'Em hê li benda çi ne?'
"Em gelê têkoşer di pêvajoyên wiha girîng û awarte de parastina xwe yî cehwerî li kolana bi bertek û nerazîbûna bersiv nedin wê dijmin wêrektir bike."
"Em gelê têkoşer di pêvajoyên wiha girîng û awarte de parastina xwe yî cehwerî li kolana bi bertek û nerazîbûna bersiv nedin wê dijmin wêrektir bike."
Dema şerê gel ê şoreşgerî kengî û çawa dest pê dike? Her civakek xwedî nirxên hevbeş e; Nirxên hevbeş di heman demê de nirxên netewî ne. Nirxên netewî jî ji dîrok, berxwedan, şehîd, gel, welat û her wiha mirov dikare bêje çi tiştê aîdê pêşeroja civakekê be dihewîne nava xwe. Azadiya xwe, nasnamayê xwe, hebûna xwe di van nirxên hevbeş de diparêze. Kengî êrîşên derve yê dagirkirina nirxên hevbeş çêbibe; wê demê şerê parastina gelê şoreşgerî dest pê dike. Îro êrîşên derve yê dagirkeriyê bi şêwra NATO'yê, DYE, Rûsya û YE bi pêşengiya dewleta Tirk ya faşîst û dagirker berdewama Komploya Navdewletî li ser tasfîyekirina destkeftiyên gelê Kurd tê tezgahkirin. Di vê çarçovê de; tecrîda li ser Rêbertî, êrîşên li ser gerîla, HDP`ê, Şoreşa Rojava, Şengalê û Başûrê Kurdistanê bi operasyonê leşkerî û îstîxbarî bi hemû tûndiya xwe berdewam e. Di heman demê de li ku derê êrîş bê kirin li wê derê şerê parastinê jî tê kirin.
Ji pêvajoya Heftanîn, Garê, Zap, Avaşîn, û Metîna gerîla di nava berxwedanek parastinê ya bêhempa de ye. Roja ku em di nûçan de sîcilê çar - pênc şehîdan nebînin nîne. Erê rast e gerîla bi ruhekî fedaîyane sînga xwe ji bo parastina welatê xwe dike çeper, derba mezin li dijmin dixe. Garê, Zendûra, Mamreşo û gelek çeperên din mînak in. Lê eger ev pêvajo tenê bi berxwedana gerîla ve sînordar nemaya, di çarçova şerê gelê şoreşgerî de li hemberî plana dagirkirina dijmin gel bi girseyî li kolana rengê xwe derxistiba û dengê xwe bilind bikirana û bi helwestek radîqal bertek rawestîyana; wê dijmin newêribaya ewqasî bi cesaret Serokatî di nav tecrîteke giran de bihiştaya, ne jî rêveber û endamên HDP`ê bigirtana, ne jî wê li ser girtiyên PKK`ê û PAJK`ê asta îşkence û kiryarên keyfî zêde bikirana, ne jî wê li ser gerîla çekên kîmyewî bikar bianyana û her roj di nûçeyan de xebera şehadeta çar- pênc gerîla temaşe nedikir.
Wexta ku em van rastiyan hema di ber çavan re derbaskin; em hê li benda çi nin? Em li benda şerê gerîla bin şaş e. Şerê gel ê şoreşgerî tenê bi gerîla nameşe. Wekî ji navê xwe jî tê femkirin şerê gel ê şoreşgerî di zemînê êrîşkeriyê û destdirêjiya li ser nirxên hevbeş de bi serîkakirina zarok, jin, nêr û extîyaran re pêşdikeve. Îro em jî wekî gelê Kurd û tevgera azadiyê di pêvajoyek xetere re derbas dibin. Ev xeterî encax bi şerê gel ê şoreşgerî were derbas kirin.Êrîşên li ser nirxên me yên hevbeş gihiştiye asta herî jor, heger bertek û nerazîbûna me li kolanan, li kuça û li her derê ku Kurd lê dijîn nîşan nedin, li hemberî pêvajoyê de di nava xefletê de ne. Hinek pêvajo hene bi firsendan dagirtî ne, ev pêvajo jî bi firsendên serkeftinê dagirtîye. Yek ji armancê dijmin jî van firsendên ku derketine holê bi êrîşên pergalî û topyekûn û bi şêwazên şerê teybet û şerê derûnî û her cure kiryarên tepisandinê li ser me diceribînin.
