ANALÎZ

Erdogan kolandina gora Kurdan didomîne

Guhertinên dema dawî yên helwesta polîtîk a Sûriyeyê, pêwendiya xwe bi pêvajoya vekişîna DYE'yê ya ji Sûriyeyê re tê danîn. Stratejiyên Tirkiyeyê û helwesta rêveberiya Esad di nava faktorên girîng ên ku wê geşedanên siberojê diyar bikin de, cih digire.

GUHERTINA DI HELWESTA POLÎTÎK A ESAD DE

Geşedanên li Rojhilata Navîn, di wê astê de bi tevgere ku temaşevanan bi kelecan bike. Nakokî, şer û lêgerîn bi dawî nabin. Rojhilata Navîn tam bûye gulokek şer û nakokiyê. Encex dîrokzanên herêmê dibêjin li herêmê du pirsgirêkên esas di van şeran de roleke bi bandor dilîzin. Di destpêka van pirsgirêkan de pirsgirêka Fîlîstîn û Kurdistanê heye. Kurdistan piştî Şerê Cîhanê yê 1’emîn di nava 4 dewletan de hate parvekirin. Piştî Şerê Cîhanê yê 2’yemîn dewleta Îsraîlê hate avakirin û di rêjeyeke mezin de Fîlîstînî ji xaka xwe hatin derxistin. Helbet bi alîkarî û destê hêzên emperyalîst Fîlîstîn û Kurdistan hatin vê rewşê.

Tirkiye weke dewlet-netewa ku destpêkê hatî avakirin, ji bo tunekirina gelê Kurd û asîmîlebûna wê pêşengî kiriye. Ev modela Tirk piştre ji aliyê Îran, Iraq û Sûriyeyê ve hate pejirandin. Ev 4 dewlet timî têkildarî Kurdan bûne hevkar û ji bo tunekirina wan li gorî xwesteka xwe tevgeriyane. Statuya Kurdistanê, hîn rasttir bêstatu mayîna Kurdistanê bûye sîtemeke cîhanê. Bi taybetî piştî Tirkiye beşdarî NATO’yê bû, ev rewşa bê statutiyê her ku çû kûrtir bû.

TIRKIYE Û POLÎTÎKAYA KURD

Niha Tirkiye ji bo ku Kurd bêstatu bimînin, li herêmê û cîhanê rolê herî bi bandor dilîze. Dema ku di sala 2011’an de li Sûriyeyê xwepêşandan destpê kirin, rêveberiya Erdogan ji bo hilweşîna rêveberiya Beşar Esad kete nav liv û tevgerê. Sedemê ku ev qas bi lez tevgera jî, dîsa Kurd in. Fikirî ku rêveberiya Beşar wê hilweşe, wê demê Kurd dibe ji vê rewşê sûd werbigirin û statuyekê bidest bixin. Lewma demildest pozîsyon girtin. Erdogan got, çawa be Beşar Esad nikare xwe bigire, dibe mîna Kaddafî û yên din biçe. Got, ez ê bi kevirekî gelek çûkan bixînim. Wê bi piştgirî dayîna îxwaniyan li Rojhilata Navîn bi serwer bibe. Xeyalên Osmanî dikir û hesabên belavkar dikir. Dixwest wê firsendê binirxîne.

Lê hesabên wan negirtin. Hem Kurd hem jî rêveberiya Beşar li ber xwe dan. Kurdan DAÎŞ têk birin. Bi koalîsyona navneteweyî re DAÎŞ têk birin. Bi alîkariya Îran û Rûsyayê rêveberiya Beşar li ser piyan ma. Lê ev hesabên Erdogan Sûriye veguherand gola xwînê. Bi sed hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi milyonan neçar man ku koç bikin. Sûriye weke welatekî bi giranî birîndar bûyî, hîna êşên vê yekê dikêşe. Erdogan jî bi hevkarê xwe MHP’a nîjadperest re, hîn jî xirabiyê rêxistin û plan dike.

