Di navenda Şerê Cîhanê yê 3’min de şerê Erdogan û yê Kurdan heye. Ev şerê ku tê meşandin. Ne tenê şerê Kurd û Tirkan e. Gef xwarina li Kurdan qirkirina Kurdan konsepta tunekirinê, nakokîyên bingehîn yên dîrokî ne. Ji hevpeymana Lozanê û vir ve qirkirina Kurdan li ser maseyê tê nîqaş kirin. Meseleya Musilê, meseleya Kerkûk û Helebê ji van gefxwarinan ne qut e. Dewleta Tirk bi ti awayî hebûna Kurdan li Kurdistanê ji xwe re qebul nake.
Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komploya navdewleti hat dîl girtin. Amerika, Rûsya, Israîll û Elmanya hwd. ji bo dizayn kirina Rojhilata Navîn hesabên demdirêj kirin. Şerê li hember Kurdan hat dirêj kirin. Di tekoşina Kurdan de guhertinên mezin li heremê hatin çêkirin. Bi tekoşina PKK’ê re li Kurdistan û Rojhilata Navîn şerê man û nemanê hate birêvebirin. Her çiqas di nav Kurdan de hevgirtin û yekitî jî çênebûbe jî. Lê Kurdan li hember qirkirina çandî û fizikî berxwedana xwe berdewam kirin. Ew Kurdên ku bi qirkirinê rû bi rû diman. Niha di heremê de bi hemû pêkhatêyan re di nava danustandinê de ne. Rojava û Bakurê Sûriyê minaka vê ne. Lewma di van rojê dawî de gefxwarina li ser rojava tê Rojevê. Ji ber ku li Kobanê, li Minbicê li Reqayê berxwedana şervanên Ereb û Kurd hate nîşandan. Di van heft salên dawî yê de. Kurd dîsa rabûn ser lingan. Di nav hemû rejîmên deshilatdar de berxwedana xwe geş kirin. Niha daxwaza dewleta Tirk ew e ku li ti deverê Kurd nebin, hêza Kurdan nebe û hemû Kurdan bi rengekî terorîst bi nav bike.
Erdogan di vê demê de hesabên qirêj û dirêj dike. Meseleya Erdogan ne tenê Kurdên li Sûriyê û Rojhilatê Firatê ye. Di meha Adarê de hilbijartinên heremî hene. Bi pêşengiya Leyla Guven greva birçîbunê heye. Di zindanan de berxwedanî heye. Li hember dagirkeriyê berxwedana gerila heye. Ji bo pergala Imraliyê ji holê were rakirin. Kurd û Kurdistani li hember tecridê li ber xwe didin. Li hember faşizmê li ber xwe didin. Di her qadên jiyanê de Kurd li ber xwe didin. Bi kurt û kirmanci li hember tecrida girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sebra Kurdan nemaye. Mirov dibîne ku rewşa heremê bi şer û aloziyê re wê hîn kûr bibe. Her roj Kurd bi terorîst tên ragihandin.
Erdogan disa gefên xwe û dijminahîya xwe nû kir. Bi kuştinê bi qirkirinê û bi dagirkirina xwe ya li ser Rojhilatê Firatê dîsa dubare kir. Di şerê Sûriyê de hebûna Kurdan naxwaze. Naxwaze ku Kurd li Sûriyê hebûna xwe, parastina xwe û xweseriya xwe ava bikin. Ji têkiliyên Kurd û Ereban aciz dibe. Ev jî hesabên Erdogan xirab dike. Di her axaftina xwe de dibêj e, ‘‘Em destûrê nadin ku Kurd dewletekî ava bikin. Em destûrê nadin ku korîdor were vekirin’’. Ji aliyê dewleta Tirk ve her tişt aşkere ye. Dagirkirina bajarê Efrînê, nîşaneya vê ye. Erdogan di qada navnetewi de rewabûna Kurdan naxwaze. Berxwedana Kurdan Ji bo xwe metirsîdar dibîne. Erdogan di şerî Sûriyê de bi komên çeteyan re hemî rê û rêbaz ceribandin, ji bo dagirkeriya xwe û serweriya xwe ava bike. Di siyaseta xwe de Kurdan hedef digre. Bi pergala nijadperestîyê hewl dide demografiya heremê biguhere. Erdogan ji bo ku Kurd di prosesa siyasi de cih negrin. Serî li hemî rêbazan dide. Geh bi Rusan re tevdigere. Geh bi Amerika re geh jî, bi Almanya re têkilî datîn e.
Di vê demê de xuya dibe ku her tişt wê pir hêsan nebe. Ne mijara Îdlibê ne jî qeyrana ku niha li Sûriyeyê heye. Niha Erdogan bi van gefxwarinan çi dixwaze? Dixwaze bibêje, "Li Rojhilatê Firatê terorist hene, divê were paqij kirin. Li çiyayan gerîla hene. Divê werin paqij kirin." Bi gefên li ser Kurdan tê gotin, divê ti kes xwedî li Îmraliyê dernekeve. Ti kes nekeve greva birçîbunê. Ti kes behsa Kurd û Kurdistanê neke. Ti kes li vîna xwe xwedî dernekeve. Meseleya Erdogan û gefwarina li ser Kurdan tê vê wateyê.