Em hevdîtina Rêber Ocalan çawa bixwînin?

Di hevdîtina 2 ê Gulanê de Rêber Ocalan her kesî dawetî pêkanîna erk û berpirsyartiya dîrokî ango demokratîkkirina civakê dike.

Rêber Ocalan di hevîtina xwe de çend mijarên bingehîn dike rojeva xwe.

Ya esasî dixwaze balê bikşîne ser vê ku tecrîda heyî tenê li ser şexsê wî nîne. Di şert û mercên heyî de yê herî li beramber vê pergalê azad e, di têkoşîna li dijî faşîzmê de mînak e, Rêber Apo ye. Ragihandina çend xalên ku ji rayaya giştî re hat eşkerekirin di rastî de ji bo pozisyona xwe careke din, têkoşîn û hewldana xwe ya ji bo demokratîkirina Tirkiyê bixe bîra me bû bêguman. Rêber Ocalan ya herî zêde balê dikşîne ser ew e ku bi têkoşîna demokratik, ger her ferdek civaka me bixwe azad bibe, wê têkoşîna li beramber faşîzmê jî bigihêje asteke din. Ango her ferdek çiqas azad û demokratik bibe, pîvanên demokrasi û azadiyê di xwe de pêk bîne, mayînde bike wê demê civak ji xwe azad dibe. Ferdên civakê û şêwazên şaş ên têkoşîna li beramber faşîzmê, li beramber pergala heyî têra guhertinan nake. Di bin siya bergalaheyî de bi rêbazên liberal ku xwedispêre feraseta çîna navîn, ne şoreş pêk tê, ne guhertin di civakê de û ne jî di ferdên civakê de çêdibe.

Rêber Ocalan ji xwe vê destnîşan dike, ya ketiye ser milê wî pêk aniye, ji vir û şûn ve divê potansiyela heyî ya civakê ne bi şêwazê ku niha dimeşîne, bi awayekî hîn dewlemend têkoşîna xwe bidomîne. Rêbazên heyî yên çalakiyan bêguman têra serkeftinê nake, her wiha berpirsyartiya girîng a serdemê tenê li ser milê hinek kesan pêk nayê û nabe wisa jî were dîtin. Her liv û tevgerek, her hewldanên qetandina qed û bendên ku faşîzêm li dest û lingê me girêdaye, watedare û dikare rê li ber guhertinên gelekî mezin vebike. Li gel meşandina tecrîda giran, Rêber Apo di wê ast û hêzê de ye, çawa ku hêvî, bendewarî û hewldanên xwe jî diyar kir, dikare rêya çareseriyek demokratik li Tirkiyê û herêmê vebike. Ji her demê zêdetir ji xwe bawer, bi seknek hêjayî şoreşgeriya herî mezin û pîroz a serdemê careke din derketiye pêşiya me hemiyan. Ya Rêber Abdullah Ocalan dike ew e ku bi hêza xwe ya fikrî û ruhî dikare guhertinên di asta şoreşê de çêbike. Ya divê ji siyasetmedar, rewşenbîr, partî û rêxistinan re jî bibe mînak ew e ku bi kûrbûna di felsefeya jiyanê de, bi bikaranîna rêbazên dewlemend mirov dikare faşizmê hilweşîne.

Lê şaştiya divê neyê kirin ew e ku her kes nabe hema dilê xwe bi wê xweş bike ku wêguhertin çêbibe û wêsiyaseta demokratik pêş bikeve. Em her kes li derdora xwe temaşe bikin, li xwe temaşe bikin bi rastî me çiqasî guhertin dixwe de çêkiriye, wek Rêber Ocalan di hevîtina xwe de jî behs kiriye, em çiqasî kesayetên demoratîk in ku hêviya me ya guhertinê heye? Bi rastî me tecrîda li ser xwe çiqasî şikandiye. Zemînên siyaseta demokratik me çiqasî ava kiriye? Ger me ev pîvan pêk neanîne, me zemînên siyaseta demokratik amade nekiriye, wê demê em nikarin hema wisa ezbere behsa demokrasi û azadiyê bikin. Di hevdîtina 2 ê Gulanê de Rêber Ocalan her kesî dawetî pêkanîna erk û berpirsyartiya dîrokî ango demokratîk kirina civakê dike. Bi ferdên azad têkoşîna li beramber zilm û faşîzmê digihêje encamê. Ger hêj faşizm li ser kare, hêj em nikarin gavên bilind ji bo derbaskirina van qed û bendan bavêjin, diyare hêj kesayet û ferdên azad ên bikarin faşizmê têk bibin, xwe rast birêxistin nekiriye.

Divê RêberOcalan rast were xwendin. Mêzekirina ji vê hevdîtinê re nabe di astek teknîkî de be RêberOcalan beriya niha gelek caran gotibû ku hûn ji min re dibêjin, ‘Di Golek bêav de melewaniyê bike!’ îro jî ev karê herî zehmet jê tê xwestin. Her wiha bi caran gotî û dîsa destnîşan kir ku; ‘Ez Rehîne me!’ Jiber pozisyona xwe ya pêşeng û Rêber dibe ku bendewariyek wiha her tim di serê mirovan de çêbûye û ev ne şaşe. Lê ev ne ew deme ku her kes berpirsyartiya xwe, pirsgirêka xwe ya rêbaz, têkoşîn û ya herî girîng pirsgirêka xwe ya azadiyê tenê ji Rêber Ocalan re bihêle. Di van hevdîtinan de ya Rêber Ocalan balê dikşîne ser wê ku her kes divê di serî de xwe azad bike paşê behsa azadiya min bike! Ev vegotina teoriye, dûrî rastiyê nîne. Diyalektîka herî ber bi çav û heqîqeta jiyanê ye ku heta ferdên azad çênebin, ferdên serê xwe li beramber faşizmê rabikin û bi rêbazên dewlemend têkoşînê nekin, wê demê azadî nepêkane. Tecrîd wisa di ber xwe de naşike, ne bi yek du hevdîtinan, ne bi çend çalakiyan û ne jî bi bendewariya ji desthilatdariyê re. Ji kesên ku bi xwedî warên tecrîdê xêz kirine, şikandina tecrîdê hêvî kirin, nabe. Ya Rêber Ocalan bi vê hevdîtinê xwestiye ji her kesî re bêje jî bêguman ev yeke. Şert û mercên RêberOcalan tên zanîn, bi ya min li şûna her kes berpirsyartiya xwe pêk bîne, xwespartina bi Rêber Ocalan û her tiştî li ser milê wî hiştin, şaştiyek herî mezine. Wisa di ber xwe de rê li ber siyaseta demokratik û aştiyek bi rûmet venabe. Rêber Ocalan dema vê dibêje, her kesî vedixwîne pêkanîna berpirsyartiya vîjdanî û exlaqî ku tenê bi vê yekê re wê tecrîd wereşikandin.