide.

Di dema dawî de nîqaşek ji bo 'herêma tampon' ketiye rojevê. Lê belê planek ji vê jî wêdetir xuya ye di dewrê de ye. Pênaseya herêma tampon bi şêweyê xwe yê heyî vê planê baş venabêje. Ji ber ku herêma tampon herêmek ku ti hêzeke şer di nav de nîne, di bin çavdêriya hêzeke navneteweyî de ye. Halbûkî em baş zanin ku dewleta Tirk li herêmên ku dagir dike hewl dide bi rengekî mayinde bi cih bibe û Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike. Armanca dewleta Tirk ew e ku ji Heftanînê het Qendîlê, ji Kerkûkê heta Mûsilê, ji Şengalê heta Rojava heta Derya Spî cografyayeke berfireh dagir û desteser bike.

Xuya ye mêtingeriya nijadperest dixwaze ji kaos-şerê li dinyayê û herêmê sûdê werbigire û Kurdan qir bike, ji nû ve li qadên Osmanî lê serdest bû bibe xwedî hikum. Neteweperestiya nijadperest a AKP-MHP'ê ne tenê gefê li Kurdan dixwe, her wiha li tevahiya gelê herêmê û mirovahiyê dixwe. Ya rast temenê vê desthilatdariya faşîst neteweperest nijadperest temam bûye. Tenê bi faşîzma li nava xwe û bi êrişên dagirkeriyê yên li derve hewl dide li ser piyan bimîne.

Eşkere ye ku faşîzma AKP-MHP'ê bi polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê ji rê derketiye. Tevî hewl dide êrişên qirker-dagirkeriyê weke serketinekê nîşan bide jî eşkere ye ku têk diçe. Desthilatdariya AKP-MHP'ê li ber destê DYE û Rûsyayê bûye mîna pêlîstokê. Di rewşa heyî de desthilatdariya faşîst Tirkiye veguherandiye dojeheke mezin û xwe jî bi dawî dike. Ji bilî xizmeta ji polîtîkayên DYE û Rûsyayê nayê ti wateyê.

Desthilatdariyên faşîst piştî ku nebaşiyên nayê bîra kesî dikin, li desthilatdariyê namînin. Di dîroka mirovahiyê de mînakek wha nîne. Ti ji desthilatdariya faşîst nekariye demeke dirêj li ser piyan bimîne, namîne. Faşîzm bi qasî ku hildiweşe di nava hliweşîna xwe de dijî. Ev yek rastiyeke avanî ya faşîzmê ye.

Faşîzma AKP-MHP'ê jî hatiye ber bidawîbûnê. Êrişên qirkirinê yên li ser Kurdan, operasyonên dagirkeriyê yên li Sûriye, Iraq û Lîbyayê û nebaşiyên li gelan dike, wê vê desthilatdariya faşîst ji hilweşînê xelas neke. Hêrsa gelan û îradeya têkoşînê ya hevpar a hêzên demokratîk dikare bi hêsanî vê desthilatdariyê ji holê rake. Tevî berxwedana gerîla bi têkoşîna hevpar a jinan û hêzên demokrasiyê û gelan ev faşîzm dikare hilweşe. Ji bo vê jî pêwîstî bi wê heye ku bi ruh û rêbazên berxwedanê yên Berxwedana 14'ê Tîrmehê têkoşîn bê meşandin.