Hezên faşîstan herî zedê deng û rengên kolanan ditirsin. Reng û dengê dîroka şerê gelî yê şoreşgerî de dibînin ku gelek şoreş li kolana dest pê kirine û li kolana biserketine. Em gelê têkoşer di pêvajoyên wiha girîng û awarte de parastina xwe yî cehwerî li kolana bi bertek û nerazîbûna bersiv nedin dijmin wê dijmin wêrektir bike. Kesên ku pêşengiya demên şerê gelê şoreşgerî dikin, bi taybetî xwendewan, rewşenbîr, hunermend, parazvan, karker, esnaf, zaanatkar, bazirgan, û jin divê xwe di zemînê xweyî saz û sazkariyan de birêxistin bikin. Pêlên bin şerê gelê şoreşgerî her tim li hemberî hêzên çîna jor ya mijokdar, mêtîngeh, û desthilatdar wisa helwest danîye û serîrakiri ye. Îro tenê karkerên li Îstanbol, Îzmîr, Amed, Wanê û an jî fakulteya Dîcleyê helwest deynin û serî rakin û jiyanê pûç bikin, em ê bibînin bê wê faşîzm çawa bizîvire. Ji ber tişta ku tenê ji faşîzm tê der, tirsm e, ev tirs jî hêza gel e. Di vê wateyê de wexta em li hêza xwe meyze dikin, di cîhanê de tu hêz wekî hêza gelê Kurd zindî û bi hêz nîne. Lê ev hêz û enerjî heta cihekî mirov dikare bêje di bin zextekî giran de ye. Lê ji cihekî şûnda xemsarî ye. Di pêvajoyek ewqas hesas de ku ji ser her bihuşta axa Kurdistanê dûmana şewta agir ber bi asîmana ve bilind bibe, hê mirov di nava xemsariyekê de bijîn, ev tê maneya ku ne xwedî lêgerînê azadiyê ne. Lêgerînê azadiya welatekî tekez bi zanebûna sîyasî, rêxistinî û polîtîk girêdayî pêş dikeve. Ev rewş mirov dide fikrandin ku divê em asta zanebûna xwe ya sîyasî, rêxistinî û polîtîk hê kûrtir bikin.
Niha em gelê Kurd êdî tiştekî winda bikin nema ye. Berovajî tiştên ku me di nava van dused sala de wendakiri ye. Ev çil sal e ji bo em bi dest bixin şerê tekoşîna şerê gelê şoreşgerî dimeşînin. Bi vê armancê dîrok berpirsyartîya bidestxistina nirxên hevbeş li ser me ferz dike. Di vê wateyê de nirxên netewî ji êrîşên dagirkerên qirker parastin erka her Kurdekî ye. Çima? Ji ber ku destdirêjeyî li ser tevahî nirxên me yên hevbeş tê kirin. Di pêvajoyê wiha de tevahî hestên mirov yên welatparêzî, politik û sîyasî dikevin dewrê. Mînak Xelîfê Abbasî ji bo ku Babek radest bigre kurê wî tînin balê. Wexta kurê wî jê radestbûnê dixwaze, bersivekê viha dide kurê xwe`'min nas kir ku tu ne ji min î. Ji bîrneke rojek azad li ser pîyan ji çil salê bi koletî jiyînê çêtir e.'' Ev ne pênaseyek, helwestek e û di oxira azadiyê de jiyana xwe dibexşîne. Ya rastî mirov di şexsê Babek de dibîne ku asta zanebûna azadiyê çiqasî bilind e. Di vê wateyê de mirovekî azad koletiyê zû ferq dike, lê mirovekî kole azadiyê zû ferq nake. Gelo dijmin di nava qirkirina dused salê dawî de, em fêrî koletiyê kirine! Di vê pêvajoyê de pêwîstiyê gelê Kurd bi mirovê wekî Babek û di berxwedana xweserî de, ciwanên pêşeng yên wekî Çîyageran, Nûcanan, Axînan, Îslaman, Zinarînan, Mehmedan û gelek lehengên hêja heye. Ji bo ku bedela azadiyê giran e herkes nikare wê bedelê bide. Lê herkes dikare xwe bigihijîne zanebûna azadiyê. Ji ber ku azadî bi hilbijêra hilbijêr bi azadiyê dixuluqînîn.Yekîtîya di navbeyna azadî û hilbijêra de jî di pêvajoyên li hemberî êrîşên dagirkeran de bi sekin û helwestên radîkal û çalakvan de serwer didin. Ew pêvajo jî eve; em hîn li benda çinin!