Hilbijartinên Encumenên Parêzgehên Iraqê gaveke wêrekane bû ku hikûmeta Iraqê di berfanbara 2023’yan de avêt. Li gorî hilbijartinên giştî ku di 2021’ê de çêbûn. Li gorî daxuyaniya Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê rêjeya beşdarbûnê %41 e. Ev rêjeya beşdariyê nîşaneya wê yekê ye ku Hilbijartina Encumenên Parêzgehan ên Iraqê li gorî Hilbijartina Giştî ya Iraqê ji bo gel girîngtir e.
Ev hilbijartin ji hêleke din ve bûye çiqilê nav çavên Erdogan û dewleta Tirk a dagirker. Ji ber ku li gorî dewleta Tirk asayî nebû ku gelê Kurd di wê asta bilind de li parêzgehên Kerkûk, Selahedîn, Diyale û Mûsilê wiha zêde beşdarî hilbijartinê bibe. Beşdarbûna vê rêjeya zêde ya gelê Kurd û bi hejmareke berbiçav bidestxistina kursiyan dewleta Tirk tûşî hîsteriyê kiriye. Dewleta Tirk û Erdoganê faşîst bi vê yekê eciz bûn, ji ber ku bi fikira dewleta Tirk a dagirker kesên ku di encumenên xwecihî yên parêzgehan de piraniya dengan bi dest xistine, nêzîkî rejîma Îranê ne. Lewma Erdogan û dewleta Tirk du caran hêrs û harbûna xwe anîn ziman û veneşartin ku ew ê encamên hilbijartinê qebûl nekin û hetta wê li ber pêkanîna encumenan bi taybetî Encumena Kerkûk û Mûsilê bi awayekî bibin asteng.
Pêkhateya Tirkmen li gorî rastiya xwe ya civakî, dîrokî, siyasî û çandî beşdarî hilbijartinê bûn û dengên wan rastiya rêjeya wan nîşan dide ku ev rêje wekî hilbijartinên berê mîna xwe ma. Lê belê dewleta Tirk a dagirker bi serokatiya Erdoganê dîktator, ji ber ku behîseke zêdetir li ser dengên gelê Kurd kiribû, wê rêjeya zêde ya gelê Kurd ji bo xwe wek binketinekê dibînin. Lewma gelek hewl didin ku ji wê belawelabûna nav mala Kurd sûdê wergire.
Dewleta Tirk a dagirker berî hilbijartinan rê li ber yekîtî û lihevkirina Kurdan girt da ku bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinê nebin. Bi vê yekê xwest ku dengên Kurdan belawela bike û ji vê belawelabûna Kurdan sûdê wergire. Ya rast di vê yekê de serketî bû û ji ber yeknebûna Kurdan herî kêm sê kursî li Kerkûkê ji kîsê Kurdan çûn. Tevî wan hewlên dewleta Tirk, gelê Kurd tevî hemû pêkhateyên xwe bersiveke baş dan dewleta Tirk û bi beşdarbûna xwe li dijî dagirkerî û zihniyeta şovenîst a dewleta Tirk a dagirker sekinîn. Bi vê helwesta erênî ya gelê Kurd careke din bêvila dewleta Tirk û Erdogan li erdê ket. Lewma hema zû bi fermana Hakan Fîdanê wezîre derve û berpirsê berê yê îstixbarata Tirkiyeyê berî ragihandina encamên dawî yên hilbijartina encumenên parêzgehan şandeke Iraqî çû Tirkiyeyê. Di vê serdanê de dewleta Tirk nerehetî û hêrsa xwe ji berpirsên Iraqê re got û ji şandê re ragihand ku ew wek dewleta Tirk wisa zû bi zû nahêlin ku encumenên xwecihî yên parêzgehên Iraqê pêk bên heta ku bi xwe piştrast nebin ku berjewendiyên dewleta Tirk hatine parastin.