Dema ku planên Erdogan negirtin, ji gelek aliyan ve paşde gav avêt. Hêvî ji Îsraîlê kirin û xwe avêt ber lingê welatên Ereb. Lê dest ji dijminahiya li hemberî Kurdan û êrîşkirina wan, berneda. Dîsa bi hêzên DYE û Ewropayî re bazariyên xwe li ser Kurdan meşand. Têkîliyên wî yên bi Rûsyayê re jî wisa. Bi kurt û cewherî bi hemû cîhanê re li ser dijminahiya Kurdan bazariyê dike û hewl dide piştgiriyê werbigire.

ERDOGAN Û POLÎTÎKAYA SÛRIYEYÊ

Erdogan demekê digot, ew dixwaze bi Sûriyeyê re têkîliyên xwe normal bike. Ji bo vê yekê Rûsya xistibû dewrê. Têkildarî ambargo û şerê ku rêveberiya Pûtîn jî di nav de bû, zehmetî dikişand. Berê bi taybetî têkildarî dagirkeriya Efrînê, bi Tirkiyeyê re xebitî bû. Ji bo berjewendiyên xwe fêr bûbûn ku gelan bi çewisînin û pêşkêşî hevdû bikin. Tevî hewldanên Rûsyayê jî Beşar Esad bi Erdogan re hevdîtin nekir. Bi mafdarî digot, eger ez bi wî re li ser maseyê rûnim, wê dagirkeriya wan a li Sûriyeyê erê bikim. Weke şertê hevdîtinê digot, divê Tirkiye leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişe. Lê daxuyaniya ku di dema dawî de dayî, cuda bû. Ev daxuyanî jî piştî serdana Şamê ya ji aliyê nûnerê taybet ê Pûtîn ve hatî kirin, da. Got, dibe têkîliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re normal bikin.

SÛRIYEYÊ HELWESTA XWE GUHERT

Çima Sûriye helwesta xwe guhert? Ev rewşeke girîng e û divê mirov li ser nîqaş bike. Pêdivî bi şopandin û lêkolînê heye. Di demek nêz de hilbijartinên DYE’yê hene. Îhtimal heye ku Trûmp jinûve bê hilbijartin. Eger wisa bibe, dibe DYE xwe ji Sûriyeyê vekişe. Di vê rewşê de Tirkiye weke dagirker wê bi tena serê xwe bibîne. Tirkiye di rastiyê de naxwaze DYE ji Sûriyeyê derbikeve. Hemû rexneyên Erdogan ên ji bo DYE’yê, tenê têkildarî Kurdan e. Hingî ku DYE li wir be, çewisandina Kurdan ji demê re dimîne. Dibe konjonktur bê guhertin û statuyeke Kurdan derkeve holê. Ji DYE’yê re dibêje, dest ji YPG û QSD’ê berde tiştên ku tu dixwazî ez ê bikim. DYE derkeve em ê Kurdan biçewisînin, temam wê demê ez jî nikarim li Sûriyeyê bimînim. Her ku Sûriye xurt dibe, neteweperestiya Ereb tê sorkirin û welê lê tê kirin ku nikaribim lê bistirêm. Di hesaba ku ez weke niha nikarim Îdlîb û El Nûsrayê biparêzim de ye. Jixwe ji bo firotina van hêzan, derdek wî tune ye. Ger di dawiyê de çênebe wê wan jî bifiroşe û ji Sûriyeyê jî derkeve. Derdê wî yê esas destpêkê tunekirina Kurdan e û li sînorên xwe çêkera demografîk biguhere.

Beşar Esad çima dev guherand? Helwesta wî jî têkildarî van geşedanan e. Ger DYE vekişe, wê bi Tirkiyeyê re ketina nav herêmên Kurdan hêsan bibe. Ez ê herêmên petrolê û hwd desteser bikim. Di wê hesabê de ye ku piştî tunekirina Kurdan, wê têkildarî lihevkirina bi dagirkerên Tirk re zehmetî nekişe.

Tê fêmkirin ku wê li herêmê liv û tevgerên nû çêbibin!