Piştî sersala 2024’an aliyên siyasî bi mebesta pêkanîna hikûmetên xwecihî yên parêzgehan dest bi serdan û danûstandinê kirine. Aliyên siyasî her yek ji hêla xwe ve dixwaze bi awayek ji awayan beşdarî birêvebirina bajarê xwe bibin û ew sozên ku dane dengderên xwe, bi cih bînin. Lewma dixwazin zûtir li hev bikin û encumen û serokencumen û parêzgarên nû yên bajarên xwe hilbijêrin. Gera yekem a van danûstandinan li Mûsil û Kerkûkê di navbera aliyên siyasî de dest pê kiriye, lê belê wisa xuya ye ku ji ber wê fokusa dewleta Tirk a li ser Kerkûk û Mûsilê, pêkanîna encumenan wisa bi rehetî li van her du parêzgehan pêk nayê.
Dewleta Tirk careke din dixwaze bi rêya PDK û Tirkmenan li her du parêzgehan nav mala Kurd belawela bihêle û rê li ber pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên bajaran bigire. Mimkin e bi çend rêyan rê li ber pêkanîna encumenan bigire û ji bo vê yekê hemû hewla xwe dide ku Kurd yekgirtî nebin da ku nekarin wisa bi rehetî hikûmetên parêzgehan pêk bînin û parêzvaniya dengên dengderan bikin. Nav mala Kurd çi qas belawela bibe, alozbûna rewşa Kerkûk û Mûsilê jî wê ew qas zêdetir bibe. Ev hewlên dewleta Tirk rast e di pileya yekem de li dijî gelê Kurd in, lê belê ev yek dike ku dewleta Tirk û Erdogan di siberojê de zêdetir dest di rewşa Kerkûk û Mûsilê werdin.
Dewleta Tirk careke din dixwaze bi karta PDK’yê bigihîje armancên xwe. Yekemîn daxuyaniya wezîrê derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan piştî hevdîtina li gel şanda Iraqî, armancgirtina PKK û Silêmaniyê bû û bi vê yekê helwesta xwe li ser hilbijartinên xwecihî û pêkanîna encumenan derpêş kir. Dewleta Tirk dixwaze bi rêya PDK’yê û bi tawîzdana aliyên hember bihêle ku parêzgerekî Kurd ji bo Kerkûkê bê danîn. Ango dewleta Tirk bi rêya dengên PDK û aliyên Tirkmen hewl dide Kurdan kaşî nav planên xwe bike. Eger ev yek bi ser nekeve, wê bi planên din rê li ber pêkanîna encumena Kerkûk bigire û şert û merc jî ji niha ve di daxuyaniyên Eniya Tirkmenan de tên dîtin.
Dewleta Tirk di egera serneketina plana wan a yekem de, wê çeteyên DAIŞ’ê bixe dewreyê û gelê sivîl bike armanc û bi çêkirina tevliheviyê hewl bide ku planên xwe bi ser aliyên din de bisepîne. Dewleta Tirk dixwaze bi kirasekî qanûnî danîna parêzgarê Kerkûkê pêk bîne, bi gotineke din dixwaze parêzgar her sal ji bo pêkhateyekê be û vê pêşniyarê wek tiştekî de-facto li Kerkûkê bi cih bîne.
Eger plana dewleta Tirk wekî ku tê çaverêkirin pêk neyê, PDK wê li gel Ereb û Tirkmenan li hev bike û parêzgar û serokê encumenê hilbijêre û bide destên Ereban. Esasen dewleta Tirk dixwaze bi vê rêlibergirtinê wan dengên ku gelê Kurd di vê hilbijartinê de bi dest xistine, bê qîmet bike. Divê gelê Kurd û hemû pêkhateyên bajarê Kerkûk û navçeyên din ên Iraqê li dijî van hewlên dewleta Tirk rawestin û ji bo pûçkirina planên dewleta Tirk fişarê bixin ser aliyên siyasî da ku bi lez û bi rêkeftin û bi beşdariya hemû aliyan serokê encumenê û parêzgarê nû diyar bikin ku bi esil ji Kerkûkê be û dilsozê pêkvejiyana pêkhateyan be û rê li ber desttêwerdana dewleta Tirk û Erdoganê faşîst û dîktator bigire. Ji ber ku dewleta Tirk û bavê DAIŞ’ê Erdogan dixwazin bi kûrkirina nakokiyan û bi çêkirina tevliheviyan şer û milmilaneyan li herêmê û bi taybetî li Iraq û Sûriyeyê gur bikin û tovê duberekiyê di nav gelan de biçînin.